Folklor

Ev çi rîx bu me xwar



Axa û xulam ketne riya bajêr de. ji xwe re di peyivîn diviya ku êvarê vegerine gund ji ber wê, hetanî ji wan dihat lez dikirin.
Li ser riya peyade axa yekser rawesta, xulam ne dizanî bê ji bo çiye. Dema li pêş axa meyzand dît ku li pêş axa rîxekî çêlekan heye. Axa lê di meyizand û giran giran di hizirî. Xulam wate ne didayê de. Axa piştî ku kêlîkekê kur kur li rîxê meyzand berê xwe da xulamê xwe û got:
-“Xulam tu vê rîxê dibînê”
-“Erê dibînim rîxa çêlekê ye”
-“Were em peymanekê bikin, heke tu nîvî ji vê rîxê biwe ezê axatiya xwe, gundê xwe, mal û milkê xwe û heke bixwazê jinên xwe jî bidme te.”
Ser li xulam zîvirî, ne dizanî îi bêje, li himber pêşniyazekî wisan ne amade bu lê wekî ku çukê xêrê li ser serê wî danî bu. xêra xwedê bu ji bo wî, derfetekî bê hempa. Bê du dilî bersiv da û got:
-“Min qebule”
Axa bu xulam, xulam jî bu axa û rêka xwe domandin. çune bajêr alugora xwe kirin, karê xwe qedandin û ketne rêka gund de. Dîsan ji dinyayê û tiştên derveyî dinyayê di peyivîn. Dema axa hate ber rîxa ku axatiya xwe pê winda kirî rawesta, hatanî bi wîr gelekî hizirî bu bi nîv rîxê axatiya xwe winda kirbu, bi wî rengî ne dikarî biçe gund û ne dikarî biçe malê jî ji ber ku mal û jin jî çu bu. Dîsan li ber rîxê rawesta û got:
-“Axa were em peymanekê çêbikin, ezê vî nîvê rîxa ku mayî bixwim, tu jî tevayî axatiya min û ew tiştên ku min soza wan dayî te dîsan bide min.”
Xulam hizirî ji xwe ne gengaz bu ku ev kar wisan bimeşê axatî jê ne dihat û axa jî her tiştê xwe bi dev wî ve ne dihişt. Bi dengekî bêhêvî û belengaz got.
-“Başe min qebul e.”
Axa ew nîvê rîxa ku mayî xwar û dîsan bu axa. Rêka xwe domandin û gihiştine gundê xwe. dema ku gihiştine gund xuam axa rawestand û got:
-“Axa!”
-“Belê xulam”
-“Ma dema ku em ji gund derketin ne tu axabuyî?”
-“Belê xebera te ye”.
-“Ê vaye neha em hatne gund dîsan ne tu axayî?”
-“Belê xebera te ye”
-“Di derketina gund de tu axabuyî di hatina te de vaye dîsan tu axayî ji bo xwedê ka ji min re bêje ev rîx çibu me xwar.”

** ji .xoybun.com