Folklor

Cotkar û Mar


Rojekê mirovekî cotkarî serê sibehê ji xew rabû û bi tîrêjê rojê re berê xwe da nav erdê xwe û bexçê xwe avda.çar pênc mişar avdan,bêra xwe danî û çû li ber siha darê xwe rehet bikê û çixarekê vexwê,lê dema ku xwe li binê sîka darê dirêj kir çavê wî li marekî ket bê çawa xwe liser şaxekî ji şaxê darê vezîlandiye,hema rabû ser xwe û xwest herê kevirekî yanjî darekî werênê daku mar bikujê.

Mar bixwe ew qederek bû jixwere li cotkar di nerî û ew dît bê çawa avdaniya xwe dikir û paşê bêra xwe danî û hate binê darê û dema çavê wî li mar ket bilez rabû ser xwe,lê mar jixwere got ev insan çav limin kir rabû ser xwe û ew dixwazê min bikujê,lê hema ezê xwe bavêjim ser serê wî eger min xwe li qirka wî pêça ezê ji mirinê xelas bim lê eger wisa çênebû manaxwe cotkar wê min bikujê yanjî dibe ku ez qulekî yanjî celxekî nêzîkî wî cihî ez bibînim hema ezê xwe tê werkim.

Hema berî cotkar dûrkevê mar xwe avête ser serê wî û xwedê çêkir ji mar re û xwe li qirka cotkar gerand û devê xwe danî ser rûçikê wî û got:cotkarê reben tê çibikê,tê bikûve herê,ti dixwazê kevirekî bênê û min bikujê,ezê niha biteve dim ezê bihêlim pora serê te biweşê.

Cotkar jitirsare di lerizê û pêre pêre xwêdanekê wî girt û bi dengekî melûl got: ezê çawa te bikujim û min tu nedîtiye.mar jêre got ev bû demeke dirêj ez lite temaşe dikim û min bi çavê xwe dît bê çawa ti rabû ser xwe dema te xwe dirêj kir û çavê te limin ket,eger min wisa nekiriba teyê kevir anîba û teyê min bikuşta.

Cotka got bawer bike haya min jite nîne,dema min xwe dirêj kir kurê minî biçûk hate bîra min,çiqas cara ez tême mal dibêjê min bavo te çûkek jiminre negirt,jiber wilo min xwest ez kevirekî bênim da ku ez çûkekî ji kurê xwere bigirim.

Mar bawerî bi bersiva wî ne anî û jêre dûbare kir û got: fêde nakê ezê biteve dim û ezê xwe ji te xelaskim,te dixwest min bikujê lê xuyaye temenê min ji temenê te dirêj tire.

Ti çare li ber cotkar nema jibilî ku bi fen û fûtna xwe ji mar rizgar bikî.cotkar gote mar başe tu dibê min dixwest ez te bikujim û ez dibêjim na min dixwest ez çûkekî ji kurê xwere bigrim,di meselê wisa de mirov diçine heqiyê(şirî’etê),de ka ez û te emê herin wî gundê ha dibe ku hinek navbera min û te safî bikin.Mar got başe min qebûl kir de kerembike bimeşe em herin wî gundî,lê cotkar got ezê çawa bimeşim û ti wisa li qirika min pêçayî ye,de ka xwe ji qirika min veke û bide pêşiya min da ku em zû bigihin,lê mar got na na ez xwe ji qirka te venakim,ez we insana nasdikim bê çi xap û fen lidora we hene,ez qirka te bernadim,de bimeşe lê berî ez ji gotina xwe vegerim.

Pepûkê cotkar mecbûr ma ku bemeşê û mar li dora qirka wî mîna gerdeniyeke jinan.Qederekî meşîn gihane mêrgekê tevde giya û indeko û av,bakî xweş li riwê cotkar da hinekî bênawî ferebû lê tirsa mar hiştiye ku xweşiya hertiştî jibîr bikê.Ji nişkave dengek hate guhê herdiwa û got: winê bikûve herin!?.

Lê cotkar û mar li dora xwe zîvirîn tukes nedîtin,çend gavekî meşîn lê careke dî ew deng hate wa: winê bikûve herin looo!

Cotkar li dora xwe meyzekir ji bilî gakî pêve li mêrgê tune,lê ewî qet bawer nedikir ku ew dengê wî gayî bê.Cotkar û mar biyek dengî bankirin ew kiye bang dikê me.Dema ku ga serê xwe rakir û got ezim ez gayê belekim,ma win kerin û korin.

Cotkar matmayî ma û got ma tu bi zimanême dizanê bi axivê?

Ga got belê, lê win jiminre nabêjin bê çi bela weye, çima wisa mar xwe li qirka te pêçaye?.

 Cotkar jêre got emê herin wî gundê han dibe ku em kesekî bibînin navbera min û mar safî bikê,vaye tu dibînê bê çawa xwe li qirka min pêçaye û dibê ezê biteve dim.

Ga jiwanre got ezê navbera we safî bikim, jiber livê herêmê çi kesê piroblemek dinavbera wande çêdibê berê xwe didine cem min û ez navbera wan safî dikim, de ka jiminre bêjin bê derdê we çiye?.

Mar gote cotkar ez çîrokê ji gare bêjim,yanjî tê bêjê.

Cotkar got hema tu bêje.

Mar çîroka xwe û cotkar ji serîve ji gare got,bê çawa vî insanî dixwest min bikujê dema çavê wî limin ket,lê cotkar jî bersiva xwe da û got qet ne raste tenê min dixwest ez çûkekî ji kurê xwere bigirim.

