Folklor

Sultan û wezîr

Wezîrê wî bi destê wî digire û dibêje; “ka ji vê ramana xwe biqere, ger tu li min guhdarî bike, ez ê ji te re qala sultanekî bikim ku ew jî mîna te enirîbû û paşê ji wan kirinên xwe poşman bûbû”ADIL BAŞARAN

Sultan bi wezîrê xwe re derdikeve nava gel û digere. Piştî gera çend bajaran, li wan dibe êvar. Hema li deriyê kê dixîne û dema derî vedibe ji xwediyê malê re dibêje;
“Hûn mêvanan vedihewînin” li ser vê xwediyê malê bersivê dide û dibêje:
– Mêvan mêvanê Yezdan e, ser seran û çavan kerem ke hundir.
Zilamê malê ne sultan û ne jî wezîr wî nas dike! Piştî şîvê dibe derengiya şevê, cihê wan yê razanê radixe û radizên. Di wê şevê de pîreka wê malê xwedê kurekî didê ye. Li ser vê, li wezîr eyan dibe ku ev kurê nû hate dinê dê bibe qismetê qîza sultan!.. Wezîr serê sibehê tiştê bi şev lê eyan bû bi sultan re parve dike û dibêje:
– Îşev kurekî vê malê çêbû û kurê vê malê dê bibe qismetê qîza te.
Sultan li ser vê gelekî dienire û dibêje:
– Ez nahêlim ku kurê vê mala feqîr û belengaz bibe zavayê min.
Sultan, bangî bavê zarokê ku nû çêbûyî dike û dibêje:   
– Heger tu vî kurê xwe bide min, ez ê sed zêrî bideme te.
Li ser vê mêrê  jinikê bi hevala xwe re parve dike. Ji ber ku gelekî xizan bû vê xwestekê erê dike. Kurê xwe bi berdêla sed zêrî didine Sultan. Sultan û wezîrê xwe radihêjin zarok û li cem xirat sindoqekê çêdike û dixin hundirê wê û dibe davêjin nava deryayê. Dema vedigere malê di rê de ji wezîrê xwe re dibêje:
– Min negot ku ez nahêlim ku ev bibe qismetê keça min?
Pîştî demekê li bajarekî mirovekî ku debara xwe bi girtin û firotina masiyan dikir. diçe ser deryayê masî girtinê dema çav li sindoqê dikeve, hema kincên xwe ji xwe datîne û dikeve nava avê û radihêje sindoqê. Sindoqê dibe mal û derê wê vedike! Dibîne ku zarokekî çiqas bedew di hundirê wê sindoqê de derdikeve. Ji ber ku zarokên wan jî tunebû gelekî bi wî zarokî şabû. Ew zarok mîna ku yê wan be xwedî kir û mezin kirin. Piştî bi salan xortekî gelek bedew û jîr û zana jê derket. Dema bavê wî masî digirt, wî jî dibir li bazarê difirot û diravê xwe dianî dida bavê xwe. Berî her kesî masîfiroşan wî masiyê xwe xilas dikir, her kesî ji wî masî dikirîn. Gelek dem û dewran bihurî, rojekê wezîrê Sultan riya xwe bi bazarê dixîne. Dema diçe û çavli wî xortê bedew dikeve hema wî di cih de nas dike. Vedigere û ji Sultan re vedibêje. Li ser vê bi pey wî dikevin û diçin malê ku lê dimîne. Li derî dixîne derî vedike û dikevin hundir. Xwediyê malê wan nas nake û dipirse: “Hûn kî ne û çi dixwazin?” li ser vê pirsê Sultan dibêje:
– Em hatine ji bo ew xortê ku te mezin kiriye ,ew ne yê te ye, ger tu bide me, li hemberî wî em ê sed zêrî bidine te.
Piştî mêrik bi jina xwe re ev vegot û ji ber ku ew rastî jî dê derkeve, hema di berdêla sed zêrî de dayin pejirand û bi destê wî girt û da destê Sultan. Zêrê wî dayê.
Sultan nivîsek nivîsî û da destê xortê bedew û jê re got:
– Tu yê vê peyamê ji vê navnîşanê re bibe hetanî ku em tên.
 Xortê ciwan û bedew radihêje peyama Sultan û berê xwe dide bajarê mezin û diçe. Bi rojan dimeşe xwe digihîne bajêr gelekî westiyayî ye li rex bajêr li nava rezekî li ber darekê radiweste. Li binê darê rûdine û di xew de diçe.
Di wê navberê de, qîza Sultan jî ji serayê derdikeve û diçe li nava baxçe digere. Dema li nava baxçe digere dibîne ku mirovek li binê darê di xew de ye. Diçe nêzî ku li çi mêzeke! xortekî ciwan û mîna heyva çardehî, xortekî sipehî û bedew evîndarî wî dibe. Di destê wî de wê peyamê dibîne bi hêdîka ji nava destê wî derdixe û vedike. Qîza Sultan nîvîsa bavê xwe nas dike û tê de gotiye:
