Gotar

Bê perçebûn jiyan nabe.

Ne hevbenda me Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî û ne jî kongirê ku do li Qamişlo li dar ket û di encamê de Hevbenda Nivîskaran hate damezirandin, dikarin ta radeyeke baş nûnertiya nivîskarên kurd li rojava bikin.

Nivîskar bûn du perçe, û em her du alî berpirs û sûcdarin.

Me wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî li dirêjiya 9 salan nikarîbû hema hema hemû nivîskaran hembêz bikin û xwedî li helwest û gotar û mafên wan derkevin.

Me wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî nikarîbû aliyê din rawestînin û rê li ber berçebûnê bigrin, belkî em gelekî serhişk bûn û ji ya xwe nedihatin xwar û aliyê din jî ne zikêşê yekîtiya nivîskaran bû.

Di her du dezgehan de pîvan û yasayek ji bo hilbijartin û binavkirina nivîskaran tune.

Mixabin di her du dezgehan de zimanê erebî sereke ye, belavok, helwest û gotara her du aliyan bi erebî ye, mebest ew e ku gelek ji nivîskarên her du aliyan nikarin xwe bi kurdî derbibirin.

Bi texmîna min, çi çaxa em her du alî tenê ji bo berjewendî û mafên nivîskaran tev bigerin, li dûrî pirsgirêkên partî û berjewendiyên kesane, ewê pirsgirêk li pêşya yekîtiya nivîskaran nemînin û di nêzîktirîn wext de bibin yek.

Bi hêviya ku di nêzîktirîn wext de em bikaribin dilê xwe ji hev re vekin, zelal xwe derbibirin û ji bo berjewendiya xwe wek nivîskar, û ji bo berjewendiya gelê xwe bi yek bin

12/10/2013