Folklor

Biraktîya Rovî û Sojî


ji foliklorê kurdî

Dibêjin : Carekê, rovîk û sojiyek, ji xwere derketibûn niçîrê, li çolê lihev rast hatin, xêrhatin di hevdan, û li halê hev di van çol û çiyande pirsîn, û kul û derdên xwe ji hevdûre gotin. Pasî destê bratîyê dane hev, û sûnd ji hevre xwarin, û soz û peyman bi hevre girêdan, soza wan jî ew bû, ku bi hevaltî û rast û ruhnî jiyana xwe bi hevre berdewam bikin, û wê ji îro pêve jî, ji hevdû ne qetin û cuda nebin, û bêyî hev dernekevin çol û niçîrê û ji xwere dizîya tirihê van rez û werzên li ser pesar û çiyayên li nêzî xwe bikin . Sojî, ji hevalê xwe rovî pirsî û got : Birakê rovî, ka bêje… lo! çend fenê te hene..? Gelo, raste weke ku min bihîstiye, tû di fen û fûtande mirovekî gelekî zîrek û jîr û jêhatîye ?. Rovî bi nermayî lê vegerand û got: Belê, sê fenê min hene birakê delal !. (Wiha got, û li sojî zîvirî û jê pirsî): Ka vêca tû ji minre bêje, fenê te çend hene birakê sojî ?.
Sojî lê zîvirî û got: Sih û sê fen min hene, ne kêm û ne zêde. Rovî kenî û got: E…e… ew?, tû çiqasî feneki birakê sojî ?.Pistra ji hevdûre soz dan, û gotin : yê ji me têkeve tenkasiyê, wê yê din feneke xwe lê xerc bike, û wî ji tengasîya wî derêxe . Herdiwan bi vî hawî razîbûna xwe dan nasîn . Belê! pistî sev kete (erdê)de, herdû birak rabûn derketin dizîya xwe, û li nav darên zevî, û werz û rezan pelindar bûn . tirih û mewîjên xwes û sêrîn, bê hawe dixun. Lê berya ku derkevin dizyê, rovî ji birakê xwe sojîre got: Binêre birakê sojî. Ez bi koka xwe, û ji bav û kalan de, ji Axa û mal mezina me. Ji ber wilo jî, îro ez axayê teme, û tû jî kolayê min, ezê herdem li pêsiya te bim û tê li dûv min bî . Û divê tucaran jî, tû bê emirya min nekî. Ji ber ku xwediyên rezan, dahfik û xefikan li ber çeteyên weke min û te. Dizên tirih û rezan vedidin . Wekî dinjî, ez ji te bêhtir rêçikên van çol û çiyan, û werz û rezan nasdikim .Ji ber wilo, ezê te biparêzim û tûcaran nahêlim, tû di dafik û xefikan werbi, û bera Tû xwes zanibe jî, ku gera li nav rez û werzan ji mere xeternakeke bê hawe mezine. Ji ber vî hawî dîsanê dibêjim, gereke em pir hay ji xwe hebin, ku em nekevin lîsk û vîlikên van xwediyên zevî û werz û rezande .Sojî naçar ma û got: Emrê min ji xwedêre birakê hêja û bi rûmet, ji îro pêde, ez kolê te me, û tû jî Axayê mine . Bi vî hawî, sojî xwe siparti bû bextê birakê xwenî, rovî û lê ewle bibû. Pistî sev kete erdê, herdû çeteyan dane xwe û bi lez derketin. Xwe berdane nav rezekî pir mezin, û vêketi bûn, tirih û mewîj, bê sînor û bê hawe dixwarin, xwe Ji bin mêwekê di kisandin bin mêwekê, ta zik li xwe kirin kelek…têr xwarin1!.Bi sahî û zikekî têr vegerihane lûs û warên xwe . Seva din dîsanê bi dû hevde daketin nav rezan, têr xwarin û hatin mala xwe. Karê wan jî mabû ev, û bi vî hawî, sevên xwe bi xwesî û bi sahî derbas dikirin . Sevekê, didiwan, sisiyan, çaran, xwedîyê rez bi wan hay bû, û li ber guhê wî ket, ku ji sojî û rovî- herdû bê bextan pêve- tirihê wî na