Folklor

Xewa Ristem

Jina apê Gêwê Melîsa her tim cêwî danîn. Navê her duyên ewil Bêjem û Bêlan, Bêjem berya Bêlan hatibû dinê. Dû wan re Coman û Comba bûn. Coman berya Comba hatibû dinê. Dû vana Gurgen û Giyan bûn.
Xalê wan Kalê Zal jî wek law yekî bavê xwe û kurê wî Ristem jî yekî bavê xwe bû. Heft bav in, ew Serwer û sermiyanê eşîra Tehamten bûn. Eşîra wen mezin û leşkerî, li pişta kî bûna, pişta wî nedihat erdê. Serwerî diket destê wan. Ne eşîreke îdarekirinê, yê parastin û lêdanê bû. Xwedê xurtiyeke bêqiyas dabû ferdên eşîrê, lê aqilsivik…
Payiza rengîn, serê sibê Ristem ji xew şiyar bû, ji seyisê xwe Qero re got: ´Ji min re bangî Emro bike!´ Qero çû bangî Emro kir. Ristem ji Emro re got:
”Min îşev xewnekî dît. Qesra min çû, serê min jî pêre.”
Emro remildarê Mala Zalê, sihêtîkirî, di hunera xwe de xurt. Meriv kare ewleyiya xwe pê bîne. Got:
”Qesra te Rexşê Belek e, gere tu sê şev û sê roj wî biparêzî. Sê şev û sê roj tiştekî neyê serî, dê xewn pûç bibe… Gere vî sê rojî de pir baldayî bî.”
Ristem rabû Rexşê Belek teslîmê lawên meta xwe Coman û Cobar kir û ew şandin Zozanên Qizmê, çiyayê Debaran. Di germa havînê de Mala Zalê diçûn wir. Qesr û qûnax, xan û eywan, şikeft û tewle hebûn.
Coman û Cobar Rexşê Belek xistin tewla binê koşka qûntara çiya, tewle di zikê kevira helan de hatiye vedan. Pişta koşkê bi temamî çiya, bilî deriyê hewşê yê duqanat, derî tune. Li ber derî, bû êvar. Cobar ket xewê û Coman ma li pawaniyê. Palewanên Mala Zalê ne, xewa wan giran e, bi rojan dajo. Sê roj û du şevên Coman di pawaniyê de, Cobar di xewê de. Şeva sisiyan ew ji xew rakir û got:
”Birayê min, de rabe. Şeva sisiyan e. Em îşev jî bi silametî, bê qeda û bela derbas bikin, em ji bin barê xalo derdikevin. Ji dehkereya wî difilitin.”
Cobar rabû û Comanê kekê wî li ser sekuya binê hewşa eywanê, li kêleka derî ket nava kulaf.
Cobar anî tuxtekî titun da ser qelûnê, bizota qotê mazê da ser û bi hilman dayê. Piştî demekê, li ser kursiyê, tîrika qelûnê di dest de, pişt bi suxfêrê derî va, xilmiş.
Neyarê Ristemê Zal Elfesyayê Turabî remildarên xwe civandin, remil avêtin, çika Rexşê Belek li ku ye. Rişkê Qot gotin ´Rexşê Belek li Zozanê Qizmê, çiyayê Debaran, di binê koşka havîngeh de di tewlê de ye. Koşk ji kevirekî yekpare ye. Tenê deriyekî lê heye. Lawên Gêwê Guhderz Coman û Cobar li ber derî di pawaniyê de ne.´
Rişqê Qot ji eşîra Tehamten û demekê li cem Ristemê Zal seyisî kiribû. Carna diçû ji çolê beng daniyan, dikişandin. Di wê dema seyisiyê de, rojekê dîsa beng kişandiye, ji bîr kiriye ku Rexşêbelk tîmar nekiriye, nebiriye av nedaye. Ristem jê sû dibe, bi çepilê wî digre û diweşîne. Milê wê di çeng de diqurife, di destê Ristem de dimîne. Wî ji cem xwe diqewirîne, ´carekî din bila çevên min bi te nekevin´ dibêje. Ew jî diçe bajarê Turabî ba Serwerê Tûran Elfesya. Elfesya deng li hoza xwe kir:
