Folklor

Shûrê di berî da

Carekê ji caran, rehme li dê û bavê hazir û guhdaran.
Melîkê Îngilîzî miribû, kes nebû di þûna wî da rabe.
Kesê nedizanî kî dê di dûv wî ra bibe Melîk.
Wê gavê þûrekî sihirkirî li nav goristana paytextî xwe nîþa da.
Þûr di berî da çikandî bû û li ser berî husa nivîsandî bû:
KÎ BIÞÊT VÎ ÞÛRÎ JI VÎ BERÎ BÎNE DERÊ
EW DÊ BIBE MELÎKÊ ÎNGÎLTERÊ.
Hemî siwarên welatî xwe lê ceribandin, ku þûrî bînine derê.
Bes kesî neþiya.
Sal bûrîn, þûr hate jibîrkirin. Xelkê jiyana xwe ya hergavî domand û kesê fikra þûrî nekir.
Li cihekî dûrî Londonê kurek dijiya. Rojekê kurik çû li nava daristanê berze bû. Bi dûmahîkê ve ewî kalek dît ku di þikeftekê da dijiya
Kalî gotê: »Eve min tu dîtî, ji mêj ve ez li benda te bûm, bes nizanim ji bo çi.»
Kurikî got: »Tu min nanasî. Çawa te zanî ku ez bi rêkê ve me?»
Kalî bersîv da û got: »Ez diþêm pêþeroja mirovî bibînim. Bes ez zû jibîr dikim, ka min çi dîtiye.»
Kurikî jê ra got: »Tu kî yî?»
Kalî got: »Ez sihirbaz im. Ka were hundur. Çaya me jî hazir e.»
Sihirbazî du fîncanên çayê dagirtin.
Kalî jê ra got: »Navê min Merlin e û navê te bi xêr?»
Kurikî got: »Ew bi xwe navê min Arthur e. Lê xelk ji min ra dibêjin Artan. Erê ma bi rastî tu sihirbaz î?»
Merlinî got: »Erê rast e. Ka berê xwe bidê!»
Wî destekî xwe rakir û got:»Þekir!»
Her di wê gavê da þekirdankê xwe hilavêt ber fîncana Artanî û sê kavçiyên þekir ji bo wî xistinê.
Artan cilifî got: »Ûy ev çi bû? Bi rastî jî tu sihirbaz î!»
Merlinî ji Artanî ra got: »Ka silavê li kundî ke.» Navê kundî Arþimedes bû. Artanî got: »Çi kundekî ciwan e!»
Arþimedesî bi qîjîn got: »Ciwan! Kund lêkdayî û biaqil in, ne ku ciwan in.»
Artanî got: »Li min bibore! Tu çi kundekî lêkdayî û biaqil î!»
Merlinî got: »Aha!» û rabû ser xwe, »nû hate bîra min ku ji bo çi tu hatiyî vê derê. Tu hatiyî ji bo xwe dersekê werbigirî.»
Artanî got: »Welê ye, rast e. Bi rastî jî ez pêdivîyê mamostayekî me. Ji mêj ve ye min çu ders wernegirtine.»
Merlinî got: »Nexwe dê li gel te hême malê û dê bibime mamostayê te. Dê rabe em bi rê kevin.»
Merlinî destê xwe liba kir û got: » Xwe amade ke, buxçikê!» Û bi rastî jî hemî tiþtên Merlinî firîn, çûn ketin nava buxçikê!
Artan bê dayik û bab bû. Ew di qesrekê da digel zirbavê xwe Sir Hektorî û kurê wî dijiya ku navê kurikî Kay bû. Kayî diviya bibe siwar. Gava Artan û Merlin gihîþtin ber qesrê Sir Hektorî siwarî nîþanî kurê xwe dida.
Sir Hektorî berê xwe da Artanî, gef lê kirin û gotìê: »Tu li ku bûyî û ev kî ye li gel te?»
Artanî got: »Ev Merlîn e, sihirbaz e û dê bibe mamostayê min.»
Sir Hektorî got: »Sihirbaz! Hela, hela!»
Merlinî pirsî: »Ma tu bawer ji min nakî? Nexwe berê xwe bidê.» Destê xwe rakir û bang kir: »Befirê!»
Ji niþka va baroveyeka befrê li dora wan dest pê kir. Zûzûka ricfekê Sir Hektorî girt.
Kire hawar: »Raweste! Raweste! Ez ji te bawer dikim. Min pê xweþ e tu Artanî fêr bikî Merlin, hema bes befrê rawestîne!»
Merlin û Arþimedes di burceka qesrê da binecih bûn. Artan her roj çû wê derê û ders wergirtin.
Carinan Merlinî hunerê sihirbaziyê bikar dihîna da ku kurikî fêr bike. Wî digot:»Mirov neþê hemî tiþtan ji kitêban fêr bibe.»
Rojekê Merlinî pirsiyar kir: »Ma te diviya tu bibî çûçikek, Artan?»
Gava kete bîra Artanî ku dê li esmanê þîn bilind bifire, bersîv da û got: »Dê gellek xweþ bibûya!»
Xiþt! Merlinî ew guhurand kire çûçikek.
Oxx! Çi bi Artanî xweþ bû di ser qesrê ra bifire û bizivire! Lê ji niþka va çavê wî…
…bi teyrekî baz ê mezin û birçî ket! Ew rasterast ber bi wî da difirî û dihat!
Artan ji tirsa canê xwe ra firiya. Teyrê baz di dûv wî da çû. Artanî bi dengê xwe yê çûçikîn kire gazî: »Hewar e! Merlin, hewar e!»
