Qilçix

Kurdistan dibe Afganistan

’Di hundirê salekê de 500 mizgeft li Kurdistanê hatine dirustkirin’’(bitikîn). Eger salê 500 mizgeft ava bibin, dêmek emê di salên bê de tenê avayên mizgeftan li ser xaka kurdistanê bibînin, û di navbera mizgeft û mizgeftê de du mizgeftan bibînin.

Ez ne li dijî avakirina mizgeftan im, ne jî dibêjim bila tune bin, ne jî gawir dikarin li dij derkevin. Bi wê jimara pir dê li hin mizgeftan nimêjker tune bin. Belê li dijî wî kesî me ku nîvê pereyên xwe bi avakirina mizgeftan spî û helal bike. Eger mirov misulmanekî baş û nêzîkî xweda be, mirov bê nimêja li mizgeftan jî dikare misulmanekî baş be, xaka xwedê hemû mizgefte, li ku be mirov dikare nimêjke û xwedayê dilovan û mehrevan li bîra xwe bîne, xwedayê mezin her tiştî dibîne û dipejirîne.

Vegera li nimêj, rojîgirtin û avakirina mizgeftan ji bo gelekan encama bê hêviya ji tevger û partiyên siyasî yên kurd e, ji bo hinan jî ji ber soz û diruşmeyên vala û peqpeqokîye, tiştekî mîna tolhildanê ye.

Bi gumana min misulmantiya baş di dilan deye, di têkiliya di navbera mirov û xweda deye, ne di avakirina mizgeft û ne jî di diyardeyên bo çavan û pesidayînan de ye. Bi gumana min li Afganistan û Si’ûdiya Erebî ewqase mizgeft ava nebûne.

Bi gumana min misulmantî û baweriya baş ne bi pirbûna mizgeftan e, mirov bi gelek şêweyan dikare nêzîkî xwedayê xwe bibe. Mixabin ku di van rojan de misulmantî bûye bi navtêdanê. Yek du qirûşan dide perîşanekî, heft gund û heft bajaran pê dihisîne. Eger dilê mirov ne dilê misulmanekî paqij û baş be, ne xêrxwaz û hezker be, nikare nêzîkî xwedayê xwe bibe, dibe bikaribe xwe û civaka xwe bixapîne, lê qet nikare xwedayê mezin û dilovan bixapîne. Xwedî xêrekî dewlemend mizgeftek ava kir, piştî dît ku gelek kes diçinê rabû kir Resturant. Mixabin gelek misulmanên wisa hene.

Bi gumana min dijminên kurdan ên misulman xwe dixapînin, û xwedayê mezin ne di bîra wan deye, eger raste wek ku dibêjin misulmanên baş in û li gor xweda û pêxember dikin, gerek birayê misulman zulmê li birayê misulman neke, belê bêtir piştgiriya wan bikin daku bi ser kevin û dilê gawiran xweş nekin. Tim dipirsim, gelo çima welatên misulman bi giştî û yên ereban bi taybetî ewqasî li paş mane, ewqase zulm di wan de li mirovên misulman dibe, ewqase zulm li kêmneteweyên misulman dibe, ewqasî mirov bê nirx û bê keramet e, ewqase dizî, zina, kedxwarî, zindan, binpêkirina mafê mirovan, pûçkirina jinê û derew di wan de dibin. Exlaq bûye derew, fen û fût, xapandin, û zulm û zordariya li birayê misulman, jixwe misulmantî van hemûyan qedexe dike. Eger mirov biçe welatên rojava(ne misulmanan), mirov wan hemûyan nabîne.

Xwedayê dilovan dibêje: ‘’me hûn kirin êl û milet daku hûn hevdu nas bikin’’(hevdu bipejirînin, ji hev hez bikin, hev tune nekin), lê ku mirov ji rojhilat ta rojava, ji bakur ta bi başûr li welatên misulmanan temaşe bike, mirov dê bibîne ku kêmnetew bê maf in, tên tunekirin û perçiqandin, her tişt ji bo wan qedexe ye, wek Qibtiyan li Mesrê, wek Emazîgiyan li rojavayê diyarê ereban, wek kurdan li Sûriyê, Tirkiyê, Iraq û Îranê, wek Darforî û başûriyan li Sûdanê û wek gelekên din. Gelo çima sune û şî’e hevdu dikujin?, çima henefî û şafi’î?, çima ewqase rêbazîn islamê hene û bi hev dikevin?.

Ne tenê bi avakirina mizgeftan mirov dikare xêran bike û dilê xwe bi bihuşta rengîn xweş û şa bike, belê bi avakirina dibistanên zarokan jî, bi avakirina bexçên zarokan jî, malên kal û pîran jî, belkî bêtir jî.

