Qilçix

Ehmed Huseynî şaîrtiya xwe bi Pêlavekê kuşt

(Bersiv û xirecira li dûv gotara min; Ehmed Huseynî Kurdistanê dike bi qurbana pêlava Ocalan)

http://www.welat.org/imaj/erojname/rojev18/album/index.html

……………..

Ehmed Hisênî şaîrtiya xwe bi Pêlavekê kuşt

01 Kanûn 2009 Sêşem Saat 14:38

AVESTA – Şaîrê Kurd Ehmed Hisênî, di salvegera 31.’mîn ya damezirandina PKK de, helbestên xwe bi dirêjî xwendin.

Piştî ku ew germ bû, helbestên xwe avêtin û got:  ”Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos” Gotin û helbestên xwe kir qurbana pêlava serokê PKK Abdullah Ocalan.

Li ser vê helwesta wî nerazîbûn zêde dibin. Yek ji wan kesên ku ew helwest weke xwekuştinekê dît, nivîskar û şaîr Hesen Kaya ye.

Hesen Kaya di bin şîroveya nûçeya Hisênî de nivîsand: “Gotinekê Şaîrek kuşt”

Gelek kes difikirin ku Ehmed Hisênî bi wê helwesta xwe ku ne layîqî şaîrekî ye, dawî li helbestvaniya xwe anî.

AVESTA

http://www.avestakurd.org/news_detail.php?id=7434
Şîrove
bajen bager Bila kes xwe nexapîne Helbestvaniya Ehmed Huseynî nemir e. Bila kes xwe nexapîne û gotinên erzan neke. Ew tercîha Ehmed Huseynî ye. 09 Çile 2010 şemî Saat 16:02
Azad Helbestvaniya Ehmed Huseynî bi gotinekê an helwestekê nayê kuştin. Ez ne bi vê helwesta wî re me, û tiştekî nebaş kir; lê pendeke kurdî heye dibêje “ga dikeve kêr lê pir dibin” Eger ev şiroveyên H. Kaya an M. Saxlem bi rastî ji bo çareserkirinê bana, dikarîbûn emaileke taybet bişandan an gotarek binivîsandana û belav bikirana.Heçî Muzefer Saglem e, me Kurdên Rojava bi piranî dike noker û pêvgirêdayê desthilatê an jî muxaberatan. Mixabin Ehmed zimanê gelekan li ser xwe dirêj kir. 02 Kanûn 2009 Çarşem Saat 10:35
peshawa ez bi ci zimane bejim ku daxuwaziya ditna diyarbakir dikem.az kurde rojhelatim ez bi ci zimane bejim ku daxuwaziya ditna diyarbakir dikem.az kurde rojhelatim 02 Kanûn 2009 Çarşem Saat 08:38
Rastiyar Bênerxbûn û Evdalî Dema kesek nerxê xwe wek mirov wenda dike, ew dibe evdalê serokê xwe. Serokê wî di hişên wî de dibe Xudayê wî, çiqa di wî “xudayî” de hêvî û mezinî nebe jî. Dema di nav endamên gelekî de kesên weha zêde bin bo wî gelî hêvî melûltir dibe; lê trajêdiya herî mezin xwedaxistina kesekî nivîskar bo nanê zik e. 02 Kanûn 2009 Çarşem Saat 03:58
Serwext, Helbest Bijï Ehmed! Helbestvan di gotina xwe de serbest e. Evîna xwe bi her rengî, ew dikare bêje. Car heye ew hunera xwe jî bike qurbana vê evîna xwe.

Dembash! 01 Kanûn 2009 Sêşem Saat 20:57
gabar xebat ez te piroz dikim ez hunermende kurd ehmed hiseni ez piroz dikim em wek gele kurd pir keyf xwesbun dve hemu hunermende kurd weha bi rumed xebat bikin herbiji 01 Kanûn 2009 Sêşem Saat 16:56
Muzaffer Saglam Kûrdên me li rojavayê Kûrdîstane jê fedî dikine! Bi rastiyê Kûrden me rojavayê Kûrdîstane ji we însanî fedî dikine ew însan ji rojavayê Kûrdîstaneye. Gorêye nerîna min jî ew însan ji sedî sed endamê mêxebreta Sûrîye ye. Derek însan bicke fedî bike, xwe wicend rezîl û rûsha neke. 01 Kanûn 2009 Sêşem Saat 16:25
dildar ez qirbana Kurdistané û Apo bim silav hezar silav ji te ra seroké min ez zanim ev qana3ata shairé héja Ehmede û ew azade di gotinén xwe da û gerek ev gotin ne derfetek ji bo érishkirina mamosté héja yané bese ez tishtikî zanim bes mirov mezin bibe rexnegerén wî pir dibim ezé sitrana hunermendé mezin Sivan perwer Ya sitar bile û mebe bi bîra herkesikî bînim û sipas dj1983@hotmail.fr 01 Kanûn 2009 Sêşem Saat 15:46

Ehmed Huseynî helbestên xwe kirin qurbanên pêlava Ocalan

27 Mijdar 2009 În Saat 23:38

AVESTA – Roj tv bi bernameyeke zindî şeva Cejna Qurbanê germ kir û gelek stran û helbest hatin xwendin

Îşev 27.11.09an Roj tv bi bernameyeke zindî û dewlemed, bi beşdariya gelek hunermend û axaftvan şev germ kir. Germahiya şevê gihaşt hestên Ehmed Huseynî û piştî xwendina xwe li ser dika bernameyê got; ”Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos” û yekser wekî mirovekî hêrsbûyî pelikên di destê xwe de avêtin ser dikê û çû. Ka çiqas ev hêrsbûna Huseynî ji dil bû û heta çi radeyê mafê wî heye ku gotina kurdî bike qurbana pêlava serokekî, em wê ji xwendevanan re bihêlin.