Ga jiwanre got min çîroka we hiskir,lê berî ku ez gotina xwe bidim û navbera we safî bikim,serpêhatiyeke min heye ezê jiwere bêjim paşê ezê we jihev safî bikim.

Gayê belek bihneke kûr kişand û got: tê bîra min dema ku ez di zikê diya xwede bûm,piştî ku dem nêzîk bû ku dayika min bizê û ez werim ser riwê dinyayê,pîrekek û mêrê xwe xwedyê dayka min bûn,xweş tê bîramin bê çawa alîkariya dayka min kirin û bi herdû lingê minî pêş girtin û hêdî hêdî ez dikişandim jibo min ne êşînin û ez sax werim dinyayê,û piştî ku ez ji dayka xwe bûm,rahiştine min û ez danîme ber dayika min,û diya minjî bi zimana ez alîstim û min ziwa dikir,paşê pîrekê devê min danî ser guhanê diya min û şîr doşte devê min ta ku ez fêrbûm û bi tena xwe min şîrê dayka xwe dixwar,diwê navêre pîrekê hewdelek ji dayka minre çêkir û danî ber,bi rastî gelekî bimin û dayka minre rawestiyan.

Ev hal berdewam bû qederê du mehan,rojekê pîrekê beroşa xwe anî û şîrê du guhanan dane min û herdiwên dî çir kirine beroşa xwe,lê min jixwere got çi pêveye têra minjî heye û têra wanjî heye,lê dma ku çar meh qediyan nema guhanek jî dane min,lê belê êmê ku didane min û diya min pir xweşbû,ka û ceh û giya ji çolê tanîn û liber min û diya min datanîn,min got çi pêveye bere şîrê diya min tevî bibin jiber ku ew pir bimere rawestîn û jibilî wilo êmekî xweş didine me.

Sala min qediya û hiza min çêbû û pirça min dirêj bû,rojekê mêrik ji jina xwere got: ti zanê ku gayê me mezin bûye û hêza wî çêbûye ezê sibe herim gakî dî bikirim û ez bi herdiwa cot bikim,min jixwere got vêcarê raste,qet min bîra vê kêlîkê nedikir,dema ku sibeha roja dî hat min dît vaye gakî dî aniye û nîr û imbûrê xwe liser qirka min û hevalê min danî û berê me da nav erdê xwe û cotê xwe bimekir ta roj çû ava,lê dema ku em dihatin malê birastî gelekî qedrê me digirt,ava qerisî dida me û êmê mejî xweş û pir bû,lewma minjî zexelî nedikir û min digot çi pêveye,em cotê wî dikin lê ewjî qedrê me digirê.

Şeş heft sal derbas bûn û ez vî karî dikim,lê mîna ku win dizanin evqas sal karê zor û zehmet û temenê minjî hêdî hêdî mezin dibê,xuyaye ku nema min karîbû ez cot bikim mîna berê û gelek caran xwedyê min û jinaxwe dikirin û ne dikirin ez ji koxê dernediketim yanjî min nikarîbû ez ji mexel rabim,rojekê ji rojan mêrik û jinaxwe hatin koxê û xwestin min rakin lê vêde nekirin,kabokê min hişk bûn û min nikarîbû ez rabim,hema mêrik çû aliyê malê û vegera ku waye kêrek pêreye,lê jina wî bilez got te xêre kêr aniye,tê çibikê?!

Mêrik got vaye nema karê rabê ser xwe û cotê minjî nikarê bikê,ma ez êm û avê jibo çi didimê,ezê wî serjêkim û xwe jê xelas kim,dema min ev gotin heskir kabokê min bêtir lerizîn û min got bixwedê raste ewê min serjêkê,lê pêre pêre jinawî got xwelî sero emê çibikin ji goştê wî,bawerke ku êzingê heftiyekê em bidine ber agir goştê wî nakelê,ma tu nabînê kal bûye û nema karê rabê ser xwe,ya herî baş ewe ku ez û te em alîkariya hev bikin û em wî rakin û ji koxê derxin,paşê wî li çolê berde dibe ku gurin wî bixun û bivî rengî emê jê xelas bin.

Gotina pîrekê hinekî dilê min xweş kir,lê çavê min ma li devê mêrê wê,lê bêtir ez kêfxweşbûm dema mêrik razîbûna xwe da û got de were alîkariya min bike dibe ku em karibin wî rakin,lê ji kêfare minjî hêzaxwe da xwe û min alîkarî biwanre kir.

Werîsek di qirka minre anîn û ez kişkişandime derveyî koxê û ez ji hewşê derxistim û berê min dane çolê,paşê werîs ji qirka min vekirin û mêrik pihînek li devê qûna min xist û berê xwe da mala xwe û ez lê wê çolê hiştim ji gurare.

Lê xuyaye ku temenê min ne qediyabû ez mame sax û ez bi dinyayê ketim ta ku ez li vê mêrgê rast hatim,û mîna ku win dibînin bê çawa ez qelew bûme û min pirça xwe nûkir û ez vegerame mîna berê.

Gayê belek berê xwe da mar û got: insan şîrê xav xwariye ojdanê wan nîne,pêvede û bihêle ku pora serê wî biweşê.

Dema Mar gotina ga hiskir,yek nekire dido devê xwe kire qirika cotkar û pêveda û jehra xwe berda nav xwîna wî,cotka ji qama xwede hate xwar û li erdê dirêj bû.

Gelo çima dibêjin insan şîrê xav xwariye,ojdanê wî nîne??!!!.

2010-11-26

Dilovan Çeto