Folklor

Daweta kunda

Ji zargotina kurdan


Mîr bang kir wezîrê xwe û got:  di vî welatî de çi heye çi nîne , gelo miletê min ji min razî ye ? li ser min çi dibêjin, lê berî tu bersivê bidî ez dizanim tê çi bêjî.
Min tu carî ne bihîztiye rojekê kesekî ne razîbûna xwe daye xwiyanî kirin û ez bawerim tu kes birçî namîne  ji ber ez bixwe zanim bê çiqasî xêr heye mîna xêr û xweşiya li qesra min.

Pepûkê wezîr dixwest ji mîr re rastiya ku bi çavê xwe dibînê bêjê lê . . . .
Mirovek di bajêr de hebû pir zengîn û maldar bû, ew bixwe bazirganekî pir mezin bû, rojekê xwarina mîr û zilamên wî çêkir.
Mîr çend siwar û çend zilamê xwe dane pey xwe û berê xwe dane mala bazirgan.

Bi rêde gihane gundekî xerabe, riya wan di nava gundan re derbas dibû , li milê rastî wan refekî kunda li ser xaniyekî xerabe danîbû û li milê çepê jî refekî dî hebû. Mîr û kesê pêre gihiştine hemberî kunda, dengê kundê milê rastê hate wan, zilamek ji zilamê mîr got ji kerema xwe re hinekî rawestin ez ji van kunda fêm dikim)ez bi zimanê wan dizanim).!!
Dema mîr ev gotin bihîst destê xwe hilda û got rawestin. Piştî kundê milê rastê gotinê xwe bi dawî kirin mîr ji wî zilamê xwe pirsî van kunda çi gotin?
Zilam got mîrê min xwiyaye ev kundê milê rastê hatine ser cila kundê milê çepê û dixwazin yekê bixwazin.!!
Mîr got ma evê dî çi dibêjin, bû qide qida refê dî. zilam got ew dibêjin win ser çava hatine, refê milê rastê gotin ji kerema xwe re ji me re bêjin nexta (qelen) bûka me çiye?
Refê rexê bûkê gotin qelenê wê çil gundê xerabene. Mîr bilez got guhê xwe bide wan bê wê çi bêjin.
Kundê rexê zavê gotin me qebûl kir, lê malbata bûkê gotin çawa winê karibin çil gundê xerabe peydakin?
Yekî ji refê zavê bankir û got saya xwedê û serê mîr eger we çil xwestiye em karin bênçî û zêdetirî wilo qelenê bûka xwe bidin!!?
Mîr matmayî ma û got : gelo meqseda va kunda kiye ?
Zilam got mîrê min ev gotin tev li ser teye !! li vir mîr bi tepa bi serê xwe ket û got hetanî bi kunda dizanin ku ez xerabiyê divî welatî de dikim, lê ez soz didim ji xwedanê mezin re ji îro pêve ez zilm û zorê li tu kesî nema bikim û ezê hewl bidim gund û deverê xerabe ava bikim.

Danheva:  Dilovan çeto