Qilçix

Ehmed Huseynî, Kurdistanê dike bi qurbana pêlava Ocalan

Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos” ji gotin û helwestên Ehmedê Huseynî(bitikîn).(li jêr e)

Gelo çima Ehmedê Huseynî wisa got; hêrs bû?, ji eşqa nava xwe bû?, lîstik û tiyatro bû?, helbest firotin û xwe xapandin bû?, dilxweşkirina derdoran bû?, yan ji bo parastina berjewendiyên kesane û çend Euroyan bû?.

Mebest ji nivîsandina vê Qilçixê qet ne birêz Ocelan e, eger kîjan serok û rêberê kurdan ba min ê dîsa ev Qilçix binivîsanda, mebest helwesta rewşenbîran e ye, mebest Ehmed Huseyniyê helbestvan e. Dako em diyar bikin bê çima ji berê de helbestvan û rewşenbîrên desthilatdaran helwestên mîna ya Ehmed didan dako berjewendiyên xwe yên kesane biparêzin. Emê hewl bidin bersiva wan pirsan bidin.

Serokan kurd kirine du beş, mirîd û dujber, di vê mijarê de jî kurd bûn du beş, beşekî destê xwe li pişta Ehmed xistin û gotin eferim bê ko bipirsin çima Ehmed wisa got an nexwestin eşkere bikin, tenê ew hevok ji helbestvanekî mîna Ehmed li dilê wan xweş hat. Beşê din di nava xwe de nerazîbûna xwe derbirî û dengê xwe yê rewşenbîrane bilind nekir û ne got ev ne helwestek rewşenbîraneye û dilmaniya xwe li ser pepûka helbestê diyar nekir.  Jixwe binavkirina Ehmed ji Ocelan bi Ocelanos helwest bû, bi vê binavkirinê Ehmed li nav nifşekî ji kurdan li dujî nifşê din rawestiya. Ji bo me ew yekemîn car bû ko Ehmed helwestek wisa dide. Gelo Ehmed bi wê helwestdayînê nizanîbû ko zimanê kurdî û di dûv re helbesta bi kurdî ji bo Pkk nebûbû zimanê rabûn û rûniştinan, civîn û daxwiyaniyan, kar û xebata rojane(standard), dêmek ew helwest û tiyatroya Ehmed di ROJtv de ji bo berdewamiya kar di Roj tv de û qezenckirina pereyan bû, ji bo razîkirina hevalbendên Rojtv bû, û ne ji hêrs û eşqa nava wî bû, ne jî ji bo hezkirina birêz Ocelan bû.

Hezkirina serokan bi diruşmeyan nabe, bi gorîkirina helbestan nabe, û ne jî bi darê zorê dibe, û ne jî li paş berjewendiyên kesane dibe. Di dema berê de rewşenbîr, helbestvan û nivîskarên serok û padîşahan hebûn. Ji bo ko pere bi ser wan de bibarin, wan bi koranî piştgiriya şahê diktator dikirin, eger wî şahî zarokên pêçek û dergûşan bikuştana, wan rewşenbîran maf didanê.

Ehmed bi wê hevokê yek ji diduwan pêkaniye, û nabe sisê, dilxweşkirina bîner û piştgirên Rojtv, û yan din, dako berjewendiyên xwe yên kesane li gel Pkk biparêze, wek em dizanin Ehmed di ROJtv de kar dike û tim konê wî li ba wan bi gumgum û qehweye. Eger ne wisa be Ehmed dikarîbû helbesta xwe diyarî birêz Ocelan bike û ew besbû ko helbestê bi giştî daxîne radeya bin pêlavan, belê peyv û helbesta kurdî bi giştî bi qurbana pêlavan kir, ji ber wî negot bila gotin û helbestên min bi qurbana pêlava te bin Ocelanos.

Bi gumana min E. Huseynî ne ji bo kesê Ocelan ew helwest da, ne ji hezkirina wî ji kesayetiya Ocelan re bû, belê ji yên derdora wî re bû, ji birêvebirên Rojtv re bû, ji yên li Amedê re bû, ji deverên ko ji bo berjewendiyên kesane mîna kaniyan e re bû. Eger ne wisa be, çima di hevpeyivîna ko Kovara Çirûskê pêre kiriye û Netkurdê jî weşandiye(bitikîn) ew helwesta bi şek û guman neda, di hevpeyvînê de tenê ji bo helbestê dijî, û qet behsa birêz Ocelan nabe, Ehmed di wê hevpeyvînê de dibêje: ’’Bêguman, helbest jiyana min e, henase û kêlîka min a herî şînîgir e, dikarim bêyî hertiştî bijîm lê bêyî helbestê mirî me. Min ji bo çavên vê helbestê gellek derd kişandin. Derdên pirr mezin, lê nayên gotin. Heger ne ji vê mîrata helbestê bûya, reng e berî demekê min xwe kuştibûya. Ji bo helbestê, mirov ne bi tenê çavên xwe dirijîne, mirov xwe weke petrolê bi ser êgir de dirijîne’’.

