Çîrok

Partiya malbatê

Malbata min mezin e, tîmeke gogê bê yedek jê çê dibe, xanima min Nazê dê sedî li sed golar be, ma ji golariyê pêve ew kare li ku bilîze. Em yazde kes in, ev jî ne bi destê min bû, bi tiştekî din bû, biborin nikarim bi nav bikim, Nazê xwe şayîk dikir û ez jî har dibûm û êdî hun dizanin. Te kengî ew bidîta zik li ber dev bû. Ez û xanima xwe Nazê û neh zarok, ez dibêjim zarok ji ber ko ta ez sax bim ezê wan zarok bibînim, dako ji wan hez bikim, û karibim car carnan bi wan de bixeyidim û li wan bidim, zaroka mezin keçe, û ev ji bo min gelekî başe çimkî rojekê ji rojan dê nebe seroka partiyê, ma dibe jin bibin serokê mêran, jimara heştan kur e lê gêje, ma naxwe ew jî bi kêrî serokatiya partiyê nayê, jimra heftan dîsa kur e lê ne tu kur e, ko mêş di devê wî de bimrin ew nabê kiş, jimara şeşan keçe, ew dikare bibe cîgirê serok, jimara pêncan kur e, ew dikare bibe hin cîgirê serok hin jî sikirtêrê giştî, jimara çaran û sisiyan keçin, jimara didwa û yekê kur in, jixwe tirsa min ji her duwen biçûke, ko rojekê li min har bibin û cihê min bigrin.

Di van deman de axaftina di derbarê danheva pereyan de pir bûye, hemû bi Dolar û Euro daxêvin, û merov bêtir kesên perelî dipejirînin, merovê ko pereyên xwe bi diziyê jî dabe hev mexabin merov wî dipejirînin. Kurdayetî jî di rewşeke ne baş deye, baweriya kesan bi partiyan kêm bûye, ji hevûdû re dibêjin; çima partiyek me û welatê me rêzgar nake.

Niha navekî din bi dû wan ketiye, hin dibêjin bûne wek katjimêra bi dîwaran ve daliqandî, çiq çiqa wê ye, lê ko pîl vala bû diraweste û dibe ji avêtinê re.

Em li hevûdu rûniştin û civiyan, me telefonên mal û destan girtin û li ser maseyeke gilover rûniştin, yekî ji wan nizanîbû çi heye û çîrok çiye, di bin çavan re li hevûdu dinêrîn û bibû piste pista wan, ji ber ez hin mezin û hin jî bavê wan im gerek ez dest bi axaftinê bikim, dako biryara axaftinê li ba min be, min got:

-emê tiştekî mezin çê bikin..

ji wan weyê ko ezê kar û barê malê li wan dabeş bikim, kî dê bi dengê dîkan re nan bîne, kî dê taştê amade bike û kî dê li telefonan vegerîne û her wisa, lê min dîsa gotina xwe dubare kir:

-na na emê tiştekî mezintir çêbikin.

Vê carê hiş û ramanên wan bêhtir dûr çûn, lê dîsa min ramanên wan birîn û ew vegerandin ser maseya gilover, min got:

-emê partiyekê ji xwe damezirînin, tenê ji xwe!.

Dema min wisa got wek tu denek ava sar bi ser wan dakî û di bin çavan re li hevûdu nerîn wek yek ji ê din re bêje; ev çi top bû bavê me teqand, ma partî ji neferên malekê çê dibin. Ji bo ko ev yek bibe yeqîn û bawerî min sî xulek bênvedan da wan. Di bênvedanê de min bi dengekî bilind qîr û bang kir:

-bi tu şêweyî nabe hun ji kesîre bêjin ha, yana emê hemû av û av biçin..

dengê ê biçûk hat û ket qula guhê min û tinazên xwe bi gotina min kir; wê bavê me partiyan çêke û ji niha de ditirse. Jixwe dema em piştî bênvedanê dîsa civiyan wî ev yek anî ziman. Jimara çara Gulê pirsî:

-ji boyî çi nabe kesekî din ji derveyî malbatê bibe endam?.