xwin, û mêrik, ew ji xwere weke dû dijminên bê ewle û dijwar dîtin . Rabû, Bi xeber û siqêf û lanetan bi wan ket û soz li ber xwedayê jorî da û got: Bi wî xwedayê ku ez afirandime û anîme ser rûwê dunyê, ez bi xêr û xwesî dev ji van çetan naberdim . Wilo got û berê xwe da malê û çû xefikên mezin û bi hêz li ber wan vedan û gef li wan xwarin û zirt û fort li wan kirin û got: de… lolo… xwedêyo, ku ez rojekê we bigirim û hûn di nav lepên min kevin, bê ezê çi toreyên nemayî bênim serê we. ji ber ku xwedîyê rez dizanî bû ku dizên wî, ji bilî sojî û rovî kesin din nîne . Xwedê wilo kir, di sevekê ji wan sevên resî tarîde, herdû dest birak, weke hemû caran, derketibûn dizîya rezan . Bi dûv hevde bi lezin û di sûrikin, rovî li pês axayi û sojî jî bi dûvde kolayi . Weke her caran, ji darekê dikevin bin darekê û ji mêwekê di pengizin bin yadin . Xwedê Wilo kir ji niskave lingê rovî kete xefka bê îzbat de. Waqînî ji rovî hat,û di xefikêde veigizgizî, û li vîyalî û wiyalî xwe dikisand û dev li xwe dikir, lê vegizandina wî bê encambû xefika malik wêran xwe li ligê wî dabû hev, ta ji dest hilanîn xistibû . Nema karîbû tev bilebiti , bê qdûm û qiram mabû . Li vira, rovî li birakê xwenî sojî zîvirî û got : Birakê sojî, îro feneke xwe li min xerc bike, bê tû min ji vî halî na derîne, bi xwedayê min û te, ku xwedîyê rez bê, wê serê min jêke, û gustê min ji xwe û zarokên xwere bike sîv û firavîn . Sojî lê zîvirî û gotê : Xema nexwe birako ev pir hesani .Lê binêre guhê xwe bide min . Çaxê xwediyê rez bê, tê xwe di cihde bimirîne û dinanê xwe qîc bike, ezê jî hineke axa hûr bi ser wan dakim . Çaxê xwedîyê rez bê, Wê bibîne ku tû mirîye wê bêje : way…lê…mîratî…ha…ha! mirîye…law !. Wê demê wê te ji xefikê derêxe û te bavêje dera ha, dûvra tê rabe bêje çerp û bazd, wisa jî tê bi hesanî ji nav lepên wî derkeve . Rovî sîreta birakê xwe xiste serê xwede, xwe mirand û dinanê xwe jî qîc kirin, sojî jî hineke ax bi ser dinanên wî dakir û xwe di bin darekê de vesart, û dibêje : Gelo ka bê, wê çi bi birakê minre çêbibe . Sibehê zû xwedîyê rez hate nêv rezê xwe, dît ku vaye ew rovîyê ku li ezmana lê digeriha, li erda bi dest ketîye . Xefikê dest û ling lê kirinê teht. Mêrik ber bi rovî ve çû û qîrek lê da û got : Ey…roviyê çepel û bê bext…ez li ezmana li te di geriham, tû li erda bi dest min ketiye, mane îro berdana te ji destê min nîne. Min îro tû di cihekî teng de zemt kirîye, ma tê bi kûde (xilasbe) !. Lê çaxa rahist rovî û bilind kir, lê nêrî dît ku vaye mirîye, destê xwe li hev xistin û got: Way…lê…mîratî…ha..ha!. Çi fêdeyi tû miriye…law!. xwezka min tû bi saxî kirtiba, minê kela dilê xwe qenc li te hênik kiriba, lê ax ez çi bikim – tû mirîyi – tû îro hovekî bextewar derketi bû, ji destê min tû (filitî) !. wilo got û rahist cendekê rovî û got vir û avête dera han . Pistî ew avêt, rovî nemerdî nekir, ku çerp û bazda û li pis xwe, ne zîvirî. Wiha jî vê carê filltî fiiltî xwe ji nav destê xwedîyê rez (xilaskir) .