Avesta/Aro

http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=7394
Şîrove
çeleng şerme fedî bikin bila helbest û gotinên Huseynî tenê bibin qurban…
ma ocalanos bixwe razî dibe … 30 Mijdar 2009 Duşem Saat 23:57
bê xwedi SPAS Jİ HEMÛ XEBATKARÊN KURDAN RE ji bo xwedê heta nuha kurdayeti li ku bû !İnsana serbest berdin û ji kedê re hurmetê nişan bidin.Ev hezar sale û hûn jî tev lê tiştekî xwedî pesin we anîye holê! 29 Mijdar 2009 Yekşem Saat 15:10
Muzaffer Saglam ji bo Kûrdîstana me rojavara xiyaneteke! Be rastiye tû însanekî bi akil û selîm ne li guhdariye wî dike û ne jî helbesten wî tînin ber caven xwe û duxwînin. Ev listîkêk ew diliza wekî mînek daxwaziyeka listîka muxebareta Sûrîyeye. Eger bi rastiye ew xwe însanekî welatparez û rewsenbîr û helbestvan tihesîpîne, berî her tistekî derek ji bo azadbûyûna rojavaye Kûrdîstanera xebate bimesînin. Ji bo gele mera û welate me Kûrdîstanera eyîbeke gelek mezine. 29 Mijdar 2009 Yekşem Saat 13:08
Nezano Herbijî Yê ku Ehmed Husênî ji nêzîk ve nas nakin qet nizanin ka ew çi rovî ye, di gelek munasebetan de gotiye ku pkk û apo bi du qûrûşan nakire!!!
Rovî û şelaf di nav kurdan de gelekin, mixabin nayne jimartin, lê ku hun dixwazin gelekan ji wan bibînin herin di nav pkk ê de bigerin. 29 Mijdar 2009 Yekşem Saat 10:10
jindires azadi her mirovek azade di Dîtin Bî û ramanên xwede.berêz hûsênî jî dikarê ramanê xwe ni her §êwryekê diyarbikê. 29 Mijdar 2009 Yekşem Saat 01:13
Hasan Kaya Gotinekê şairek kuşt..! Gotinekê şairek kuşt..! 28 Mijdar 2009 şemî Saat 19:42
Bênav Ehmed aram aram bajo kekê Ehmed, eger helwestên Ocalan dema li Surî bû, bihatana bîra te gerek te ev peyv negotana. Keko Ocalan bû yê ku got (heta niha Kurd ji bakur dadiketin başûr, lê dema ez hatim min got bes e gerek vêca hûn ji başûr biçin bakur, ez dibêjim hikumeta Sûrî jî wilo razî ye û Kurd jî razî ne) û gava hat girtin di firokê de ji desthilanîn ket û got pîrika min Tirk e, û li dadgehê lêbûrîna xwe ji diyên kuştiyên Tirk xwest û bi sedan ji van helwestên têkçûyî. 28 Mijdar 2009 şemî Saat 17:08
KURDO Bila Oclan û Huseynî bi qurbana gelê Kurd bin Hemî helwestên Oclan cihê mixabûnêne, û her wiha yên E. Huseynî jî dema helbesê dike qurbaniya pêlavên Oclan.
Ocelan yê ku dayîka min Turke, û got Kemal Ataturk jî mirovekî bashe, û, û, û, û, û ….
egr ya Huseynî diruste bila peran ji Roj TV negre, Huseynî keysebaza û cihê xwe li ba PKK û Roj TV ser rast dike. 28 Mijdar 2009 şemî Saat 16:18
Ro$ev Sîtav Gelo pîvana Kurdewarîyê çî ye..!? Ez jî hemî karên xwe yî ba$ qurbana Zîya Gokalp dikim, bû an…? Ma naha ew nêrinê min Kurdewar e..? an jî ez dibim çi, an jî Zîya Gokalp mirovekî Kurdewar e…!?hwd. Bimînin dilge$. 28 Mijdar 2009 şemî Saat 14:46
Leyla Rûken Nebû! Nebû mamoste nebû! Ew helbest û peyva te ya ku ji te derdiket û di dilê me de olan dida û ji me dibişkivî…! Ew dilînî û hestiyariya te ya di me de dibû çem û rûbar diherikî…! We kir qûrbanê pêlavekê. Qet ew pêxember be jî gotina we ne xweş e. Heqê we heye yekî ez jê hez nakim hûn hez bikin, fam dikim. Lê bizanin hûn li ber dilê min çirûskek bûn û ew çirûsk tefiya. 28 Mijdar 2009 şemî Saat 13:53
biryar ziman milkê netewê ye mirov kare malê xwe bike bi qurbana dostên xwe, lê mafê kesî tune ku milkê miletekî bike qurbana dostekî xwe, ev xurifandin e. zimanê kurdî ne milkê bavê kesî ye ku wisa erzan bike û pê nanê xwe bixwe. 28 Mijdar 2009 şemî Saat 13:00
kerimo can û hest Ez yek ji mirovên ko bi hemû awayî,ji nivîs û şîrovê Ehmed huseynî hezdikim,Eşiq û evîn ji radeya gorî kirina hestan bihurîne ,wek ko em tev dizanin gelek mirovan jibo hestê xwe qurbaniyên mezin dane em ji şêxê senanî bigrin heya roja meyî îro nayê jimartin,ez bawerim ne tiştekî ijbîkirîye ko gelek ciwanan ê ko jibo serok apo xwe şewitandi,ez bawerim tu helbest naghêje ,mezin bûn giyanê wan ,dema ko em dibînin hin mirov bi vî awayî goriya xwe bi kartînin,wê helbestvanekî bivî awayî,”””””hwd 28 Mijdar 2009 şemî Saat 12:33
mem cizirî her bijî mamuste: sairê kurd bihestê kurdewarî dijî û xwedî durbînîyeke xurt û zanaye,rewsa gelê xwe bas dibîne û feyza xwe ji gelê xwe digre,gotinên ywe vên filozofî bas dibijere,xwedî felsefeyeke durbîne,hakimê gotinê xwe hostayê hûnandina hebesta nujen a kurdîye.lê dibe hin kes gotinên wî bas tê nagihijin,dibin tesîra zikresîya xwede dimînin û nikarin mamûsrayê mezin tê bigihijin.ew rêya azadîya gelê xwe,ciraya ronahîyê ya lîpêsîya gelê xwe bas nasdike,xwedîyê hestên felsefi, ez re mamusteyê mezin pîroz dikim. 28 Mijdar 2009 şemî Saat 11:42
Mehmet Acil Kemalist + Apoist = Nezanî = Neyarî ya Kurdistanî Mejî yê kemalizmê xwe gihandî başûrê biçûk jî… 28 Mijdar 2009 şemî Saat 11:30
Jîn Jan Mixabin! Mixabin …
Mirov pê xemgîn dibe …
Çima ew qas bê radebûyî ? 28 Mijdar 2009 şemî Saat 10:48
kurdyar dirê,î helbestvan ji şermê
pênûsa wî
xwe ji nava pêçiyan
rêzgar dikir u di reviya
liber
bê tawaniya zarokekî
bigiriyan
rûmetiya bê dengiya
dayikeke bende war
xwîn û xwêdana şervanekîde
serjêr dima
serjêr dima
serjêr dima… serok apo ciye rumetiye ye u gotin li bawi bi rumete le nizanim mamoste cima ewqa gotin bi asti pelaveke ditiye …bi ve gotine serok mezin nekiriye…bi qasi ko be wateya gotine li baxwe nishandaye .. 28 Mijdar 2009 şemî Saat 04:14
Cotyar Mîrqût Mafê wî ye Madem gotin û helbesta wî ye! Ew mafê wî ye! belkî pêlava Ocalan î li cem wî bi qîmet be.
Lê em di karin bêjin ko ev gotin dûrî rewşenbîrî û lîteratûrê ye, bi taybetî ya Kurdî.
Li vê derê Ehmed Huseynî qîmetê helbesta xwe înatê astê pêlavekê. 28 Mijdar 2009 şemî Saat 01:33
bavê Ronahî Na kekê Ahmedê Huseynî Serok dicin ü tên lê kurdistan ü helbest dimînin ü Ahmed huseynî dimîne di dilê gelê xwede jiber ez wî ji seroka mestir di bînim lê bi vî rengî hinekî wênê wî di cavê min de hejya xweska wisa ne gota wê bashtir ba lê disa ev hestê tene mere nizani di wê gavê de tu ketibo ci rewshê de ji hestanem ji te hez dikin wek shexê helbesta nüjen ü tu ji seroka mestire lê tu bi xwe nizani .li min bibure mamoste go min shashî kiri be em ji te hez dikin wek xwe bi mîne ü ne heje bimîne neheje bîmîneeeeeeee 28 Mijdar 2009 şemî Saat

………………………

‘Bila qurbana Ocalan be’
Roj tv bi bernameyeke zindî şeva Cejna Qurbanê û salvegera damezrandina 31’emîn a PKK’ê pîroz kirin û di şevê de gelek stran û helbest hatin xwendin.
30/11/2009
Roj tv bi bernameyeke zindî şeva Cejna Qurbanê û salvegera damezrandina 31’emîn a PKK’ê pîroz kirin û di şevê de gelek stran û helbest hatin xwendin. Di şevê de gelek hunermend, Koma Berxwedan û helbestvan tevlî bûn. Di şevê de helbestvanê kurd Ehmed Huseynî bi helbestên xwe deqeyên gelek hestewar jiya û li ser dikê got: ‘Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos.’
Federasyona Komelên Kurd ên Belçîkayê FEK-BEL di salvegera damezrandina 31’emîn a PKK’ê de şevek amade kir, nêzî hezar kes tevlî şevê bû û şev ji aliyê Roj tv zindî hate pêşkêşkirin.
Koma Berxwedan, Sahiya Stranan, Koma Jinan, Koma Dengbêjan û grûbên folklorê derketin ser dikê. Bi muzîk û grûbên folklorê re bi pêşandana slaytê dîroka PKK’ê hate vegotin. Ehmed Huseynî di şevê de helbesta ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibû xwend.
Di şeva 27’ê Mijdarê Roj tv bi bernameyeke zindî û dewlemend, bi beşdariya gelek hunermend û axaftvan şev germ kir. Germahiya şevê gihîşt hestên helbestvanê kurd Ehmed Huseynî û piştî xwendina xwe li ser dika bernameyê got:
“Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos” û pelikên di destê xwe de avêtin ser dikê û çû. Ji aliyê tameşevanan û mêvanên şevê pir eleqe dît. Di şevê de Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser dikê cih girtibû. Di şevê de hunermendên jin ên şehîd ketine jî nehatin jibîrkirin û hemû şehîd hatin bibîranîn. BRUKSEL http://www.welat.org/yazdir.php?haber_id=4954                             %%%%%%%%%%%%   Kay Pollack û Ehmed Hûseynî   avatar

Nivîsên berê yên
Evîn Berçem
  30 Nov 2009 Ez di her firsendê de dibêjim û heta dawiyê jî fikrên xwe diparêzim:

-Sîyaset û çand/edebiyat cûda ye”!

Berî çend salan min li filîmekî swêdî bi navê Så som i himmelen (Welê, wek li asmanan) temaşe kir.
Seneryo/mijar ya Kay Pollak e. Mijara filîm li ser îşkenceyên li ser jinan e; hem fizîkî û hem jî psîkolojîkî. Bi terapiya muzîkê kesan (jin û mêr) digihiştin xwebahweriyê. Ên ku ev filîm temaşe nekiribin, gelek tişt wenda kirine. Ez hêvî dikim û ji virde bangî cîhana vîzyon a kurdî dikim: ”Vî filîmî wergerînin kurdî”.

Filîm bi kadroya xwe ya aktrîstan, weke Mikael Nykvist û hwd, bi rejî, teknîkî bi rastî, ji baş jî baştir e.

