Folklor

Bûk û tûtûk

Hebû tunebû, çûkek hebû.
Çûkekî, bê kar û bar bû. Ji xwe re difirriya, dikir vîçevîç û li ser vê yan wê darê vedinisht.
Lê rojekê biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê de çûk westiya li ser sitirîyekê venisht. Çima sitirîyek di lingê wî re neçû!! Sitirî gellekî canê wî êshand. Kire qîre-qîr û hawar. Bi vir de û wir de firriya, çû çû rastî pîrikekê hat. Pîrik li ber tendûrekê bû. Ardû xistibû tendûrê, pif dikir nedikir agir pê nediket ku tendûra xwe germ bike. Çûk çû li ser tendûrê venisht, ji pîrê re got:
­­ Pîrê, stiriyek ketiye lingê min, heke tu wî stirîyî derxî bavêjî tendûra xwe wê agirê te pê keve, tendûra te germ bibe, tu yê nanê xwe lêxî.
Pîrê got:
­­ Bash e!
Sitirî derxist, avêt tendûra xwe puf kire agirî. Agir pê ket. Tendûr germ bû. Pîrê nanê xwe lê da. Nan pijiya. Gava pîrê nanê xwe yê dawîn ji tendûrê derxist ku bide rê biçe malê, çûk ji ser darê firriya hat got:
­­ Pîrê ez sitiriyê xwe dixwazim.
Pîrê got:
­­ Min sitriyê te avêt tendûrê pê nanê xwe lê da.
Çûkî got:
­­ Min çi jê ye, ya divê tu sitirîyê min bidî yan jî z ji dêvla wî ve heft nanan ji te dixwazim.
Pîrê got:
­­ Aman, yeman çûko wiha meke. Ma ne te sitirî da min. Min xêra xwe ew ji piyê te derxist. Te bi xwe got bavêje tendûrê da agirê te pê keve.
Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
­­ Ya sitiriyê min yan jî heft nan!
Pîrê mecbûr heft nan dan çûkoyî.
Çûko heft nanên xwe girtin firriya çû çû, dît ku shivanek li per pezîye. SHivanî shîr dotiye tasa shivaniyê, bishkulan diçîne çîrî dike bi wî awayî bixwe. Çûko çû li ser berekî ber shivanî venisht got:
­­ SHivano, a ji te re heft nan. Biçîne shîrê xwe û zikê xwe pê têr bike!
Kêfa shivanî hat. Nan û shîrê xwe xwarin, hemî qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku shivanî got ªOxx! Elhamdulîllah!´, çûk firriya hat li ber shivanî venisht, got:
­­ Ka nanê min!
SHivan shash ma, got:
­­ Min nanên te çand shîrî û xwar!
Çûkî got:
­­ Na, ez nanê xwe dixwazim. Ya tu yê heft nanan bidî min yan jî heft beranan…
SHivanî got:
­­ Aman, yeman çûko wiha meke.
Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
­­ Ya heft nan, yan jî heft beran!
SHivanî mecbûr heft berandan çûkoyî.
Çûko heft beranên xwe girtin firriya çû çû, dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û beqên dora gund kom kirine dixwazin wan sherjê kin ûtêxin xwarina dawetê. Çûko çû li ser dara ber mala dawetê venisht, got:
­­ Dev ji wan req û beqan berdin! Ev e ji bo we heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbûrî û mezûbanên xwe!.
Kêfa xwediyê dawetê û ya hemû berbûriyan hat. Beran sherjê kirin avêtin ber birincê, her kesî xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê rabûn Çûko firriya hat got:
­­ Kanî heft beranên min bidin min!
Xwediyê dawetê got:
­­ Me beranên te serjêkirin dan ber mêvanên xwe, xwarin qediya.
Çûko got:
­­ Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûn ê heft beranên min bidin min, yan jî ez ez bûkê dixwazim.
Gotin:
­­ Eman, yeman çûko wiha meke!
Kirin nekirin, çûko ji ya xwe nehat xwarê:
­­ Yan heft beranên min yan jî bûkê…
Mecbûr bûk dan Çûkoyî. Çûko bûka xwe girt, firriya çû çû rastî berxvanekî hat, li ber berxan bû, tûtûka wî di deva de bû û bi meqam lê dida. Dilê Çûko bijiya tûtûkê, çû got:
­­ Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk û tûtûka xwe bi hev bidin!
Kêfa berxvanî hat got:
­­ Lê çawa!
Çûko bûka xwe da berxvanî û rakir tûtûka wî firriya çû çû li ser zinarekî venisht. Tûtûka xwe xiste devê xwe got:
­­ Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!
Gava Çûko welê got, dîna xwe dayê ku çiqas ehmeqî kiriye, poshman bû. Lê poshmaniya dawî tu fêde nedida wî. Cardin tûtûka xwe xist devê xwe, got:
­­ Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!
Tûtûka xwe rakir, bi hêrs û girî li tehtê da, perçe perçe kir, avêt. Dest vala frriya çû çû, wenda bû, kesî nezanî ku bi ku de çû…
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran. Têbînî: min çîrokên folklorî yên di malpera min de belav bûne, bi riya Internet kom kirine, û nizanim kê nivîsandine û dane serhev û berhev. Mebesta min jî ew e ku zindî bimînin, û bên xwendin…Lêborîn.