Folklor

Zerka zêra


Hebû tinebû xêr û xweşî li canê min û we bû.malbatek ji malbatê kurda keçeka wan hebû jêre digotin zerka zêra,gelekî xweşik bû û ew bixwe jîr û jêhatî bû,xwişka heft bira bû.
Rojekê zerka zêra û keçikê hevalê wê çûne çolê pûş bidine hev,dayka wê şekir û sewik jêre xistibûne torbekî jibo li çolê bixwê.keçik Gihane çolê û dest bi daneheva pûş kirin,lê zerka zêra berî teva piştiyê xwe girêda û rûnişt û çêkir û sewikê xwe xwarin,di peyre gote keçika ezê liber siha piştiyê xwe razim dema wêjî piştiyê xwe girêda dey limin bikin jibo em herin malê.
Keçikê hevalê wê piştiyê xwe girêdan,lê ewan dey lê nekirin jiber ew jiwan jêhatî tir bû û keçik tev dinava xwede jê nexweşbûn jiber vê sedemê.
Zerka zêra ma di xewa şîrînde lê hevalê wê çûne malê,li wê çola vala zerka zêra bi tena xwe maye.
Carekê ji xew şiyar bû nerî vaye li çolêye û şeva reş biserde hatiye,nema zanê çibikê,li dora xwe meyzekir û bankir:wa yadêêê… dengekî lê vegerand û got :ti çi dixwazê ezim dayka te?!zerka zêra got ev ne dengê dayka mine,dengê dayka min zirav û dirêje.piştî demeke ne dirêj dîse zerka zêra bankir û got:wa yabooo… careke dî dengekî lê vegerand û got ti çi dixwazê ezim bavê te?!lê zerka zêra dîse got ev ne dengê bavê mine,dengê bavê min qutî sitore.
Ji nişkave hirçekî xwe diyar kir,zerka zêra ji hiş ket,hirç  rahiştiyê û ew bire cihê ku lê dijî.demek derbas bû zerka zêra ji xew şiyarbû lê çi bibînê??!!
Çavê xwe firkandin û dinava xwede got gelo ev xewne yanjî çiye?
Lê piştî demeke ne dirêj ew gihişte baweriyê ku ev ne xewne ,hîn ew dinava ramanên xwede bû hirç derbasî şikeftê bû û got ji îro pêve tu kebaniya minî û tê bibî dayka zarokê min.
Bav û birayê zerka zêra liser wê dîn û har bûne û deverek nema ew lê negeran lê bê çare.
Çend sal derbas bûn du zarok ji zerka zêrare çêbûn,lê hirç devê şikeftê asê kiriye û nahêlê zerka zêra û herdû zarok derkevin,jiwanre xwarinê tînê û êvara biwanre dimînê.
Hersibe zerka zêra tê devê şikeftê û bi hêviya çarekê ku ji nav lepê hirç azad bibê.
Rojekê mîna heroj zerka zêra li devê şikeftê rûniştiye,dengê bilûra şivanekî ji dûrve hat,ewê got hebê nebê ev şivanê mala bavê mine,rabû ser xwe û bi dengekî bilind bankir û got:
Wa şivano
Şivanê mala bavê mino
Pez berda mêrga mezino
Ez zerka zêra me
Xwişka heft bira me
Ev çend sale
Ez sir û Girtîka devê hirç û gura me
Bivî rengî bandikê û li devê deriyê şikeftê dimînê ta dibe êvar.roja dîjî wisa dikê û ew hêvî û omîda xwe qut nakê.
Rojekê mîna heroj zerka zêra liber devê deriyê şikeftê rûniştîbû,nêriyek hate ber devê deriyê şikeftê û ew geyayê ku liber deriyê şikeftê şîn hatibû dixwar,zerka zêra lê nerî û got :ev nêrî ji pezê mala bavê mine,ez nîşana wê nasdikim,kêfa wê gelekî hat û baqek geya jêkir û da ber devê nêrî,nêrîjî xwe nêzîkî wê kir,zerka zêra bilez hingulîska xwe ji tiliya xwe kir û xiste qiloçê nêrîde.
Bi roj avare şivan pez anî mal,dayka zerka zêra mîna her roj çû nav pez û dest bi doşandina pez kir,carekê nerî şewqek ji qiloçê nêriyê wa çû?xwe nêzîkî nêrî kir,nerî vaye hingulîskek di qiloçê wî deye,dema hingulîsk ji qiloçê nêrê kişand matmayî ma û bankire bav û birayê zerka zêra û got:ev hingulîska keça mine,tevde li hevdû kom bûn û ji şivan pirsîn:te îro pez likûderê di çêrand?