Dema berî çend salan min ev filîm temaşe kir, min gelek eciband û di bin bandora filîm de mam. Dûv re hevalek ji min pirsî:

”Çima te ev filîm hefqas eciband”?

Min jî weha bersiv da wê:

”Ji ber ku mijar gelek baş e. Tu vî filîmî bi mijara xwe bibî kîjan welatên cîhanê, bibe, wê kesên ku temaşe bikin, xwe nas bikin; tiştekî ji jiyana xwe tê de bibînin. Mijar bi aktorên xwe ên profesyonel gerdûnî ye”.

Filîm namzetê Oskarê bû, li 40 welatan hate pêşandan. 1 470 000 kesan li swêd filîm temaşe kirin-hejmareke rekor e! Li Vîdeogalayê de (Swêd) filîma salê a herî baş hate hilbijartin.

Kay Pollak rejîsor, nivîskar û memostê swêdî ye. Her sal li deverên cûda li Swêd semînerên li ser pêşveçûna kesayetiyê/ guherandina mirovatiyê dide. Kîtêba Pollak a yekemîn bi navê Att växa som människa (Pêşveçûna mirovî) 300 000 firot. Kîtêb wergerandin gelek zimanan.

Ehmed Huseynî helbestvanê kurde. Li Amûdê hate dinyayê û di zanîngeha Şamê de beşa felsefeyê xwendiye. Ji ber sedemên sîyasî li Swêd dijî.

Di bernameyeke Roj TV de weha dibêje:

”Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalan”

Edebiyat hunerek e, ked e. Bi hest gotinên hunerî dilop dilop dikevin ser rûpelê. Nivîskar şevên xwe û rojên xwe feda dikin da ku berhemên spehî û baş biafirînin ji bo xwendevanan. Herweha, bi rastnivîsandina xwe, nivîskar xizmetek dike ji welatê xwe re.
Belê, gelê xwe. Ne ji bo kesayetiyekî, îdeolojiyekê an jî rêxistinekê.

Dema nivîskarek dikeve nav rêxistineke sîyasî hestên wî nema gerdûnî ne.
Nema gerdûnî ye û bi ser de jî nema ramanên kesayetî/şexsî dikevin ser rûpelê. Ji bo îdeolojiyekê xizmetê dike û xwendevanên wî/wê jî, ji endamên/bîr û bawermendên wê îdeolojiyê pêk tên. Temenê berhemên nivîskar jî kurt e. Nabe nivîskarekî/nivîskareke dîrokî. Piştî demekê ji bo îdeolojiya xwe jî nema bi kêr tê.

Bila Ehmed Huseynî gotin û helbestên xwe bike qurbana serokê xwe . Bila xwe jî bike qurbana serokê xwe, îşê me pê tune ye.

Lê, ger careke din sloganeke weha bavêje, bila gotinên xwe ên li ser qurbanê weha dest pê bike: “Helbestên min, gotinên min”. Bila gotinên xwe meke giştî.

Ez nivîskaran nas dikim, helbest û gotinên xwe dikin qurban ji bo gelên xwe/xwendevanên xwe. Ez nivîskaran dizanim, gotinên hosteyî dikevin ser rûpelê û digihijin xwendevanên ji her nijadî.
Ez nivîskaran dizanim, kar û xebatên xwe ên di nav edebiyatê ji bo zimanê li ser kîtêbxaneyên kurdî, ji bo xizmeta zimanê kurdî dikin.

Nivîskar divê gerdûnî bin, mîna filîmê Så som i himmelen, tu bibî kîjan welatî, wê her kes xwe tê de bibînin û xwe nas bike. Nivîsên berê yên Evîn Berçem http://www.netewe.com/img/back.pngvegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike http://www.netewe.com/img/facebook.gifFacebook| http://www.netewe.com/img/yahoo.gifMy Yahoo| http://www.netewe.com/img/twitter.gifTwitter| http://www.netewe.com/img/google.gifgoogle   ali can|3 Feb 2010 – 19:57 ere merwan kelash niza kengi te buye kurd heta le qamishlo bu te endame partiya bas bu u nuha te hesrna ser kurdistane de barine ere ere kelasho xwediye inglistane u mite qamishlosane   Mervan Kelesh|29 Jan 2010 – 02:01 silav ,

Bila Ehmed u seroke xwe ye kujer bi qurbana gotinek kurdi bin !!!
ji xwe mirov dirin u gotin narin .

Mervan Kelesh ,
Ingilistan   Kendal|6 Jan 2010 – 15:04 merhaba ez Kendalim   wijdan|4 Jan 2010 – 22:06 Kurdistani, pir bêhna xwe teng neke. xwedê zane hûn ji wêjeyê tiştekî fêm nakin. ez bawer im ne ji bo ku ehmed huseyni helbest kiriye qurbana kesekî, ji ber ku tu ji wi kesi hez nake. heke bikira qurbana yekî ku tu jê hez dike, ne bawerim te wisa bigota. heke te rûmeta wêjeyê zanibûya te jî heman şaşi nedikir û pirtûka helbestan daneditani ber derî.   Kurdistani|4 Jan 2010 – 18:33 Me helbestên E.Husyni xwendiye.
Ehmedodokê gava helbest dike gurbana bin qundireyan, ew bixwe jî qiymetê nade helbestên xwe. Ji îroj pêve ne ew û ne jî helbestên wê ne hêjayî pênc kurusan in li ba min. Ji xwe du pirtûn wî li cem min bûn, min her du pirtûk jî avêtin liber deriyê. Bila bibe qurbana bin qundireyên min jî.

Gava ku helbestvan ne xwedî sexsiyet û ne gerdûnî be li ba min qiymeta wî/wê jî namîne.   şemsettin|1 Jan 2010 – 17:37 gelo hûn ê ehmet huseyni rexne dikiin, we çiqas helbestên
Ehmed xwendine?   Kurdistanî|4 Dec 2009 – 16:58 Pêşniyara min bila nav��e xwe bike, Ehmed H.qundure.

Ma şerm û fedî nîne ku wêje û helbest bikin qurbana pêlava yekî ku lêborîna xwe ji dayîkên şehîdê tirkan xwestiye. Ma ne Ocalan got ku ez jibo xizmetê amade me. Gelî kurdên hêja ger sibê Ehmed huseynî xwe bike qurbana pêlava dijminan jî ez mat nabim.

Çav li dere xwelî li ser e.

Bîjî Evîn Berçem û bîjî Malpera netewe ku hun hene, Û rastiyan tînin ziman   zana|4 Dec 2009 – 16:20 gelek ecebe ku ev sair xwe u siirenxwe bi pelavan daniye berhev. Ez ji Barzani hezim u mina serok dibeynin u hez dekim. Tu caran heqemin bi siiran u sairan nine ku ez qurbana pelaven Barzaniyan bike. Ev yek eybe. Ehmed hoseyni xwe pifr sade u rezil kiriye.
Qet neiye sair u nabe sair.

birez Bercem heqeteyi, niviskar u sair hemdemine le huseyni pasdemi maye.

silav u rez ji hemu niviskaren u sairen birumet e Kurdistane.

Zana Miraney   serdar okumus|3 Dec 2009 – 19:26 Ez dibejim sairtiya-helbesdvaniya ehmed Hiseyni cu rehmete. Meriv cawa dikare edebiyate bike pelavek, xuyaye ku Ehmed Hiseyni tu Caran nebuye sair

