Çîrok

AX KO PERÊ MIN HEBANA

Aaaax….ko perê min hebana, min ê çi kiriba û çi nekiriba, weleh min ê dunya li ser tilihekê bizîzikanda, min ê bihişta ko dunya paş û pêş bigere,  min ê destên xwe bidana ber rokê û min nedihişt bête der, lê ez çi bikim “mentelî” di bêrîka min de tune, ez jî dibêjim ez zilam im, tu dikarî werîsekî ji boqê simbêlê min çê bikî, min li ser piştê paldaye û ling daniye ser ling hîn ez dibêjim çima perê min çênabin, lê ma ko xweda niha di wê kuleka vekirî re ya wek mala kevokan çewaleke pere ji min re bavêje wê çi bi wî were, helbet ne pê perîşan û ne jî feqîr dibe, lê xweda tu carî qenciyên wisa bi perîşanên weke min nake û ne jî ji perîşanên weke min hez dike, hin dibêjin li wê dunyê wê xweda her tuştî bide merov lê  ko ew dunya tunebe me {…….} xwar.

-Aaaax…..ku perên min hebana…min dê qayîş bi Mafya û serokên welatan re bikişanda û bila îca ên weke Hitler û Mosolînî bi hatina şerê cîhanê bikirana û bila ên ne demoqrat wek serok û rêberên welatên Ereb û musulmanan serokatya welatan bikirana, wê çaxê dê xelkê bi serê min sûnd bixwara û ez bi tiliha şanî hevûdu bidama, min ê bihişta ku masî bê av bijîn, lê ez çibikim hema aaax û sed carî aaax ko perê min hebana, ezê ne ez bama, ezê derbasî hemû civat û deveran bibama û hemû merovên rûniştî wê ne wek xwe ji ber min rabana, ji wan weyê ko minê destê xwe yê germ bida wan, lê min ev yek ne dikir û min ew  bi vî tuştî şa ne dikirin û min ne dihişt bihingivin min jî, ew yên ko ta doh nedihiştin ez li nav şekalan rûnim û ezê di sînga civatê de rûniştma,  min dê bihişta berê tevan li min be û min dê dest bi çîrok û serpêhatiyên xwe bikra; îro xort û keçekê hevûdu revandin û  xwe avêtin tor û bextê min û min dawa wan safîkir, min her du teref li hevûdu anîn û min nextê keçkê pêncsed hezar da bavê wê di gel ko wî dused hezar tenê dixwest, doh jî çend mêr devê wan ji boqê simbêlan xuya nedikirin wek çûkên qefilî xwe avêtin mala min û nema ji pişt dergûşa kurê min rabûn, min ji wan pirsî:

-kuro we xêr e…?

-em di tor û bextê te de ne..em dexîlê şeref û namûsa te ne…em kûçkê tene, tê me biparêze..!!

-ê erê kuro we xêr e, we çikiriye…?

-em û gundiyên xwe pevçûn û bi xwedê me çendek ji wan kujtin, ji ber ko kera wan ketibû nav zadê me!!. 

Bi xwedê min ew jî li hevûdu anîn û min xwîna her çar mêrên kujtî jî milyonek û sêsed û çil û neh hezar dan merovên kujtiyan. Doh na pêr jî dengê hawar û qêrîna cînarna me dighaşt asmanê heftan, min bi xwe ew bir nexweşxanê ta ko za û keçek jê re çê bû û ji bo vê alîkariya ko min pê re kir cînara me sûnd xwar û got: -bi kîrê mêşê tu dê nav lê bikî yan ezê wê bixeniqînim, rabû min navê wê kir Şeşê.

Wisan min ê çîrok û serpêhatiyên xwe hemû bigotana, ma kê dikarîbû gotina min bibiriya û helbet kesî ji civatê ne diwêrîbû rabe û ji civatê derkeve ta ko ez lê bama, derengî şevê ezê rabama wê ên mayî jî teka-teka bidû min de derketana, min dê wek libên tizbiyê bi wan bilîsta, lê ax ji kerbê mirinek bê minet re, ma ez jî dibêjim ez sax im, hatina min î vê dunyê şaşiyek mezin têde heye yan ez ne di çaxê xwe de hatime û ji bo ko perê min tunene şer û ceng ji dunyê qut nebûne û nabin jî…Aaaax…ko perê min hebana..

