Qilçix

Nûçeyên Şivan Perwer

“Kî mêre bila rexne bike!”. (tabloyeke Y. Silo di derbarê Şivan Perwer de).

Şivan Perwer Dilbixwîn Dara bi kuştinê tehdîd kir

Şivan Perwer: “Ez naxwazim bi destê kurdan bêm kuştin”

Pêşmerge do şêrbûn îroj zikmezinin.

Şivan diçe Tirkiyê…Şivan naçe Tirkiyê.

Şivan Perwer singê golik rakir

Şivan Perwer ji şamborekan bêtir ji kutilkan hez dike.

Şivan Perwer li Keneda hate girtin.

Şivan Perwer strana Memleketim bi wezîrê Tirk re stra.

Şivan Perwer bi sed hezaran dolar û molar ji bo vekirina Tv yek kurd da hev, ne Tv vebû ne jî ew pere li xwediyên xwe vegeriyan.

Şivan Perwer riya xwe kur kir dako bibe Şivanê ciwan.

Şivan Perwer pareyên pêşmergeyan bi şêweyekî nefermî ji Kurdistanê anî Europa.

Şivan Perwer ne hêkên du zerdikî be naxwe.

Şivan Perwer dike biçe ser kîwanê.

Şivan Perwer diçe serdana gora Maykil Cakson û gurzek gul li serdatîne.

Şivan Perwer: “Kurd di dîplomasîyê de sifir in, divê Kurd sosyal bin”

Şivan Perwer: “yên min rexne dikin dijmin û xwefirşo in, yên li çepikan dixin baş in”

Bi gumana min ji bo ko Şivan Perwer tim û tim di rojevê debe wisa dike, ewqas xirecir dike, hin caran gotinên çelqomelqo dike, bêhn teng dibe, ji çermê xwe derdikeve, rexneyan napejirîne, bi wezîrê Tirk re MEMLEKETIM dibêje.

Eger ez di şûna wî de bama min wisa nedikir, min ewqas xirecir ji bo çûna Tirkiyê nedikir û her ji du rojan bi berpisekî Tirkiyê re rûnediniştin. Hin kes dibêjin ew bang li wan dike.

Gerek Şivan Perwer nefis biçûk be, hesan, kemlan û giran be, çimkî hunermende, stranan ji gelê xwe re dibêje ne ji gawiran re, her wisa kesî wî mecbûr nekiriye stranan bibêje, jixwe hin dibêjin: Eger ne di ber pereyan deba Şivan stran nedigotin, di pirektaykê de wisa diyar dibe, her kes dizane ko Şivan kolê peraye.

Ew hin sernûçe ne ji yên ko di derbarê hunermendê ser erd û bin erd e hatine nivîsandin, bi gumana min Şivan Perwer ji vê rewşê hez dike, dixwaze nav û wêneyê wî tim di rojevê de be.

Bi gumana min Şivan Perwer çi bike gerek merov lê bibore, ji ber ko Şivan mîna zaroka delalîye. Şivan Perwer guman dike ko her tişt ji mafê wî ye, wek zaroka delalî û ziman dirêj. Bi gumana min nexweşiya meznahiyê lê daye, eger ne wisa be dê piştê gelek serêşandin û xireciran raweste û hezkerên xwe bijmêre û li ber ên berî çend salekî deyne.

Şivan Perwer kesayetiyek giştî û naskirîye, xirecir û tevgerê dike, mirove, êdî dê şaşî û gunehan bike, di encamê de dê bê rexnekirin. Tenê mirî gunehan nakin.

Kurd nikarin lêborînê ji hev bixwazin, lê dikarin ji gawiran bixwazin. Eger Şivan Perwer ne bi pilan û qestî di derbarê pêşmergeyan de wisa gotibe, eger ne bi hiş û pilan Dilbixwîn bi kuştinê tehdîd kiribe, çima nikare lêborînê bixwaze. Lê mirovên ji xwe razî, mirovê nexweşiya meznahiyê lê dabe nikare lêborînê bixwaze û ji hevrasiya navdariya xwe  bikeve.

Q. Ş.
îca lêborîn ha,

Ismaîlê dîn li herêma Amûdê û Qamişlo navdar e, ta bi pirtûkan li ser çêbûne. wî tim digot: eger ne ji lêborînê ba, wê xelkê hev bixwarana. îca ev jî Şivan û xirecira li derdorê ye kak Brader. bi gumana min Şivan lêborînê ji kurdan naxwaze, eger hez bikra bixwaze dê gelek caran bixwesta, jixwe mirovên mêr û mezin tim lêborînan dixwazin. Eger kurd wek serdestan bi hêz û xwedî welat û desthilat bana, wê çaxê dibe ko Şivan Lêborîn bixwesta..bi lêborînan agirê mezin vedimrin..û hûn sax bin..