Serdar Okumus http://www.netewe.com/niviskar.php?id=2596

…………………………

Gotar: Çanda xwenizimkirinê Nimûne, Ehmed Huseynî  
Heyder Omer heyderomer@web.de Xwenizimkirin ew helweste, ku mirov, çi rewşenbîr be, çi nivîsevan, helbestvan,siyasetmedar be, xwe li astên kêm datîne, ji bo berjewendiyan ava rûwê xwe li pêş kesên din dirijîne,  rûmeta xwe erzan dike, ew kesana çi dibin bila bibin, rêber bin, serok bin, xwediyên kar bin, cidahî qet nîne. Evê helwesta xwenizimkirinê ji zû de li cîhanê de rû daye, û heya ku mirov koleyê berjewendiyan be, wê ev helwest her tim rû bide. Berjewendperestî û xwenizimkirinê hevalcêwî ne.   Tê gotin, ku carekê Îskenderê mezin, di civînekê de, Erîstotalîs li kêleka xwe ya rastê û  serokwezîr jî li kêleka çepê dabûne rûniştin, gava wezîrekî wî derbas civînê bû, û ew rengerûnistin dît, hema bi lez çû devê xwe da ber guhê Îskender, û gotê: Ez dibînim, ku mezinê min; Îskender serokwezîr daye kêleka çepê, û Erîstotalîs jî daye ya rastê. Îskender yekser di mebebesta wezîrê xwe gihîşt, û ew li pêş endamên civînê riswa kir û gotê: Serkwezîr berhema min e, min ew çêkiriye, dikarim yekî din jî wek wî çêkim, lê ka bêje min, kî dikare Erîstotalîsekî din çê ke?! Erîstotalîs bermema xweda ye, ne Îskender, û ne kesekî din  nikarin wî çê kin, xweda ew çêkiriye.   Ev helwesta wî wezîrî cûreyekî keysebaziyê bû, ku wî dixwast xwe ji Îskender ve nêzîk bike, da berjewendiyên xwe biparêze. Îskender jî yekser tê derxist, û tevî ku ew wezîre jî, ew li ser dûv da rûniştin û riswa kir.   Tevî ku ev çanda xwenizimkirinê, bi piranî, di meydana siyasetê de rû dide, lê wêjeya cîhanê jî ji wê ne bê pare. Ez dikarim du nimûneyan ji wêjeya erebî bînim; yek ji wan helbestvanê Ereb, yê beriya dema Îslamê ye, ku navê wî El-Nabîxe El-Zubyanî ye.   Ev kesa wek ku di dîroka wêjeya erebî de hatiye gotin, helbestvanekî gelekî navdar bû, nerîna wî li ser helbestvaniya helbestvanan gelek hukardar bû; her sal carekê helbestvanên Ereb li Hîcazê, li cihekî navê wî ( Sûq Ukaz ) bû diciviyan, konek ji bo El-Nabîxe dihate avakirin, helbestvanan helbestên xwe dixwendin, û El-Nabîxe jî guhdar bû, eger wî helbestvaniya yekî ji wan bipejiranda, û pesna helbesta wî bida, ew helbestvan yekser navdar dibû, û nav û helbestên wî li ser zibanan digeriyan.   Lê carekê hin kesan gotinine ne baş li ser zibanê El-Nabîxe gihandin şah El-Numan Bin El-Munzir, ku şahê devera ( El-Hîre ) bû, û zilm û zora wî jî sînor derbas kiribûn,. Helbestvan û rexnegirê mezin El-Nabîxe hemî karînên xwe yên wêjeyî û helbestî, û navdariya xwe rexneyî, ji bo lêborînê, avêtin ber lingên El-Numan û helbesteke dirêj ji bo wî nivisand, tê de, hem ava rûwê xwe li pês şahê xwe rijand û hem jî, wek dîroknivîsên wêjeya erebî dibêjin, rê li pêş çanda xwenizimkirinê vekir, ku derbas wêjeya erebî bibe.   Nimûneyê din jî helbestvanê serdema Ebbasiyan, yê gelekî navdar El-Mutenebbî ye. Ew helbestvanê mîrê Helebê Seyf El-Dewle El-Hemedanî bû, gelek helbestên xwe ji bo wênekirina lehengiya mîrê xwe diterxandin, û di salixdana wê lehengiyê de pir pê de diçû. Çavên El-Mutenebbî her tim li wê yekê bûn, ku Seyf El-Dewle mîrîtiya deverekê bide dest wî, vê lomê jî, gava wî mîrê xwe dipesinand, ew di ser hemî kesan re digirt. Lê xala ku li ba El-Mutenebbî balkêş ew e, ku wî, bi tersî EL-Nabîxe, rûmeta xwe diparast. Raste ku wî mîrê xwe di ser mîran û şahan re digirt, lê ti caran xwe ji wî nizimtir nekir. Bi ser de jî hin caran xwe di ser mîr re digirt.   Tê gotin, ku carekê wî helbestek bi pesna mîr di civateke mîr de xwend, ew pir pesinand, û di heman helbestê de jî got:   Ez ew kesa me, ku koran wêjeya min dîtine, û kerran  gotinên min bihîstne. Hesp û şev û çol û şûr û rim û kixaz û pênûs  min nas dikin.   Endamên civatê, û Seyf el-Dewle jî, di mebesta wî gîhêştin, vê lomê yek ji wan rû bû, û gotê: Aya te çi ji mîr re hêşt?. Mîr dengê xwe nekir, zimandirêjiya El-Mutenebbî daqirtand, lê ji bîra jî nekir, heya ku nema sûdê ji El-Mutenbbî dibîne, ew ji civat û seraya xwe qewitand.   Rast e, El-Nabîxe xwe li pêş El-Numan Bin El-Munzir gelekî nizim kir, û El-Mutenebbî jî hemî kes li pêş Seyf El-Dewle nizim kirin, lê herduwan jî peyv û helbest nekirin qurbana pêlavên wan, belê rûmeta peyvê parastin, ji ber ku ewana dizanîn, ku helbest û peyv dê her tim ji bejnên mîran û serokan bilindtir bimînin, ew dê biçin lê helbest û peyv dê bimînin, çunkê peyv û helbest milet e, gel e, welat e. loma jî gava Poşkîn kuştin, romannivîsê mezin Dostoviskî, wek dînan, li rûwê xwe xist, kire qîrîn, tevaya Rûsyayê di kesyayetiya Puşkîn de kom kir û got: „ Rûsiya kuştin“. Aya ciqas şah û mezinên Rûsyayê mirin û çûn, ka hema kesekî jî got Rûsya mir?!   Bersiva pêşewayê Misirê; Seid Zexlûl jî vê yekê zor nima dike, gava wî xwast, ku destê helbestvanê mezin; Ehmed Şewqî ramûse, lê E. Şewqî destê xwe bi şîn de kişand, da nehêle. Wê hîngê pêşewa gote E. Şewqî: Ezbenî, em diçin û hûn dimînin, êdî ka derfetê bide çûyînê, bila destên mayînê ramûse.   Gelo çima helbestvan û helbestên xelkê ewqas payebilind in, ên me jî xwe û helbesta kurdî davêjin ber lingên rêber û serokan?.   Ji roja ku helbestvan Ehmed Huseynî gotin û helbest avêntin ber lingên birêz Ocelan, û kirin qurbana pêlavên wî, ji wê rojê de min jêderên helbesta kurdî, ku li ber destên min peyda dibin, tev dan, û rûpelên wan qulibandin, da ez bibînim, ka ev çanda xwenizimkirinê û nizimkirina peyv û helbestê kînga derbas wêjeya me bû ye, min tiştek nedît, tiştê min dît ew bû, ku heliwldanên rêber û serokan, ji bo kedîkirina Feqiyê Tîran li hember qîrînên wî têk çûn, û Feqî hema carekê jî ji a xwe nema, belê her tim di rûwên wan de diqîriya. Bi ser de min dît jî, ku rêber û mîr û serok jî dizanin ew kesên, ku xwe erzan dikin, û wan dipesinin, derewan dikin, lê ji bo mebest û bikar anînê, wan li ber dergehên xwe dihêlin. Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de, li ser zibanê Mîr Ezedîn, ku bersiva Tacîn dide, dibêje:
Her çend Bekir weled zîna ye. Aşê me bi wî bi fetl û ba ye.
Ev zumre ku zalim û ewan in. Sûbaşî û şehne û dergevan in.
Aşêd me zaliman digêrin. Dexlêd me zaliman dihêrin.
( Biner: Mem û Zîn. Şirovekirina Mihemed Emîn Osman, rû 185. Malik 1146,1147,1148 ).   Dêmek serok û mîr ne ewqas nezanin, ku mebestên derûn-erzanan nas nekin, belê ewana baş dizanin, ku rûmet yekek e, ti caran nayê perçekirin; ango mirovek nikare rûmedar, û di heman demê jî rûmetfiroş be, her weha ewana dizanin, ku kesên rûmetfiroş nikarin rojekê ji rojan, ne bibin palpişt, ne jî bibin xwediyên pênûsan, ewana dizanin, ku xwediyên pênûsan dikarin erdê di bin lingên wan de bihejînin, vê lomê jî rijîmên dîkator her tim hewil didin, da xwediyên pênûsan, bi her awayî, bi diravan, bi tirsê, bi lêdanê, bi zîndankirinê, kedî bikin.   Di vê xalê de xwediyên pênûsan û karkerên pênûsan ji hevdu cida dibin, karkerên pênûs dibin berdevk û alavên ragiyadina destlatê, zilm û zora wê bi xelkê şîrîn dikin, û ala çanda tirsê û nizimkirinê hil didin, mebesta wan ew e, ku gelan xulmaş bikin, di xewa bê dawî werkin. Pê re jî  dibin hevparên çêkirina dîktatoran, pênûs jî destên wan de dibe alava wergirtina dolaran.   Lê xwediyên pênûs, di rêveçûna dîrokê de, li her deverekê bûne armanca şer û hêrişên destlatên dîkatator, û mêvanên zîndanan, ji ber ku pênûs di destên wan de alava bervedêriyê ye ji bo bidestxistran mafan û azadiyê û ciwaniyê.   Gava E. Huseynî xwîna gotin û helbestê li ber lingên birêz Ocelan rijand, ne tenê gunehkarê xwe bû, belê gunehkarê dîrokeke dûr û dirêj bû jî; ev dîroka ku helbestê di eniya wê de cih girtiye.   E. Huseynî bi wê helwesta xwe ne hezkirê birêz Ocelan e, û ne jî dilsozê doza wî ye, tiştine din deyaxên wê helwestê ne, ku hevpîşeyê me birêz Qado Şêrîn di gotarekê de diyar kiribûn,(avêstakurd) û ez jî naxwazim dubare bikim, lê dixwazim bibêjim, ku E. Huseynî, bi wê helwesta xwe rê li pêş çanda xwenizimkirinê dûz dike, da derbas çanda kurdî bibe.
Jirûmetxistina peyvê û helbestê li ber lingên birêz Ocelan wî ji Îmraliyê rigar neke, doza wî jî bi ser naxîne. Ocelan jî vê yekê baş dizane, û dizane jî ku rêber ne ji xweberê bi hêz dibin, hêza miletan rêberan bi hêz dike, û  miletê ku xwe nizim bike nikare ne rêberan û ne jî welatan rizgar bike. Mafxwurên gelê kurd ji hezarên salan de hewil dane, û didin, da vê çandê di derûn û giyanê gelê kurd de biçînin, ji ber ku ew dizanin, ji bilî rûmetê tiştek di destên vî gelî de nema ye, tenê bi hêza rûmetê li hember dek, dolab, top û tivingên wan radiweste, û bi ser dikeve, lê eger wî ji rûmetê bê par bike, dê bi hêsanî nave wî ji dinyayê rake.

