Folklor

Shêr û kevroshk

Hebû tunebû, carekê ji caran, þêrek hebû ku hakimê hemî daristanana bû, hukumdarî li ser hemû lawir, teyr û tirûrên daristanê dikir.
Rojekê wî biryar da ku li ser her cinsekî heywanan þîv an taþtêyekê ferz bike û ew hercarê bi dorê jê re bînin. Hemû cinsên lawir û teyran ketin dorê, hinan taþtê, hinan þîv jê re anîn.
Rojekê dora kevroþkan jî hat. Hemû li hev civiyan ku biryara xwe bidin bê wê çawa taþtêya þêrî peyda bikin. Kevroþkekî þareza ji nava wan rabû got:
­­ Hûn xema mexun û îþê xwe pê mekin; ex ê bi xwe taþtêya þêrî peyda bikim.
Hemûyan bi hev re gotin:
­­ Mala te ava.
Û bi dilaramî belav bûn.
Kevroþkê me sê rojan ma li malê û bi ser þêrî da neçû, bû roja çaran çû derket hizûra þêrî. Þêr bi ser de qîriya got:
­­ Ma dora taþtêya min ne li ser we bû? Ev sê roj in ji we kes bi ser min de nehatiye… Ez wilo birçî mam.
Kevroþkî bi rêz jê re got:
­­ Ez benî, roja pêþîn min taþtêya te anî, lê heywanekî din heye, her wekî te ye, rê li min girt û taþtê ji min sitend.
Þêrî got:
­­ Gelo tu kesê din ê wekî min heye ku hukum li ser heywanên daristanê bike?
Kevroþkî got:
­­ Belê heye. Heke te divê, rabe em biçin ez ê wî nîþanî te bidim.
Þêr got:
­­ De bide pêþiya min em herin cem wî hukumdarî.
Kevroþkî da pêþiya þêrî, çûn çûn heta ku li ser devê bîrekê rawestiyan. Kevroþkî got:
­­ Va ye hukumdar di vê derê de ye.
Gava ku Þêr bi ser bîrê de vêl bû wêneyê xwqe di avê de dît. Dîna xwe dayê ku þêrekî hema wkî wî xwiya dike. Hema ji wê derê xwe avêt ser wêneyê xwe. Pê re pê re çû binê avê, bîr kûr û teng bû ew neþiya derkeve, fetisî. Kevroþk jî û hemû lawir û teyr û tirûrên daristanê jî ji þêr û zilma wî xelas bûn.
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.