Folklor

SÊ BIRA

Padîşahek hebû jê re digotin Teyfûr Beg. Ew mirovekî korî bi çavekî bû. Mirov ji rengê wî di tirseha. Yekî girî bilind bû; çavê wî ji biçûkayî de peqî bû, lê kes nizane çavê wî çawa û kengî û çilo û li ku peqiya!.

Çi kesê ku ew nasdikrin digotin me ew naskiriye ku bi çavekiye. Lê hin kesên gundî di qurçikên tarî de digotin : çavê wî ne ji ber xwe de peqiye û em di dizanin çima!. Lê ne gotin çêtire ji gotinê!…

Teyfûr bi xwe ji melkemot ne ditirseha!, û ji bavê xwe jî fedî nedikir. Hingî Teyfûr dengdabû,  ji zimil û zora ku li xelkê bajarê xwe û deverê dikir, ji lewma xelkê navê bajarê wî kiribûn bajarê mirnê!,Ji ber ku Teyfûr Begê bajarê xwe li xelkê wê kiribû zindanek fereh. Rê ya ku ew tê re diçû xelkê xwe ji ber wî di veşartin da ku ew wa ne bîne.

Bexçakê Teyfûr li beriya pêşiya bajêr hebû lê ne bexçebû!. Wek çavek ji çaviyên buhiştêbû. Tiştê ku Teyfûr Begê bi xwaze wê were ber destê wî. Şîrê şêr di iyarê şêr de bi xwaze wê were berdestê wî.

Gelo wê çawa bexçê wî nexweşbe û her dareke fêkî jê re ji hêlekê hatiye!?. Hemî  axa û axalera jê re şandine û her sibe wê Teyfûr raje dûrbîna xwe û here serê Qesra xwe  û wê li bexçê xwe binêre. Ji zarokên wî pêve ti kes nikare bi nav bexçe bikeve !.

Salekê buhar xweşe li kabokêye; deşt û çiya xemilîne ji gul û kulîlkan û ji nefel û endeko, lê bexçê Teyfûr tenê şîn nebû û maye hişk.

Teyfûr şande pey şêwirdar û aqilmendên xwe, ew birine nav bexçe, li nav çûn û hatin, lê mixabin ewan tiştek lê nedîtin  û nasnekirin ka nexweşiya bexçe çiye û zanibin bê çima îsal ev bexçe şînebûye?.

Teyfûr ji aqilmend û şêwirdarên xwe pirsî: Ka çima ev bexçe şînebûye?.

Şêwirdar û aqilmendên wî lê vegerandin û gotin: Padîşahê me ,bi Xwedê em nizanin çima şîn nebûye.!?

Aqil û sewdan di serê Teyfûr Begê de nema û ji wan re got: Deka wer in em herin mal, ezê ji we re bêjim..!

Sê kurên Teyfûr hene ,yê mezin navê wî Ehmed Çelebiye , yê navê Mihemed Çelebiye û yê piçûk Hesen Çelebiye, lê hersê kurên wî ne li wî hatine.

Teyfûr Beg her sal ji roja ku bexçê wî tirhik dida û ta roja ku  hişk dibû her roj kurekî xwe dişande ber bexçe, ji ber ku baweriya Teyfûr bi kesî ne dihat, ji lewma ewî nedihişt kes ji xulamên wî bi nav bexçe bikeve, ji lewma her û her ji zarokên xwe re digot: Baweriya min bi kesî nayê ku wan bişînim ber bexçê xwe.

Teyfûr ji xwe re got: Aniha zarokên min dizanin çima ev bexçe îsal şîn ne bûye û ezê hersêka bidime dadgihê û di vê ew ji min re bêjin ka çima ev rez şînebûye, helbet wê tiştek lê dîtibin?. Hebê nebê ew dizanin; çimkî kes naçe nav bexçe ji wan pêve.