…………………………..


عن الشعر والسياسة وأشياء أخرى

هوشنك أوسي   

GMT 7:03:00 2010 الإثنين 8 فبراير

قد يكون الشعر في صالح السياسة، وقد يكون بالضدِّ منها. وقد تكون السياسة في خدمة الشعر، وقد تتلفه أيضاً. لكن، يبقى الشعر، خزين الخيال، ومضمار الأحاسيس والانفعالات والخلجات والاعتلاجات العميقة حيال حدثٍّ أو شخصٍّ أو مكان أو ظرفٍ، ذاتي أو موضوعي معيّن. ومثلما لا تكال السياسة بالشعر، لا يُكال الشعر بالسياسة.

ثمّة حملة تشهير وتحقير وإهانة وتلويث… يتعرَّض لها كل من الشاعر الكردي المهمّ، أحمد حسيني، والأديب والقاص والروائي المهمّ، حليم يوسف (لأنّهما يعملان في فضائية روج الكرديّة)، من قبل بعض الحثالة، الذين أقلَّه ما يُقال فيهم: أنجاس الثقافة، ممن امتهنوا الطعن وتسفيه الأمور، وتجييرها، لغايات شخصيَّة، ونوايا لئيمة مبيَّتة، وأغراضٍ مفضوحة!. وحملة التشهير تلك، تمتدّ من أزلام أردوغان من عشَّاق الفلوس، وقذري النفوس، في “TRT6″، وصولاً لمواقع الكترونيَّة كرديّة، ميَّالة وممولة من قبل أقطاب ورموز الفساد والإفساد في كردستان العراق، وغنيٌّ عن البيان أسماؤهم وبنيانهم الثقافي والإعلامي ومآلاتهم السياسيَّة.

بعض أولئك الحثالة والسفلة، شقَّوا أنفسهم، وأسرفوا أوجالان بالرجم والقدح والذَّم، كي يرضى عنهم الـ”M?T” التركي، الذي يدير قناة الأتراك الناطقة بالكرديَّة، بالشراكة مع أردوغان، وأوصلوا أنفسهم لما دون الحضيض، حين كانوا يسجِّلون خفيةً، من وراء قناة عبدالحليم خدام، التي عملوا فيها، وضمن هذه القناة، وبأدواتها، كانوا يسجِّلون أشرطة بالكرديَّة، كي يرسلونها لـ”TRT6″، في مسعى طلب العمل في هذه القناة!!. ليس هذا وحسب، بل كانوا يبرقون الرسائل الالكترونيَّة إلى الفنانة روجين، التي كان لها برنامج على القناة التركيَّة، مادحاً شجاعتها!. وقد قرأت روجين إحدى إيميلاتهم أثناء تقديمها لبرنامجها!!. يعني، هؤلاء النقّاد والمثقفون، الذين طعنوا في أحمد حسيني وحليم يوسف، (وهما كانا من أعزَّ أصدقائهم)، كيف ليّ أن أثق بنقدهم في أوجالان وحزبه، حين تبدو لي بطانتهم وغاياتهم وتهافتهم المريع على أحذية الأتراك وتقبيلها، وبل لعقها، بكلِّ ما للعبارة من معنى؟!. كيف لي أن أثق بنقدهم وصحافتهم ولباقتهم وليقاتهم ومواهبهم النقديَّة…، حين يبان لي كل هذا السخف والمهانة التي أوضعوا أنفسهم فيها، جرياً وراء المال، والمال فقط، أيَّاً كانت الأكلاف، حتى لو كانت على حساب قضايا شعوب، ونضالات وثورات ودماء وتضحيات وعذابات أمّة…الخ!؟. كيف لي أن أصدِّق شخصاً، يرى الثوارات، “أكذوبة”، حين أعرف، بأنّ نقده كان أكذوبة، الهدف منها، تثبيت حضور، وتسجيل مواقف عند الأتراك؟!. هكذا ناقد، هو مشروع مرتزق، من أردأ الأنواع وأقبحها. وإذا كان هذا الأسم العلم، في حقل الشعر والنقد والأدب والرواية، والإعلام سابقاً، من هذه القماشة المهترئة، والطينة النتنة، في نقده لأحمد حسيني وحليم يوسف، يغدو اناس من وزن قادو شيرين، لا يمكن تحميلهم أكثر مما ينبغي، والاحتفاء بهم كـ”نقَّاد” و”جريئين”، ومقالاتهم “رائعة وممتعة”، كما ذهب أحدهم، مدفوعاً بمواقفه المعروفة من “أوجالانوس”، أكثر من حرصه على الكلمة!.

والسؤال هنا، لو كان “بارزانيوس” أو “طالبانيوس”، تعرَّض ما تعرَّض له أوجالان، من مؤامرة دوليَّة، وتواطؤ كلّ قوى الشرّ في العالم على اختطافه، وبقي في السجن الانفرادي لأحد عشر عام، أما كان واجباً إنسانيّاً ودينيّاً وأخلاقيّاً ووطنيّاً وقوميّاً وثقافيّاً الدفاع عن طالباني وبارزاني، بكلِّ ما أوتينا من رابط القول والفعل؟!. وأقولها هنا: لو كان طالباني وبارزاني، أو أيّ زعيم كردي، تعرَّض لما تعرَّض ويتعرَّض له أوجالان، لأذبحنَّ قصائدي وكتبي ومقالاتي، قرابيناً تحت قدميه. وفي الوقت عينه، أجد في نفسي الجرأة والقدرة على انتقاده في الكثير من الأفكار والسياسات!. والحقُّ أن أوجالان، هو أكثر من انتقد نفسه، فكريّاً وسياسيّاً، ولم يكترث بكيد الناقمين والحاقدين والمناوئين والمزايدين. يكفيه شرفاً أنَّه لم يقتل سعيد ألتشي، ثم الدكتور شفان. يكفيه شرفاً أنّه لم يسلِّم جثّة سليمان معيني لنظام الشاه!. يكفيه شرفاً أنّه لم يحمل سلاح النظام العراقي ضدّ الملا مصطفى بارزاني!. يكفيه شرفاً أنّه لم يحمل سلاح الخميني ضدّ عبدالرحمن قاسلمو!. ولم يتورّط في استجلاب مذبحة حلبجه!. يكفيه شرفاً، أنّه لم يتسبب في تحويل الحزب الكردي في سورية الى 99 حزب!. يكفيه شرفاً أنّه لم يستدعي الجيش العراقي لطرد طالباني من هولير، وإجبار طالباني على استدعاء الجيش الايراني لإرجاعه الى السليمانيّة!. ويكفيه شرفاً انّه لم يلجم نشاط الحزب الديمقراطي الكردستاني وحزب كومله ضدّ النظام الايراني!. ويكفيه شرفاً أنّه لم يضع يده في يد الموساد والـ”M?T” والسفاك والـ”C?A”!. لكنّ ما يعاب على أوجالان، علاقاته مع النظام السوري، في فترة جد حرجة من حياة حزبه وثورته، وبعض تصريحاته وقتها، التي لا تشكلّ شيئاً امام تصحريات طالباني اليوم، في مدح النظام الايراني والتركي والسوري السابق _ الحالي، وطالباني يعاني من الانفراج والبحبوحة السياسيّة، وهو رئيس العراق، وليس في ضائقة تجبره على تلك التصريحات، خلاف ما كان عليه أوجالان أثناء فترة تواجده في دمشق!. ويكفي أوجالان فخراً وشرفاً، أنّه قاد ولمّا يزل، ثورةً هزّت عروشاً وجيوش إقليميّة، في مقدِّمها الجيش التركي، وأرعبت أفكاره الاقطاعات السياسيّة الكرديّة، فتكالبت عليه كل القوى الاقليميّة الدوليّة لإزاحته من المعادلة السياسيّة الكرديّة، فما استطاعت الى ذلك سبيلا، فخسئت، وساءت مآليها.

