Gotar

“Bi pirtûkan mirov nabe nivîskar!”

Hevpeyivîn bi Qado Şêrîn re

Evdila Koçer ji bo rojnameya Rudaw,

Pirtûka Qado Şêrîn ya bi navê“Serok û Merok” ji nav weşanên Sema derket. Mijara pirtûkê çîrok in. Ev pirtûka ku ji 24 kurteçîrokan pêk tê 120 rûpel in ku nivîskar ev çîrok di navbera salên 1993 –2006’an de nivîsandine. Naveroka wan civakî û siyasî ne. Hemû jî bi şêweyekî tinazî mîna pêkenokan hatine nivîsandin. Bi qestî bi zimanekî hesan mîna zimanê pêkenokan da ko her kes fam bike û bi kesên di çîrokan de bikenin hatine nivîsandin.

Nivîskar Qado Şêrîn ji Rûdawê re behsa “Serok û Merok” kir. Şêrîn diyar kir ku eger merov li dîroka kurdan, li dîroka tevgera siyasî, li dîroka serokên partiyên kurdan vegere, merov dê bighê encamekê, “ Ew jî ev e: guneh û sûcê serokên kurdan di bindestiya kurdan de heye, wek nimûne; li rojavayî Kurdistan’ê tim serokên partiyan bûne sedemên perçebûna partiyan û vê yekê tevgera siyasî li hember dujmin û desthilatdariya Sûriyê qels û bê wate kirine…”

Qado Şêrîn rexneyên tûj dibarîne ser serokên kurdan, “Jixwe tim bi hev jî ketine û ta bi helwesta wan di derbarê zulm û zordariya ko li miletê me dibe ne yek e. Min di nivîseke xwe de ev xale wisa anîbû ziman: kesê(serokê) parçebûnan dike alîkariya dujminan di ne pêkanîna hêviyên kurdan de dike hêza xebatê li beramber dujminan qels dike. Mexabin endamên partiyan koletiyê ji serokên partiyan re dikin wek ko ji diktatoran re koletî dibe. Di hin partiyan de Kurdistan di serok de qambostî kirine. Eger serokê kurdan li hev bûna ana rewşa me ne wisa ba. Serokan kurd ji hev tarûmar kirine, bi jimara partiyan milet perçe werçe kirne. Ji ber van sedeman navê pûrtûkê gerek Merok û Serok ba…”

Li ser weşandina pirtûka xwe Qado Şêrîn destnîşan dike ku mirov bi pirtûkan nabe nivîsevan, “Sedemên din ko min pirtûk çap nedikirin ew bû ko ez pereyan ji ba xwe li çapkirina pirtûkan nadim, eger min wisa bikira  ana pênc şeş pirtûkên min hebana. Di 2007an de min bi riya nivîskarê kurd Ezîz Xemcivîn ev pirtûk ji Sema Kurd re şand. Sema Kurd dezgeheke serbixwe ye, li Dubey e, serokê wê dewlemendekî kurd e, navê wî Arif Remedan e, cuwamêr ji gelek hêlan ve alîkariya nivîskar û hunermendan dike. Ji bo ko pirtûkê diyarî omîta fêrbûna ziman bikim, min biryara çapkirina pirtûkê da. Komîta fêrbûna ziman li rojavayî kurdistan’ê bi salane

ko bi hezaran merov fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dikin. Derfete li vir ko spasiya sê kesan bikim: Birêz Arif Remedan, Ezîz Xemcivîn û Hozan Emîn…”

Nivîskar Şêrîn da zanîn ku ji bo ko pirtûkê diyarî Komîta fêrbûna ziman bike wî biryara çapkirina pirtûkê daye, “Komîta fêrbûna ziman li rojavayî kurdistan’ê bi salane ko bi hezaran merov fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dikin, ta ana jî berdewam e, min pirtûk diyarî wan kir û ew azad in di belavkirina wê de. Her wisa ji bo ji xwendevanan re rola serokan di xirecira rêzgarkirina kurdistan’ê e diyar bikim…”

Em jê dipirsin, “Çima çîrokên henekî û qerfî? Çima ne ‘cîdî’?”, Qado Şêrîn wiha li me vegerand, “Bi gumana min kesayetiya nivîskar û jiyana derdora wî rola xwe di vê yekê de dilîzin, merovê vî şêweyî dinivîsin merovên taybet in, berî ko bi civaka xwe re rast bin bi xwe re rast û dirust in, tim hewl didin ko civakê ber bi xweşbûnê de biguherînin, civakê xemgîn nebînin. Ziman bi hunereke bilind bikar tînin. Dikarin qerf û hinekên xwe bi her tiştî bikin dako ew tişt baştir bibe, xweşiktir bibe. Di nivîsandinê de şêweyê herî hezkirîye çimkî merovan hin rihet dike hin jî di dema xemgîniyê de dikenîne…”

Mirov di ken u kefe de nikare duruyî be

Paşê em jê dipirsin ka wêjeya mîzahî ji bo wî çi îfade dike, wisa dibêje, “Mîzah aliyê herî rasteqîneye di jiyana merovan de, encama mîzahê ken e, kêf e, û merov di ken û kêfê de nikare durûyî be. Ev şêwe dikare bihêle merov rihet bijî. Mîzah beşê herî rast û xweşike di jiyana me de ko em nikarin bê wî bijîn…”

Rojnameya RUDAW, jimar 28.