Min ê jineke xwe anîba ko temenê wê ne di ser yazdeh salan re ba û xweşik, xweşik û xweşik ta ko tu bêjî xweşik, divabû xweşikbûn ji kesî re nehiştiba, divabû ji heyv û rokê re bigota herin bi wir de hûn çuqasî ne xweşik û kirêt in, lê ez ê çima tenê jinekê bênim, çima ezê nekim didu û sisê û çar û pêc û şeş û heft û heşt û neh û deh û yezdeh, madem pereyên min hene-hene ma ezê çi bi wan bikim, û divê yek ji ya din xweşiktir û bedewtir be, divê yek ji ya din re bêje here bi wir de tu çuqasî ne xweşikî, kê ew biditina ji xwe re bigotina; xwezî min carekê di vê kuta û bila tayê kirasê min tune biwa. Lê çima ezê nekim sisê yan jî çima ezê nekim çar jin madem perê min hene-hene, ma ezê çi bi wan bikim, qene ezê wan bi xwe re bibim gorê û xweda jî ev tuşt helal kiriye ezê yekê bênim û ya din berdim û ezê şevê bi sîng û berê yekê şa bibim û ezê bibim bavê 80-90 zarokî da ko di tevaya cîhanê de merovekî weke min tunebe, û dê navê min bi firehî bikeve pirtûka Genis, lê aaax û sed carî ax ko perê min hebana…min ê qesir û qonaxên xwe bi ser minara mizgefta mezin bixistana û min ê dora wan bikra gulîstan û darên mêwan û min ê ji hemû modêlên  turumbêlên nû li ber deryên wan birawestandana, lê ez ê çi bêjim û çi ne bêjim lingên min li ser hev qurumîn û pişta min bi tejik ve zeliqiye ji vê sibê de lê ax-ax, hema tifû li vî welatî be û hew, welatê ko nikaribe xewnên mirovekî weke min pêk bîne ma ew jî welat e? hema bi xwedê gerek merov vî welatî bifroşe, vî welatê kirêt û bêkêr, welatê ko merov nikaribe têde û di mala xwe de ji dil carekê bikene û merov nikaribe di jiyaneke dirêj de bibe milyonêr, ma ew jî welat e?

Ev hefteke wisan bi serê wî hatiye, bûye girtiyê malê û kûr diponije, geh jî bi xwe re dipeyive, ji nişkan de rabû ser xwe û di derî re derket, lezand ta gihaşt ba solfiroş û jê re got û pirsî:

-Tu vî welatî nakirî..?

Bû tîq-tîqa solfiroş û destên xwe ji ken li hev dixistin, dawî û paşî têr kenya jê re got:

-Wê kî mala xwe xerab bikî vî welatî bikirî tu dibînî yek sola vî welatî di nav van solan  de nîne, kesek wan nakire, heyvekê li xwe nakî dibin yên avêtinê.

welatfiroş pişta hustê xwe xurand û derket, berê xwe da cilfiroş û jêre got û pirsî:

-Ez qurbana te me tu vî welatî nakirî..?

bû tîq-tîqa cilfiroş ta ko zikê wî ji ken êşiya, dawî jê re got:

-Wê kî mala xwe xerab bikî vî welatî bikire looooo…te serê min xwaroooo…tu dibînî cilên vî welatî hemû toz û gemarê girtiye ser wan çimkî kesek wan bazar jî nake, heyvek di ser wan re nare dibin ji bo sol paqijkirinê.

Careke din welatfiroş pişta hustê xwe xurand û di derî re derket û berê xwe da dermanfiroş û jê re got û pirsî:

-Tu vî welatî nakirî..?

Ji ken zikê wî êşiya û hêsiran di çavên wî re avêtin, dendikek xwar û ji welatfiroş re got:

-Welatê ko dermanên wî hemû di şûşên xwe de xerabe û genî bin wê kî mala xwe xerab bikî wî bikire.?

Careke din welatfiroş polîpoşman ji ba wî jî derket û berê xwe da rojnamevan yê ko pirtûkxana wî di anîşka kolana navenda bajêr debû  û jê re got û pirsî:

–Tu mirovekî zanayî, ma tu vî welatî nakirî..?

-Welatê ko nehêle ez bi serbest û azad binivîsim ezê çi bi wî welatî bikim!!.

welatfiroş ji ba wî jî derket û berê xwe da gulfiroş:

-tu vî welatî nakirî.?

-welatê ko gul û geya lê şîn nebin tu xêra wî welatî tune ye..!!

Hingî ko welatfiroş westiya çû çayxanê rûnişt û çayek vexwar bi vexwarina çayê re kûr di ramiya, gelo wê kî vî welatî bikire, dagîrker nemane dê wan kirîba, ji nişka de serê xwe rakir û bi dengekî bilind ji yê çayxançî re got:

-Tu vî welatî nakirî?

-welatê ko tu nikaribî çaya wî vexwî û miletê wî çaya biyanî vexwî ma ew jî welat e? û ji bo kirîn û firotinê qet nab e.!!

Welatfiroş naskir ko kesek welatê bêkêr nakire û ev ger û xebata wî tev vala û bê sûde ye ji ber ko wî kesek nehişt ko welat pê re neda ber bazar û firotinê lê kesekî bazara kirînê jî jê nekir, da ji hêrsa di nava xwe de keserek kişand û yek berda ta ko yên rûniştî tevan dev ji pelkên lîstikê berdan û lê meyzandin, çav di nava serê wî de sor û zerdoq bûbûn wek du xaran û di nava serî de çûn û hatin û bi dengekî bilind ta ko jê hat bang kir û got:

-Aaaaaax …ax ko perên min hebana…

yê ko li kêleka wî ya çepê rûniştibû simbêlên zer ji dûyê çigaran ji ser lêvên xwe dan alî û jê pirsî:

-Ko perê te hebana te ê çi kiriba.?

-Aaaaax…ax ko perê min hebana min ê serokek kirîba û li ser serê vî welatî danîbana belkî em jî kiribana merov.

Qamişlo

25/11/1993