Bijartî

Koma Xanî ya wêje û çanda Kurdî

Mihemed Hemo

Koma Xanî yekem Koma wêje û çanda Kurdî bû ku di Sûrê de hate damezrandin 14 salan berdewa bû.

Koma Xanî di 1-4-1987ê de li helebê hat damzrandin, Di nav Kurdên Rojava de bi yek car çalakiyên Edebî û roşanbîrî tine bûn, tenê çalakiyên siyasî di nav gelê Kurd de hebûn, ew jî partî û rêxistinên bi nav siyasî bûn. Ez wek xortekî Helbestvan û şanovan pêhest dibûm ku pêwîstiya gelê kurd bi çalakiyên çandî û wêje yî  hene.

Loma min ji partiya ku min tê de xebata xwe dikir, gelek daxwaz dikir ku em komîteyên candî jî damezrînin lê wan bi me re erê ne dikirin. Li dawî; min muhlet ji partiya xwe girt ku ez Sîmînarekî li ser dîroka Wêje yê Kurdî pêşkêş bikim. Bi Alikariya Koma Armanc ya hunerî ku ez jî endamê komîta rêvebiriya wê bûm, Semînara me li Mala Endezyar Fethî Nasîf li Gerekê Cabriyê bi amedebûna 29 roşenbîran bi rêket. Min di destpêka sîmînarê de got: mebesta min ji vê kombûnê ne tenê semînare, Mebestek min din jî ji vê kombûnê heye,. Ez dixwezim ji we re pêşniyaza avakirina Komeleyek Candî û wêjeyî bikim ku em roşenbîrên Helebê wext, wext li hev bicivin û bi pirojeyên roşenbîrî  û wêjeyî rabin, sîyast tenê nebes e divê em li çand û Kultorê xwe jî xudî bi derkevin. Hemi amedbûn ji wê pêşniyaza min kêfxweş bûn û amedebûna xwe dan nîşankirin ku bi wî karî rabin.

Piştî sîmînarê me bi serî bû carek din em li ser pêşniyaza ku min kirî axvîn û ji aliyê hemî beşdaran de hate pesinkirin. Li dawî me  soza civînekê da ku me li hev bicivin û tê de bingeha komîtek roşenbîrî deynin , me soz da ku em di 1-4-1987 li Helebê li taxa Eşrefiyê di mala mamoste Mihemed Muslim de civin. Eyne di soza xwe de em dazed kes kombûn  û me bi hev re  ew komele ya Xanî  damezirand di bin navê Koma Xanî ya wêje û Çanda Kurdî de. Em Sê kes hatin hilbijartin ji bo komîta birêvebir. Ez û Mihemed Emîn (Bavê Kawa)û Mihemed Elî Şêxo (Şêrgelê Kurd)  ji wê rojê de me dest bi karê xwe yî roşenbîrî kir .

Karê ku me hildabû ser milên xwe

1-      Xolên fêrbûna zimanê Kurdî

2-      Mehê du cara Kom diciviya. Civînek teybet ji bo endamên komê bû.  Tê de babetên hev dinerxadin. Civîna duyê jî bi beşdarya gel me sîmînarê Edebî li dardixstin, li ser  Helbest, Çêrok,Şano, Romanê.

3-      duristkirina pirtûkxaneye komê û  danheva û belavkirina  pirtûkan li ser hev.

•        Çinkê di wê serdemê de pirtûk ên Kurdî  gelek kêmbûn û qedexe jî  bûn, yên bizimanê Erebî jî  li ser doza Kurdî qedexebûn loma gava pirtûkek biketa destê me yekî, divê me li ser gelek destan bigeranda ta ku me hemiyan bikariba bixwenda û sûd jê bigirta.

 Yek mercê endambûna Komê tenê hebû ew jî div bi kurdî bixwenda û binîvsanda.

