Folklor

Teyrê Sîmir


[Çi hebû, çi tune bû, li welatê Behdînan, axayekî zorbaz ê bi navê Osman axa hebû, du peyayên wî, ku birayên hevdu bûn, hebûn. Yek ji yekî mêrtir û yek ji yekî wêrektir. Osman axa bang li gundiyan dikir, digote wan: »Werin bi peyayên min re zoranbaziyê ‘qutêkirinê’, pevçûn û şerkirinê, ka em binêrin kî berxe û kî berane… »
Kî bi wan re dikete zoranbaziyê, pevçûna bi şûr û mertalan, li dawiyê di xûna xwe de digevizî, birîndar vedigeriya mala xwe an jî termê wî dibirin goristanê.
Li wî gundî mirovekî pir qenc û oldar hebû û jineka wî ya pir çeleng hebû. Dilê Osman axa kete jinikê, kir û nekir, nedizanî çewa ew mirovê hêja kevirê jina xwe bavêje, da pişt re Osman axa wê li xwe marbike. Mêrê jinikê pir ji jina xwe hezdikir û wê jî ji mêrê xwe hezdikir. Bi hev qayîl bûn.
Osman axa çare nedît, rabû herdu peyayên xwe bi şev şandin ser mala wî, ew di xew de kuştin. Roja dî, paş ku termê wî hejarî xistine gorê, xelkê guman kirin ku peyayên Osman axa ew kuştine, tev çûne mala Axayê gund û ji wî xwastin ku wan tawanbar bike. Osman axa dît ku teviya gundiyan li hember wî yekdest û dar in, ferman da ku wan herdu birayan bigirin û bavêjine jêrzevînê, da wan bide dadgeha Mûsilê. Bi şev herdu birayan ji hev re gotin ku rewşa wan êdî wêran e, û wan bi fermana Osman axa ew bedkarî kirîne. Bi hev re alîkarî kirin, bi zor û bi tewatek mezin kanî bûn zincîrên xwe vekin û xwe ji jêrzevînê azad bikin. Bi dizîka hilkişiyan maxa ku Osman axa tê de diraze, ew di hembêza jina wî de kuştin û reviyan bi çolan ketin, bûne rêbirr û serbirr.
Demek dirêj di çiyan de man, li şikeftan raketin. Rojekê dîtin ku di paşiya şikeftekê de qulek heye, têra bayekî sar tê, ew dîwar kolan, dîtin ku ve evdekî li wir e, di navbera wan û evd de pevçûnek çêbû, li dawiyê ew evd kuştin. Di wê paşmaxê de, ku wekî kadûnekê an qulînekê bû, geriyan. Çi bibînin? Keçeke ciwan û çeleng û sipehî, di nav baxçeyekî de, li ser textekî şahanî ye.
Dilê herdu birayan kete wê keçê, xûna wan bi ser wê de keliya, her yekî got: Ez ê vê ji xwe re bistînim, ev keçik wekî pêriyan xweşik e, ez ji destê xwe bernadim. Keçikê gote wan: »Wilo nabe, divê yek ji we yê dî bikuje, da ewê mayî min ji xwe re bistîne. Ma ez nanek sêlê me, ku hûn min bikine du qet, li hev parve bikin? »
Herdu bira rabûne hev, heft roj û heft şevan, bi şûr û mertalan, carekê ew birîndar dibe, carekê yê dî. Gava diwestiyan digotine hev: »Ma ne em birayên hev in? Bo jinekê, em wilo li hember hev derketîne. Dibe ev sihirbaz be, dixwaze me bi hevdu bide kuştin û dawiyê bi yê mayî bikene û bireve.»
Keçikê jî ji birayê piçûk hez kir, lew re gotê:’Gava tu şerdikî li min nenêre, tu li min dinêrî, hişê te ji seriyê te difire, ez jî ji te hezdikim.»
