Çîrok

Ji xemgînî partiyek damezirand

Berî demekê ez li Englistanê, li mala dostekî kevn bibûm mêvan, şahiya rojbûyîna kurê wî bû, min li wir merovekî xemgîn naskir, xemgînî jê diniqutî, lê xwînşêrîn bû, û navê wî Silo bû, min jê pirsî; tu çima wisa bêmadî kekê Silo?, tu hîna ciwanî, wî got:

-ez xemgîn û bêkarim!

-çavekî min birje, tu çima xemgîn û bêkarî?

-nizanim, ez tim xemgîn im, li gel ko hin caran helbestan dinivîsim.

-wensekê boyî xwe çê bike.

-wek çi?,

-hevala te tune?

-na,

-ma komputera te jî tune?

-belê heye.

-naxwe partiyekê damezirîne.

Diyar bû pêşniyara min ketibû serê wî, çimkî pêre pêre madê wî xweş û geş bibû.

Piştî vegeriyam Holenda bi hefteyekê min telefon jêre vekir û pirsa rewşa wî kir, wî got:

-xwedê xêra te ji wê pêşniyarê binivîsîne, yaho ez nema vala dibim serê xwe bixwirînim.

-te dît Silo, wa tu jî bûyî serokek.

-na lo, tenê ez û komputera xwe ne.

-ma tu kar û xebata xwe bi çi şêweyî birêve dibî?

-di koşkên Paltalkê de.

-paltalk çi ye?, şoreş e, serhildan e, çi ye?

-na lo, mîna koşk û odeyên muxtar û axayên berê ye, lê bi riya Internetê dibe, tenê navê axa û muxtaran bûye admîn.

-bijî, jixwe partiyên koşk û Paltalka ji me kêmbûn.

-lê yaho dema min ji bo nivîsandina helbestan nemaye.

-kuro te serê min xwaro tê çi ji nivîsandina helbestan girêde, ew tu nanî nade te.

-yaho min jî got ezê ji bo çand û wêjeya kurdî çend gotinan li hevûdû siwar bikim.

-ma xwendin û nivîsandina te bi kurdî baş e?

-jixwe ji ber ez zanim bixwînim û binivîsim helbestan dinivîsim, yana ezê çi jê bikim!.

-bijî, naxwe her yekê bi kurdî zanibe bixwîne û binivisîne gerek bibe nivîskar?

-min ji bo nivîsandinê û ne ji bo xwendinê xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi kurdî kir, lê niha nema helbestê dinivîsim.

-çima?

-ava siyaset û helbestnivîsandinê bi cogekê de nare.

-çawa bi cogekê de nare ma Hoşyarê Qamişlokî û Mervanê Qemer çawa dikin?

-yaho de ka em mijarê biguherînin lo, li ba me kurdan her tişt dibe.

-de başe Silo can, serkeftin boyî te, ta careke din û min ji bîra meke ha…

-xwedî li xwe derkeve, sipas ji bo lêpirsîn û telefonê, û bi soz û peymana mêrê berê ko min kurdistan rêzgar kir û bûm serok ezê te bikim wezîrê aboriyê.

-mala te ava..dem xweş.

22/10/2006