أمّا ان يكتشف البعض مهارات قادو شيرين النقديّة، لأنّه انتقد أحمد حسيني، على عبارة شعريّة، ويقارن الحسيني بمنتظر الزيدي، ثم يغمز ويلمز من ساقيّة الارتزاق، فاللهم أجعل كلام كاتب هذه السطور، خفيفاً على قلبهم ووعيهم، عملاً بما نادوا به؛ من ضرورة النقد، ونقد النقد!. وأمّا الحسيني وشعره، يبقى من بين أنظف وأنصع وأهمّ ما يبدعه الكرديّ حديثاً، قبل أن ارتضى حسيني نحر قصائده تحت حذاء اوجالانوس، وبعد ذلك أيضاً. وهذا النحر، لم يحطّ من شأن كلامه، كما يرى البعض ويهوون ذلك، فقط لأنّ الممدوح هو أوجالان، بل أن كلام حسيني، شعراً، أوصل خطاباً للنظام التركي، واضح المعالم والمآلات. ويجب نقد الشعر، بمكاييل النقد الأدبي، وليس بمعايير ومكاييل الخصومات والمناوءات والمناكفات السياسيّة والايديولوجيّة!. هذا إنْ كان الناقد ممتلكاً لأدواته، ولديه مراس نقدي رصين، يستند لأرضيّه معرفيّة، منهجيّة، تؤهِّله لذلك. وكان على مَن أشاد بقادو شرين، أن يتساءل: لماذا لم يدوّن شرين مقالته “الشرينة” الرائعة تلك، فور نشر حسيني لقصيدته، وحرمه من كلّ تلك المتعة المبيّتة البائتة التي دفعته لكتابة مقالة، مدح فيها شرين، وانقد احمد حسيني، حاشراً في تلك المقالة سلّة من المواضيع المختلطة، من التصوّف في مصر، والنقد والسياسة وعلم الاجتماع، والنظام المصري…الخ؟!. لكن، أيّاً يكن من أمر، فللمبدعين عاقبة الأمور، وللمدّعين، حضيض الكلام.

  تعليقات القراء 5   تعليق


1. العنوان:  رأي مختصر
محمد سليم – GMT 9:49:26 2010 الإثنين 8 فبراير انا اتابع كتابات الحسيني منذ سنين، والرجل مبدع بكل معنى الكلمة ولا اعتقد بان الاتهامات ستؤثر على مسيرة شاعر بقامة الحسيني. انا اتذكر انه منذ عدة سنوات قام صاحب موقع ….ايضا بنقس السلوك تجاه مجموعة من الكتاب الجيدين في المشهد الكوردي، واعتقد ان حملة افستا كورد وبعض انصاف مثقفيها لن تردع الحسيني في كتابة نصوصه الجميلة والتي تقدم للقصيدة الكردية افاق مذهلة من الخيال والتعبير والصورة الشعرية. احمد الحسيني شاعر بامتياز، سيبقى في ذاكرة الكلمة الكوردية الى الابد ومصير الاخرين الكتبة والمتثاقفين هو النسيان والضمور. كما انني اطلب من الشاعر الحسيني ان لا يتاثر بكلام اولئك …..لانه كبير بالفعل.
2. العنوان:  nero
nero – GMT 10:30:09 2010 الإثنين 8 فبراير عن الشعر استخدم لـ السياسة و كان أشياء مثل تفسيرات الاخوان المسلمين تفسيرات الشيخ الشعراوى استخدمت كلها كأسلوب حياه هو تفسير دينى كيف يفسر مواقف الان بعد ان كبر العقل من الله قوانين تستخدم تفسير لمواقف او حياه و كان الله نزل لهم كتب اليهوديه و لغاها مؤقتا لترقيه بكتب مسيحيه
3. العنوان:  صحاف جديد؟
ايلافي – GMT 10:49:59 2010 الإثنين 8 فبراير اتوقع من الكاتب بعد قراءة تعليقي ان يسرع الى رد يستخدم فيه سلاح الشتائم والاهانة ،فهو كمايبدو لايملك غيره في رده على خصومه.هناك حقيقة بسيطة بديهية وهي غائبة عن بال الكاتب وهي ان الكورد لا يعبدون كلهم زعامة السيد عبدالله اوجلان ولا يدورون في فلكه،وان الزعماء الكورد كثر ككثرة الهموم على القلب،حتى نبي الله قال لخصوم دينه(لكم دينكم ولي ديني).ولكن الاستاذ هنا يرفض ذلك ويصر على ان لازعيم ولا زعامة بوجود الزعيم اوجلان ولا يجوز بل يكفر من يمس شعرة من تلك الزعامة باي شكل كان .فهو يشتاط غضبا ويتشنج اذا اقترب ناقد كوردي من المحراب المقدس ويعبره كافرا مرتد اذا ما رد بكلمة على خطأ شنيع وقع به احد مريدي الزعيم اوجلان،فعلى الناقد ان يقبل بالخطأ الفادح او ان يسكت والا تعرض للاهانات والاتهامات والشتائم والالغاء.هل يمكن لزعيم بثقافة السيداوجلان ان يقبل هذا الدفاع المليء بالاهانات والشتائم التي لايمكن ان تصدر حتى عن محام مزيف او عن شبه مثقف.الا يشبه هذا الشكل البذيء من الكلام في الرد على المخالف كلام الوزير الصدامي الشهير محمد سعيد الصحاف وهو يدلق باكاذيبه وشتائمه واوصافه البذيئة دفاعا عن الطاغية امام عدسات العالم وبسببها احتل مكانة كبيرة لدرجة اصبح النجم الاول في العالم لدى الاعلام العالمي لما يقدمه من اكاذيب واوصاف بذيئة مضحكة،مع فارق التعليم كبير بين الصحاف الذي يحمل شهادة جامعية في الادب الانكليزي وبين كاتبنا هنا،الذي كان عليه لكي يكون رده منصفا على خصمه،وهو هنا الناقد الكوردي الساخر قادو شيرين، ان يذكر ما الذي قاله وجعله يغضب بهذا الشكل البعيد عن الرقي والثقافة.المشكلة او الجريمة التي ارتكبها الكاتب قادو شيرين تتلخص في اعتراضه على الشاعر الكوردي المعروف احمد حسيني الذي يعمل مقدم برنامج ادبي في فضائيةRoj التابعة لحزب العمال في انه جعل من قصيدته،التي لها مكانة شعرية مرموقة في الشعر الكوردي الحديث،قربانا لحذاء الزعيم عبدالله اوجلان.وقد رد الناقد على هذه السقطة الشعرية وهذا امر طبيعي يحدث كثيرا في دنيا الادب والثقافة.ولكن كاتبنا يراها جريمة شنيعة ارتكبها الناقد وبالتالي وجب عليه الرد الفوري بتوجيه نار سلاحه الخشبي اليه، سلاح الاهانة والشتائم، وربما لو كان الامر بيده لاعدم الناقد على الفور ورماه قربانا على عتبة الزعامة المقدسة.والحق فقد وضع الناقد قادو شيرين اصبعه على جرح كبير في الحراك السياسي الثقافي وهو ارتكاب جريمة التضحية بالثقافة في خدمة الزعامة السياسية والنزول بها الى مستوى ادنى من الحذاء،كما قال احد المثقفين الكورد،ان الشاعر احمد حسيني يعلم جيدا مكانة الكلمة وقوتها وتأثيرها فكيف يقدمها قربانا لحذاء زعيم.الم تكن الجملة العظيمة(المقاومة حياة) التي اطلقها الشاب الكوردي المناضل(مظلوم دوغان)اثناء تعذيبه حتى الموت اقوى من كل اسلحة العسكر التركي وقضاته المسلحين.ألم تدفع تلك الجملة التي اصبحت مثلا حفظه الشباب الكورد في اعماقهم،ألم تدفعهم الى الامام على طريق الحرية.الا يدافع الزعيم اوجلان على طول مسيرته بالكلمة وحدها وليس بشيء آخر عن فكره وسياسته.فكيف توضع الكلمة في منزلة ادنى من الحذاء.ان من حقنا ان نختلف لكن ليس من حقنا ان نتصارع ونلغي بعضنا البعض،كما يفعل الككاتب فهو كمن يعدم كل من لا يشاركه في عبادة الاصنام.
4. العنوان:  لماذا هذا الهجوم
كوردي كوردستاني – GMT 11:45:31 2010 الإثنين 8 فبراير لماذا هذا الهجوم على رموز الحركه الكورديه وقياداتها التاريخيه؟وما تتهم مام جلال من حمل السلاح ضد الملا مصطفى فهذا يحدث بين الاشقاء كثير . وتعاونه مع الشاه وغير الشاه فهي ضرورة تاريخيه اما اتهام القادة الكورد بقتل ما اسميتهم من مناضلين فهو مجرد اتهام لانهم ككورد لايقتلون الكورد اخوانهم.وما تقوله عن الرئيس مسعود انه استدعى جيش صدام ضد مام جلال فلقد قلناها مئة مرة يا اخي لولا ذكاء الرئيس مسعود لماوصلنا ما وصلنا اليه والسياسه لاتعرف صديق او مو صديق السياسه مصالح وكانت مصلحة الشعب الكوردي انه استغل غباء صدام لتجذير مصلحة الكورد .انك لا يمكن ان تقارن اوجلان المنحرف بقيادات الكورد التاريخيين
5. العنوان:  عصر انحطاط القلم
جان كورد – GMT 12:41:18 2010 الإثنين 8 فبراير الحديث النقدي للكاتب المحترم قادو شيرين للتصريح الغريب الذي صدر عن الشاعر المحترم أحمد الحسيني، حول وضعه الشعر والكلمة تحت حذاء السيد أوجلان، والذي سماه الحسيني بأوجلانوس، يدور حول الزيعم أوجلان وحده…فما علاقة هذا بالمواقع الكردية;التي تأخذ الأموال من رموز الفساد طالبانيوس وبارزانيوس!!!; يا أستاذنا المحترم هوشنك أوسى؟ …من أين لك هذه المعلومات الطائشة، ولماذا هذا الحقد الدفين على من حرر جزءاً من كوردستان ورفع الراية هناك؟ أرى بأن علينا الترفع عن اهانة زعمائنا (سوى الكاريكاتور فهذا مسموح به لأنه فن خاص، كما فعل الأخ يحيى السلو أيضا)…وأعتقد بأن لفظ (أوجلانوس) الذي استخدمه الحسيني بحد ذاته فيه النيل المبطن (أو غير المقصود) من مقام السيد أوجلان؟ وآمل أن لايكون الاختلاف سببا لكسر رقبة المودة بين الجميع… مع التحيات جان كورد – ألمانيا