Di dûmahîkê da wî Merlin dît. Merlinî careka dî ew guhurrî kire kurikek û got:
»Diþê gellek xeter be heke mirov çûçikek be. Niha pêdivî ye tu xwe biþoyî. Tu çi dibêjî heke bibî masiyek.» Artanî hizir kir ku di wê ava þîn û zelal da melevaniyê diket.
Artanî got: »Dê gellek xweþ be!»
Merlinî destê xwe bilind kir gote xiþt! Hema di wê gavê da Artan guhurî bû masiyekî piçûk.
Oxx! Çi bi Artanî xweþ bû ku di wê ava zelal da melevaniyê bike!
Lê ji niþka va çavên wî bi gurmasiyekî mezin û birçî ket. Ew ber bi wî ve dihat.
Artanî bizava
jiyana xwe kir. Masiyê
mezin her xwe nêzîk dikir. Di dûmahiyê da Artanî xwe ji avê avête der û Arþimedesî ew wergirt.
Artanî biryara xwe da got:»Ya qenctirîn ew e mirov kurikekî normal bît.»
Û rojekê peyamberek ji Londonê hat.
Sir Hektorî peyam xwend û got: »Li Londonê dê bibe yariya siwaran. Her siwarekî bivê diþê beþdarî yariyê bibe. Yê ku biserkeve dê taca melikiyê dahênine ser serê wî.»
Sir Hektorî got: »Ev, hemî ji bo te hate xwendin Artan. Tu yê arîkariya Kayî bikî û bibî berdestkê wî. Ew îdî siwar e û dê beþdarî yariyê bibe.»
Kayî got: »Heke tu qenc arîkariya min bikî, gava ez bibime melik dê bexþîþekê bidime te.»
Û Artanî arîkariya Kayî kir, ku kara xwe ji bo yariyê bike. Wî mîxfera Kayî biriqand.
Þûrê Kayî welê paqij kir heta ku rewnaq da.
Û di dûmahîkê da roja çûna ji bo Londonê hat. Merlin bi xwe ma li malê, lê Arþimedes ji bo çavdêriyê li gel wan þand.
Li wê meydana mezin a ji bo yariyê bizav û çûnehateka boþ hebû. Siwaran bi dorê muhawele dikirin ku êk û dî ji hespan bixînin. Xelkê temaþe dikir, diqîriyan û nav di wan didan.
Kayê siwar li benda dora xwe rawestiyabû. Sir Hektorî pirsiyar kir: »Her tiþt temam e Kay? Þûrê te li gel te ye?» Artanî bi qîrîn got: »Hey wax min þûr li xanê jibîr kir.»
Kay qîriya got: »Hey tu nemînî, de zû here þûrê min bîne.»
Artan hindî jê hat bezîya.
Lê gava ew gihîþte ber dergehê xanê dergeh darêxistî bû. Hemî kes derketibûn derve da temaþa yariyê bikin. »Hey wax, dê niha çi bikim!» got Artanî xwe bi xwe, »ma ne Kay neþê bê þûrî bikeve yariyê.»
Wî bi dilekî giran berê xwe da meydana yariyê. Li ser rêkê di ber gorristanekê ra buhurî. Li wê derê çavê wî bi þûrekî ket ku di berekî da çikandî bû. Artanî hizir kir ku belkî biþêt bi emanetî werbigire.
Wî destê xwe avêt þûrî û kêþa. Þûr bi sanahî ji berî hate der. Þûr zêde giran bû. Artanî bi zorê þûr hilgirt û gîhande meydanê.
Dema ew gihîþte wê derê þûr da destê Kayî.
Kayî got: »Eve ne þûrê min e!»
Artanî got: »Belê, ez dizanim! Lê dergehê xanê darêxistî bû, min neþiya ez þûrê te bînim. Ev min bi emanetî ji bo te hêna.»
Sir Hektorî berê xwe dayê û got: »Va ye nivîsek li serê ye, ka bîne vê derê da ez bibînim.»
Li ser þûrî nivîsandî bû:
KÎ BIÞÊ VÎ ÞÛRÎ JI VÎ BERÎ BÎNE DERÊ
EW DÊ BIBE MELÎKÊ ÎNGÎLTERÊ.
Sir Hektorî jê pirsî: »Te þûr ji ku derê îna?» Artanî bersîv da, got: »Þûr li nava gorristanê di berekî da çikandî bû, min di rê da dît. Ma xelet e ku min îna.» Sir Hektorî got: »Ka gorristanê nîþî min bike.»
Artan kete pêþiya wan, ew paþde înan gorristanê.
Yên siwar û xelkê da dûv wan.
Sir Hektorî careka dî þûr di berî da çikandeve û pirsiyar kir: »Kî diþê wî bikêþe der?»
Siyaran êk li pey êkî muhawele kirin da þûrî bikêþine derê.
Ewan kêþan, hê ve înan û wê ve birin, kirin nekirin neþiyan.
Þûr ji ciyê xwe her neliviya.
Û dor hate ser Artanî. Ewî çawa destê xwe avête þûrî kêþa, þûr bi sanahî hate derê!
Sir Hektorî kire qîrîn û got: »Wî þiya! Ev kurik melîkê Îngîlterê yê nû ye!»
Sir Hektorî û Kayî kirine gazî: »Her bijît Melîk Arthur!» Wan bi xwe nediþiyan ji melîkê nû ra bibêjine Artan. Hemî mirovêd li dora wan pêk ve kirine gazî û gotin: »Her bijît Melîk Arthur!»
Ji niþka va Merlin li ber singa wan diyar bû û got: »Aha ji ber hindê, tu muhtacî mamostayekî bûyî. Ma ne tu dê bibûya melîk!»
Û Melîk Arthur bû baþtirîn melîkê Ingîlterê.