Teyfûr û aqilmind û şêwirdarên xwe hatine mal û bakire hersê kurên xwe.

Ew kirne odekê de û ew çû li odeke dî rûnişt û bakire kurê mezin Ehmed Çelebî.

Ehmed Çelebî derbasî ba bavê xwe bû û li pêşiya wî rawesteha, lê Ehmed wek nêriya nav avê dilerize, serê wî ma di ber de newêre li bavê xwe binêre.

Teyfûr got: Ehmed, tê ji min re rastî bêje, çima bexçê me îsal şînebûye…?

Zimanê Ehmed li hev herbilî, bû lew-lewa devê wî û nema zanîbû wê çi bêje ..

Teyfûr Beg tiştek ji Ehmed fêm nekir û got: Here oda dî ta ku ez cardî bakim te.

Li ber derî Teyfûr gotê: Ehmed, bêje Mihemed Çelebî bila were.

Ehmed Çelebî çû ji birayê xwe re got : Mihemed Çelebî, bavê min dibêje bere were ba min.

Mihemed Çelebî derbasî cem bavê xwe bû.

Bavî wî jê re got: Mihemed kurê min, îsal bexçê me şîn nebûye û hûn hersê bira diçûn ber bexçê xwe, tu dibêjî çima gelo ev bexçe wek salê şîn nebûye…?

Ewî li bavê xwe vegerand û got: Bavê min, raste em diçûn ber rez; lê bi Xwedê ez nizanim çima ev rez îsal şîn nebûye û ez wek te behitî mame ji vî rezî  bê çima wisa lê hatiye..

Teyfûr Begê ji wî re jî got: here û bêje Hesen Çelebî bila were. Ew jî çû û ji Hesen Çelebî re got: Bavê min gotiye bila were. Hesen Çelebî derbasî cem bavê xwe bû.

Teyfûr jê re got: Hesen Çelebî ,binêre kurê min; hûn sê kurên min in û her sal jî dema ku bexçê me tirh dida û  ta ku hişk dibû her ro yek ji we diçû ber. Helbet wê yek ji we zanibî sedema ne şîn bûna vî bexçî çiye û heger hûn nizanibin wê kî zanibe?. Û gerek hûn ji min re bêjin sedema ne şînbûna wî çiye.Neha  ez deynakim we ,lê dema ku  hûn nebêjin ezê we hersêkan jî bikujim…!

Hesen Çelebî kete sûnda, sûnd xwarin û got: Ez tiştekî nizanim û min tişket nedîtiye ta ku ez ji te veşêrim ,dibe ku herdû birayên min tiştekî zanibin lê wek min ji te re got: Min tiştek lê ne dîtiye.

Teyfûr Begê got: Hesen bake herdû birayên xwe. Hesen çû bakire Ehmed Çelebî û Mihemed Çelebî û hersê bira li pêşiya bavê xwe rawestehan wek ew ne bavê wan be,  wisa bi tirs li pêşiya wî rawestehane .

Teyfûr rahişte Şûrê xwe, ji kalên kişand û li pêşiya hersê kurên xwe çû û hat û Şûrê xwe hejand û ji wan re got: Yan Hûnê ji min re bêjin çima ev bexçe şîn ne bûye, yan ezê serê we hersêkan jêkim..!?

Hersê bira li hev nerîn û gotine hev: Ka kî ji we çi di zanî bere bêje, mane ketiye sukra me de.  Ehmed Çelebî (birayê mezine) ji bavê xwe re got: Bavê min ,tiştek hate bîra min dibe ku ji wê be.