”Kî here ji min re Rexşê Belek bîne, ez ê dawa mertalê bavê xwe jê re tijî zêr kim, heya roja ku sax be hûrê wî têr kim.”
Rişkê Qot rabû dest li sînga xwe da:
”Ez, ez ê bînim.”
Serwerê Tûran Elfesya got:
”De, ez te bibînim…”
Rişkê Qot bi rê ket. Bayê jê re got:
”Em tev herin.”
Rişkê Qot ji bayê re got:
”Heya tu şakîl û kerengên hişk di newal û mesîlan de berhev kî, ez ê heft qonaxan bavêjim pey xwe.” Li benda hevaltiya bayê nema.
Di gavika ku Cobar xilmişî, Rişkê Qot ji bilûra Razê pif kir xwe, bi hunera sihêrbaziyê li Zozanê Qizmê pêş koşka Mala Zalê danî. Bala xwe dayê, keys tê heye. Çû hundirê tewlê. Çawa deng li Rexşê Belek kir, Rexşê Belek guh tapêl kirin. Zivirî ji dawa kulafê Coman perçeyekî birrî, kir çar gore û xistin simên Rexşê Belek. Dizgînê wî girt, di ber wan re derxist. Hinekî ji wan dûr ket, gore ji piyên wî derxistin, siwar bû û yelah.
Coman di xew de dît ku borek ji tewlê firî. Veciniqî ser xwe û got:
”Cobar…”
”Lebê keko.”
”Rexşê Belek firî…”
”Na keko… Ez şiyar im…”
”Kuro, Rexşê Belek firî.”
”Na keko. Mêzeke hîn qelûna min vêketiye.”
”Te weqîkî titun xistiye qelûnê, bizotê agirê mazî daye ser. Heya elenda sibê jî vêketî dimîne malnemîrat. Rexşêbele çû. Te em rûreş kirin.”
Beysûs vêxistin, bi hev re çûn hundirê tewlê, eyb e eyb, yek bibêje hesp li vir bû, deh dibêjin na, mêze kirin hîn kayê afirê nîvî nebuye. Tewle vala, cin û ecnî di cirîtê de.
Li devê derê hewşê ber agirê daran man heya dinê ronî bû. Berê xwe dan Zabilîstan, bajarê Aranzemîn cem lawê xalo, Ristemê zal.
Gava tiştekî neqenc bi Ristem re çêbuya, tevzik dihatin, fena tîran li bin piyên wî diketin, di diyarê serê wî re derdiketin. Seh dikir ku tiştekî bû. Bangî remildarê xwe Emro kir:
”Emro!”
”Ez benî.”
”Terq li min ket. Tiştekî neqenc qewimî.”
Emro bi bayê bezê bi diyarê qesrê ket. Bi dûrbîna lûlû nêrî. Di zaboqê pêşa çiya de Coman û Cobar xuya, perîşan, mirûzî, melûl dimeşiyan. Daket ji Ristem re got:
”Ez benî, waye her du xwarziyên te peya tên, lê çi hewal e nizanim.”
”Mêze bike, heke Rexşê Belek çuye, bila çavên min bi wan nekevin. Heke çavên min bi wan bikevin, ez ê çepilên wan bigrim di binê guhê dîwaran bidim ku qîzên Aranzemîn nikaribin bi kelbetanan goştên wan ji terk û qelşên dîwaran vekin.”
Emro bi lez çû pêşiya wan:
”Xêr e hûn vala hatin?”
”Rexşê Belek çû.”
”Heke wisa ye, xwe nîşanê xalê xwe nedin. Bajar biterikînin.”
Çûn mal. Apê Gêwê bi wan re neaxifî. Diya wan jî mirûzî bû. Tedarikên xwe dîtin, gergedanên xwe kişandin, teng û bengê zînan girêdan, ketin rê. Li binê çiyayekê nenas, di pişta kaniyekî bilqbilqîn de kon vedan. Bilqebilqê li ser avê fena çavên nogonan peqik çêdikirin, dûre diteqiyan. Çend rojên wan li pişata kanî qediyan. Berêvara payiza rengîn, bala xwe danê bazirganekî ji wê de bi lêdana qamçiyan tê. Wisa ecele dajon, bi çov û qamçiyan wisa diweşînin hêstir û bergîran ku pejkên xwînê ji şûna çov û qamçiyan radibin. Coman ji birayê xwe re got:
”Cobar?”
”Lebê keko.”
”Çika here ji wan bipirse, çima di binê bar de welê li wan sewalan didin. Heke dijmin li dû wan e, em ê di hewara wan de bin, heke li pêşiya wan e, em ê têkevin pêşiyê, bila wê zulmê li wan sewalan nekin.”
Cobar bi bazdanê çû ji wan re got.
Başbazirgan got:
”Bila canê we sax be. Ne dijmin li pey, ne jî li pêşiya me. Tûranzemînan li Aranzemîn zexelî kirine, Rexşêbalek anîne. Ji tariya êvarê şûn de derî venakin. Heke vekin jî bi zêran vedikin. Ji bona vê em zû dikin.”
”Heke wisa ye, bajon. Zûtir bajon.”
Vedigere ser kekê xwe û bi ken dibêje:
”Keko min hisa Rexşê Belek hilanî…”
”Çawa?”
”Li cem Elfesya, Serwerê Tûranzemîn e.”
Hema siwar dibin, bi pey qevza bazirgan dikevin. Bi hinguriya êvarê re digîjin ber derê bajar. Bi ser dergevan de dikin qîrîn:
”Were ji me re derî veke.”
”Bê fermana Serwerê bajêr derî venabe. Yan jî hûnê deh zêran bidin.”
Coman dibêje:
”Em nijdevan in. Me ji Zabilîstanê nijde (peyam) aniye, diçin ba Elfesya. Gere ji me re belaş be.”
”Fermana Keyayê me wisa ye. Nijdevan mijdevan, em nizanin.”
Coman dibêje:
”Cobar peya be deh zêran bide!”
Piştî dayina zêran, dikevin hundirê bajar. Lê nizanin herin ku.
Coman ji gergedanê xwe re dibêje: ´Ya gergedanê çê, hûn şîrhelal in. Tu li ber kîja deriyî rawestî, em ê li wir peya bibin.´
Hefsarê gergedanan sist dêlin, dikevin nava bajarê Fesyan, ha li vî alî ha li wî alî. Wele gergedanê Coman li ber deriyekî piçûk rawestiya.
Peya bûn, li derî dan.
Pîrekî derket:
”Hûn çi kesin?”
”Em mêvan in.”
”Çavê felekê kor be. Mala pîra we mala mêvan bû, lê ez çi bikim? Ciyê we herê, lê ciyê welaqên we tune.”
Cobar derxist çengekî zêr xistin destê pîrê, ruyê pîrê geş bû, di cî de serdera derî rakir û gergedan kirin hundir.
Pîrê şîv danî, şîva xwe xwarin, ka û ceh dan gergedanên xwe û rûniştin. Bala xwe danê, şahiyeke bi dengê nizdîşe di kolana pêş re bihurî:
”Ev çi şahî ye pîrê?”
”Anîna Rexşê Belek pîroz dikin”
”Ka, Rexşê Belek ne bi wan re ye?”
”Ew xistine pişta heft deriyan.”
Serê sibê çûn çarşiyê, nizdîşeyekî û du meşk stendin. Meşkekî tije dims û yek jî tije şerab kirin, anîn malê. Dims û şerab kirin şerbet. Êvarê şêwra xwe kirin û Coman ji pîrê re got:
”Pîrê, guh bide min. Ha ji te re çengekî zêr. Tu yê gergedanên me di hundir de çil roj xwedî bikî. Heke em hatin ji xwe hatin, heke em nehatin, bavêje mezatê û li te xweş helal.”
Bala xwe danê dîsa ew qirdika nizdîşe û şahiyê hat derbas bû. Coman got, ´Cobar rabe!´
Cobar her du meşk avêtin ser milê xwe, Coman jî nizdîşe girt û bi pey wê qirdikê ketin. Çûn meydana Qesra Serwer Elfesya hêwirgehê. Xwe gihandin ber deriyê pêşî. Du pawan li pêş derî. Şerbeta şahiyê ji pawanan re îkram kirin. Her du pawanan şerbet vexwarin û gotin:
”Wele şerbeta we pir xweş e. Kî çêkiriye?”