Gelek dostên min ên ku ji Europa çûne serdana Kurdistanê ragihandin ku li pirtûkxaneyan hema hema pirtûkên misulmantiyê tenê peyda dibin. Û roj bi roj misulmantiya hişk a civakî û siyasî bi hêz dibe. Milet nikare civakê, kurdayetî û Kurdistanê ji olperestî û baweriyên olî cuda bike. Ezdî jî ji vê yekê ne bê par in, ew jî her tiştî bi ola ezdî vedikin, dema tu ji wan dipirsî: tu çi kesî?, dibêjin ezdî me, nabêje kurd im. Li Amedê jî misulmantî zora partiyên siyasî dibe, ev tê wê wateyê ku partiyên siyasî li hember hêvî û hembêzkirina milet têkçûn.

Pirbûna partiyên islamî li Kurdistanê pirojeyek nû diyar dike, pêşerojek tarî û ne zelal diyar dike. Partiyên islamî wek nimûne dixwazin sirûda netewî Ey reqîb biguherînin. Di dema ku mebesta helbestvan ‘’Dildar’’ qet ne ew bû ku bi qestî ol û olperestiyê nizim bike, tenê hezkirina Kurdistan û derbirîna hestê netewî bû. Lê ew bi wê mebestê dixwazin sistemek nû pêkbînin, her tiştî li gor şerîeta misulmantiyê pêkbînin. Mala xwedê ava ku ta ana pirsgirêkên mezin derneketine, lê ku hat û teqiya, kes nema kare rawestîne. Bi gumana min dê şaş be eger pirsgirêkên partiyên islamî bi riya şer bên çareser kirin, mîna welatên ereb. Divê li Kurdistanê ol û dewlet ji hev cuda bin, an emê ne bi ser kevin ne jî bi pêş de biçin. Li ba xwedayê mezin û dilovan ol û bawerî kesane ne, wek tu bêjî’’mih bi lingê xwe û bizin bi lingê xwe’’ye.

Berê Kurdistanê li ku ye?. Berî ku ez vê pirsê bikim gerek xwedî û zikêşên Kurdistanê bikin. Di dîrokê de kurd bi misulmantiya rast û dirust hatine naskirin, lê ku hat û di vê serdemê de misulman bûn desthilat, bê guman Kurdistan dibe Afganistana duyemîn. Di dema ku naxwazim Kurdistan bibe Afganistana taliban, dipirsim pirojeya hikûmeta Kurdistanê li beramberî hatina misulmantiya serhişkan çi ye?. Gelo tê çi wateyê ’’Li Herêma Kurdistanê 5 rojan bêhnvedana fermî ye‘’(bitikîn). Çima ne sê roj mîna gelek welatên misulman lê pênc roj. Gelo tê çi wateyê ku kenalek mîna Korek tv ewqas stranên olî diweşîne, gelo rêvebirên wê bandora vê yekê nizanin.

Hiş û ramanên partiyên islamî ne modêrn û bajarvanî ne, êdî di dema desthilatê de dê raserî kurdên din bên, dê ji hevdû bikujin taku aliyek pişta aliyê din deyne, bi gumana min dê misulman bi ser kevin, ji ber li gor baweriyên wan tenê kuştin dê miradê wan pêk bîne, çi xwe bikujin çi jî yên din. Bi taybetî ku pirojeyên hikûmetê li hember misulmantiya hişk tune bin, perwerde û alîkariya ciwanan tune be, daku kurd nedin dû partiyên islamî yên hişk, bi gumana min divê hikûmeta Kurdistanê ciwanekî vala û bê kar nehêle, alîkariya xelkên jar û perîşan bike, xêr û xêratên kurdistanê li xelkên wê belav bike, her kesî bide bi xwendin, çalakiyên werziş û ciwanan bide pêş, û gelek tiştên din.

Eger hat û misulmantî bû sistem, êdî kurd nema misulmanên baş û rastin, çimkî ta ana misulmanên herî baş û rast kurd bûn, tenê kurdan misulmantî ji bo berjewendiyên xwe yên kesane bi kar neanîne. Eger kurdan jî wek Tirk û ereban misulmantî ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîbana, ana ew jî xwedî welat bûna, lê,  gelo çend caran kurd bi navê misulmantiyê hatin xapandin û têkçûn?, tim dijminên kurdan ên misulman misulmantî wek çekek wêranker bi kar anîne û di dûv re li pişta kurdan siwar bûne, ew bûn tiştek û kurd bûn kole û hovên ser riya xapandinê.

Li dawî, Misulmantî ne tenê nimêj û rojîgirtin e. Belê misulmantî hezkirine, têkiliya xweş û şêrîn e, têkiliya rast û dirust e, alîkarî ye, hevdu pejirandin e, li hevdu guhdarîkirine. Xweda me hemiyan ji wan kesan bibîne. Amîn.

09.09.2010