Teyfûr jê re got : Ehmed Çelebî,bilez bêje ka ew çiye. Ehmed Çelebî got: Bavê min, rojekê ji sala par serê sibê wek hero ez çûme nav bexçe ,ez li nav rez diçim û têm roj bejnekê bilind bû, min dî pîreke pîr, pişta wê diber de bi kopal bi rê ve diçe hate nav bexçe. Ez çûme pêşiya wê beriya ku ez pê re bi axivim wê got min: Ehmedê min, ka here ser vê dara hejîra hişk hişkoka bixwe û nerim nerimoka bide pîrka xwe. Welle ez hilkişiham ser darê min hişk hişkok xwarin û nerim nerimok dane pîrê  ta ku pîrê têr xwar û ez ji ser darê daketim û min jê re  got: Pîrê, ma te têr xwar.

Pîrê got: Belê kurê min, min têr xwar, Xwedê emrê te dirêj ke û pîrê rê girt çû lê bi kû de çû ez nizanim.

Teyfûr got: êêê û piştre?.

Ehmed lê vegerand:Ev bû karê min û pîrê ,heroj serê sibiha wê were  ba min û wê wilo ji min re bêje û ez jî dihilkişham ser dareka hejîra, min ew hejîrên hişk dixwarin û yên nerim didane pîrê. Ji min weye ku ev pîrê diçe ba herdû birayê min jî. Her ku pîrê dihate ba min, min ji xwe re digot: Ezê ji herdû birayên xwe bipirsim ka ev pîr tê cem wan jî yan na?.Lê dema ku ez dihatim mal, ji bîra min diçû û bi vî awayî ta ku ez ji hilkişandina ser daran westiham.

Rojekê min ji pîrê re got:  Ez naçim ser darê û min berda wê ji nav bexçe. Lê dema ku min berda  pîrê, ewê nifir li min kir.

Teyfûr jê pirsî: Nifira pîrê çibû?.

Ehmed got: Piştî ku min jê re got pîrê, ez yek hejîrê nadim te, ewê  ji min re got: Hêvîdikim ji Xwedê ta ku Teyrikê heft reng di nav bexçê we de nexwîne bexçê we ne ma şîn bibe!,  û pîr ji ber çavên min windabû. Ez peyketim û li nav bexçê lêgerham ew pîr min nedît, mirov digot qey bû dilopek av û bi erdê de çû.!.

Teyfûr dibêje: êêêê û piştre?.

Ehmed got: Ez nizanim ka bê ew dihate ba herdû birayên min jî  yan na?.

Herdûkan bihev re gotin: Welle çavê me bi vê pîrê  ne ketiye.

Teyfûr got: Ê Ehmedê min, ka bêje, (Ev cara yekê bû ku Teyfûr dibêje kurê xwe Ehmedê min ) ,serê Ehmed mezin bû, dilê wî rihet bû.

Teyfûr  got: Ê piştî ku te berda wê ji nav rez ev pîr nema hate ba te?.

Ehmed Çelebî got: Ji wê rojê de nema min ew pîr dît.

 Teyfûr Beg gote hersê kurên xwe: Heger ku xelkê negota Teyfûr hersê kurên xwe ji ber bexçekî kuştin; minê niha serê we jêkirba, lê ez ji gotinên Xelkê fedîdikim û ji lewma  ez we na kujim ,lê ji îro û pê de hûn di axa min de namînin ta ku hûn Teyrikê heft reng ji min re neynin. Herine xizînê û axurê dewêr bê çi mal û dewar ji we re divê, ji xwe re bibin û Teyfûr ji odê derket.

Hersê bira man bitenê, li hev meyzandin, Ehmed Çelebî (birayê mezin) got:Ka hûn çi dibêjin…?

Herdû bira lê vegerandin û gotin: Tu birayê mezinî, tiþtê tu bêjî emê wek te bikin.

Ehmed Çelebî got: Deka werin emê herin cem Xelef, bila ji me re sê hespên qenc ji nav hespan bi neqîne û emê herin cem yê xeznedar têr û tijiya xwe zêr û zîv bibin û siba bi roj hilat re emê ji mal derkevin.

