Folklor

Sê Bira

Sê bira li gundekî bi jîrbûna xwe hatibûn nas kirin. Rojekê ji rojan çêleka wan winda bû, lê geriyan ne geriyan mexabin nedîtin. Birayê mezin ji herdu birayên xweyî din re got:

gelî bira ev çend roj in em li çêleka xwe digerin û me nedît ka werin belkî em bi hiş û ramanên xwe karibin yê diz nas bikin.

Hersê bira li hev rûniştin, yê mezin got:

-bi guman a min yê çêleka me diziye yekî kinike…

yê navê got:

-eger yekî kinik be wê ji Sê Mitik be..

yê biçûk got:

-eger ji Sê Mitik be wê navê wî Hinik be.

Hersê bira bi rê ketin û li gundê Sê Mitik pirsîn, paşî çend rojan bi ser vebûn. Ji gundiyekî pirsîn:

ma kîjan mala Hinik e lo?

yê gundî mal a Hinik nîşanî wan da, çûn li deriyê wî xistin, mirovekî kin derî vekir, jêre gotin:

ka çêleka me bîne!

Hinik çuqasî diziya çêlekê li xwe da mandelê lê jê bahwer nekirin, hevûdu kişandin ba qazî. Qazî ji wan pirsî:

hûn çilo dizanin ko Hinik çêleka we diziye?

Hersê bira çîroka xwe jêre gotin. Qazî ew derxistn derve, paşî gavekê ew vegerandin û ji wan re got û pirsî:

min tuştek xistiye bin masê, ko hûn zanibin çiye helbet Hinik çêleka we diziye?

Birayê mezin got:

ez ezim tiştekî grovere.

Yê navê got:

ez ezim xetek sore yek zere.

Yê biçûk got:

çima hûn nabêjin şimamoka grover e.

Qazî ji Hinik re got:

-rabe çêleka wan bîne bide wan, vê carê ezê te efû bikim, lê careke din ko te dizî kir û soz bide ko tu nema diziyê dikî.

Hinik soz da qazî û çû çêleka hersê bira anî da wan.

 *   danheva tirej.com