Çîrok

OO7ê Şewatê

-yadê qurbanê du hêkan bide min.

-tê çi bi wan bikî kurê min?

-ezê bi hevalên xwe re biçim Sînemê.

-ev ji riya bavê me kêmbû, ji ber çavên min biqeşite berî ko bi şekalê bi te kevim.

Cemo yê neh salî xweziya xwe mîna leşkerê di cengeke têkçûyî de bişke daqurtand û di cihê xwe de mîna latekî sar ma.

Dema careke din du hêk ji diya xwe xwestin şekalek lewitî li nav çavên wî ket û kelogirî bazda kolanên bajêr.

Piştî li merovekî zerik, bi tireşkot û bernêt rast tê, du firingan jê dixwaze û di dûv re winda dibe, şopa wî namîne û beta weta dibe.

Cemo yê ko filim di tenekeyên vala de pêşkêş dikir, dixwest cudahiya di navbera filimên ko ew di tenekeyên vala de derhênan û pêşkêş dike û ya cîhanî de bibîne, binase û bibîne bê ka filimên wî ji ber ên cîhanî ve di çi radeyê de ne, kîjan çak û li pêşe.

Cemo tenekeke vala tanî, bi bizmar qulek di nîvê wê de dikir, ji hindur ve pelekî sipî li rastî qulê dizeliqand, rola sê çar zarokan li wan belav dikir, piştî ji wan re şirove dikir, serê xwe dixist tenekê, qapûtê bavê xwe jî bi ser serê xwe û tenekeyê dadikir dako hindurê tenekeyê reş û tarî bibe, îca zarokan rastî qula di tenekeyê de çi bikirna siya wan li ser pel çê dibû. Ta wê rojê Cemo guman dikir ko sînemeyên dunyayê hemû filimên bi wî şêweyî pêşkêş dikin, ko ne bi wî şêweyî bin jî, cudahî dê di holan de be, li ba wan gelek merov dikarin bi hevûdu re di holekê de li filimekî temaşe bikin, lê li ba me hîna holeya me tenekeke vala û ji bo yek serî û yek merov dikare li filim temaşe bike.

Piştî lêdana şekalê Cemo nezivirîbû malê û diya wî jî lê nepirsîbû, lê dema bêhna goştê şewitî tev li dûmanê bû û mîna ewrekî qehwe û lewitî girt ser bajêr û bê destûr ket her malê de, û asmanê herêmê bi qîr û hawaran avis bû. Dilopek xwîn niqutî ser dilê diya Cemo û berteva şîvê ji destan ket, di wî çaxî de mêvanên wan hebûn, xwest bi dengekî bilind qîr û hawaran vede, lê ji şerma dikir bixeniqe.

Ji wê rojê de, ji roja ko agir û şewatê Amûdê daqurtandin û navê şewatê li bajêr bû, wê Cemoyê xwe nedîye, lê çi cara James Bond 007 di televizyonê de dibîne dibêje:

– wa kurê min, ew Cemoyê min e.

05/11/2006