Folklor

Ker û gur


Hebû tunebû, carekê ji caran, li dora gundekî kerekî bêxwdî hebû. Pirr þerpeze bûbû. Ji ber ku heçî îþekî wî hebûye bi wî kerî dikir û heçî ku barekî wî hebûya li wî dikir. Ker hingiya ji sixrê xelkê bêzar bûbû, hemaji xwe re bi navsera çiyê ve hilkiþiya. Bi rê ve rastî roviyekî hat. Rovî got:
– Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
– Quzulqurta bavê kero!
Rovî got:
– Lê bêjim çi?
Kerî got:
– Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.«
Rovî got:
– Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
Kerî got:
– Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikiþim.
Rovî got:
– Ma tu min bi xwe re nabî?
Kerî got:
– Ma çima nabim?
Her du bi hev re çûn, çûn rastî beranekî hatin. Beranî got:
– Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
– Quzulqurta bavê kero!
Beranî got:
– Lê bêjim çi?
Kerî got:
– Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.«
Beranî got:
– Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
Kerî got:
– Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikiþim.
Beranî got:
– Ma tu min jî bi xwe re nabî?
Kerî got:
– Ma çima nabim?
Ker, rovî û beran bi hev re çûn, çûn rastî rastî dîkekî hatin. Dîko got:
– Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
– Quzulqurta bavê kero!
Dîko got:
– Lê bêjim çi?
Kerî got:
– Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.«
Dîko got:
– Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
Kerî got:
– Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikiþim.
Dîko got:
– Ma tu min jî bi xwe re nabî?
Kerî got:
– Ma çima nabim?
Ker, rovî, beran û dîk bi hev re çûn, çûn rastî kevroþkekî hatin. Kevroþkî got:
– Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
– Quzulqurta bavê kero!
Kevroþkî got:
– Lê bêjim çi?
Kerî got:
– Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.«
Kevroþkî got:
– Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
Kerî got:
– Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikiþim.
Kevroþkî got:
– Ma tu min jî bi xwe re nabî?
Kerî got:
– Ma çima nabim?
Ker, rovî, beran, dîko û kevroþk bi hev re çûn, çûn bi rê de kerî got:
– Gelî hevalan, zirra min hat, divê ku ez bizirrim.
Hevalên wî jê re gotin:
– Malava, tu yê çawa bizirrî, em di navsera vî çiyaî de ne, gurin wê bi me bihesin, wê me hemîyan bixwin.
Kerî got:
– Nabe, axir divê ku îllahî ez bizirrim.
Axir, kirin nekirin, ker qayil nebû. Kerî serê xwe bilind kir dest bi zirrînê kir:
– Ahîîî, ahîîî, ahîîî!
Tu nebê li devereka nêzî wan heft gur hebûn. Wan dengê kerî bihîst. Her heftan ji hev re gotin:
– Gelo ev çi deng e, tê?
Yekî ji wan got:
– Ka ez herim, bê ev çi deng e.
Hevalên wî gotin:
– De here.
Gur hat dît ku ker û hevalên xwe di navsera çiyî de di nava mêrgê de ne, bêxwedî ne, hema kêfa wî hat û ew ber bi wan ve çû. Ji piþt ve çû çû xwe avête nava teþkên kerî. Hema kerî her du rahnên xwe li situyê gurî jidandin û ew zeft kir. Beran ji piþt ve bi poþan rabûyê. Dîko çû ser piþta kerî bang da. Rovî erd kola. Kefroþkî da xapa. bi vî awayî hingiya beranî li gurû da ew bêhiþ xist.
Paþiyê wan gurî berdan, ew nîvmirî çû ba hevalên xwe. Havalan jê pirsî:
– Birayo, te çi dît?
Gurê jihalketî got:
– Birano, qet deng mekin. Ez çûm min qewmek li wê derê dît , kes nebîne. Wan meraq kirin gotin:
– Çawa?
Wî got:
– Gava ku ez çûm, hema serê min kirin nava du latan, û bi du mêkutan li nava piþta min dan. Yekî ji wan yasîn li ser min dixwend, yekî dida xapan li kefenê min digeriya. Yekî jî her gorra min dikola.
Gava guran ev xeber bihîstin, tirs ket dilê wan û hemîyan bi hev re ji wî cihî bazdan, gotin:
– Gidî, þikir ji Xwedê re ku em ji lepên wan xelas bûne.
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.