……………………………

مقالات: النقد في حراكنا السياسي – الثقافي   الخميس 04 شباط 2010    
جان كورد
إن عقوبة “الاقصاء” للناقد السياسي الكردي الذي يملك ضميراً حياً لاتقل تعذيباً وألماً له عن عقوبة “السجن الانفرادي” في غوانتانامو أو عدرا،  والعزلة تدفع أحياناً إلى الجنون….
قرأت مؤخراً في موقع آفستا كورد مقالاً نقدياً جريئاً للكاتب الكردي الساخر قادو شيرين لجملة لفظها الشاعر الكردي المعروف أحمد الحسيني، قالها في ظروف ذاتية وموضوعية لامجال للتطرّق إليها الآن، حيث يخاطب زعيم حزب العمال الكردستاني المعتقل، السيد عبد الله أوجلان على هذا الشكل: “أوجلاناوس، فلتكن الكلمات والأشعار قرباناً  لحذائك!”. ولا أدري كيف سيكون رد فعل الشاعر صاحب هذا التصريح على الناقد قادو شيرين ومقاله الممتع حقاً، وكيف ستكون ردود الأفعال المتشنجة من قبل أنصار الزعيم “أوجلانوس!” الذي جعل شاعرنا الكريم الكلمات والأشعار قرباناً له، كما هي العادة في حراكنا السياسي، حيث المعارك ساخنة باستمرار بين الذي يجهر بالنقد والذين لا يقبلونه…   ولكني واثق من أن الناقد الجريء قد وضع اصبعه على موضع الألم في جسد حراكنا السياسي – الثقافي، ألا وهو ارتكاب جريمة التضحية بالثقافة في خدمة الزعامة السياسية، بل النزول بها إلى مستوى أدنى من الحذاء، مما يذكّرنا بتعامل الصحافي العراقي (منتظرالزبيدي) بالحذاء عوضاً عن القلم الذي هو سلاحه كصحافي، أثناء آخر زيارة للرئيس الأمريكي السابق لبلاده العراق قبيل مغادرته البيت الأبيض نهائياً…مهيناً بذلك مهنته الهامة… فقد قالت الناس:”الصحافة هي السلطة الرابعة” وقالوا أيضا:”الصحافيون عيون الله في الأرض!”… ولم يتوقع أحد أن يهبط هؤلاء إلى مستوى قذف الحذاء بدل استخدام اللسان والقلم…
أنا شخصياً لم أقرأ ماكتبه شاعرنا العريق صاحب هذا التصريح الناري بهذا الصدد، ولكني أعلم عنه أنه يرى قلمه ولسانه كشمعتين وضاءتين في دجى الليل الكردي، ولا أجد الفرصة للبحث عن مثل هذه الأقوال التي تسقط من وزن ومكانة وقيمة “الكلمة” إلى هذا الحضيض، ففي البدء كانت الكلمة، كما تقول الحضارة البشرية ويحكيها لنا تاريخ الثقافة، والزعيم “أوجلانوس” نفسه لم يمتهن سوى حرفة “الكلمة” في حياته، فهو لم يحمل السلاح يوماً إلا في معسكر تدريب قواته أثناء تصويره من قبل الصحافيين، وهو من دافع عن أفكاره ومبادئه بالكلمة فقط، و يعلم ذلك جيداً هذا الشاعر أيضاً، فكيف يضع  “الكلمة” و”القصيدة الشعرية” التي ظلت محور حياته الأدبية ومصدر رزقه أحياناً، وسبب شهرته كمقدّم للبرامج الأدبية في قناة (روﮊ) التلفزيونية، قرباناً لحذاء زعيمه…ألم يضع السيد “أوجلانوس” ذاته “الكلمة” باستمرار في مكان أعلى بكثير من السلاح؟ ألم تكن تلك الجملة العظيمة (المقاومة حياة) التي أطلقها الشاب الكردي المناضل مظلوم دوغان أثاء تعذيبه حتى الموت أقوى من كل أسلحة العسكريتاريا التركية، ألم تمنحنا نحن الكورد جميعاً قوة تدفع بنا على طريق الحرية محطات متتالية؟
وقديماً قال الامبراطور الفرنسي الكبير نابليون بونابرت جملته الشهيرة: “أنا أخاف من صريرالأٌقلام أكثر من دوي المدافع”، وقد يجد شاعرنا المذكور صعوبة في الإجابة عن سؤالنا هذا:
“- ما أهمية الكلمة الأوجلانية في تاريخ حركته؟ أو كيف سيكون مصير حزب العمال ذاته  دون “الكلمة” التي تصدر عن زعيمه؟”
وليكن واضحاً تماماً أنني لا أتفق مع هؤلاء المثقفين في كثير مما يقوله ويكتبه السيد أوجلان أوينشر باسمه، وبخاصة منذ اعتقاله، والمجال هنا لا يتسع للتوسّع في ذلك…
المهم هنا ليس هذا الحادث المثير الذي أضافه الشاعر الكردي إلى صفحات تاريخ ارتماء المثقف الكردي في أحضان السياسة، وانما جرأة المثقف الكردي الناقد، وفي هذه الحالة (قادو شيرين) في الكشف عن الحقيقة والذود عنها كماهي، والاعلان عن وجود من لم تحتله السياسة احتلالاً تاماً، وبالتالي ساهم في وضع أساس متين لتكوين بذرة حية ونشيطة ومنتجة في تربة الثقافة السياسية لشعبنا الكردي…
أقول هذا، متوجهاً في الوقت ذاته بالتحية والتقدير إلى كل الذين استخدموا “الكلمة” في مستوى حضاري وثقافي عالٍ، في عموم كوردستان، وفي خارجها أيضاً، من إعلاميين وفنانين وشعراء ومتكلمين وسياسيين للكشف عن عيوب مجتمعنا الكردي، والبحث الجاد عن الحقائق والافصاح عنها، وتقديمها للشعب بموضوعية واتزان، مضحين بعملهم الذي يرونه واجباً وطنياً يقع على أكتافهم، ويخسرون في نضالهم ذاك الكثيرين من الفرص الممنوحة لهم، ويجلبون لأنفسهم وعوائلهم ألواناً مختلفة من المشاكل والآلام والعزلة والاهانات والتهديدات والاقصاء، لدرجة أن بعض هؤلاء الذين يسعون لخدمة شعبهم وقضيتهم بطريقة يرونها مجدية وضرورية يصبحون أهدافاً مباشرة لحملات التجريح والتقزيم والتعتيم الاعلامي، بل ويتهمون أحياناً بالخيانة الوطنية، فمنهم من يتم اغتياله ومنهم من يتعرّض للضرب وتكسير العظام، ومنهم من يذّل ويهان من قبل من هم أدنى من الحشرات أحياناً، بايعاز من أسيادهم ومن يقف وراء أسيادهم من أعداء الشعب الكردي…
إن مقولة الطفل الروماني الذي صرخ بأعلى صوته:” القيصر عارٍ!” لاتزال ترّن في أذن البشرية، وأصبحت موضع اعجاب الفلاسفة في الماضي والنقاد عبرالعصور…فالقيصر كان عارياً فعلاً ولم ير الطفل أي مصلحة له في اخفاء تلك الحقيقة أو التستّر عليها أو النظر برياء ونفاق إلى أخطر وأهم وأعظم رجل رآه في حياته…
الثقافة النقدية التي كانت وراء خروج أوروبا من ظلمات القرون الوسطى ومن مسلسل الحروب الطاحنة غير متوافرة في مجتمعنا، الذي لا تزال تسوده الأفكار الصوفية  منذ قرونٍ طويلةٍ ومعتمةٍ من الزمن، الصوفية التي تمنح الشيخ كل الصلاحيات القيادية للأتباع، وتسلبهم حرية الرأي والنقد، فتجعلهم (مريدين)، و”مريد”(*) في الكردية، هو “الميت”، حيث كان على التابع أن يجد نفسه لدى شيخه كالميت بين يدي الغسّال…فالشيخ يفكر بالنيابة عنه، ويقلّبه كما يشاء ليطهّره من الدرن بحكمته وفطنته وفهمه للدين والدنيا….
