Folklor

Shengê û Pengê

Hebû tunebû, bizinek û du karikên xwe hebûn. Navê karikekê Þengê û navê ya din jî Pengê bû. Bizin tevî her du karikên xwe li çiyê, di þikeftekê de dijiya.
Ew her sibe radibû ku here biçêre, guhanên xwe tije þîr bike û bîne bide karikên xwe. Beriya ku ew derkeve, karik temî dikirin ku ew deriyê þikeftê ji bilî dayika xwe li tu kesê din venekin. Digot:
»Þenga min, Penga min, niha ez ê herim zozanan çêrê. Li pey min derî li ser we radin. Heta ku ez neyêm derî li tu kesî vemekin. Heke ez hatim, ez ê lingên xwe yê mûsipî di ber derî re nîþanî we bidim û ez ê bêjim derî vekin. Wê gavê derî vekin.»
Karikan digotin:
»Bila be dayê can.«
Bizin ji þikeftê derdiket , karikan derî li pey wê li ser xwe radidan û dayik diçû zozanan. Gava dibû êvar, ew vedigeriya ber devê deriyê þikeftê, lingên xwe yên mûsipî di terka derî re nîþanî her du karikên xwe dida û digot:
»Þenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Þîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Karikên ku ji serê sibê heta êvarê li benda dayika xwe bûn, bi kêf baz didan, diçûn derî li dayika xwe vedikirin. Diya wan ew dixistin himbêza xwe û þîrê taze yê ji guhanên xwe dida wan, ew têr dikirin.
Her roj bi vî awayî bizin û karikên xwe li wî zozanî dijiyan.
Rojekê serê sibê, gava bizin dikir biçûya zozanan, cardin tembîh li zarokên xwe dikirin. Hema di wê gavê de çima gurek di ber þikeftê re derbas nebû. Dengê bizinê hat guhên wî. Guhên xwe mîç kirin û çû ber pencerê ji serî heta binî guhdariya bizinê û karikên wê kir. Gava gurî bihîst ku her sibe bizin diçe zozanan û bi rojê karik li malê bi tenê dimînin û gava bihîst ku diya wan tê çi ji wan re dibêje, kêfa wî hat. Dilê xwe xweþ kir, xwe bi xwe got:
»Îro piþtî ku bizin here zozanan, ez ê werim, her du karikan jî bixwim û zikê xwe têr bikim.»
Bizin piþtî ku baþ temî li karikên xwe kirin, derket û çû zozanan. Karikan jî derî li ser xwe radan û li hundur ji xwe re dest bi leystikê kirin.
Piþtî bîstikeka din, gur hat ber deriyê þikeftê û bang kir, got:
»Þenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Þîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Karikan gava ev deng bihîstin, þaþ man. Hîn nebûbû êvar. Dayika wan çu caran ew qas zû nedihat. Û ya balkêþtir ev deng ne wek yê diya wan bû. Dengê diya wan zirav û zelal bû. Lê ev dengekî qalind û bi heybet bû. Her du jî tirsiyan. Hêdîka çûn piþt derî, bi dengekî lerizokî gotin:
»Ew kî ye?»
Gurî careka din bi wî dengê xwe yê sitûr got:
»Þenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Þîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Þengê got:
»Ev ne dengê diya me ye, dengê diya me zirav û zelal e, dengê te stûr e. Ka lingê xwe di ber derî re nîþanî me bide.»
Gurî di ber derî re lingê xwe nîþanî wan da.
Pengê got:
»Ev ne lingê dayika me ye, lingê dayika me mûsipî ye, lê yê te reþ e.»
Her duyan bi hev re gotin:
»Na, na! Tu ne dayika me yî, em derî li te venakin.»
Gurî gellek dilê xwe ne xweþ kir, lê diviya riyekê bibîne û wan bixapîne.
Çû arvan anî li lingên xwe kir û careka din vegeriya ber deriyê þikeftê, dengê xwe zirav kir û got:
»Þenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Þîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Karikan banz dan piþt derî û pirsîn:
»Ew kî ye?»
Gurî bi dengê zelal got:
»Ez dayika we me, de ka zû derî vekin, zû!»
Þengê got:
»Ka lingê xwe di ber derî re nêþî me bike!»