Ev çi durûtiye, ev çi helwestfirotine, ev çi têkçûn û erzaniya bi gotin û helbestê lîstine. Ehmed dibêje: ‘’Bêguman, helbest jiyana min e…, Heger ne ji vê mîrata helbestê bûya, reng e berî demekê min xwe kuştibûya’’. Wisa dibêje û li dawiya dawî wan gotin û helbestan dike bi qurbana pêlavan. Eger tirsa Ehmed ji rexnevanên mêr û bi wijdan hebûya, eger rêzgirtin ji helbesta wî(jiyana wî ye) bi taybetî û ji ya kurdî bi giştî re hebûya ew helwest nedida, mane helbest ziman, dîrok, çand, kesayetî, welat, can û giyanê me kurdan di paxila xwe de hembêz kiriye, mane qaşo helbest bîr û boçûnên miletan e, qaşo tûrikê zimanê gelan û hişmendiya wan e.

Li cihekî din ji hevpeyvînê dibêje: ‘’Helbest Kurdistana min e’’. Êdî ji Ehmed dipirsim; ma Kurdistan dibe bi qurbana pêlavan?. Lê dema Kurdistan di kesê mirovekî de qambostî bibe, her tişt dikare bê gotin.

Em ne azad in, merovên azad helwestên wisa nadin. Bêguman Ehmed jî ne azad e, eger di helwestdayînê de azad bûya dê gotin û helbestên(Kurdistan) xwe bi erzanî nefirotina û nekirbana bi qurbana pêlavan. Mexabin gelek ji me ji şerma, ji bo xatirê filan û bêvan, ji tirsa, ji bo parastina berjewendiyên kesane, û ji bo gelek tiştên din newêrin helwestên mêrane bidin. Dêmek em nemêrin, em newêrin bi mêranî helwesta xwe bidin, em ne azad û ne jî rewşenbîr in.

Me li pêşî got ko berê rewşenbîrên sultan û padîşahan hebûn(ana bi şêweyekî din hene). Wan rewşenbîran hişmendî û kesayetiya mirovan têkdibirin, li şûna ko rexne û li duj diktatoran derkevin piştgiriya wan di kuştina zarokên heft salî de dikirin. Cudahî di navbera wan û hêzên ewlekariya Şahê diktator de nedima, her du aliyan, şahê diktator û rewşenbîrê diktator dikarîbûn ta mirnê mirovan eşkence bikin.

Metelokek Engilîzî dibêje; eger tu bixwazî rastiya merovekî nas bikî pere yan jî desthilatdariyê bidê. Bi gumana min Ehmed bi wê helwestê ne tenê xwe da nasîn, xwe eşkere jî  kir, eger tirsa Ehmed ji dest çûna tiştekî tuneba wî xwe erzan nedikir, wî xwe û helbesta xwe erzan nedikir.

Eger rewşenbîrên desthilatdaran li şûna xwediyê xwe rûnên dê ji wan diktatortir bin, çimkî ew kole û rêncberên desthilatdariya serok û diktatoran in, û mirovê ko hişê wî yê koleyan be dikare xwe bixe hezar rengî.

Desthilat rewşenbîrên xwe wek ko çilo seh, hesp, qantir, kêr, kevçî, melkes û tiştin din, bikar tîne, wan jî bikar tîne dako mafê mana xwe ya rewayî ji wan bistîne, ew rewşenbîr dibin beşek ji desthilatdariyê.

Her civak û komela rewşenbîran ji nav xwe diafirîne, lê yên desthilatê bêtir deyoz û lanet li wan bariyên wan civak û komeleyan e.

Hin rewşenbîrên misulman digotin mirovê li dujî hakim derkeve ew li dujî xwedê derdikeve, ji ber hakim derbirîna xwedêye, ana li Îranê wisa dibe. Û di hin partiyên kurdî de jî bi hesanî dikare ji mirovê dujber e bê gotin ko ew li dujî Kurdistanê ye û cezayê wî kuştine.

Çareseriya me demuqratî û azadîye, eger em bi hev re demuqrat û azad bin hin emê zû bi ser kevin û hin jî emê zû neşkin û têkneçin, û helwesta rast û dirust a mêrane di berjewendiya gelê xwe de bidin.

Hema hema di gelek partiyên kurdan de qaşo rewşenbîrên helwestfiroş hene, helwesta serok çawa be ew jêre li çepikan didin.

Di nav me kurdan de, di serdema partiyan de du celebên nivîskar û rewşenbîran derketine ser ava jiyan û civaka gelê kurd, ta radeyekê her du celeb di bîr û boçûn, di dîtin û helwestdayînê de ne azad in. Nivîskar û rewşenbîrên partiyan tenê mane ko bi koranî ji serokê partiya xwe re li çepikan bidin û helwesta serok şaş ne şaş biparêzin. Û celebê din jî bê vîn di ava qederê de avjenînê dikin. Di wê navberê de gelek nivîskar û rewşenbîran wek helwest dev ji partiyan berdan e û li derveyî xirecira partiyan man e, û gelekên din li dûv berjewendî û dolaran baz dan gihan tirkan, gihan diktatorên mîna Ebdilhelîm Xedam.