Hin kes hebûn bi erebî dinvsandin lê hezdikirin bibe Endamê Komê û bi nizanîn  bi kurdî bixwendina û binvsanda me, ew fêrî kurdî dikirin ta ku bibin endamê Koma Xanî . bi wê şêwe yî endamên komê zêde bûn û çalakî jî ferehbûn û nivî sakarên baş bûn endam hin endamên me ji Cejrê jî li te komê bûn.

-Çalakiyên me Ferebûn di derbarê ziman û kultûr de, me hersal Pêşbirkên Helbest û Çîrokê li dar dixistin nivîskar ji çar perçeyên Kurdistanê bi babetên xwe beşdarî pêşbirkên Koma Xanî dibûn.

Me li ser her nifşekî edebî sê xelat didan xelata yekê, duyê û siyê. Xelat jî ew bû ku wek bawernamayekê ji koma Xanî û hindek perebûn.

-Abûne ya Komê jî li ser endamên komê bû hin endama kêm dida hina zêde dida hina jî nikanîn bidana, li gor hebûn û nebûna diravên endaman.

Xelata çîrokê yekê ya sala 1993ê berêz Jan Dost ya yekê wergirt li ser çêroka Xewna Şewitî. Ya duyê Ferhad Çelebî wergirt.

Ya siyê ne li bîra mine.

Ya sala duyê nivîskarekî Bakur wergit bi navê Meshûd, ya duyê jî Mihemed Hemo wergirt,li ser çîroka Histir.

Xelata Helbestê ya pêşin di sala 1993ê de ya yekê Dr.Hesen (Awazê Kal o)wergrt

Xelata Sala 1994ê jî diya ciwan wegirt.

Di bîranîna koçikrina Seyda yê Cigerxwîn de ku dikeve 22-10- de. Di sala 1993ê de  me wek: Koma Xanî yekemîn mehrecana Helbesta kurdî ragiyand û cara yekê bû ku di nav Kurdên Sûrê de, ji bo çalakiyeke roşanbîrî,  mêvan bi dewatnam yên resmî hatin  vexwandin. Ji bo navnîşan û dema mehrecanê. Şûna ku mehrecan lê hatî kirin, Mala Mihemed Hemo bû, li bajarê Heleb ê Taxa Eşrefiyê roja pêncşemê şeva 21 li ser 22.10 çira pêşin hat li darxistin. bi beşdariya 113 kesan jê 28 helbestvan ji Cezîrê, Efrînê, Kobanî û Şamê. Ji wan Seydayê Tîrêj, Diya Ciwan,Jan Dost, Mihemed Hemo, Heyder Omer, Rûxweşê Zîvarî, Fethela Husêynî, Xemgînê Remo, Awazê Kalo, Ferhadê Çelebî , Husên Faqî, Şêx Birmce û ta dawî di gel komelek roşenbîr  û  bi amedebûna Peyamnêrê Azadiya Welat û kovara Aso û kovara Zanîn piştî mehrecan bi serî bû. Berêz Heyder Omer û Mecîd Şêxo pêşniyaz kirin ku sibê jî em biçin devera Efrînê li xwezayîya Efrînê jî helbestan bixwînin, roja din jî em di gel hinek  mêvanên xwe çûn Kela Horî  helbest xwendin lê ji wan mêvanan gelek razî nebûn biçin  Efrînê.. ji wan Ferhad Çelebş, Jandost, Helîm Yûsif, Selah Henan, Ebdilbaqî Husêynî û hinek din. Ne beşdariya wan sedem ew bû ku gotin ev lîstikek ji mamoste Heyder û Mecî çêxo deû hin hevalên wan de ku ku wê çalakiyê bikin ya partiya xwe.

Ew mehrecan di bin navê mehrecanê Cigerxwîn de hate çesppandin û di dûv re jî salane, me koma Xanî  komîta mehrecanê hildbjart ji endamên Komê û yên derveyî komê jî, ji her deverek kurdan li Sûrê me endamek hildbjart.

