Folklor

Keçika kibrîtfirosh



Çi qas sar bû… Þevine hiþkesahiyê… Berf dadiket, pê re jî tariya þevê. Þeva salê ya pêþîn bû. Sibetirê sersal…
Di vê þeva sar de, keçikeke piçûk di nava kuçe û kolanan de digeriya… Pêxwas û serqot. Gava terka mala xwe da, þekalin bi pê bûn; lê bi kêrî wê nedihatin. Ew pêlavine diya wê bûn. Pêlavine kevin lê fireh. Gava keçikê, bi lez, ji ber erebeyekê xwe dida alî ew winda kiribûn. Keçik li wan geriya, lê ew peyda nekirin. Sêwlekekî fereka wan payda kir û ew ji erdê hilanî. Lê temaþa kir, kenîya û got:
-Gava ji min re zaro çêbûn ez ê ji wan re bi vê þekalê landikekê çêkim.
Keçika kibrîtfiroþ bi piyên xwe yên werimî û morbûyî, di nava berfê de diçû li rizqê xwe digeriya. Di berwanga wê de pakêtine kibrîtan hebûn û elbikek bi desta ve bû. Lê bûbû þev û hêj tiþtek nefirotibû. Birçî bû, diranên wê dirikrikîn, ji xurtiya sermayê ruyê wê diqermiçî.
Kuliyên berfê diketin ser keziyên wê yên þeh û di pora wê ya gungilî û hûrgurpik re diçûn. Lê tê de nediheliyan; li serê diqerisîn. Heçko xwîna keçikê jî cemidî bû.
Ji pencereyên xaniyan ronîke þîn a li kuçan diherikî û bîhna qazên biraþtî, þîva þeva sersalê li hewayê belav dibû. Belê þeva sersalê bû.
Keçikê dida aqilê xwe, nizanibû çi bikira. Vegere malê. Newêribû. Hêj tiþtek nefirotibû. Çawa destvala wê vegeriya malê? Wê ji bavê xwe re çi bigota? Dizanîbû ku bavê wê wê jê bibpirsiya, „te çiqas firotin¾. Gava jê re bigota „min tiþtek nefirot¾, kalo dê li wê bidaya.
Bi van raman û texmînan keçik ket navbera du xaniyan û xwe bi taldeya xaniyekî bilind ve girt. Heçko ew der talde bû û xurtiya sermayê lê diþikiya. Ma xaniyê wan ji derve, ji taldeya vî xaniyê mezin û depdepe germtir bû?
Ma xaniyê wan çi bû? Koxikek, ji her derê qulêr… Qulên koxikê bi ka û kincikan girtibûn. Lê bayê kanûnan tê re dihat û carina ew ji qula derdixistin, tavêtin erdê û baranê jî bi xwe re dixiste hundurê koxikê.
Keçikê li destên xwe yên bêgoþt û terikî dinihêrî. Hestiyokên destên wê di çermê wê re xwiya dikirin.Qey çerm ji ser de ketibû.
Tiþtek hate bîra keçikê. Kibrîtek vêxista û di rivîniya wê de xwe germ bikira çi dibû? Newêribû… Lê piþtî mideyekî bêyî ku bide aqilê xwe kibrîtek ji qutîyê kiþand û ew li teniþta elbikê þidand… xirç.. Çi ronahîke geþ!.. Çi germiyeke þêrîn.. Destên xwe yên qerisî li pêta kibrîtê gerand. Di germayiya wê kibrîtê de, te digot qey canê wê yê mirî vejiya.
Sehwîrin didîtin. Digot qey li ber sobeyeke çînî û li ser doþekan rûniþtiye. Çi qas lê germ bûbû. Kir ku lingên xwe ji biêxe ber wê sobê wan jî germ bike. Lê sobe ji niþkekê ve winda bû. Kibrît vemiribû. Li destên xwe nihêrt. Tiþtekî di nava tiliyên wê de reþ dikir…Rijika kibrîtê.
Keçikê kibrîteke din vêxist. Dîwarê xaniyê mezin di ber ronahiya wê de qey bûbû pîpoqek. Bînahiya mirov tê re diçû digihîþte heta saloneke biheþmet. Di orta salonê de maseyeke xwarinê xwiya dikir. Li ser maseyê, di nava lengeriyeke isfehanî de qazekî biraþtî hebû kêr li piþta wê daçikandibûn. Niho wê bihatana bi kêrê ew perçe bikirana û li mêvanan lêkvekirana. Lê welê nebû. Qazê xwe ji masê zer kir, daket erdê û berê xwe da keçikê…
Kibrît vemirî. Di pêþiya keçikê de ji dîwarekî stûr pê ve tu tiþt ne mabû.
Keçikê kibrîteke din vêxist. Nihêrtinên keçikê dîsan di dîwêr re çûn. Ma ne þeva sersalê bû. Qirdikek çêkiribûn û li dorê diyariyin danîbûn. Bi sedan find vêketî bûn. Çi temaþeyeke cazîbedar! Keçikê kir ku destê xwe dirêjî wan bike…. Kibrît vemirî, dîwarên stûr ketin ber çavên keçikê. Bi tenê find bi hewa diketin û qesta ezmên dikirin. Gava digihaþtin¼ê dibûn sitêrk.
Yek ji wan stêrkan ket û weka stêrkeke peqok li sînga ezmên xeteke sor kiþand û winda bû. Keçikê got: „Yek dimire.¾
Belê, dapîra wê jê re digot, „gava stêrkek dikeve, canek ber bi Xwedê dibe¾. Ax ew dapîra delal, mirova tekane ya ku jê re qenc bû. Heyhat stêrka wê jî ketibû.
Keçikê kibrîteke din vêxist û ew da ber dîwêr. Vê carê çi bibîne?.. Dapîra xwe. Keçikê xwe avête hembêza wê, da ber qîran û got: „ Dapîra min! Dadika min, min zûka bi xwe re bibe. Ez dizanim heke kibrît vemirî, ez te jî, wek soba çînî, qazê biraþtî û qirdikê sersalê, te dapîra xwe jî dê winda bikim¾.
Keçikê li pey hev kibrîtên di elbikê de hemî vêxistin; ku dapîra xwe wenda neke. Dapîra xwe tu carê ev çend spehî û dilovan nedîtibû.
Di ronahiya pêtên kibrîtê de dapîrê neviya xwe kir hembêza xwe; her du bi perwaza milyaketan ber bi ezmanê jorîn firiyan. Ew çend bi hewa ketin ku nema bi serma û birçîtiyê dihesiyan. Gihaþtibûn nik Xwedê.
Sibetirê emeleyên belediyê gava kuçe û kolan reþ dikirin, di navbera du xaniyan de keçikek dîtin. Keçik li erdê rûniþtibû hinarîkên wê sor dikirin, kenekî zîvariyê di ser lêvên wê re diqeliqî. Keçik mirî bû ji sermayê qufilî… Di þeva sersalê de emirê Xwedê kiribû.
Dema ku tavika roja sersalê dida cendekê wê yê hûr xelk lê diciviyan û ew seh dikirin.
Di nava tiliyên wê de darikeke kibrîtê ya vemirî reþ dikir. Elbikeke vala li rex cendekê keçikê bû. Xelkê digot:
-Dixwest xwe bi kibrîtê germ bike, lê…
Lê ew tiþtên sipehî, yên ku keçikê þevêdî dîtibûn, nedihate bîra tu kesî. Dîsan kesî nedizanî, çawan û bi çi awayî, di himbêza dapîra xwe de pê li roja salê ya pêþîn kiribû.