Çaxê rovî bazda, mêrik wiha lênêrî û got: Ey…roviyê fenek, te vê carê jî xwe ji destê min berda, lê ta careke din xwedê ji min û tere kirîmi . Û mêrik polî posman vegeriha malê, lê demke dirêj di wê navêre neçû . Rovî û sojî dîsanê li çolê kihane hev. Rovrî spasiya birakê xwe kir, Lê, sojî vê carê li birakê xwe yê xapanok zîvirî û got: Vêca rola(dora) mine birakê delal!. Ezê ji îro pêde axa bim û tê jî li dûv min kolabî. Rovî got: nexeme birakê hêja, min axatî da te, û tû çawa here ezê li pey te bim, û bi sozê mêrên berê, ta ez sax bim, min axatî ma ji tere, û min nema da pêsiya te. Rovî bi vî hawî dev ji axetiyê berda, pistî bi çavê serê xwe dîtî ku barê berpirsiyaryê û axatîyê barekî çiras girane, ne herkes kare rahêje vî barî, û li xwe wergire . Hah…roj çûn, sev hatin . Sojî û rovî, herdû dest birak, dîsanê derketin dizîya xwe. Sojî jî li pêse û rovî li dawîye, weke dû çetên bê ewle xwe berdane nêv werz û rezên çiyê . Vêketine tirih dixwin, û ji bin darekê di pengizin bin ya din. Rezê mêrik li telafê xistin, û torên nemayî anîne serê wî. Xwedê wilokir ne bi tûwî, lingê sojî got: Terp û kete xefkê de û bûye care cara wî, û qîr û hewara xwe bire rovî û jêre got : birakê rovî ez di bextê mêrê çê de, vêcarê tê feneke xwe li min xerc bike, bê tû min ji vê tengasiyê ne êne der…gidî. Ez di virade mirim !. Bi wî xwedayê jorîkim ewê ku em afirandine, ku xwediyê rez were, wê serê min jêke, û bavêje dera ha, wê mla min û zarokê min li mîratê bigerîne . Lê roviyê xapanok, ji pêsîde ya xirab xistibû dilê xwede, li sojî zîvirî û got: Sojî, min ji tere neguti bû, axatî bi kêrî te nayê ? lê te digotî na, bi ya min nedikir û sîretên min ne di ketin serê te de !. De lixwe binêre vêca bibîne bê çi felaketên nemayî bi serê tede hatine !. De hema di wirdebe, incex wira ji tere basbe . Ez tu fenê xwe li te xerc nakim, tû birakitî di nav min û tede çênebûne, ne min tû dîtîyi û ne bînayi. Wilo got û pista xwe daye birakê xwe, Sojî û bi rêket û çû . Lê Sojî lê zîvirî û got: birakê rovî, min ev hêvî rojekê ji te nedikir, vegere hisê xwe bîne serê xwe, min di vî halîde mehêle, zarokê min hûrin wê gûnehê min û wan, di hustûyê te keve, ku tû feneke xwe li min xerc neke, û tû min ji vira ne derêxe, wê çêlîkê min ji birçîna bi mirin, û tû jî dizanî ku pistî min kes nîne wan xwedî bike û li wan bi xwedî derkeve ?.
