Çîrok

Jina bedew, nabe çîroknivîs

Temenê min hema hema bibû 19 sal, dema min ew yekem car dît û nas kir, yekser min jê hez nekir û dil neketimê, li gel ku gelekî xweşik bû, dema em li meydana dibistanê dighan hevûdu, xwendevanên xort tim qala wê dikirin, bala min jî nedikşand. Tiştê herî xweşik çav û porê wê bûn, bêku destê xwe bide herdûyan, te digot qey bi katjimêran li ber neynikê rawestiya ye û herdû bi kil û dermanan xemilandine, geh porê xwe dikir gulî û geh jî berdida, du rojan wek hev nedihişt, lê dema por berdida, xort dîn dibûn.

Li dibistana me rojnameyek heftane derdiçû, her roja yekşemê ya kevn diket erşîfa dibistanê, û ya nû li şûnê bi dîwar ve dihat daliqandin, min di her jimarê de kurteçîrokek dinivîsand. Xuyabû çîrokên min bala xwendevanan dikşandin, her wiha bala mamosteyan jî, kî rûbirûyî min dihat qala çîrokên min dikir, û têbîniyên xwe digotin. Wê demê kêfa min gelekî dihat û min ji xwe re digot, dêmek min dixwînin, û ku pirtûkên min çap bibin, û wergerin boyî zimanên cîhanî, ezê dîsa bêm xwendin û xelata Nobil jî wergirim, min wiha kêfa xwe tanî.

Piştî nîvê salê pêşbirka kurteçîrokan ji bo xwendevanên dibistanê hat saz kirin, çîroka min ya bi navê “qaşilê pîvazê” yekemîn xelata pêşbirkê wergirt. Tiştê ez ji we re dibêjim sî û sê sal di ser re derbas bûne. Xezalê, ew keçika xweşik jî bi çîrokekê beşdar bibû, lê çîroka wê ji bo hersê xelatên pileya pêşîn jî nehatibû hilbijartin. Xelata min hezar Dolar û peyalek ji cama neqişandî bû, zanyariyên di derbarê pêşbirka çîrokê de li ser hatibûn nivîsandin. Li dawiya şahiyê Xezalê hat ba min, destê xwe dirêjî min kir, destê wê nazik û germ bû, û got, pîroz be, ezê çilo bibim nivîskar û çîrokan binivîsim? Pirsa wê bala min kişand û matmayî kirim.

Li dawiya salê, li ser asta hemû dibistanên bajêr, pêşbirkek din ya çîrokan hat saz kirin. Min bi çîrokek din beşdar kir. Xezalê jî beşdarî têde kir. Dîsa çîroka min ya bi navê “Xefka Mişkan” xelata yekem ya pêşbirkê wergirt, sê hezar Dolar û peyalek ji ya berê mezintir û xweşiktir û baqek gul dan min. Li dawiya şahiyê, dîsa Xezalê bazda û hat ji min re pîroz kir, dîsa destê wê nazik û germ bû. Min baqê gula dirêjî wê kir daku li ber dilê wê bigrim, û min jêre got, bila ev xelata min be ji bo yî te. Rûyê wê sor û geş bû, min di çavên wê re gelek name xwendin, wê eynî pirsa berê kir, ezê çilo bibim nivîskar û çîrokan binivîsim? Dubarekirina eynî pirsê bala min dikişand. Rabû min jê pirsî:

Dêmek çîrokên ku tu pê…, derfet neda axaftina xwe bi dawî bînim, wê got:.

na, ne yên min in, xuşka min ya piçûk dinivîse.

Dema wiha got, min ji nû ve israra wê ji bo ku bibe nivîskara çîrokan fam kir, û pejirand ku ji çîrokê hez dike.

Meyê piştî wê hevdîtina li dawiya şahiya pêşbirkê hevûdu nema bidîta ta sala nû ya xwendinê, xuyabû ev yek di bala wê de bû, min wiha ji pirsa wê fam kir, dema got ku em dikarin hevûdu bibînin, daku tu min fêrî nivîsandina çîrokan bikî, min jî bi ken jêre got ku, ez te fêrî nivîsandina çîrokan bikim tu yê ramûsanekê bidî min. Sîmayên rûyê wê wek xwe man, diyar bû xwe ji bo tiştekî wiha amade kiribû, wê bêku birame û yekser bersiva min wiha da, ne tenê ramûsanekê, belê ramûsanekê û tiştin din. Dema gotina tiştin din ket guhê min, min bawer nekir, germaya laşê min bû çil û neh, min şerm jî kir. Xweziya min di ber min de ma, tîp û gotin li ser zimanê min li hevûdu geriyan, nema bi ser gotinan vebûm, êdî mîna lalan hevokek xweşik nema bi min re derket, wê jî pê derxist ku rewşa min qulipî û derûniya min tev li hev bû, wê bi wê gotinê xwest min bikire û bi xwe ve girêde, û ji bo ku bêtir pîs nebim li ber wê, min erê jê xwest û got ku divê biçim destavê. Siyamendek çû destavê yekî din derket, Xezalê li ber derî li bende min bû, dixwest min bi xwe re bibe malê, min lêborîn jê xwest û got diya min li bende min e, gerek ez wê kêfxweş bikim.