-ji boyî cihê bavê we jê neyê standin, Nazê wisa got û di ber xwe de keniya. Ji bo ko têde bighêjin çima nabe kesek ji derveyî malbatê bibe endam, min diyar kir ko piştî em partiya malbatê damezirînin û her yek ji me bibe berpirs û cihê biryarê em dikarin her kesî bikin endam, ew ên ko dê nikaribin bibin tiştek û nebin xwedî biryar û cihê bilind di welatê rêzgarkirîde negrin, ew welatê ko emê rêzgar bikin dê welatê me be û di destê me debe, ma dibe yekî din hazir mazir bê li ser tac û eywanan rûnê. Jixwe nabe em kar û xebatê bikin, xwe birçî û tazî bikin dako welat rêzgar bikin û yê din amade were û li ser tac û eywanan rûnê û bibe serokê me, an jî wezîrek ji wezîran, xweda jî vê napejirîne. Em wek gotina pêşiyan nakin’’hinek dikin û hinek dixwin”” emê bikin û emê bixwin.

Me bi şêweyekî demuqrat xaleyên girîng nivîsandin û axaftin da Nazê ji ber diya wan e û ji me hemiyan mezintire, jixwe her yek li gor hiş û ramanên xwe daxêve û bîr û boçûnên xwe tîne ziman, ma jina ko jiyana xwe di anîna zarokan û xwaringehê de borandibe wê çi pirsan bike:

-ko kurekî min hate girtin, emê çi bikin?, ez bi xurtî li dujî siyaset û miyasetê me, serê ne êşe nehewceyî girêdanê ye, merov qedrê dizekî perelî ji yê siyasetmedarekî bêtir digrin.

Ji bo ko ez kesayetî, bîr û baweriya wan bi wan xurt û bilind bikim, min yek bi yek li wan nerî bi wateya ko kî dikare bersivê bide, du sê nerîn hatin ser masê lê ne wek ya min bi nirx bûn:

-bila navê ên din hemûyan bide dako em hemû bên girtin û em hemû bibin lehengên gel û azadiyê, jixwe ko merovek tê girtin û dikeve zindanan bawerî bi wî û partiya wî xurtir dibe, û em dikarin di girtîgehê de kar û xebata xwe berdewam bikin û partiyê birêve bibin.

-doz û daxwazên me dê çibin?. Narîn pirsî, jixwe me di destpêkê de diyar kiribû ko emê bi şêweyekî gelekî demuqrat li hevûdu guhdarî bikin. Dîsa gelek nerîn û dîtin hatin ser maseya tije pel û pênûs, ê ko got parastina mafê jinan, ê ko got mafê axaftinê, jixwe hinan li gor rade û hewcedariya xwe xwestekên xwe gotin, wek xwarin û vexwarin pir bibe, mûçe bilind bibe, stadyona bajêr mezin û fireh bibe, biskilêt li şûna turumbêlan bên bikaranîn. Dema ez axivîm û min got ko ev ne armancên partiyane hemû keniyan û tinazên xwe bi min kirin; ê me ev daxwazên me ne û em ji wan danakevin. Min bi serhişkiya xwe diyar kir ko armancên partiyan ne wisane, û emê tenê sê tiştan bixwazin, emê Serxwebûn, azadî û yekîtiya kurdistanê bixwazin û hew, çi çaxa her sê pêkhatin xwestekên we jî pêktên, em tiştekî din naxwazin û herin xaleya din çaxê min gelek nîne.

-ko stadyona bajêr mezin û fireh nebe ez ji niha de ne endamê partiyê, ê biçûk got.

-yabo di xewnan de jî emê nikaribin van daxwazan pêkbînin?, sêwlekekê pirsî, ez bawerim Narîn bû.

-jixwe di xewnan de em karin pêkbînin, di xewnan de nebû di xewnerojan de. Min got herin xaleya din û bila çaxê we di gotin û motinên vala de neçe, miletên pêşketî çax û dema wan ji zêre, qet vala derbas nakin, em çima ewqasî dikin lewte lewt. Jixwe ji niha û pêde divê çaxê we vala derbas nebe, neqşan çêbikin, selikan çêbikin, ko tiştek tunebe hun bikin hema biramin, di çi debe bila bibe, raman hiş û mejî mijûl û çalak dike û li pêş dixe. Min ji wan re diyar kir ko ez dikarim pênc roj û pênc şevan li ser hev biramim û di vê yekê de baxêvim, lê ez naxwazim serê we biêşînim. Bazo fermo dora teye.