û hersal di wê rojê de koma Xanî, bi hemî endamên xwe beşdarî komîtê dibû û hemî Endamên Komê dibûn alikarê komîtê. Di wê Mehrecanê de jî salê rêz li Hebestvanekî dihat girtin.  

Gelek kur û keçên ku dixwestin fêrî ziman Kurdî bibin xwe dighandin koma Xanî û me ew fêrî zimên dikirin.

Hin nivîskarên navdar yên rojava hene Ji wan Pîr Ristem û Helîm Yûsif.di destpêka xwe de bi zimanê erebî dinvsandin. wan berêzan daxawz kirin ku bibin endamê koma  Xanî lê mercê Komê ew bû ku yê bibe endamê Komê divê bi Kurdî bixwîne û binvsîne ji ber wê merca endabûnê wan di demek nêzîk de fêrî  xwendina Kurdî bûn  û bûn endamê Koma Xanî bi kurdî jî babetên xwe nivsandin . 

Wekî din jî gelek nivîskarên behremend endamê wê Komê bûn.  Wek Jan Dost, Pîr Ristem, Mihemed Hemo, Xalêd Mihemed, Helîm Yûsif, Awazê Kalo, Fethela Husêynî, Axîna welat, Şêrgelê Kurd, Ehmed Qasim, Birahîm Birahîm, Wehîd Şêxo, Nezîr Palo, Mihemed Elî Çîço, Oflaz. Seleh Henan jî wek endamekî çalak û rexnevan.

Xortekî din ji wek: Hezkiriyê çanda Kurdî bi me re endamê komê bû, Mamoste Behzad Mosa.

Destpêka komê çalakiyên me sînordar bûn ji ber cihê çalakiyan tine bû, lê piştî sala 1992ê Mihemed Hemo ji xwe re xaniyekî mezin kirî û mala kir cihê çalakiyên komê di sala 1993ê de jî Mihemed Hemo pirtûkxana Bedirxan vekir ew jî bû şûnek  roşenbîrî girîng, hemî hevdîtinên komê û roşanbîrên Kurdistana Rojava li wê pirtûkxanê dibûn. Loma jî çendîn car Mihemed Hemo ji ber çalakiyê Pirtûkxanê ji aliyê rijêma Bas ve bin çav dibû.

Koma Xanî  berdewa bû ta dawiya sala 2001ê de Rijêma Sûrî destdanîn ser pirtûxana Bedirxan xudiyê wê Mihemed Hemo jî penaberî Herêma Kurdistana Başûr bû.

Wê hîngê Kom ji xwe hate rawestandin çinkê piraniya kar û barê komê li ser milên wî bû.

Lijna helsencana pêşbirka çêrokê yekê di sala 1993 ev bû:

Azad Elî

Pîr rustem

Seleh Henan

Heybet Bavê Helbçe

Helîm Yûsif

Xelata yekê Jan Dost bi çîroka Xewna Şewitî , stand ya duyê Ferhad Çelebî Stand

Lijna Mehrecana duyê sala 1994ê ev bûn:

Deham Fetah

Azad Elî

Diya Ciwan

Pîr rustem

Helîm Yûsif

Xelat yekê di nav Mihemed Hemo û Meshûd ……, ji Bakurê Kurdistanê bû lê ji ber ku Mihemed Hemo Endamê Koma xanî bû Lijna Kargêrî ya komê daxwazkir ku Xelata Yekê ji Meshûd re be ya duyê jî ji Mihemed Hemo re be li Ser Çîroka Histir.

25/02/2021, Hewlêr.

……………

Têbînî: ji bo ku wê gotar bibe jêder ji bo lêkolîner û nivîskaran, û ji bo parastina dîroka Koma Xanî, min ev gotar di malpera xwe ya taybet de, weşandiye(Qado Şêrîn).