Gelo Ehmed bi wê helwestê pêl li bîr û boçûn û azadiya xwe ya ramanî kir, gelo kole û merovê ne azad dikarin helwestên mêrane bidin, bersiva van pirsan ji xwendevanan re dihêlim.

Li dawî, ji dema berê de du celebên rewşenbîr û helbestvanan hene, celebek ji bo helbest û helwesta baş û mêrane tên kuştin, û celebê din ji bo parastina berjewendiyên xwe helbest û helwestan didin bikuştin.

Û hûn her sax bin xwendevanino.

21.01.2010

Wêne: Yehya Silo

…………………………………………………………..

(((( Qendîlos Ocalanos

Bo Leyla Zana, çima tu ew qasî dişibihî Kurdistanê?

I

Baskên xwe yên ji çurîskên êşê, di esmanê sedsalan de, di hişyariya hetavên westiyayî de wek ku tu çiyayan nabînî, vegire!

Wek dijminekî li deryayê binêre, pêlên aziryayî bixwîne, perdeya ewran veçirîne, serçavkên baranê bikuje, di şevistana dirêj de, li wateyên nenas ên hebûnê, tenhatiyê, evînê,berfê, xwînê,  li egerên tarî û ronahiyê bigere!

 Li deryayê binêre û destên Qendilê yên ji av û êgir li ser milên xwe ragire…  Dojeha sirûdan berbi qîrîna xwînê ve vehinêre û di hişê qendîlan de stêrkên bîranînê yên Troyayê biteqîne!

Çiya hevalbendê henasa te û şagirdê xewna te û sertaca gavên te ye!

Li deryayê binêre daku şînahiya esmên, balindeyên peravan, kulîlkên eşqê û mirina xweşmêran  ji xwe fedî bikin..

 Li Şkefta Birîndaran binêre daku Açîlîs(Achilles)  bazbenda xwe pêşkêşî zendên qederê bike û nimêja xwe ya dawî di bişirîna Hiktorê ji nêrgizan de ji bîr bike, daku Spartayê  bi destê te yê ji kevir bigire û berbi Olympusê ve wek Odêsyosekî (Odysseus) derengmayî sernişîv bibe..

 Çîrokên xwe veweşîne Ocalanos, mîrnişîniya xwe ya ji keskê hêviyê, ji sorê birînê û çarenûsa reşgirêdanê, di navbera du hawaran de, du govendan de û li ser pîtanokên gizingê bi tenê nehêle!

 Di navbera te û Îsakayê (Ithaca) de, îstegehên xewnê dilerizin û şevçirayên bendemanê bi nermebaranê re dipeyivin.. Di navbera te û Amarayê de, dilê sorgulan dijene, kurtepist diherike,  bêdengî ji dayik dibe, odeyên sar di pirsan de radizin, çavên talanbûyî rûbarên xwe zuha dikin,  bagerên doravan bendergehên xwe wenda dikin û tu jî nîçîrvanên rojê yeko yeko hînî kewan û şevpestan û şengebiyan û gulhinaran û pasvaniya dastanên ji bahozê dikî!

Li deryayê binêre, wan kevokan ji destê xwe berbi hêlînên ji barûdê yên Oremarê ve bifirîne û peymanên girî li van rêzekupîtkên şînîhilgir dabeş bike, tembînameyên xwe radestî keştiyên ji mijê yên Qendîlos bike û ji Herekolî re bibêje: tu welatê min ê ji xunava azadiyê  yî!

Li dîwarên şevê binêre û rimên jehrkirî yên Mîr Elî di sînga Pîzantayê de bilerizîne, xetîreyên xwe ji destê Romayê azad bike û peykerên Spartakosê dînbûnê di helkehelka Cûdiyê serdeman de daçikîne! Çîrokên xwe yên sergerdan ji heyvê re bibêje û bi çurisîna gotinên xwe dergehên asê yên gerdûnê biherifîne!

Cîhanê bi gulgeniman ava bike..!

Komarên rewrewkê şanî siwarên jiyanê bike!

Dergehên evînê ji dilê çiyê re veke daku em alên goristanên xwe di sîngên xwe de li ba bikin û bêrîkirinên xwe li ber lingê Qendîlos raxînin!

Li sîbera van çiyayên sawdar binêre û gustîlka Mezopoyamyaê di Şkefta Birîndaran de wek çavşînkekê di eniya Qendîlos de bikole. Daristanan, pezkûviyan,  rêçên hevdîtinê di çavên xwe de kedî bike û gulwazên berbangê bi dara şehîdan ve hilawistî bihêle!

– Kî ji we navê pirtûka çûkan û ji rêça ku berbi rojê ve diçe, dinase?

– Kî ji we dizane mirov çawan dikare laşê xwe ji bageran, çavên xwe ji xewrevînê, destên xwe ji kuştinê, welatê xwe ji mirinê û dilê xwe ji hezkirina hechecîkan, biparêze?

Ocalanos ji helbestan, ji kêlên dîrokê, ji darbesta  gulan  û ji dengbêjên mirinê dipirsî!

Min jî bersiva wî bi hêrs dida: De bila hemî peyv û hemî helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos! )))