ولم يتمكن النظام التعليمي في بلادنا على الرغم من تأكيده على العلمانية والاشتراكية وغيرهما من بناء العقلية النقدية، لأن كل شيء حوله مقدّس أومعصوم…ليس دينياً فحسب، وانما سياسياً أيضاً…حتى بدت البلاد مع الأيام كحظيرة للغنم يقاد سكانها إلى المسلخ السياسي أفراداً وجماعات، والذي يتذمّر ولو بلفظة واحدة مصيره جهنم وبئس المصير أو “تدمر والمزّة وعدرا والشيخ حسن والأقبية السرية في مختلف المدن”…
وفشل النظام التعليمي السوري، أدّى إلى هذا الهزال الصارخ في ثقافتنا السورية النقدية على مستوى الأدب والفن أيضاً… رغم ظهور أصوات عظيمة أقلقت السلاطين منذ الحلاج وأبي نواس إلى نزار قباني وعلي فرزات …وغيرهم… واستمرّت الصوفية سائدة حتى في أحزابنا الشيوعية والحداثوية، ناهيك عن القومية والدينية…ويتباهى بعضهم بأن النظام لا يعتدي على تلك الحركات الدينية الصوفية، ويعتبرون ذلك السلوك “منّة” من النظام على الشعب… ولقد رأينا منذ أيام كيف تم توظيف “الجماعات الصوفية” إعلامياً، في مصر، تلك التي “لا تتدخل في السياسة!” وهي كثيرة حقاً، من قبل الحكومة وأتباع الرئيس المصري الحالي السيد حسني مبارك للدعاية له انتخابياً وسياسياً…لتقع في تناقض صارخ مع مبادئها اللاسياسية…
هذه الحياة الصوفية عرقلت نمو الشعر الهجائي والرسم الكاريكاتوري والأغنية الناقدة في المجتمع الكردي أيضاً، في حين أن المدائح الشعرية الدينية في شعرنا الكلاسيكي كبيرة وكثيرة مثلاً…
المشكلة في الحراك السياسي الكردي (السوري) تكمن في أن ليس لديها تاريخ طويل من ثقافة النقد الذاتي، لا في مؤتمرات الأحزاب، التي لا تعقد إلا بعد تأكّد القائمين على تلك التنظيمات من أنها لن تتمخّض عن تصفيتهم بصورة ديموقراطية نقدية، ولا في تربية العضوالحزبي، سياسياً وثقافياً…نعم هناك فقرة في جدول أعمال الاجتماع الحزبي عن (النقد والنقد الذاتي!) وهي توضع عادةً كآخر بند في جدول العمل قبل تحديد موعد الاجتماع القادم، ويتم المرور عليها مرور الكرام، وإذا كان هناك نقد جاد فإنه يعرّض الاجتماع للفشل أو تتم لفلفة الموضوع وتأجيله إلى اجتماع قادم “حرصاً على وحدة التنظيم” و”درءاً للانشقاق أوالاستقالة…!”
أما اليوم، بعد نشوء ثورة التكنولوجيا الالكترونية، ودخولنا عالم الانترنت المذهل، فإننا نرى ولو في حدود ضيّقة ومجالات محددة، تحركاً نقدياً اجتماعياً وسياسياً وثقافياً لدى الكرد،  فنجد الشاعر الثائر على مجتمعه، والكاتب اللاذع في مقالاته، والكاريكاتوريست المؤثر، وآخر رسالة بريدية وصلتني اليوم كانت صورة كاريكاتورية جريئة لأخينا المثقف الناشط يحيى السلو، الذي يعبّر بصدق وجودة عما يختلج في صدور شعبنا من نقد يجب البوح به…
المشكلة الأخرى هنا هو أن المثقفين، وبخاصة الذين عاشوا فترة طويلة في العالم الحر الديموقراطي، مترددون بأنفسهم في الكشف عن عيوب الحركة السياسية الكردية لأسباب عديدة، ويدعو بعضهم إلى “تخفيف لهجة النقد السياسي” بذرائع يتم التقاطها من خارج عالم الحرية التي لاحدود لآفاقها الرحبة، وثمنها غالٍ فعلاً بالنسبة للذين يصونونها، في النظام السياسي وفي الحياة الثقافية…
إنّ استعداد رئيس الوزراء السابق طوني بلير للادلاء بافادته أمام لجنة تقصي الحقائق حول غزو العراق في عام 2003 وأداءه ذلك رغم كل ما ينجم له عن ذلك من النقد والتجريح ورغم الحملات العنيفة التي سبقت أعمال اللجنة عليه في الشارعاللندني، واعتباره مجرم حرب، هو حرص من قبله على استمرار الحياة في الحرية رغم كل مثالبها وأضرارها الشخصية له، بغض النظر عن صحة الاتهامات الموجهة إليه وإلى حكومته أو عدم صحتها… مثل هذا الاستعداد لقبول النقد الذي قلنا بأنه وراء انقاذ أوروبا لنفسها من سيطرة الكنيسة وجهل الملوك وطغيانهم لانجده في مجتمعنا الكردي، ومع الأسف يقف قطاع كبير من المثقفين المفترض فيهم أن يساندوا النقد السياسي والثقافي بقوة إلى جانب الشريحة السياسية القائدة بين الكرد…وبخاصة أولئك الذين لم يمارسوا العمل السياسي الكردي في حياتهم، فأصبحوا أطباء ومهندسين ورجال أعمال يهمهم قبولهم لدى الشريحة القائدة كمستشارين ورجال ثقة ويتم استقبالهم بحفاوة سياسية عندما يزورون الوطن في عطلاتهم الصيفية…
كما أن تشجيع النقد داخل الحركة السياسية الكردية “السورية” من قبل المسؤولين والزعماء ضعيف جداً، وغالباً ما تجد الرئيس يطرد من قيادته أقرب الرفاق إليه بتهم الخيانة الوطنية أو الحزبية أو بخروجه عن النهج الصحيح، والنهج غير الصحيح هو كل ما يدخل في خانة النقد له ولسياسته، حتى دون السماح بالاستماع إلى ذلك الرفيق ضمن حلقة حزبية أودون تقديمه للجنة محاسبة تفهم القوانين والحقوق بشكل جيد…
لذا نجد الناقد السياسي أو الأدبي أو الفني يعيش في معظم الأحيان حالة العزلة والقطيعة والاقصاء، كالجمل الأجرب يتم ابعاده عن القطيع حتى لايعدي غيره…إن عقوبة “الاقصاء” للناقد السياسي الكردي الذي يملك ضميراً حياً لاتقل تعذيباً وألماً له عن عقوبة “السجن الانفرادي” في غوانتانامو أو عدرا،  والعزلة تدفع أحياناً إلى الجنون….
وأخيراً، لا بد من التفريق بين النقد والاستهتار او الاهانة والطعن في شخصية الإنسان، بدلاً عن اظهار مواطن الخطأ في السياسة والممارسة السياسية، في النص الأدبي أو الأداء الفني…ولكن لا حرية لمجتمع يهان ويبتذل فيه النقد والناقد مثلما هو الحال في مجتمعنا الكردي مع الأسف…

…………

Wêne: Yehya Silo