Gurî lingên xwe yên arvankirî nîþî wan kirin.
Pengê, xwe hilavêt, kêf kir, got:
»Ev dayika me ye, ev dayika me ye, lingên wê mûsipî ne!»
Har duyan zû bi zû deriyê þikeftê vekirin. Hema ku çawa derî vebû, gurî hoop xwe avête ser wan û her du jî bi saxî daqurtandin! Kêfa gurî hat, ku wê rojê fravîneka bi dilê xwe xwaribû. Dora devê xwe alast û bi quretî meþiya çû mala xwe.
Bû êvar, bizin ji zozanan vegeriya. Dîna xwe dayê ku deriyê þikeftê li ser piþtê ye. Dilê wê kir gurpe gurp, bi tirs baz da hundurê þikeftê, li vî aliyî bizivî, li wî aliyî bizivî, karikên xwe nedîtin. Bang kir, got:
»Þenga min, Penga min, hûn li ku ne?!»
Lê deng ne ji Þengê, ne jî ji Pengê hat.
Bizinê fahm kir ku hin hatine û karikên wê xwarine. Ji þikeftê derket û çû ku li karikên xwe bigere.
Çû, çû rastî mala hirçê hat. Çû serê banê hirçê û lingên xwe li banî dan kire teperep. Hirçê ji hunduro gazî kir, pirsî:
»Ew kî ye li ser banê min tep tep dike, rep rep dike?»
Bizinê got:
»Ez im, li ser banê te tep tep dikim, rep rep dikim. Ma te xwariye Þenga min, te xwariye Penga min?»
Hirçê got:
»Na, min nexwariye Þenga te, nexwariye Penga te.»
Bizinê lê da, çû, çû rastî mala rêvî hat. Derket serê banê rêvî, lingên xwe li banî dan kire teperep. Rêvî ji hunduro gazî kir, pirsî:
»Ew kî ye li ser banê min tep tep dike, rep rep dike?»
Bizinê got:
»Ez im, li ser banê te tep tep dikim, rep rep dikim. Ma te xwariye Þenga min, te xwariye Penga min?»
Rêvî got:
»Na, min nexwariye Þenga te, nexwariye Penga te.»
Bizinê careka din lê da, çû, çû rastî mala gurî hat. Derket serê banê wî, lingên xwe li banî dan, kire teperep. Gurî ji hunduro gazî kir, pirsî:
»Ew kî ye li ser banê min tep tep dike, rep rep dike?»
Bizinê got:
»Ez im, li ser banê te tep tep dikim, rep rep dikim. Ma te xwariye Þenga min, te xwariye Penga min?»
Gurî xwe hêrs kir got:
»Erê, min xwariye Þenga te, min xwariye Penga te.»
Bizinê got:
»De ka ji min re derkeve derva, ez hatime þerê te, ez hatime cenga te!»
Gurî rabû qîlên xwe tûj kirin û derket derva. Di vê navberê de bizinê jî þaxên xwe tûj, tûj kirin wekî serê xencerê. Hardu derketin hemberî hev. Gef li hev du xwarin. Berê gurî nav di xwe dan û baz da, baz da xwe avêt ser bizinê. Lê bizinê ji niþka ve xwe da aliyekî û hemla gurî li valayiyê çû. Bizinê got:
»De icar dor dora min e, tu yê bibînî bê ez ê çi bînim serê te!»
Berê paþpaþkî vekiþiya, xwe ragirt û ji niþka ve ber bi gurî de baz da, baz da, got gumm, her du þaxên xwe li zikê gurî dan. Gur li ser piþtê li erdê ket, zikê wî dirriya. Þengê û Pengê çip, ji nava hûr û pizûrên gurî derketin û xwe avêtin hemêza dayika xwe.
Bizinê her du karikên xwe jî xelas kirin û anîn malê. Dayikê careka din temiyeka baþ li wan kir ku gellek bi dîqet bin, hay ji xwe hebin da kes wan nexapîne. Ji wê rojê pê ve ew nehatin xapandin û hersê li mala xwe bi hev þa bûn.
Çîroka min li diyaran.
Rehmet li dê û bavê guhdaran.
Ji bilî fesadên ber dîwaran.