Hersêkan berê xwe dane aliyê malê cem dêya xwe, lê hersê li dora xwe dimeyzênin û di dora qesrê re çûn û hatin û ji hev re gotin:

Dibe ku careka dî em ne vegrine vê qesrê.

Qesra pîrekan bi sed gavekî ji ya zilaman dûre, carek du cara di dora qesra xwe re çûn û hatin li wan gul û gulçîçekan û kulîlkan dinerîn : Çîw- çîwa çûkan , zîr- zîra kevokan , qebe-qeba kewan û gulên kesk û sor û sipî ew der xemilandine.

Ehmed ji wan re got: Ma em neçin aliyê malê ba dêya me?.

Mihemed Çelebî got: Çawa em naçin; ma dibe ku em bêyî dêya xwe herin?.

Berê xwe dane oda dêya xwe. Bi dilekî kul û pazdehê herijî derbasî cem dêya xwe bûn.

Dêya wan da xwe bezî pêþiya wan û ji wan pirsî: Xwedê xêrke, ev çi çêbûye, ne ji adeta weye ku hûn hersê bi hev re werin ba min.

Ehmed got: Tiþtek nîne dayê.

Navê dêya wan Sînem Xane, ew keça Miþo paþa ye, Miþo paþa xwediyê þeþ gundaye, xwediyê qesir û qûnaxa ye, duhezar zilamên wî hene, bê dîn û îmane.

Dema ku Miþo paþa dengê xwe li siwarên xwe dike hiþk û tir li pêþiya xwe di þewitînin!, zarokên di pêçekê de di kujin!, kes xwe li pêþiya eskerên wî nagire!. Pîrek zarokên xwe bi Miþo paþa di razînin, mêr þipiya bi xwe de dimîzin Xwedê xezeba wî bi ser kesî de neþîne, hewqas Miþo zalime û tirsa wî ketiye dilê xelkê de..

Sînem ji wan pirsî:Ev çi bela we ye û kengî hûn hersê bi hev re hatine ba min, ka bêjin çi heye?.

Hal û hewalê xwe û pîrê û Teyrikê heft reng û daxwaza bavê xwe ji dêya xwe re gotin.

Sînem Xan got: Min ti carî navê vî Teyrikî ne bihîstiye û ez dibêjim kesî ev Teyr nedîtiye, ka hûnê li ku lê bigerin ma ne bajareke yan Gundeke yan zilameke windabûye ta ku hûn lê bigerin, hûnê li ku bibînin, ya baþ ewe ku hûn herin ba xalê xwe, belkî ew tiþtekî ji we re bike,yan jî demekê ji xwe re li balê bimînin ta ku bihna bavê we ferehbibibe, paþ re vegerin mal.

Hesen Çelebî got: Na dayê, em mêrin û emê herin li vî Teyrî bigerin, yan emê wî bînin û yan em nema li vî welatî vegerin.

Piþtî va gotinan, Hesen li herdû birayên xwe zîvirî û ji wan re got: Ma hûn çi dibêjin?.

Herdû bira bihev re gotin: Gotin ya teye keko.

Çiqasî Sînem Xan li ber wan da, mera karibe berê wan ji vê rê vegerîne nikarîbû!.

Hersê bira man li ser gotina xwe û ji dêya xwe re gotin: Emê herin; yan emê vî Teyrî bînin û yan em nema li bavê xwe vedigerin.

Sînem Xan bi girî ji odê derket û hersê kurên xwe hiþtin bi tenê.

Hersê bira jî dane xwe û ji odê derketin û bakirin xulamê xwey Meco.

– Belê ezbenî?.

Ehmed Çelebî got: Kawere vir.

Meco li bayê bezê hat li ber hersê biran sekinî û got: Kurên Teyfûr Begê ne?.

Belê, Ehmed Çelebî lê vegerand.

Ehmed Çelebî got: Meco, de here axurê hespan, hespekî reþî anî sipî ji min re bi neqîne.

– belê ezbeî û paþ de vegera wê here.

