Folklor

BEHLÛLÊ DÎN

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran…
Hebû tunebû, dibêjin li gundekî, koşkeke kevn hebû, û di wê koşkê de jî efendiyek tevî du kurên xwe dijiya. Îca herdu kurik wisa biaqil bûn ku nîvê aqilê wan jî wê têrî wan bikira. Wan herduyan jî dixwest bi keça qral re bizewicin lê belê ji bo tiştekî wisa cesareta wan tunebû. Rojekê, prensesê bi riya zilamên ji qesrê, bi herkesî da zanîn ku kî bikaribe di pêşbaziyê de, xwe herî baş biparêze, ew ê bi wî re bizewice… Îca ji ber ku pêşbazî piştî heşt rojan bû, herdu kurik heşt rojan xwe amade kirin. Ev wext besî wan bû jixwe, çimkî ew ji berê ve xwedî zanîneke pir xurt bûn. Yekî ji wan, hem hemû peyvên latînî, hem jî hemû nivîsên sê salan ên rojnameya welêt ji ber kiribûn. Û wî
ew nivîsên sê salan ên rojnameyê hem ji serî ber bi dawî, hem jî ji dawî ber bi serî ji ber dizanibûn.
Kurikê din jî hemû nîzamnameyên esnafan û hemû tiştên ku parêzerekî sondxwarî mecbûr bû bizanîna, ji ber kiribûn. Hetta ne tenê ev, di ser de jî ew difikirî dikare li ser dewletê guftugoyên dûrûdirêj jî bike, û hefsarên hespan jî çêke. Wan herduyan jî digot: “Keça qral wê bibe ya min!”
Bavê wan hespekî delal î reş mîna komirê da kurê xwe yê ku xwedî bîreke muhteşem bû, hespekî spî mîna berfê jî da kurê xwe yê ku hosteyê nîzamnameyên esnafan û hosteyê hefsarên hespan bû. Herdu kurik li hespê xwe siwar bûn, piştre jî rûnê kezeba masiyê morînayê bi serê lêvên xwe dan ji bo ku gotinên wan hê zêdetir herikbar bin.
Efendî û hemû qerwaş li hewşê, li bendê bûn ku herdu kurik li hespê xwe siwar bibin, lê bi carekê birayê sêyemîn derket holê. Erê, ew sê bira bûn, lê belê ji ber ku yê sêyemîn wekî birayên xwe zêde exwendibû, ew ji birayan nedihat hesibandin û ew wek Behlûlê dîn hatibû binavkirin. Behlûlê dîn hat û ji birayên xwe pirsî got:
–Hûn bi cilên xwe yên merasîmî diçin ku wisa?
–Em diçin serayê, da ku em bi axaftina xwe dilê keça qral fetih bikin û pê re bizewicin. Ma ev çend roj in, te qet dengê daholê nebihîst.
Û du bira Behlûlê dîn ji meseleyê haydar kir.
–Lê divê ez bibim mêrê prensesê! got Behlûlê dîn.
Li ser van gotinan , birayên wî henekê xwe pê kir û çûn.
–Bavo, hespekî bide min jî, got bi qîrîn Behlûlê dîn, ez ecêb dixwazim bizewicim. Ku prenses min bigire, wê baş be, na ku ew min negire, ez ê wê bigirim.
–Ehmeqo, got bavê wî, ez hesp nadim te, tu nizanî tu tişt bibêjî. Lê birayên te, ew, mirovên pir girîng in.
–Ku tu nexwazî hespekî bidî min, ez ê li nêriyê xwe siwar bibim herim. Ew ê min e, ew dikare min bibe tabî, got Behlûlê dîn li hemberî bavê xwe. Û wî wekî ku li hespekî siwar bibe, li nêriyê xwe siwar bû, ew da ber pihînan û bilezûbez bi riya qesra qral girt. Waaw! Behlûlê dîn, bi nêriyê xwe wekî ku difiriya! Wî di rê de bi dengekî bilind stran digotin û her carê jî qîr dikir digot:
–Ez têm! Ez têm !
Birayên wî jî qet nedipeyivîn, li ser hespê xwe hêdî hêdî diçûn û bersivên herî baş ên ku wan ê li hemberî pirsan bidana difikirîn, diviyabû bersivên wan mirovan demeke dirêj bifikirandana.
Dema ku Behlûlê dîn gihîşt cem birayên xwe, qîr kir got:
–Ho ! ho! Ez hatim! Binêrin min di rê de çi dît.
Û wî qijikekî mirî ku wî ew li ser rê peyde kiribû, nîşanî wan da.
–Ehmeqo! Ma tu ê bi vê çi bikî ? got birayên wî.
–Ez ê wî bidim keça qral.
–Yaa, gelek baş e! got herduyan, piştre pê keniyan û di riya xwe de çûn.
Piştî demekê, dîsa dengê Behlûlê dîn hat bihîstin.
–Ho ! ho ! Binêrin min vê carê çi dît ! Mirov tiştekî wisa her roj nabîne di rê de! Birayên wî careke din berê xwe dan û gotin:
–Ehmeqo! Ev qabqabk e. Ma ev jî ji bo keça qral e ? Behlûlê dîn got:
–Helbet ji bo wê ye!
Û herdu bira dîsa keniyan, bi riya xwe de çûn.
–Ho ! ho ! Min îcar tiştekî hê delaltir dît ! Ho ! Ev tiştekî muhteşem e!
–Te vê carê çi dît îca ?
–Oo ! Kêfa keça qral wê gelek ji vê re were!
–Ev herî ye, ehmeqo !
–Erê, erê, eynî wisa ye, lê ev wisa delal e ku mirov nikare zêde di destê xwe de jî bigire.
Wî wisa got û bêrîka xwe bi herî tijî kir.
