Çîrok

Partiya Don Kîşotan

-Çima tu bahwer nakî bi serê şêx û  tirba şêx Cibir partî wek ya me nînin..?

çi cara ko Şêro bihata ba min berî silavê li min bike wisan digot, bi rastî jî min bi wî partiya serxwebûna kurdistan naskir û hingî partiya xwe bi min şêrîn kir min di nava xwe de digot “gelo rojek heye ez bibim endamek di vê partiyê de”, hêviya min ne tenê ev bû belê bi gelekî ji wisan mezintir bû, xweziya min bû ez rojekê bibim serokê vê partiyê û bila tayê kirasê min tunebe!!!

Partiya serxwebûna kurdistan bûbû mîna çiyayekî di serê min de û serê min pê giran bûbû, ji vê partiyê pê ve min nema dikarîbû ez di tuştekî dî de biramim, ji ber ev partî bûbû mîna afesanekê di hiş û ramanên min de, ne dûr e mirovekî din ba dîn biba û bi çolan biketa lê yê min tuştek bi min nehat ji ber ko Şêro dema pesnê vê partiyê di da te digot qey sibe dê kurdistan rêzgar bibe, dema ji xwe razî û devliken digot:

-rêzgar kirina kurdistanê li ser destên me ye..

Dibû sibe, lê kurdistan rêzgar nedibû, lê li gel vê yekê jî dema wî wisan digot min di nava xwe de dilîland û madê min geş dibû, min di nava xwe de digot « kurdistan li  ber derî ye », ji kêfan re qûna min nema cî digirt û devliken careke dî min di nava xwe de got « başe hîn ez sax im wê kurdistan rêzgar bibe û ev kul bi min re naçe gorê » .

Du roj ne diborîn Şêro dihat ba min û dikir giftûgoya partiya xwe, te digot qey feylesûfeke, ez jî bûbûm mîna latekî tenê min li dervê wî dimeyzand, wî wisan dikir helbet ji bo min bixe partiya xwe de, nema dev ji min berdida û min jî bi kêfxweşî pêşwaziya wî di mala xwe de dikir, ji ber ko bahweriyek li gel min peyda bûbû ko « Ev e yê kurdistanê  rêzgar bike, da çawa ezê wî  di mala xwe de ne kêfxweş û devliken pêşwaz bikim, ma çê dibe ez wî derbasî mala xwe nekim û welatekî dê ji min re ava bike, ma kê bawer dikir kurdistan çê bibe-weleh yê kurdistan çê bike gerek me re wî bi şîr û şekir xwedî bike, ko şîrê şêr di i’yarê şêr de bixwaze gerek me re jê re bîne, gerek me re wî bixe çavên xwe»  .

Carekê û piştî me şerm û fedî avêt, min jê pirsî :

-tu dibêjî rêzgarkirina kurdistanê li ser destê me ye, da felsefeya we ji bo vê yekê çî ye ?

Li qûn rînişt, cihê xwe xweşkir, wek mirovekî ji xwe razî got :

-felsefeya me taybet bi me ye, me felsefeyek ji bo xwe afirandiye, ji bo kurdîtiya xwe, li gor ahenga kesê kurd, em ne rojhilatî ne ne rojavayî ne ne jî hevalê rebê jorî ne!!!…

 Dema wisan got hîn bêhtir bahweriya min bi  partiya wî hat û ew jî di çavên min de mezintirbû, dudilî min pirsek dî jê kir wek ezê zanibim wê bersiva wî çi be :

-ez endamekî dî ji te pê ve ji endamên partiya we nasnakim ?

-belê, ji ber ko partiya me gelekî penhanî ye di kar û xebata xwe ya konevanî de û dan û stendina bi kesên vê kolanê re ji min tê te xwestin.

