Gotar

Felsefe

Felsefe û feylesûfan tim û tim hêvî û guhertinên xweşik û baş di mejiyê mirovan de çandine, dako tim û tim mirov hewl bide ku bêtir ber bi xweşiyê ve biçe. Ji bo min, felsefe ew e ko mirov bi riya wê bikaribe, mirovekî serhişk û xwedî helweseteka çewt vegerîne ser riya rast û dirust. Mirovê ku bikaribe wê yekê bike, bêşek wê feylesûfekî mezin be, ew ê ko bikaribe wî ji hevraziya serhişkiyê daxîne taxa sernerman û guhdarîkirinê, hêjaye bibe rêber an jî şêwirmendê rêberekî mezin..Jixwe feylesûfê nû, yan jî felsefeya nû ya ko pêdiviya me pê heye, hîna nehatiye afirandin, ew mirovê bikaribe kesayetiya merovê kurd fam û şirove bike, dako mirov bikaribe di encama lêkolînên li ser kesayetiya wî sûdeyê bigre û bide û li gor wê famkirin û şiroveyê nas bike bê çima kurd hema fêrî şikestin û xapandinan bûne. Li gor wê felsefeyê dê bê zanîn çima kurd ji hev hez nakin, çima li hev guhdarî nakin û hev napejirînin, çima partiyên kurdan karin bi hev kevin lê ji hev hez nekin, her wisa nivîskar, hunermend…û baziganên bacanan.Felsefe ew e ko merov du caran li ser eynî maseyê neyê xapandin, lê felsefe bi hovan re kêferata mirinê dike. Bercewendiyên aborî nema derfetan didin felsefeyê ko li şûna dexse û hovîtiyê hezkirin bê çandin.