Çîrok

Qaşo ji hev hez dikin

Dema çavên wî bi ên wê ket, ji çavên xwe bawer nekir, careke din lê nerî, dît ko pêre dibeşişe, kabokên wî sist bûn û ji qama xwe de hat xwarê, yekser dîlan û muzîk rawestiyan û xelekek ji merovan li dora cendekê wî çêbû, ji gelekan weyê mir, ji hinan jî weyê dilê wî êşya, hinan gotin; vî Newroza me têkbir, hinan jî telefona embulansê kirin, ji xwe di şeş deqeyan de polis û embulans li wir bûn. Tenê wê dizanîbû çi pêhat û çima wisa ji qam de hat xwarê, lê deng ji xwe neanî ta li ber barê hevûdu dîtin. Yekser jêre got:

-qey tu hîn ji min hez dikî?

-min berî niha bersiva te da, ma hez kirin wek merovan dimre.

-tu jî hatî van welatan û bûyî penaber?

– ji bo te, hemû ji bo nêzîkî te bim.

-te çilo dizanî ez li virim?

-min nizanîbû, min zanîbuwa dilê min nediêşiya.

-te Mem û Zîn anîn bîra min, wan jî hevûdu li Newrozê dîtin?

-Newroz derfeta hevdîtinê ye, ji bo hin dost û hevalan bibînim hatim cejna Newrozê pîroz bikim.

Ji bo ko gelek çav li ser wan nerawestin û got û bêjî çênebe, soza hevdîtina li xwaringeheke Çînî dan hevûdu û her du di nav milet de windabûn. Di ber xwarineke çînî re wî jê pirsî:

-tê bîra te me cara pêşî hevudu di imbara we ya genim de dît?

-na ne imbara genim bû, kadîn bû,

-li gor tê bîra min imbara genim bû, ji ber tu nebibû bi ka.

-belê ez bibûm bi ka, berî ez ji kadînê derkevim min xwe ji kayê dawişandibû.

-danê piştî nîvro bû û diya te çûbû ser tenûrê û bavê te li meletiyê bû.

-na, bavê min çûbû aş, û diya min çûbû bi hawara jina şivanê gund ve a ko dikir bizê.

-wê rojê birê te yê biçûk biser me de hat û em di rewşek xerab de dîtin,

-na, ew kurê cînarê me bû, li motka mirîşkê digeriya.

-te du gulî wek du keziyên mara hûnandibûn û bera ser milê xwe dabûn..

-tu caran min wisa bi porê xwe nekirye, dibe ko yek gulî li aliyê çepê be.

-wê carê min şekirekî keremêla da te piştî min devê xwe ji bin guhê te derxist,

-şekirê dilopiz bû, me bi deva dida hev û pêre te lêvên min dimijandin.

-eger tu zanî di dûv re min çi bi te kir?

-te xwestibû bişkokên sînga min veke, lê min nehişt.

-tiştekî bê bişkok li te bû, tu bê sityan bû û te hişt ez serê memkên te bibînim, min jî ji bo te gumlikekî reş li xwe kirbû.

-na, ne reş bû, ko reşbiwa dê ka lê xuya kiriba.

-ji bo tu bikenî min derpiyê te î sor kirbû serê xwe.

-devling bû, te ta bi serî kişandibû xwe, ez gelekî keniyabûm.

-şanikek reş di bin serê memka te ya çepê de hebû.

Piştî ev yek jê guhdarî kir, li gel ko gepek xwarin di dev debû, lê yekser çû destavê, di rê de gepa di devê xwe de cût û bê mad ji destavê vegeriya, xwarina pêre bi dawî neanî û bi xeyd ji xwaringeha çînî derket.

25/11/2006