Mihemed Çelebî got: Meco bise, hîn maye.

Meco xwe ragirt.

Mihemed Çelebî got: Meco tê ji min re hespekî bozî anî reþ bi neqînî.

– Belê ezbenî.

Hesen Çelebî got: Meco tê ji min re hespekî sorbeþ bi neqînî.

– Belê ezbenî. Meco xwest ku here, lê Ehmed Çelebî (birayê mezine) jê re got: Meco ne îþev.

– Na xwe kengî ezbenî ?.

– Tê îro va her sê hespan , sê mehrekan û sê xurcezînan ji xizînê tijî zêr û zîv bike û siba bi tîrêja rojê re wa bînî ji me re.

– belê ez benî.

– Emê îþev li cem dêya xwe bin.

Meco got: Belê ezbenî.

Meco berê xwe da axurê hespan, çimkî Meco sayîsê hespan bû.

Ehmed Çelebî , Mihemed Çelebî û Hesen Çelebî berê xwe dane ba xizîna zêra, bakirin Miho yê li ber xizîna zêra..

Miho got:Belê ezbenî ,li pêþiya hersê biran sekinî û got: Keremkin ezbenî.

Ehmed got: Miho, wê Meco were cem te sê xurcezîn zîv û zêr tê jê re dagirî.

Miho got: Belê ezbenî.

Mihemed got: Va em çûn.

– Xwedê bi we re bê ez benî.

Hersê bira wê þevê li cem dêya xwe razehan ;lê her yek ji wan bê ku ji yê dî re bêje ji xwe re pûnijî ka wê çi bi wan re çê be, ji ber ku hîn yek ji hersêkan tucarî bi rêyên dirêj ve neçûye. Bêyî bavê xwe bi cîkî de neçûne, nizanin wê biku ve û çawa li vî Teyrî bigerin, ji xwe re mitalan dikin. Ew þev li ber wan bû sal. Sibihî bi nimêja sibê re cilê xwe li xwe kirin, þûr û mertalên xwe kirne ber xwe de , destê dêya xwe maç kirin û li hespên xwe siwar bûn û dêya wan hêsiran dibarîne. Xatirê xwe jê xwestin û berê xwe dane oxirê û piþta xwe dane felekê.

Hersê bira ketne ser rê de û tajon; lê nizanin wê bi kû ve herin ji bo li vî Teyrî bigerin.

Wan jî rêk girtiye rêke raste û berîke beredayî ye, ne ins û ne cin li wê beriyê xuya nake!. Carna lêlan li ber çavên wan çêdibû dihiþt ji hev re bêjin:Wa goleke avê ye ;lê dema ku nêzîkayî lê dikirin didîtin ku tiþtek nîne!. Carna gund li ber çavên wan çê dibin û birên siwaran jê derdikevin pêþiya wan , ew ji tirsa li hevdiketin ,nema zanin ji çavên xwe yan ji wê beriya li pêþiya xwe bawerbikin.

Carna ji hev re digotin: Va hatin we haj xwe hebin vê carê raste, ev muxlacîne wê me bigrin; lê her ew diçin berî li pêþiya wan kûrdibe û li ber çavên wan tiþtê sewîr û xirab çêdibin..Her diçin; lê dawiya wê beriya bê xwedî nayê!.

Piþtî du rojan, gihane sêryanekê û nema zanin wê di kîjan rê ve herin. Bi hev þêwirîn ka ewê di kîjan rê ji van hersê rêyan ve herin.Hîn ew di þêwra xwe de ne, Hesen çelebî li dora xwe meyzand, dît wa kalek wek qurmekî li ser devê rê rûniþtiye, riha wî gihaye erdê, neynûkên wî dirêj bûne û wek Evdalekî lê hatiye!…

Kalo bakire Ehmed Çelebî: Hûn ser serê min hatin, ez ji zû de li benda webûm,deka werin ba apê xwe ez ji we re bêjim..!?