(Çaxê qala zarokan bû, gurmînî ji nav dilê rovî hat)!.Û ji xwere got: A…hah…!. ka gelo bê zarokên vî hovî di kûdene ? niçîreke bi dohn îro xwedê bê hesab ji minre sandîye. De ka vêga ezê çilo bi ser çêlîkan vebim, ku ez karibim wan buxum ?. û hema rovî ji xwere di bêje : Çi sîveke xwes di van çêlîka de heye law ! Hema di cihde li sojî di zîvirî û di got : birakê sojî, ji vî alîde pist rasbe û xeman mexwe, zarokan bispêre apê wan . Birakê xwe rovî : Ka bêje ew sêwîyên te di kûdene, ku ez karibim bi ser wan kevim, li wan bi xwedî derkevim, Ji birakê xwere cihê wan bêje û bi dilekî bêxem, here ser dilovanya xwe, îsê te ji çêlîka nema heye, xwedê wekîlê tebî, ewna wê di çavê minde bêne xwedî kirin, û wê cihê wan di ser yê zarokê minre bî, û bila tû xwes zanibe jî, ku destê biratîyê pir sêrîne . Zarok zarokê minin ew gihane xwedê û gihane min . Sojî lê zîvirî û supasiya wî kir û got: tû saxbî birakê rovî, û malate jî hezar carî ava, û (sa’eta) te xwesbi . Lê ez nikarim ji wê dûrê ve ji tere bêjim, çimkî dîwar bi guhin, di tirsim ku deng here hinan ji van lawirên çolê, wê herin çêlîkê min buxun . De ka guhê xwe bîne ber devê min, ezê cihê wan di guhê te de êjim . Çaxê rovî guhê xwe anî ber devê wî, sojî -yek nekire dido- devli guhê wî kir, qenc bada û dinanê xwe lê dane û kirin teht, û xwe kire qêlik de. Rovî bûye waqe waqa wî, ji sojîre di bêje : Birako te guhê min birrî, çi bela teye îro ?. Guhê min berde herya, xwedyê rez bê, bi xwedê ku bê wê serê min û te herdûwan jêke ! qey tû dîn bûye vê sevê ? çi bi te hatîye bavo ?. Guhê min berde bes heneka bi min bike, çiqasî henekê te nexwesin…. lo…o…o…h !. Lê sojî jêre got: Ey…hevalê xapanok û tep res !.Ma hevaltî xwedê wilo gotîye law ?.Tewra tû dibêje min berde ? jibo tû here min di virde bi hêle, û di serde jî çêlîkên min buxwe newlo ?. Mane berdana te îro ji destê min nîne, ez û te emê wilo bin, ta xwediyê rez were, me ji hev (safî) bike, bila serête jî bi yê minre jêbibe, û xwediyê bêbextîyê herdem di bêbextîya xweve derdikeve . Bi vî hawî, herdû çetan hevdû kirtibûn, û wiha ta (sibehê) mabûn . Sibehê çaxê xwediyê rez hatîye, matmayî maye dema dîtîye, ku vaye sojî bi guhê rovî kirtiye, û devê xwe li guhê wî jidandîye kiriye teht, û care wara rovî di ezmanê xwedê ve derdikeve . Dike nake sojî wî naberde !. Xwedîyê rez jî yek nekire dido.Di cihde xencera xwe kisand û got: Ey…rovîyê…çepel û fenk! îro xwedê tû bi hesanî gihandîye ber destê min . Ezê vê rojê, tola rez û tirihên bav û kalan ji te hilînim . Û xncer da ser hustê rovî û serjêkir . Pistra li sojî zîvirî ew ji xefikê derêxist. lê dît ku vaye xefkê lingê wî sikandîye, lingê wî (cebirand) derman kir û paç lê gerandin û ew bi xêr û xwesî berda . Sojî çû malê, nav mirov û zarok û çêlîkên xwe .


ji malpera Qami$lo.com