Folklor

Yekanekê





Yekanekê
Dabistane
Azîzanê
Gula çepo
Çep hilmijo
Xana gujo
Gul hine ye
Bîst pere ye
Bîsta te ye.
HOPANÊ
Hopanê, hopanê
Kejiya min a panê
Avêt gola hanê
Gola han qamî? e
Marî fîşe-fîş e
Kekê min çawîş e
Çawîşê biçûk e
Min jê´r anî bûk e
Bûka Hesen Begê
Sêva ser kulegê
Wê sêvê hiltinîm
Gulekê datînim
Gul gula hedadan
Derî li min radan
Çûm quncikê tarî
Teyrek tê´de dinalî
Çi teyrekî sil e
Tasa bi zengil e
Kuta binê dile
Deng diçû Mûsile
Mûsila helak e
Dest û pê ?ibak e
Şibaka zêrîn e
Pêçîka zîvîn e
Heft qor digerrîne
Qorek temam nîne.
Min got:
‚‚ Teyro çi hewalê te ye?
Got:
‚‚ Perr û baskê min ?ikestiye.
Kirasê Fatma Nebî ye
Avêt ser derîye
Dizan ji xwe re biriye.
‚‚ Dizo, dizo bi ku de?
‚‚ Bi rêka deştê de.
şûr û mertal di ber pi?tê de.
Leg û leg
Leg û leg
Teyrê belek
Zaza bilbil
Dermanê dil
Bavê Fato
Çû welato
Heya hato
Leg hilato
Ro Vêket
Ro vêket
Mizgîn daket
Pisika xalo
Çortan dizî
Kir hebanê
Bir meydanê
Kevirê mermer
Xoce li ser
Elahû Ekber
Maka esker.
(Gundê Şêxuliyê /Sêrek)
Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Yek û yek
Yek û yek
Teyrikê belek
Zaza bilbil
Dermanê dil
şekir û şemal
Wê li ber çema
Çemê beqê
Av tê nema
Ez kuncî
Tu kuncî
Ser textikê
Birincî.
(Kerboran)
Yê berhev kir: Mustafa Gazi 
Endilko
Endilko bavê Beko
Yek a min yek a keko
A keko tol bû çalê
A min ma heya salê.
(Têrka/Diyarbekir). Yê berhev kir: Mustafa Gazi  
Gumbla Gumbil
Yêkanekê
Davistanê
Xana xizê
Dotileynê
Malê min e
Malê te ye
Heba ce ye
Xulxule ye
Bîst li te ye.
(Di vê beşa 1-ê a jorîn de zarok pişk davêjin. Di beşa 2-yê de hem dilîzin û hem jî van gotinan dibêjin.)
Gumbla gumbil
Axçî kunis(Axçîk û nis ? M.C.)
Gûwa beraz
Încikdas
Destekî ser destan e.
Lice/Diyarbekir). Yê berhev kir: Mustafa Gazi 
Wîl didim
Wîl wîl wîl didim
Herdu çava kil didim
Kilê j' kilê buharê
Ava j' ava çinarê
Çinarîka qirşika
Kumê hirçê zêrîn e
Hirç elimye ser texta
Qeytana devê rex ta
Yê xwestî
B' dergistî.
(Kerboran). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
 Cihok Celalok
Cihok celalok
Tirmisîn hevalok
Çû ku birî
Sa biçirî
Çû ku mîz ke
Bûbû gîske
Çû axirê
Dizê qantirê
Çû kadînê
Dizê mihînê
Çû nadirê
Dizê kerê.
(Silîva/Diyarbekir. Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Sulêmanê du nukil
Sulêmanê du nukil
Çû ser darê tirek kir
Hat bin darê fisek kir
Çû mehkemê deng nekir
Hat malê fedî kir.
(Devera Sultan ?êxmûs). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
 Silo du nikilo
Silo silo du nikilo
Çû ser darê tirek kiro
Hat bin darê fisek kiro
Çû qereqolê gilî kiro
Hatî malê fedî kiro
(Gundê Quzîcaxkê/Diyarbekir). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Şeqlo Beqlo
Şeqlo beqlo
Bi arê teqlo
Arê vingo
Peqê vingo
Ji ser mêwê pilqya.
(Erqenîn/Diyarbekir). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Sat Axa
Sat axa satil axa
Qûn axa qantir axa
Hillivî millivî
Çaq livî çaqil livî
Ar tûtik berwar tûtik
Şêx Gêlani devrûtik.
(Devera Siltan ?êxmûs). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Hêkekê Hêcirekê
(Sat Axa)
Hêkekê hêcirekê
Tixba?î bêlugba?î
Ar tûtik berwar tûtik
Şêx Geylani guhrûtik.
(Gundê Quzîcaxkê/Diyarbekir). Yê berhev kir: Mustafa Gazi
Hêkil Mêkil
Hêkil mêkil
Can û cêkil
Estiyê kewê
Li bin mêwê
Mêw qetiya
Ji hacika
Ji macika
Ev hêlin e
Ev paçika.
Silîva/Diyarbekir. Yê berhev kir: Mustafa Gazi
 Yek bi yek
Yek bi yek
Dudu b' dudu
Sisê b' sisê
Çeqla fisê
Mamê dinê
Bi kevirê sînê
Di ber ra çûm û
Di ber ra hatim
Elahû Ekber. (Têrka/Diyarbekir), Yê berhev kir: Mustafa Gaz