Şivan got mêrgeke mezin di binya çiyêre tişî geyaye û nefel û indekoye.
Roja dî serê sibehê zû birayê zerka zêra bi şivanre çûne wê mêrge û çavê wan ma li nêrî,pez li mêrgê belav bû û her çend mih û berx û bizin berê xwe dane alîkî û jixwere diçêrin.carekê ewî nêrî berê xwe da qurçikekê ji mêrgê û bi çêrandinêre di meşî,her heft bîra dane dûv nêrî,nêrî nêzîkî şikeftê bû û hêdî hêdî xwe nêzîkî devê şikeftê kir,birayê keçikê xwe veşartin di bara kendalekî de,û ji nişkave dengê zerka zêra ji dûrve hat û got:
Wa şivano
Şivanê mala bavê mino
Pez berda mêrga mezino
Ez zerka zêra me
Xwişka heft bira me
Ev çend sale
Ez êsîr û Girtîka devê hirç û gura me
Birayê wê dengê wê naskirin û ber bi devê şikeftê de çûn û bankirin wa zerka zêra em birayê tene û em hatine te azad bikin,dema zerka zêra dengê birayê xwe kir kêfa wê gelekî hat û jiwanre got devê şikeftê gelekî asêye û divê win leza xwe bikin berî hirç werê lê wê gewdê we parçe parçe bikê.
Her heft bîra xwişka xwe ji şikeftê derxistin û birayê mezin xwest herdû zaroka bikujê lê xwişka wî destê xwe hilda û got:na bîra na,erê ew ji pişta hircine lê dawî ew kezeba ji minin .zerka zêra û her heft birayê xwe çûne mal û zarok di hindiriwê şikeftêde hiştin.
Êvarî hirç hate mal,nerî vaye devê deriyê şikeftê vekiriye,derbasî hinderê şikeftê bû zerka zêra nedît,ji zarokê xwe pirsî:kanî dayka we? Zarokê got xalê me hatin ew birin.
Dema hirç wisa bihîst,çavê wî sor bûn hêrsa ew girtin û miwê wî rabûn,destê xwe avête yekî ji zaroka û ew libin guhê şikeftê xist ew kuşt,kurikêdî xwest bazdê lê ewjî girt û libin guhê şikeftê xist û ewjî kuşt.
Hirç bi serê çiya ket û nema zanê çbikê,ramanên wî kûr ûdûr diçûn,dawî giha biryarekê,di nava xwede got ezê çawa wê nasbikim dema ez lê bigerim,vegera şikeftê û tûrek zêr bixwere bir û çû cihê ku mala zerka zêra liwir û dinava sikakan de meşî û bandikir:werin werin ken bizêr,ken bizêr.
Mebesta wî jê ewbû ku çi keçika bibinê diranê wê bibinê jiber diranekî zerka zêra zêrkirî hebû û bivî rengî dibe ku karibê wê bibînê û wê birevînê.lê bê çare çend rojan bi vî rengî di geriya bê ku tiştekî biserxê .
Hirç nema çare dît jibilî ku êrîşê berdê ser malên gund tevdekî.
Rojekê rahişte destarê xwe( dibêjin destarekî hirç hebû pir giran bû ),berê xwe da gundê zerka zêra û bankir ez hirçê deşt û çiya me ,ez mêrê zerka zêrame ,ez hatime yan kuştî yanjî hiştî,birayê zerka zêra derketin û biwanre tîr û kevan û rim.hirç ji şewata nava xwe destar tavête wan lê ji hêza gelek diser serê wanre derbas dibû,carna destarê wî di ser malan tevare derbas dibû,şer dinavbera hirç û birayê zerka zêrade berdewam kir ta her heft bira bihevre liber hirç sekinîn û bi tîr û kevanên xwe ew kuştin û kesên wê herêmê ji zilm û tirsa hirç xelas kirin.
Çîroka me bigihê hezaran,xêr û xweşî bibarê li dê û bavê guhdaran.

*{ ev çîrokeke folkloriye û min ji devê gelek pîrekan girtiye , û ev çîrok bi gelek rengan hatiye gotin, dibe ku kêmasî hebe,ez lêborîna xwe dixwazim}

Daneheva: Dilovan çeto