Min ji qestî li deriyê malê da, dema diya min derî vekir û ez li ber derî dîtim, ji çavên xwe bawer nekir, bi hêz xwe avêt hembêza min û heft heşt caram maçî min kir, got ku neh hevalên te li bende te ne, hatine ji te re pîroz bikin, kêfa min jî hat, min dixwest ji wan bizanibim bê ka li ser Xezalê çi dibêjin û wê çilo û çawa dibînin. Qet ne wek ku min texmîn dikir, yekî jî gotinek xerab li ser ne got, hemûyan pesnê exlaq û girêdana wê bi şert û mercên malbatî ve dan, wek ku min ji wan bawer nekir, mijûl bûm, êdî gotina tiştin din tê çi wateyê.

Hê..hê, tu çû yî ku?

Pê derxistin ku di wê de ramiyam û ji civatê dûr ketim. Hestên min ji aliyê wê ve hatin guhertin, wek ku min dixwest wiha bêjin û wê bibînim, ramûsanekê jê bistînim û wê fêrî nivîsandina çîrokê bikim.

Min dizanî mala Xezalê li ku ye, min çû li derî da û pirtûk di destê min de bû, min xwe baş amade kiribû ku ne wê derî vekra, lê bextê min baş bû ku wê derî vekir, û got min dizanî bû tê bê, derbas be, şensê me heye, ji xuşka min a piçûk pêve kesek tune, hemû çûne gund mala kalkê min. Li pêşî oda xwe pêş min kir. Wêneyekî xwendevanên dibistanê di perwazê de li ser maseya wê bala min kişand, ez û wê li ba hevûdu bûn, xwe bi ser min de xwar kiribû, wê got ku ji bo min ew wêne perwaz kiriye. Tiştek di bin zimanê wê de hebû dixwest bêje, lê min derfet nedayê, wê got min fêrî nivîsandina çîrokê bike, min got ez jî ji bo wê yekê hatime û te fêrî nivîsandina çîrokê bikim, kêfxweş bû û got ku bê evîn mirov nikare çîrokên baş binivîse, min serê xwe hejand û li ser kaxezekê şert û mercên çîroka baş nivîsand û jêre got, tu dixwazî bibî nivîskar û çîrokê binivîsî, li gor van şert û mercan bimeşe, li min nerî û ji xwe bawer got ku ew ê ji bo min şilfî tazî dîlanê bike eger bibe çîroknivîs, bi bihaneya şirove û zelalkirina şert û mercan ber bi min ve nêzîk bû û hêdî hêdî xwe bi min ve zeliqand, ez bi têhna laşê wê yê germ hest bûm, destê min guvaşt û danî ser memika xwe ya çepê, kutkuta dilê wê zêde bû, çavên xwe xistin çavên min û ez maçî kirim, min deng nekir, dîsa ez maçî kirim, dîsa min deng nekir, rabû destê min derbasî nav memikên xwe kir û lêvên min mijandin, dest û tiliyên min dianîn hev, pêre memikên wê dihatin guvaştin. Tevzînok bi laşê min ve diçûn, min digot tiştek ji wilo xweştir çê nabe. Çavên min bi xuşka wê ya piçûk ketin, li beramberî me daniştibû û ziq li me temaşe dikir, dema em ji hev dûr ketin, wek ku me gunehek mezin kiribe, wê got ku ne xweş ba, weyê wiha nekira, netirsin ez ji kesî re nabêjim, sibe ezê jî wiha bikim. Min ji xwe re got, bi xwedê te tenê jiyan fam kiriye. Xezalê got aniha dema qehweyê ye, di ber vexwarina qehweyê re min ji Xezalê re got ku ezê piştî hefteyekê bêm bê ka te çi çîrok nivîsîye.

Maqûle ji bo wê fêrî nivîsandina çîrokan bikim, laşê xwe yê xweşik radestî min dike. Pirsa ku min nikarîbû bersivê jêre bibînim ew bû, çima hewqasî dixwaze bibe nivîskar û çîrokan binivîse? Wê li ber derî ji min re got ku şemiya bê malbata wê dîsa diçe gund, tu dikarî bê û yekemîn çîroka ku ezê binivîsim binirxînî. Soza me katjimêr neh bû, bi dengê dîkan re rabûm, min riya xwe kur kir, gumlikekî gulgulî bi ser pantelonekî jênz û solek adîdas de li xwe kir, li ber derî diya min got,

Ji zû ve li bende vê rojê bûm

Roja çi dayê?