Dema wisan got tevzînok bi laşê min ve hilkişiyan, pê re dilê min lerizî, xweşiyekê girt ser laşê min « aaaaaaax ax xwezî niha diber vê partiyê de ez şehîd bibûma, helbet ezê bihuştî bama », bê hişê xwe min wisan got û careke dî ez bi gotina wî şa bûm, ew û partiya xwe hîn bêhtir mezin bûn, ta ko îca min bêhtir ji partiyê hez kir û kar û xebat di berde kir û bahweriyeke min î bê hempa pê hat ta ko carinan min ji xwe re digot « ne dûr e ev partî cîhanê tevî rêzgar bike » !!

.

Roj bi roj min xwe bêhtir nêzîkî vê partiyê didît, min digot qey ez bê wê nema dikarim bijîm, ta ko carekê min di xew de dît ko ez bi partiyê ve zeliqîme ya ko mîna qurmê darekê qalind û bilind û xurt bû û bi kelbetan û duha û esîtê em ji hevûdu nedibûn, bi xurtî ev partî nuqutîbû dilê min, dibe ko ji ber partîyên dî tuştek nekirine û dilê mere li jiyanê sar dikin û welatparêzî li ber çavên me re reş kirine, ev bû şêst-heftê salên wan hene ji derew û xapan pêve li hevûdu û milet nekirine, hin in ji wan dibêjin Mirîşk ji hêkê ye, hinin jî dibêjin na hêk ji mirîşkê ye, yek ji wan ji ya dîre dibêje « serokê partîya me ji serokê partîya we bêhtir şîk û lihevhatiye, ta ko carekê serokê partiya me di kolanekê re derbasbû qîzikên wê kolanê hemû ne bi dilekî belê bi yazdeh dilan dil ketênê », carekê û li pêş çavên min du endaman ji van partiyan bi kulm û kêran rabûbûn hevûdu û xwîn bi ser serê hevûdu xistin çimkî yekî ji yê din re gotibû « pozê serokê we wek teriya rovî dirêj û lihevbadayî ye lê ya serokê me maşele-maşele wek ya mîr û paşa ye ».berî du rojan endamekî ji Partiya Şoreşgerên kurdistan kirin zindanê çimkî goştê ker û sehan difrot, da çawa  bahweriya merev dê bi wan were ew yên ko kar û xebata wan lîstika pelik û dadûbûna qûna qîzikan û giftûgoya li ser namûsa xelkê ye, diya min ya ko tuştekî ji konevaniyê fam nake carekê got « ev partî wek me jinanin ziman dirêj in lê tuştek ji wan nayê », carekê jî mirovekî dîn tuştek ji min re got « ev partî baş bana ezê ne dîn bama », dema yê dîn wisan got ez ji darekê ketim û min li sedema dînbûna wî pirsî, gelek kesan ji min re gotin ev yê tu pirsa wî dikî navê wî Osman e, bîst û du salan di partiyan de kar û xebat kiriye, ji partiyekê diçû partiyekê hingî ew diqewitandin, li gel ko dil rast û jîr bû jî, kar û xebat ketibû xwîna wî de, ji xwe re digot « ko ez kar û xebatê nekim tucarî welatê me rêzgar nabe » û di yek partiyê de jî ne gihaşt komîta navendî, da çawa merov bahweriyê bi partiyên wisan bîne.

Di kongirê partiyekê de ya ko nayê bahwerkirin çêbibû, di destpêka kongir de Serokê giştî pirograma salane şilfî tazî xwend, endaman jî bi fermana ko wî dabû xwe şilfî tazî kiribûn li gel çend jin jî amade bûn, dema mirovekî li sedema vê yekê ji serokê giştî pirsî, wî got :

-ji bo ko em tev weke hevûdu bin, çênabe di partiya me de endamek bi bedil û girafêt be û yek bi cilên qetyayî û pînekirî be..