Herdu birayan dîsa henekê xwe pê kir û keniyan. Wan bi hespê xwe riya qesrê girt û saetek zûtir gihîştin ber deriyên bajêr. Li wê derê, xwezgîniyan numereyek digirt û ew diketin rêzê. Lê xwezgînî hingî zêde bûn ku kesî nikaribû êdî xwe bilebitanda. Ji xeynî xwezgîniyan, hemû mirovên wî welatî jî hatibûn xwe li dora qesrê girtibûn û li ber paceyan disekinîn, ji bo ku li keça qral binêrin ka ew xwezgîniyan çawa pêşwazî dike. Îca li wir heyecaneke wisa mezin hebû ku dema
xwezgîniyek diket salonê, feqîro êdî nizanibû çawa biaxive.
Keça qral jî her carê digot:
–Bêkêro, derkeve derve !
Li hundir, biniyê salonê dikir qirçînî û baniyê wê jî hemû ji camê bû, dema mirov lê dinihêrt, xwe bi serserkî didît. Di her paceyê de, sê rojnamevanên nivîsevan û parêzerekî sondxwarî wek çavdêr amade bûn ji bo ku tiştên li wir dihatin gotin qeyd bikirana û di rojnameya welêt de biweşandana. Û ew rojname bi du wereqeyan li her derê dihat firotin. Helbet ev ne tiştekî xweş bû ji bo xwezgîniyan. Di ser de jî, li salonê sobeyek hatibû dadan û ji ber germahiyê hundir dikeliya.
Îca dora birayekî Behlûlê dîn hat; birayê wî yê ku hemû peyvên latînî ji ber kiribûn, lê belê, wî di dorê de hemû peyv ji bîr kiribûn. Ew ket hundir û got:
–Offf ! Çiqas germ e!
Keça qral jî got:
–Rast e, ji ber ku bavê min îro mirîşk qelandine.
Li ser van gotinan, feqîro nizanibû çi bigota. Ew qet ne li benda tiştekî wisa bû. Wî dixwest li hemberî van gotinan tiştekî pêkenokî bibêje lê tu tişt nedihat bîra wî. Îca wî got:
–Hiiiimmm!
–Bêkêro, derkeve derve ! got keça qral ji wî re.
Îca birayê din ket hundir û got:
–Ev der gelek germ e!
–Erê, em îro mirîşkan diqelînin.
–Çawa ? Çi ? Çi ? got birayê duyemîn.
Û rojnamevanên nivîsevan gotinên wî qeyd kirin: “Çawa ? Çi ? Çi ?”
–Bêkêro, derkeve derve ! got keça qral ji wî re jî.
Piştî wî, vê carê dora Behlûlê dîn hat. Ew tevî nêriyê xwe ket hundir, çû heta orteya salonê û got.
–Çiqas germ e, ev der! 4
–Erê, em îro mirîşkan diqelînin.
–Waa, ev çi şens e bi min re ha ! got Behlûlê dîn, wê çaxê ez ê bikaribim qijikekî jî biqelînim.
–Helbet tu dikarî, got prenses, lê belê bi te re tiştek heye ji bo tu bikaribî wî di ser de biqelînî, çimkî ne beroş ne jî taweya min heye.
–Xem nake, bi min re taweyek heye.
Û Behlûlê dîn ew qabqabk derxist û qijik danî ser wê.
–Xwarina me temam e, got keça qral, lê belê em ê sosê ji ku derê bînin?
–Di bêrîka min de heye, got Behlûlê dîn. Heta tu bixwazî bi min re sos heye !
Û wî hinek herî ji bêrîka xwe derxist û rijand ser qijik.
–Te pir kêfa min anî, got keça qral. Ji bo her tiştî bersiva te heye û tu dizanî biaxivî. Madem wisa, ez jî dixwazim bi te re bizewicim. Lê tu dizanî ku hemû peyvên me yên vir sibe wê di rojnameyê de derkevin? Di her paceyê de parêzerekî pîr ê sondxwarî û sê rojnamevanên nivîsevan hene, û ew parêzerê pîr, ji nav wan yê herî nalet e, ji ber ku ew ne tu tişt fam dike, ne jî tiştek bi serê wî de diçe.
Keçikê wisa got ji bo ku çavê Behlûlê dîn bitirsîne. Îca her sê rojnamevanên nivîsevan, ji bo ku nerazîbûna xwe nîşan bidin, rabûn hinek hibirê nivîsê rijandin erdê.
–Ev çi dinyayeke delal e ! got Behlûlê dîn. Ez fam dikim ku divê ez bi vê meseleyê re eleqedar bibim û hemû tiştên bi min re bidim patronê wan.
Wî wisa got û heriyê mayî ji bêrîka xwe derxist û avêt ser çavê parêzerê pîr ê sondxwarî.
–Ha ev pir baş çêbû ! got keça qral, tiştekî wisa qet wê nehata bîra min… Lê belê ez ê xwe
fêr bikim ku ew çi heq bikin ez ê li hemberî wan wisa tevbigerim.
Û ha bi vî rengî Behlûlê dîn bû qral, jinek û taceke wî çêbû, û li ser textê xwe rûnişt. Ûrojname ev tişt hemû ji me re ragihandin… lê gelo bi rastî jî mirov dikare bawerî bi rojnameyan bîne?
Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran bariya…
21/07/2007

Têbînî: min çîrokên folklorî yên di malpera min de belav bûne, bi riya Internet kom kirine, û nizanim kê nivîsandine û dane serhev û berhev. Mebesta min jî ew e ku zindî bimînin, û bên xwendin…Lêborîn.