Kurê min agahdar be, qîzên vê heyamê bi fen û fût û pilan in, xwe dixin stuyê mirov..

Min got li ser min netirse û derî li paş xwe girt û derketim. Mala Xezalê ji ba me ne dûr bû, katjimêr neh min li zengilê derî da, bi vekirina derî re got,

Tu ji kengî ve li ber derî yî? Min nikarîbû bersiva wê bidim, wê rewşa fam kir, sîmayên rûyê min serûbinî hevûdu bûn, bi destê min girt û ez kişkişandim hundur pêre got çi bi te hat.

Bi rûniştinê re min pirsa çîroka yekemîn kir, keniya û bi hinekî got, çîroka xweş ez im, ya ku ne tenê tê nivîsandin û xwendin, belkû jiyanê xweş û geş dike ez im. Mirov çîrokan dixwîne ji bo kêfxweş bibe, ezê jî te kêfxweş bikim, û dest bi çîroka bihaneyan kir.

Roja duşemê neçar bûm alîkariya diya xwe bikim, min xwe da vî alî wî alî ji bo çîrokê binivîsim, reva min ji ber tune bû, çar beroş mast ji gund anîbû, di got ku wê bêrya dew û nîvişk kiriye, meşk jî anîbû û dest bi kilandinê kir, min jî alîkariya kilandina meşkê kir, duşem wiha derbas bû.

Roja sêşemê, sibehê zû rabûm, min avek li xwe kir, cilên xweşik li xwe kirin, bêhnên xweş li xwe kir û li ser masê rûniştim, bû qîjqîja arkujê, agir bi mala cînarê me ket, em jî neçar bûn ji malê derkevin.

Roja çarşemê ez geşbîn bûm ku ezê çîroka yekemîn binivîsim, jixwe min sê gotin nivîsandin, hevala min Narîn li telefonê da, min nikarîbû bersiva wê nedim, got diya min nanê sêlê û serûpê amade kiriye, em hez dikin tu bê bixwî, em zanin tu jê hez dikî. Mala Narînê dûr ba, ez nediçûm, lê vaye du gav in.

Roja pêncşemê, dîsa min wek roja sêşemê xwe amade kir, (şilhekî) tenik, laşê min têre xuya dikir, li xwe kiribû. Min dî min nedî mişkek di nav lingên min re derbas bû, weleh ku ez bêjim serê min li zikê xanî ket û qêrîna min giha asmanê heftan, tu bawer nakî, bi nîv gavê ez li derve bûm, piştî agahdar bûm ku hema hema tazî me, min bazda hundur.

Roja înê, dê û bavê min ez neçar kirim bi wan re biçim gund, gotin ku kalik û pîrka te tim li te dipirsin, bêrya te kirine û dixwazin te bibînin. Bi rastî xweş bû, ez li kerê siwar hatim û min bi qîzên gund re bi heftok û babûtan lîst, xweş bû ne poşman im.

Roja şemiyê, hîn me qehwe venexwaribû, li derî ket, Fatîma ya qereçî bû, ji zû ve nehatibû, kêfa min hat, min jê xwest falekê ji min re veke, min tasek dayê, pênc kab ji bêrîka xwe derxistin û avêt nav avê, û dest pê kir û got, cil in gelekî buha û xweşik li te ne, tu li erdê daniştî yî, li kêleka te mirok bi cilên qetyayî li ser kursiyekî daniştiye, tayek ji xwînê di navbera we de heye. Ez tirsiyam û min pirsî, tê çi wateyê xaltîka Fatîma? Got ku ew wiha dibîne, lê nikare şirove bike.

Roja yekşemê, derûniya min ne baş bû, ne ya ku çîrokan binivîse, xewna min dîbû bandora xwe li ser min hiştibû, jixwe têr xew nebibûm, xortekî bedewbûn ji kesî re nehiştibû, tiştek nema û bi min nedikir, lê kêfa min nedigha dawî û pişta min nedihat, veciniqîm, nav lingên min şil bibû, xew li min herimî, min çavê xwe digirtin û destekî xwe dixist nav lingên xwe û bi yê din memikên xwe duguvaştin, lê bê fêde bû.

Min ji Xezalê re got, ezê serpêhatiya te binivîsim, û diyarî te bikim, tu dikarî nezantirîn mêr bikî çîroknivîs, belkû roman nivîs jî.

Duşem, 08/06/2020

**ji kovara Peyv, jimar 82 ya Y.N.K.D-Kurdistan**