-emê bi çi şêweyî kar û xebatê bikin?.

Nizanim çilo hat ber devê min û min got ko em kar û xebatê nakin, bû piste pista wan û pêre deng bilind bûn, jixwe yekê ez bawerim Fatê bû got ko hîn serxwebûn, azadî û yekîtiya kurdistanê jî dixwaze, min diyar kir ko em dikarin li ser şaşî û kêmasiyên partiyên din mezin bibin, mexabin hevalan ev yek fam nekirin, êdî diviyabû ez ji wan re şirove bikim. Emê daxuyaniyan bi navê partiyên dî belav bikin, û helwesta herî qels û li dujî berjewendiya milet û welat têde binivîsin, dako milet ji wan nefretê bike û dûr bikeve, di eynî çax û demê de emê daxuyaniyan bi navê xwe belav bikin û helwesta herî mêrane têde binivîsin û diyar bikin, ango helwesta mêrane, mane gotinin, ev yek  dê endamên wan ji wan dûr bixe û dê bibin endamên partiya me, vê yekê li serokê xwe bihêlin, tiştê ko nasnavê min çêçkê mekînêye. Niha yek ji we dikare bipirse; emê li kur û çilo belav bikin?, ev raste, ma hun nizanin malperên Internet bûne wek ax û xwelî, ew ji xwedê dixwazin ko hema yek şaş bibe û tiştekî ji wan re bişîne, jixwe pirên wan bi kurdî nizanin bixwînin û binivîsin û ev yek di berjewendiya me deye, bêguman dê hemû ji me re belav bikin çimkî qayîşê bi hevûdu re dikşînin, jixwe em dikarin malpereke serbixwe bi navê Narîn vekin û her tiştê xwe têde belav bikin.

-çima bi navê Narîn?, bila bi navê min be. Simko jimara pêncan wisa got û di cihê xwe de sar û mad tirş li benda bersiva min ma.

-ji ber ko Narîn jin e, ma tu jin e ?, fam bikin ha, ma divê ez her tiştî şirove bikim, we bi pirsên xwe î xiloxavî qirka min zuha kir, malperek bi navê te heye, ya Şikakiyan, ma te nediye ?.

Min dixwest em bi hevûdu re partiyeke mezin damezirînin. Ji bo neferên malbatê tiştekî nû bû, lê balkêşbû jî, piştî min ji wan re diyar kir ko her yek ji me dê bibe tiştek, kêfa wan hat û hinan ji wan eşkere kir û gotin ko dixwazin bibin wezîr, min jî ev yek pejirand, jixwe daxwaza me ya sereke rêzgarkirina kurdistanê ye, ko me rêzgar kir helbet emê bibin berpirsyar, ma bila hin din bibin serok, serok wezîr, serokê parleman û wan kesan tiştek nekirine, na emê bikin û emê bixwin, jixwe me di civîna borîde cîgeh li hevûdu parkirin dako pirsgirêk dernekevin. Ez serok komar, Nazê wezîra aboriyê, Simko serok wezîr, Narîn seroka parleman, û me qolo kir wezîrê karê derve ji ber fen û fûtên wî yên pir, ew dikare fen û fûtan li cuna bike, carekê em tî birin ser avê û tî vegerandin. Du merovên wek Nazê çikûz nînin, dikarîbû bi hêkeke du zerdik êlekê têr bike, jixwe ez kes ji min pêve nebû ko bibe serok, serokê hemiyan, kesî jî xwe neda pêş, wê demê min pirsî ; ma em daxînin dengdanê ?. ne kesî got erê ne jî na, êdî ez bûm serok, min nedixwest tev li kar û xiricira siyasetê bibim, lê ez hin bê kar im û hin jî ez hez dikim xizmeta milet û welatê xwe bikim, ma ko ez nekim kî dê bike, hema ezê dema xwe pê dagirim û xwe pê mijûl bikim.

Di partiya me de sê duruşmeyên bingehîn hene ;

-ji hevûdu hez kirin.

-li hevûdu guhdarî kirin.

-hevûdu pejirandin.

Dema em bi van duruşmeyan daketin nav milet, devê wan ji hev ma û ji hev re gotin ev ta niha li kur bûn yaho.