– Ji celadan re, ger ev xort hate cem we hûnê tu tiştî jê nepirsin û serê wî jê bikin.
Li ser vê nivîsê, qîza Sultan dike niç niç û di dilê xwe de dibêje “Gelo bavê min çi ji vî xortê bedew xwestiye?” qîza Sultan nivîseke din dinivîse û tê de wiha dibêje:
– Ji celadan re, ger ev xort hate cem we, hûnê berî ku ez bigihêjim bajêr, bi qîza min re bizewicînin.
Û wê nivîsa bavê xwe diçerîne ya wê nivîsandiye, dixe nava destê wî û bi şûnde vedigere serayê… Piştî ku xortê bedew têr xewa xwe distîne û berê xwe dide wê navnîşanê diçe ber derî û nîvîsa di destê xwe de dide wê navnîşanê. Dema li nivîsê mêze dikin hema bi zû radibe û xort bi xwe re dibe serayê û bi qîza Sultan re dide nasîn û amedekariya daweta wan dike.
Dema Sultan bi aramî tê bajêr ku li çi rast bê! Destê qîza wî di destê wî xortî de û li cihê ku amedekariya zewacê dike, li ser vê hêrs dibe û dibêje:
– Ez ê wî bi destê xwe bikujim! Min sond xwariye ku ev xort nebe qismetê qîza min.
Li ser vê hêrsa wî, Wezîrê wî bi destê wî digire û dibêje; “ka ji vê ramana xwe biqere, ger tu li min guhdarî bike, ez ê ji te re qala sultanekî bikim ku ew jî mîna te enirîbû û paşê ji wan kirinên xwe poşman bûbû, lê nema tiştên xirab kiribû, û ji wan şaşitiyên xwe bi şûnde vegerî ya. Bila ev nêye serê te jî û wiha dom kir û got:
– Sultanê min, li welatekî sultanekî mîna te hebû, êvarekê teyrekî şitlek di nava niklê wî de anî û avête hewşa wî. Sultan jî ew şitla çand, dema bû serê sibehê sultan derket hewşê dît ku ew şitla mezin bûye û sêvên zahf girs pêve şîn bûye. Bangî xulamê xwe kir û got here sêvekê bîne bê ev çi elemet e. Dema xulam diçe sêvekê li binê darê li erdê radihêje û tîne hinda sultan. Bangî dapîrekê dike û wê sêvê bi wê dide xwarin, hema di cih de dapîr dimire, li ser vê sultan gelekî dienire û xwe li ber teyr datîne. Ber êvarê cardin teyr tê û sultan teyr dikuje! Sultan difikire, paşê bangî xulamê xwe dike û dibêje te ew sifa ji ku anî li ser vê pirsê xulam dibêje ‘min ew sif li binê darê dît û min rahijtê.’ Cardin sultan ji xulamê xwe re dibêje her sibê ji darê jê bike û bîne. Sêva ji darê jêdike dide yekî kal, çawa ku yê kal sêvê dixwe û bi xwarina sêvê re temenê wî vedigere mîna yê ciwanekî hivdeh salî. Li ser vê sultan zaf bi kuştina teyr poşman dibe.” Sultanê min ger tu jî zavê xwe bikuje tê jî poşman bibe.
Bi vê jî sultan îkna nabe. Wezîrê wî çîrokeke din vedibêje û dibêje:
– Sultanê min, yekî din jî hebû rojekê diçe nêçîrê. Gelekî li çol û çiyan digere. Zaf diweste tî dibe, lê li tu deran avê peyde nake. Diçe ber zinarekî bala xwe dide ku ji wî zinarî dilopên avê ji jor de dikeve erdê, hema tasika xwe ji cuherê xwe derdixe û dide ber wan dilopên ku ji jorde dikeve! Dema dikire vexwe teyrê wî baskê xwe li tasê wî dixe û wê ava ku ketibû tasê dirijîne.
Piştî çend caran cardin teyrê wî baskên xwe lê dixe û dirijîne, gelekî dienire û hema di cih de serê teyrê xwe jêdike. Dema cardin dikir ku tasa xwe da ber wan dilopên avê berê wî dikeve jorîn ku çi bibîne, marekî ku mirî ew dilopê ku av dizanîbû jehra mar ji jor de dilop dikir. Piştre fêm kir ku teyrê wî nebûya dê bi wê jehrê bimira. Ew jî zaf poşman bû lê nema dikarîbû teyrê xwe bi şûnde vegerandiya.
Û wezîr got:
– Sultanê min. Ger tu jî naxwazî tu poşman bibî ji vê fikra xwe vegere.  
Li ser van gotinên wezîrê xwe ji wê ramana xwe vegeriya û heft roj û heft şevan li def û zirnê xist û qîza xwe bi wî xortê bedew re zewicand…