Her yekî tasekî din jî dan û Coman got:
Serwerê me Elfesya em şandin, got: ´Ew îşev bila herin vessanê, hûn herin pawaniyê.´ Kêfa wan hat û yekî got: ´Bû sê şev ser hev em li vir in. Waye em hatine bîra Serwer, hûn şandine. Şerbeta we jî pir xweş bû.´
Her yekî tasekê din jî dan. Qasekî paşê her du pawan jî ji xwe de çûn. Stuyê her duyan jî fena tûra gurzê çilo xelandin, bihurîn hundir. Bi wê dekê, dayina şerbetê, hemî pawan berteref kirin û gihîştin tewleya Rexşê Belek. Mihîna Elfesya Gulêzerik jî li tewlê. Rişme û zîn girêdan, pî xistin zenguyan. Gihîştin ber deriyê sûra bajar. Derî girtî. Ji dergevan re gotin:
”Derî veke.”
”Heya hûn deh zêran nedin, derî venabe.”

Cobar peya bû, zêr dan dergevan. Qasika derî vebû, Rexşê Bele qevz bû, Gulêzerikê da pey, wê çaxê dergevan her du hesp jî nas kirin. Seh kir çi rêx bela kir, lê wek tirk dibêjin; ´îş îşten geçmîştî.´ Bazda diyarê beden û: ´Hewar e sed hewar e. Zabiliyan zexelî li fesiyan kir. Rexşê Belek û Gulêzerikê birin.´
Elfesya ji xew şiyar kirin. Rabû kaxezek nivîsî, da destê sêrbazan û got: ´Bibin deşta Pêşîdirûnê! Çiqas esker heye bila xwe bigihînin ciyê deşt diqede, dawa çiya, neqeba Firmişkê pêşiya wan. Divê di ber wan re derbas nebin!”

Piştî qedandina deştê, qiyameya çiyayê Qereqûş tîk û pir asê. Rêza zinarên ferşîn mîna kelaya Amedê, dîwar di tenûra gerdûn de pijandî. Li berwarê rêza wan zinaran hêlînê baz û başokan, mar û mûr jî nikarin bigîjin wan. Heft şev û heft roj meriv nikare bi diyar bikeve. Dirba xwarziyên Ristem jî di wir re ye. Vana gihîştin diyarê deştê, nêzî eteka çiya, bala xwe danê ku çi bibînin. Rojava ye û tîrêjên rojê li serê konan daye, fena stêrkên asîmanan li ruyê erdê dibiriqin.
Cobar got:
”Keko!”
”Ha.”
”Şev bi ser me de tê. Hima em ê di ciyekê de lêdin, neqebekê vekin û derbas bibin. Estorê xalo bidinê û ji dehkeraya wî bifilitin.”

”Cobar, em ji ateya Mala Zalê ne. Em tu car bi bêbextî li reqîbê xwe naxin. Em bê xwîn di ser reqîbên xwe re derbas nabin. Peya be. Em ê konê xwe bikutin û serê sibê lêxin.”

Peya bûn, kon vegirtin. Bi elenda sibê re xwirîniya xwe kirin û Coman got:
”Gulêzerikê mehîneke pak e. Kî ji me derbas bû, bila raneweste û here xwe bigîjîne xalo. Ez zanim, ji bona Rexşê Belek xwe pir dikeribîne. Bila haya wî çêbe ku me Rexşê Belek anî.”
Ew roj Coman di qada şer re derket. Siwarê Rexşê Belek, fena hespê şiva bayê, pêlên derya Okanê diherike. Ji qada şer dûr ket.
Gihîşt serçaviya kaniyekê.
Bazirganekî li wir.
Pate da.
Bazirgan pateya wî ragirt.
Ji bazirgan pirsî:
”Tu ku de diçî?”
”Ez baceya xwe ya heft salan dibim Zabilîstan.”

Coman ji bazirgan re got:
”Ristem xalê min e. Jê re bibêje, her du xwarziyên te li deşta Pêşîdirûnê, binê çiyayê Qereqûş de, him Rexşê Belek, him jî Gulêzerikê anîne. Serwerê Tûran Elfesya li pêşiya me eskerkî giran daniye, bila di hewara me de bê. Belkî te xelat bike û baceya te ya heft salan li te vegerîne…”
Êvarê li wî diyarî gihîştin ba hev, Cobar pirsî:

”Te çawa kir keko, tu derbas nebuyî?”

”Belê. Min di zaboqa Şilik de neqeb vekir û derbas bûn. Lê hal û hewal wisa. Min agahî bi bazirgan re şand û vegeriyam.”

”Keko, belasebeb xelk ji me re nabêje ´Mala Zengûzêrînên Kêmaqil.´ Tu nesêwirî malava? Nava havînê erd lawê xalê me ranagire. Dê çawa peyatî were?”

”Tu rast dibêjî birê min. Qaşo em lawê aqilmendê Mala Zalê, Gêwê Guhderz in. Qey dîsa kêmaqiliya Mala Zalê bi min girt, min ev wehim nekir. Nehat bîra min. Heya aqilê me yê dawiyê tê, yê pêşî diçe. Ev xwiyekî me Keyaniyan e.”

Ew şev dîsa serê xwe danîn, serê sibê rabûn, her yekî di aliyekê de lêxist. Wele Cobar derket, derket lê çawa dihere, fena bûka bayê, tîr ji kevanê berdî para nagîje.

Dema bazirgan gihîşt bajarê Zabilîstanê bajarê Aranzemîn û nijdeya xwarziyê wî bi şid û bid ji Ristem re got, bi hêrs ji bazirgan re, ´Ez ê siwarê diya te bim an yê meta xwe? Barên xwe biqelibîne û biteqize!´

Xurşîd Mîrzengî