Dema em daketin nav milet me wek partiyên din nekir, me ji tecrubeya wan sûde wergirt, jixwe kes wan partiyan bi menteliyekî nakire, me berevajî wan kir, wan çi digotin me berevajî wan dikir, dema digotin emê welat rêzgar bikin û em partiya herî mezin in, em li dujî wan dernediketin, lê me tiştin din dikirin me pê dihişt ko milet wan nas bike ko derewan dikin, bê bextiyan dikin, êdî dest bi şerê me dikirin, em dikirin dizê şekala me, ji dujmin bêtir şerê me dikirin, jixwe dema şerê me kirin em biserketin, em li ser pişta wan ava bûn.

Ko hewcedariya milet bi partiyeke wisa nebiwa me ne didamezirand. Kes wek me nizane navan bêje û bike rêz, dema yek ji me di civîn û civatan de daxêve navên rêber û serdarên dunyayê ên ko milet û welatên xwe rêzgar kirine, hemiyan tînin ziman, wek ; Hoşemin, Tişî Cîvara, Maw, Garîbaldî, Pasmark, Şêrîn Remo, Folter, Robespîr..û me tecrubeya her yekî ji wan şirove dikir, devên wan ji hev diman û ziq li me dinêrîn, me gelekî dixwend dako em bibin rewşenbîr û em bi kurdiyeke paqij û zelal diaxivîn, ev jî ji bo milet palkêş bû, dema wan serok û rêberekî partiyên din didîtin ji xwe bawer nedikirin, ji guhê xwe bawer nedikirin, sê par axaftina wan bi erebî bû û qaşo bi kurdî diaxivîn. Dema em bi xurtî daketin nav milet me gelek tiştên balkêş ji bo li pêşxistina partiyê dîtin, me dît ko milet ji guhertinan hez dike, ji guhertina serokan hez dike, êdî me biryar da ko her ji mehekê yek ji me bibe serok, jixwe ev yek bû sedema ko gelek endamên partiyên din dev ji partiya xwe berdin û bikevin partiya me, ta ko em bûn partiya herî mezin, bi hezaran, belê bi sed hezaran endamên me çêbûn. Piştî sê salan û di civîma demsala buharê de jimara endaman giha şeşsed û çil û du hezar û pêncî û heft endaman.

-çi pêşniyarên we ji bo pêşeroja partiyê hene ?, min pirsî.

-bipirse ka em ji bo pêşeroja xwe çi bikin ?, Nazê got.

-min fam nekir ?.

-ko her endamek bîst û pênc kaxezan bide emê bibin melyonêr !.

-endam dikarin alîkariyê jî bidin hev, Qolo got.

Carekê derfet peyda dibin dako merov bijî, ma ezê çend caran bijîm, jixwe ko merov kurd be û xwîna kurdewariyê di damarên merov de bigere, merov dikare bi gelek şêweyan ji kurdîtiya xwe re bike, ma ez tenê kurd im, ma kurdayetî ma para min, tiştê ko min ji kurdayetiyê re kir kesî nekiriye û kes nake jî. Ne tenê perîşan, parsek û belengaz dikarin kar û xebatê ji bo azadiyê bikin û êzingên şoreşan bin, va ez melyonêr im û rojnameyekê derdixînim, ez niha melyonêr in û dikarim bi gelek şêweyan alîkariya gel û welatê xwe bikim, ma kesek dikare li dujî alîkariya min derkeve. Ta niha ji her kesî weyê ko zengîn û dewlemend kar û xebata welatperweriyê nakin, hema va ez dikim. Va ez rojnameyekê derdixînim û min navê wê kiriye kurdistan, de bila her kes têde bi azadî binivîsîne, û ez bi hezarên Dolaran di berde ji bêrîka xwe didim, de fermo derdê xwe têde bêjin û ko hun bixwazin hun dikarin rexneyan li min jî bikin, dunya azadîye..fermoo..rahijin pel û pênûsan û binivîsin ma kesekî bi we girtiye.

Li ser textê razanê, li Elmanya û berî ko Nazê binmêr bibe got : min niha fam kir û hat bîra min te çima partî çê kir..hi hiiiiiiiii…tu çi bi ecêbîîîîîîîî…ava hêdî min ecêb jê dî.

2004, Holenda