Gotar

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Nav: Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî.

Dezgehek serbixwe ye, navenda wê li Qamişlo ye, dikare li bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê, her wiha li derveyî welêt şaxan veke. Doza sezgehê ew e ku Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî bide nasîn, mafê nivîskar û rojnamevanan biparêze, û di ber mafên wan de xebatê bi şêweyên aştiyane bike.

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî kar dike ji bo:

1-germkirina tevgera ramanî, çandî û wêjeyî.

2-danasîna nivîskar û rojnamevanên kurd bi nivîskarên cîhanê, û geşkirina têkiliyan di navbera wan de, û hewldan ji bo vekirin û pêşxistina asoyên raman û derbirîna nivîskarên kurd xebatê dike.

03-danasîna cîhanê bi wêjeya kurdî.

04-alîkariya nivîskar û rojnamevanan daku bi lêkolînên zanistî di derbarê netew û pirsa kurdî de rabin.

05-çapkirin û weşandina belavok, kovar û rojnameyan, daku nivîskarên kurd berhemên xwe bi hesanî biweşînin.

06-alîkariya samanî û  mirovantî bi nivîskarên kurd re, daku bikaribe bi aramî afirandinê bike.

7-sazkirina şevbêrk, komcivîn û kongireyên çandî, daku nivîskarê kurd hişmendiya xwe bipêş ve bibe.

08-yekkirina zimanê kurdî, her wiha yekkirina alfabêya kurdî, û hewldan ji bo ku ji hemû zaravayên kurdî, yek zimanê ku hemû kurd ji hev du fam bikin, bê amadekirin.

Ana wek du dezgehan di bin sîwanekê de kar dikin, dezgeha nivîskaran û ya rojnamevanan, pêşniyar ew e, her wiha biryar jî hatiye standin ku her du di kongireyekî de ji hevdu cuda bibin. Ana ji bo wê yekê gelek gavên hêja û erênî hatine avêtin. Ew gavavêtin ji ber hin sedeman li paş ketin, sedema sereke ne rûxandina rêjîmê ye, me digot çi çaxa rêjîm birûxe emê kongireyê damezirandina her du dezgehan li Qamişlo saz bikin. Hîn jî ew pêşniyar heye, lê li ser pêşniyar û dîtinên hin hevalên din tê xwestin ku di nêzîktirîn wext de kongire li dark eve, bi texmîna me wê ew kongir di nêzîktirîn wext de li Qamişlo saz bibe.

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî li dora 300 endaman hembêz dike, ne hemû li hundurê welêt dijîn, belê gelek ji wan li derveyî welêt jî dijîn. Du komîteyên birêvebir wê birêve dibin, yek a derve û ya hundur.

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî piştî sala 2005an hatibû damezirandin, piştî serhildana 12ê adarê ku ji Qamişlo sala 2004an destpêkiribû. Ji wê salê ve di gelek qonaxan re derbas bûye. Hêjayî gotinê ye ku du damezerên wê Ibrahîm Yûsiv û Ebdilbaqî Huseynî ta ana berdewam in û di komîta birêvebir de Hevbendê birêve dibin. Hevbend wextekê cemidî û bêdeng ma, lê bi şoreşa Sûrî re, dîsa geş bû, çimkî hin nivîskar û rojnamevanan gelekî pêwist dîtin ku dezgehek di vê qonaxê de ku bi navê nivîskar û rojnamevanên kurd biaxive, dive hebe. Û ji destpêka şoreşê ve Hevbend gelekî çalak bûye, gelek belavok û daxwiyanî derxistiye, û her wiha şandeyên wê li gelek kongiran amade bûne, her wiha li welêt û li derve bi gelek çalakiyan rabûye. Wek nimûne li derveyî welêt salane Mehrecana Helbesta Kurdî li Elmanya li dar dixe, û gelek çalakiyên din.


Salihê Heydo xelata Mele Pallo li ser sere xwe danî

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî salane gelek xelatan dide û belav dike, wek xelata Mele Palo, Reşîdê Kurd, Hamid Bedirxan û Cigerxwîn. ji bo dîrokê û ji bo xelata cara borî helbestavn û lêkolînerê folklora kurdî Salihê Heydo xelata Mele Palo standibû. Her wiha nivîskarê kurd Jan Dost xelata Mehrecana Helbestê li Elmanya girtibû.

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî du rojnameyan derdixîne, bi kurd û erebî. Navê rojnameyê PÊNÛSA NÛ ye, mehane carekê derdikeve. Hemû nivîs û berheman, ji pêvî yên siyasî, her tiştî diweşîne. Malpera rojnameyê www.penusanu.com e. her kes dikare jimarên rojnamê di malperê de bişopîne. Sernivîseriya rojnama erebî Dr. Ehmed Xelîl dike û ya kurd Qado Şêrîn e, berpirsyarê hunerî Inayat Dîko ye, û derhênerê her duyan Xorşîd Şozî ye.

08/07/2013

Qado Şêrîn

Endamê komîteya birêvebir a Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Têbînî: li ser daxwaza kovara DÎWAR, ev kurte gotar an jî danasîn bi lez û bez hate nivîsandin, êdî ku kêmanî û şaşî hebin, li me bibor in.