Hersê behitî man , li hev meyzandin û ji hev re gotin:

Ev kiye û çawa navê me dizane?. Deka emê herin cem vî kalî ,dibe ku ew tiþtekî ji me re bêje.

Hersêkan berê xwe dane cem kalo û silav lê kirin.

Kalo silava wan veda. Hersê ji hespên xwe daketin û li cem kalo rûniþtin.

Kalo ji wan re got: Hûnê bi kû de herin?.

Ehmed Çelebî (birayê mezine) ji kalo re got: Kalo, hal û hewalên me û pîrekê û Teyrikê heft reng eve.

Dema ku navê Teyrikê heft reng hate gotin, kalo keserek ji kurahiya dilê xwe kiþand…!

Ehmed Çelebî got: Xwedê xêrke apo, te ev kesera ha kiþand….?.

Kalo ji wan re got : Ez xortbûm û ez li vî Teyrikî digerim, va ez pîrbûm û nema karim bimeþim, mera ku ez karibim vî Teyrî bibînim min ew nedît. Ji lewma min ev keser kiþand; lê ezê ji we re bêjim ku ev hersê rê yên çine?…

Hesen Çelebî got: Erê welle kalo ji me re bêje..

Kalo got: Ev sê rêne, ev rêya bi rojava ve diçe, rêya çûn û hatinê ye , ev rêya bi rojhilat ve diçe ew jî rêya çûn û hatinê ye;lê ev rêya bi baþûr ve diçe, rêya çûn û ne hatinê ye….!

Hesen Çelebî( birayê piçûke); lê ji wan jêhatîtire, ji lewma gote herdû birayên xwe: Ezê bi vê rêya baþûr de herim çimkî, ez hîn piçûkim û min ne jine û ne zarokin; lê yê we hûn xwedî jin û zarokin; heger ku ez venegerim jî tiþtek ji min xiranabe; lê yê we zarokên we wê bimînin sêwî û bila Ehmed Çelebî bi vê rêya rojhilat ve here û Mihemed Çelebî bivê rêya rojava de here; lê kî ji me berî yê dî hate vir ,wê li vir be ta ku yê dî werin. Hûn çi dibêjin?.

Herdû bira li tiþtekî wisa digerehan ji lewma di cîde gotin: Baþe keko.

Hesen Çelebî ji wan re got: De emê ji hev re soz bidin ku kî ji me teyrik anî, wê li vir bimîne ta ku herdû birayên dî werin.

Hersêkan soz dan û gotin: Kî ji me hat wê li cem kalo be ta ku herdûkên dî werin.

Kalo gelekî bi vê sozê þabû û ji wan re got: Wa ez mam qurmik li benda we ta ku hûn hersê li vir bighine hev; lê ka ezê tiþtekî ji we re bêjin.

Hersêkan bi hev re gotin: Ka bêje.

Kalo got:Hûn biya min bikin, hûnê gustîlkên xwe bi hev biguherin…!

Hersêka gotin: Baþe kalo, emê biya te bikin.

Hersê bira gustîlkên xwe bi hev guhertin , çûne ser û rûên hev û xatir ji hev û ji kalo xwestin û heryek ji wan rêya xwe girt û berê xwe da oxirê û piþta xwe da felekê…

Kalo ma li benda wan û vegerê da ku ew jî vî teyrikê heft reng bibîne ka ew çaweye?…

Hesen Çelebî berê xwe da baþûr, korerêk girt û da ser wê korerê .

Herdû rexê wî gelîne, dar û devîne zîqe -zîqa çûka ye qebe- qeba kewaye ,ji sehwa wan dengan û wan dar û deviyan mûyên serê wî dibin sîx. Carna nav li xwe dide dibêje:

Ez Hesen Çelebîme, kurê Teyfûr Begê me, ez ne yê tirsême, ezê halo herim Teyrikê heft reng bînim