Dawî birayê piçûk yê mezin kuşt û termê wî di kortekê de çalkir. Ji keçikê pirsiya h’al û eh’wal çiye, ew çewa hatiye bi wê şikeftê ketiye û ew evd kî bû. Keçikê gotê ku ew û du xûşkên wê ji welatê Firindan firiyan û hatin li van welatan geriyan, evdê ku hatiye kuştin, ji wan re dav vegirti bû, di davê de durreyeke, ku ji xudanê xwe diziya bû, danî bû. Hersê xûşkan xwe berdan ser davê ku wê durreyê bibin, ew ji nav wan bi dava evd ket, evd ew ji xwe re girt û bir di şikeftê de girêda, herşev bi wê re çêdikir. Ta herdu bira hatin û ew evd kuştin.
Rabû birayê piçûk, ê ku ji wê hezkiriye û di ber wê de hem evd û hem birayê xw yê mestir kuştiye, çi zêr û zîvên ku ji talanê bi birayê xwe re civandi bûn, hildan ser pişta xwe, keçika di koka xwe de firindek bû û gelek çeleng û sipehî bû bi xwe re bir, çû li welatekî qesrek ji wê re kirriya û di wê qesrê de bi hev re bûn mêr û jin.
Rojek ji rojan, keçikê pencereya qesrê vekir, li çiyayên dûr nêriya, welatê wê hate bîra wê, gelek giriya, hema yekser cilên teyran kirin ber xwe û ber welatê xwe ve firiya. Mêrik hate mal, digazîne, jin tune. Rabû wekî şêt û dînan bû, ji ber ku pir ji wê keçikê hezkiri bû. Seriyê xwe rakir û çû, heft roj û heft şevan bi rê da, pêrgî Welatê Maran hat, ji wan pirsiya welatê Firindan li ku ye, kesekî nizanî, gotine wî:«Em ê te bibine ba sultanê maran.» Birin ba sultanê maran, sultan jê re got : »Dostekî min ji teyran heye, ew dikare te bibe welatê firindan. » Sultan şand pey wî dostî, bi lez firiya û hate ba wan. Sultanê maran jê xwast ku mêrik bibe welatê Firindan. Teyr got:
«- Libê, ez vî mêrikî dibim Welatê Hilanê, heger ew satilek garis bide min.»
Mêrik gotê ku ewê ji wî re 7 satil tijî garis bike, hema bila wî bigihîne welatê firindan. Mêrik li pişta xwe suwar kir û bi asîmanan de firiya, bala û bilind hilkişiya, ta zevîn wekî sêlekê li bin wan xuya bû, û xwe bi xarê ve berda… Di wê navê de ji mêrik re got ku sê dotên Teyrê Sîmir hebûn, çû bûn seyran û gerînê, du keç ji wan vegeriyan û ya dî venegeriya bû, lê niha paş demek dirêj ya winda jî dîsa hatiye ba dayik û bavê xwe. Mêrik pir dilşad bû. Li dawiyê teyr ew ji ser pişta xwe li nêzîka bazarekê danî, mêrik çû jê re çiwalek garis kirriya, anî li ber wî teyrî çiwal hilweşand û got:
»-Here tu û zarokên xwe ta dawiya salê bixun.»
Mêrik çû li mala Teyrê Sîmir geriya, pirs bi pirs mala Teyrê Sîmir dît. Gava ji jin û dotên Teyrê Sîmir ve nêzîk bû, jina mêrik ew çavkir û gote herdu xûşkên xwe:
«- Eve mêrê min e, hatiye li min digere.»
Dayika wê gote mêrê xwe:
»- Eve zavayê me ye, hatiye li jina xwe digere.»
Teyrê Sîmir gazî hersê dotên xwe kir, hatin xwe dane pêş wî. Teyrê Sîmir gote mêrik:
«- Heger tu rast zavayê min î, da ji min re bibêje kijan ji van dotên min kebaniya te ye.»
Mêrik li hersêyan nêriya, la h’ewle wela quwwete îlla bîllah (ne hêz û ne kanîn bê Xwedê nîne), dawî got:
«- Bila cilên firindan ji ber xwe bikin, ez ê binasim kijan ji wan hevmala min e.»
Rabû hersê keçan xwe tazî kirin û ketine di golek avê da. Mêrik rûken bû û got:
«- Aha…Eve ye.»
Dayik û bavê li çavêd hevdu nêriyan û bavê got:
«- Te rast got, da here jina xwe li gel xwe bibe.»
Çêroka min çû serî û hûn tev bimînin sax.

Amadekirin: Cankurd