       Partiya serxwebûna kurdistan bûbû mîna afesanekê di ser û çavên min de, hergav bi min re dijî û bi xewnên kabûsî re dihat xewnên min, min kî didît wek dînekî min jê dipirsî :

   -tu Partiya serxwebûna kurdistan nas dikî.. ?

lê wek ez ji dîwarekî bipirsim, kolan bi kolan, tax bi tax mîna dînekî min pirsa Partiya serxwebûna kurdistan dikir lê kesekî dilê min xweş û şa nekir, gotina Şêro min li bîra xwe tanî û min xwe pê razî dikir « partiya me gelekî penhanî ye… » di vê gavê de min di nava xwe de digot « kî dizane dibe ev yên ez ji wan dipirsim hemû endam bin di partiyê de », gelek caran min ji firoşgehan dipirsî :

Partiya serxwebûna kurdistan heye.. ?

Her car min pişta hustûyê xwe polî poşman dixurand û min berê xwe dida devereke dî, ev firoşgevan ji kû partî martiyan nas dikin, ji wan weyê rengek ji lûfikê laşa ye yan jî rengek ji bîna bin çenga ye û li ba wan tune, kî dizane, dibe bi vî navî nebihîstibin jî û dibe ev tev rêxistîbin di vê partiyê de belê xwe eşkere nakin, min ji xwaringehekê pirsî:

-Partiya serxwebûna Kurdistan heye..?

Ez dizanim wî tinazên xwe bi min kir dema li min vegerand û got:

-weleh piçek hebû zibûnan xwar..

Min xwe nedît ko ez li ber dergehê dermandanekê me, min ji dermandan pirsî:

-Partiya serxwebûna kurdistan heye..?

Keniya..têr Keniya ta ko zikê wî êşiya, bi tinaz got:

-şensê te tune berî niha xilasbû..

min careke dî jê pirsî:

-ma partî xilas dibin..?

careke dî bi ken û tinaz got :

-li Esfûriyê heye bi lez xwe bighîne esfûriyê berî li wir jî xilas bibin..

   Ji dema berê de pêşiyan gotin e” bi pirsê merov dighê xursê ” mirovek di bin siya dareke hişk de rûniştibû û kûr û dûr diramiya, min jê pirsî :

-tu Partiya serxwebûna kurdistan nas dikî.. ?

serê xwe rakir dibin çavan re li min meyzand, tirsek bê sînor di çavên wî de hebû, ji min re got :

-belê… bi destê xwe yê çepê mirovek nîşanî min da, bi lez ber bi wî mirovî de çûm, min bilez jê pirsî :

-tu Partiya serxwebûna kurdistan nas dikî.. ?

wî jî ez dam destê yekî dî, pênc şeş caran bi min wisa kirin ta ko berê min dan yê dawî, hêdî-hêdî û bi tirs ez ber bi wî ve çûm, ziq min lê meyzand, bê hişû matmayî min got :

-tuyî.. !!

li min meyzand û keniya û keniya ta ko kefê di dev û bêvilan re avêt, kenekî dînitî û bê wate, bi ken got :

-Belê..ev jî hemû endamên partiya me ne û ez serokê wam e.

Min pirsî :

-te digot rêzgarkirina kurdistanê li ser destê me ye.. ?

Careke dî bû tiq-tiqa wî û nema rawestiya, ji nişkan de kûr li min meyzand, gavekê bê ken rawestiya, ji nişkan de careke dî bû tiq-tiqa wî û bi min keniya, paşî têr keniya ji min re got :

-Partiya çi û martiya çi hey kero ceh li bero!!, min tinazên xwe bi te dikir, diyar e tu hovî ji ber te ji min bahwer kir..

Ji nişkan de û bi hemû hêza xwe fîkand ew qas dîn li me civandin û li dor me bûn xelek, hêdî-hêdî ber bi min de nêzîk bû û bi destê min yê rastê girt û bilind kir, pê re got :

-Gelî feylesûfan..gelî endamên partiya serxwebûna kurdistan..ji îro û pêde ev Serokê we ye..

bê hişê xwe ez çeng bûm û min lîland..ji kêfan re min dîlanek dînitî kir û bi stranî jî got :

-Dawî ez bûm serokê Partiya serxwebûna kurdistan.. !!

                                                                                                                                                                                                             Qamişlo-11/02/1994