Gotar

Me got, ENKS xwe ker kir!

Êdî medya ne bi tenê deshilata çaremîn e, balkû hemû cureyên deshilatê rizaya wê dixwazin û sed hesaban jê dikin. Ji ber wê hinan gotin *Rojnameyekê bide min, ezê şoreşekê bidim te*, rojnameyekê bidin min, ezê welatekî bidim we.

Bi texmîna me, medya erebî bi taybetî û ya cîhanî bi giştî şaşiyek mezin di derheqa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê(R.K) dike, wexta Pyd, Ypg, Ypj li ser kurdan dijmêrin. Wate; di navê Partiya yekîtiya Demuqrat(Pyd) de gotina kurdî tune, û Pyd xwe partiyek bi tenê ji bo kurdan nabîne, ango ji hemû partiyan bêtir dişibe partiyên qomonist, ango kurd jî dikarin endamê wê bin. Her wiha di Yekîneyên Parastina Gel(Ypg) û di Yekîneyên Parastina jinê(Ypj) de gotina kurdî tune û şervanên wan ne hemû kurd in. Di destûra kantonan de jî taybetmendiya kurdan diyar nabe, û herêm ji aliyê hemû pêkhatiyan wek ereb, file, turkumen û aşûriyan ve tê birêvebirin, tiştekî xurû bi kurdî tune. Bi giştî em dixwazin bêjin ku Pyd ne pirojeya gelê kurd e, belkû doza gelê kurd wek silogan an jî gelê kurd û pirsa wî ya neteweyî ji bo pilan û berjewendiyên xwe yên taybet bi kar tîne, û ne ji bo pirsa neteweya gelê kurd dike, bêtir ji bo pirojeya biratiya hemû gelan(wek partiyên qomonist) xebatê dike, êdî bila medya wê li ser kurdan nejimêre û nebêje Partiya Yekîtiya Demuqrat a kurd, û Yekîneyên Parastina Gel a kurdî, ji ber di rastiyê de û li ser xakê tiştek bi navê kurdî tune, jixwe di nav hêzên wan de pêkhatiyên din wek ereb, siryan, turkumen…htd jî hene. Ana jî di bin navê Hêzên Sûriya Demuqrat(HSD) de ku taybetmendî û simbolên kurdan qebûl nake de, tevdigerin.

Ji bo ku kurd hemû bi agirê Pyd neyên şewitandin,  me xalên li jêr boyî ENKS wek rêxistineke fermî li R.K pêşniyar kirin û jê xwest xwedî li van xalan derkeve û bi daxwiyaniyeke fermî ji medyayê bixwaze ku êdî Pyd û hêzên bi ser ve li ser kurdan nejimêrin, lê ENKS xwe ker kir û piştguh kir.

Ji bo em ENKS agahdar bikin û evan xaleyan li ber destê wan deynin, me telefona (S.H) endamê komîteya têkiliyên derve di Enks de kir, wexta li gel serokê Enks û (K.H.E) ku ew jî endamê komîteya têkiliyên derve ye di ENKS de li Parîsê bûn. Wî got em aniha mijûl in, emê di dûv re li ser biaxivin, piştî pêla duyemîn ji axaftinên Cenêvê bi dawî hatin û her kes çû mala xwe, me dîsa têkiliya nivîskî bi wî re danî, lê evê carê reda me jî nekir û bersiva me neda. Êdî em evan xaleyan li berdestê xwendevan, aqilmend, zikêş û siyasetvanên serbixwe datînin. Hûn dikarin xwedî li evan xalan derkevin:

01-Pyd ne li ser kaxezan û ne jî li ser xakê wek partiyek kurdî diyar nabe, êdî wê li ser kurdan nejimêrin.

02-Hêzên Sûriya Demuqrat dezgehek xurû kurdî nîne, wek nimûne, berdevkê wê Silo Turkumen e. êdî wê li ser kurdan nejimêrin.

03-Pyd nûnertiya gelê kurd nake, êdî gelê kurd bi agirê Pyd neşewitînin.

04-gelê kurd bi şoreşa gelê Sûriyeyê re ye, û rûxandina rêjîma Esed dixwaze.

05-Pyd pilan û pirojeyên ne di berjewendiya gelê kurd û her wiha ne di berjewendiya gelê ereb de li Sûriyê pêk tîne.

06-kanton û ne jî federaliya(qaşo) ragihandine, ne kurdî ne û tiştekî ji bo netew û gelê kurd nayne cî, û mafên kurdan ên rewa bidest naxîne.

07-ji rojên pêşîn ên şoreşa gelêrî ya gelê Sûriyeyê, Pyd li dijî şoreşê bû, ala şoreşê bilnd nekir, pêl li yekrêziya kurdan kir, şerê dijberê kir, di wexta ku ciwan, partiyên din û gelê kurd bi giştî bi şoreşê re bûn.

08-şermezarkirina kiryar û binpêkirinên  Pyd ên di dermafê mirovan de.

Li dawî, nayê bîra me ENKS, belkû hemû partiyên R.K bang li rewşenbîran kiribe û pirsîbe; ka em çi bikin baş e..? bi texmîna me ji ber wê Enks bi taybetî û partiyên R.K bi giştî rastî ewqase perçebûn, şaşî, şikestin û tiştin din tên. Siyaseta bê şêwra rewşenbîran, wek guft û goya ker û lalan e.

Holenda, 15/04/2016