Folklor

Teyrê Sîmir

Hebû tune bû camêrek hebû û navê wî Mîrza bû. Ji xwe re xulamiya mala Sêvdî paşa dikir. Keçeke Sêvdî paşa hebû û navê wê Xezal bû. Dilê wê di Mîrza de bû.

Rojek mêvanên bavê wê tên û ew jî li kîlerê ye. Mîrza diçe ku ji mêvanan re xwarin û vexwarin îkram bike, Xezal bela xwe tê dide. Carek du car… Mîrza xwe bi zor û bela ji destê wê xelas dike. Dawî ji Mîrza re dibêje:
 – Ku tu min nerevînî, ez ê bêbextî li te bikim û êdî tu texmîn bike ku dê bavê min çi felaketê bîne serê te. Ez dizanim ku bavê min li darê dinê min nade yekî wek te, yek çare heye ku divê em ji vî welatî terkeserî bibin.
Mîrza dibêje:
– Heyran min nan û ava bavê te xwariye, ez nikarim bêbextiyê lê bikim. Em nikarin bi ciyekî ve jî herin. Bavê te paşayekî mezin e, em bi ku ve herin, dê me bibîne û bikuje.
– Bi kuştinê be jî, ez razî me, divê tu min birevînî, ji vî welatî bi dûr bixî.
Lawik dike nake nikare xwe ji destê keçika paşa xilas bike û bêçare dimîne û jê re dibeje:
 – Ya Xweda ya sebir!.. Baş e tu amedekariya xwe bike,  ez ê xwarin û vexwarina mêvanan bidim wan,  ez têm û emê herin. Keçik amedekariya xwe dike. Diçe axurê cotek  hespan hazir dike û Mîrza jî bîstek şûn ve tê û herdu li hespên xwe siwar dibin, derdikevin û bi çargavê dajon û di nav toz û moranê de wenda dibin.
Keçik dibêje:
– Rast bajo, hevalekî bavê min heye û navê wî Îbrahîm Paşa ye. Encax em xwe bavêjin ber bextê wî, ew li me stariyê bike an felata me ji destê bavê min tune. Diçin digihêjin devera Îbrahîm Paşa. Diçin qonaxa paşê û Mîrza hewl û hewal mesela xwe û keçikê ji paşê re dibêje.
– Paşayê min, ez xulam, hal û mesela min ev e.  Min keça Sêvdî Paşa revandiye û min xwe li te girtiye, xwe avêtiye bextê te.
Îbrahîm Paşa ji Mîrza dipirse:
 – Tu lawê kê yî û te çi kar dikir?
 – Ez kurê xizanekî me û min li qonaxa Sêvdî Paşa xulamî dikir.
– Metirse kurê min, piştî ku te xwe li min girtiye, êdî Sêvdî Paşa nikare tiştekî bi te bike. Ez ê mihavza we bikim.
Paşa gaziyê xulamê xwe dike û ji wan re dibêje:
– Koneke mezin li pişta koşkê ji mêvanên me  re vekin û hundirê wî jî raxin bila ji xwe re tê de bisitirin.
Rojek sibê zû Îbrahîm Paşa li dora koşkê peyase dike, çavê wî bi Xezalê dikeve. Wey mala bavê Xezalê xerab nebe, çi Xezal e! Wek heyva çardeh şevî ye û mirov nikare bi du çavan lê binêre.. Ne bi dilekî, Paşa bi heft dilan dibe evîndarê Xezalê.  Niyeta wî xerab dibe, di bîr û bajara xwe de digere, gelo çi bike, çawa bike ku serê Mîrza wenda bike û jina wî li xwe mar bike. Dike nake nikare xwe ji nav xeyalan rizgar bike. Heyeta xwe li hev dicivîne mesela ku di serê wî de derbas dibe ji wan re dibêje. Heyet aqilek weha dide Paşa:
– Heyran ev tiştê ku tu difikirî qet nabe. Bi te û paşatiya te nakeve. Nav û dengê te heye. Tu xulamê xwe bikujî û jina wî li xwe  mar bikî, xelk dê ji te re çi bêje!?
 – Ê… em çawa bikin. Yek ji şêwirmendê wî dibêje:
– şêrek li pişta çiya heye û kes newêre û nikare di wê re derbas bibe. Kî di wê re derbas bibe, şêr ew dikuje. Em wî bişênin, ji xwe ew bi saxî nafilite. Dê jina wî jî ji te re bimîne.
Îbrahîm paşa gazî Mîrza dike:
– Kurê min heywanekî li pişta vî çiyayî ye û rê betal kiriye. Karwan marwan kes nikare di wê rê  re derbas be. Here wî bikuje bila milet ji vê belayê xelas bibe.
Mîrza vedigere tê malê û mesela xwe ji Xezalê re dibêje.
– Îbrahîm Paşa karek wisa daye min, ez çawa bikimş
– Here cem Îbrahîm Paşa jê re bêje. “Ji min  re topek ji pola çêke û bide min, ez ê herim. şertê xwe jê re bêje.”
Mîrza diçe şertê xwe ji paşê re dibêje. Îbrahîm Paşa jê re topek dide çêkirin.
Mîrza topa xwe digre û dikeve ser rê û diçe. Pir diçe, hindik diçe li şêr digere şêr dibîne. şêr jî pirî insana kuştiye mejiyê wan xwariye, dema çavên şêr bi Mîrza dikeve êrişê wî dike. Ew jî topa xwe ya pola davêje şêr. şêr pencên xwe davêje û herdu pencên şêr wek mîknatêsê bi topê ve dizeliqin. Mîrza li şêr dixe û dikuje. Vedigere tê cem Paşê û silav lê dike!
– Ezbenî min şêr kuşt!
Paşa dîsa diçe bi aqilmendên xwe dişêwire. Aqilmendên wî dibêjin:
–  Em çi bikin, çi nekin, difikirin… Ji nav wan rûspîyek  dibêje:
– Heyran wa ye ejdiyayekî gelek mezin ketiye çiya, rê û dirban betal kiriye. Kes nikare di wê derê re derbas be. Bila here ejdîya bukeje. Ji xwe ne mumkun e ku Mîrza bikaribe ejdîya bikuje.
Paşê dişêne dû Mîrza û jê re dibêje:
– Tu dê herî filan çiyayî û wî ejdîyayî bikujî û werî, bila xelkê me bê tirs ji xwe re di wê derê re here û were.
Mîrza dibêje:
– Ka ez hinek bifikirim, ez ê paşê xebera te pêxim.
Mîrza diçe cem jina xwe Xezalê û jê re behsa meselê dike. Xezal hinek difikire û jê re dibêje:
– Here jê re bêje “ji min re starekî li wir çêke û ji textek jî peykerek di şiklê keçikeke ciwan de çêke.” Dema tîrêja rojê derket û li ku xist, tu wir bikole, starek çêke. Çewalek barût jî bila bide te û bi xwe re bibe. Û ciyê ku ejdîya lê ye li wir barûtê rêz bike heta cem heykelê û li ser biçikîne. Dema sibe bû ejdîya dê serê xwe ji qulika xwe derxe. Wê çaxê ku tu jî li wir hazir bî, çaqmaqê xwe derxe bi wê barûtê vede.
Mîrza guhderiya jina xwe dike û diçe şert û şirûtê xwe ji paşa re dibêje:
Kêfa paşa tê, dê mêrxasekî wek Mîrza li ku bibîne. Jê re çewalek barût hazir dike, peykerek ji texte û di şiklê keçikeke ciwan de dide çêkirin û didê.  Mîrza berê xwe dide çiyê. Jina wî çawa jê re gotiye ew jî ji êvar de wisa karê xwe dike. Serê sibê bi tîrêjên rojê re ejdîya hew dîbîne ku keçek wa ye li hemberê wî sekinye. Ejdîya êrîşî ser dike. Mîrza jî ji dûr ve disekine. Heste ji berîka xwe derdixe û bi barûtê dide. Barût pêdikeve, gumîn û zarîn ji ejdîya diçe, perçe perçe dibe. Çend perçe ji laşê wî digre û tîne ji Îbarahîm Paşa re. Jê re dibêje:
–  Ha va ye min ejdîya kuşt û laşê wî jî anî.
Padîşah carek din aqilmendên xwe li hev dicivîne û ji wan re dibêje:
 – Ev çi û çawa mêrxas e, tu tişt pê nikare. Lê ez dev û dest jê bernadim. Aqilmendekî wî weha dibêje:

– Padîşahê min, rojek ez li nêçîrê bûm. Li çiyayekî xir û xalî dengekî ecêb hat min, saweke giran li min çêbû. Ew dengê qîza Canpola bû. Ji xwe ew here nav wan çiyayên bilind ku rê pê nakevin, çiya li pey çiya ne, newal û geliyên kûr, dê dêw ew bigire bavêje bin zimanê xwe û daqurtîne. Sax bimîne jî êdî ne dikare rê bibîne û ne dikare ji wir derkeve. Bi teyr û tilûran bimîne dê goştê wî çênî çêni bikin û bixwin û jina wî ji te re dimîne.
Dîsa Îbrahîm Paşa dişîne dû Mîrza.
Paşa dibêje:
– Mîrza, ez ê wezîfeyeke din jî bidim te, lê êdî wezîfeya te ya dawî ye. Tu vê carê jî bi cîh bînî, êdî ez ê eleqa te nekim.
Mîrza hinek dikeve gumanê û melûl melûl û bêçare dibêje:
–  Kerem ke paşayê min!
– Tu dê herî çiyê, keça Canpola ji min re bînî û werî.
 Mîrza dîsa diçe cem Xezalê jê re behs dike û pê dişêwire. Û dibêje:
Herhal ev riya çûn û nehatê ye…
 – Belê, min jî baş fêm kiriye ku niyeta wî xerab e. Lê bi soz û qerarê Xwedê ez heta mirinê ya te me. Beşerê Mîrza carek din xweş dibe û ji jina xwe re dibêje:
– Tu û şerefa xwe.
Xezal xemgîn dibe û bi axîneke kûr dibêje:
– Mîrzacan min hemû huner û zanîna xwe bi kar anî, lê hezar heyf ku ez bi mesela keça Canpola nizanim, tu û qeder û şansê xwe. Êdî tu çi dikî, bike.
Mîrza xatir ji jina xwe dixwaze û berê xwe dide çiyê. Du sê roj li çolê ji xwe re digere. Rojek hew dibîne ku siwarekî bi heybet hat ket pêşiya wî. Gotina wan bi ser hev de naçe û li wir bi şûr û mertelan li hev dixin. Gelek di ber û ser hev re didin; Mîrza keys lê tîne û şûrê xwe davêje destê wî jê dike. Ew ji ber Mîrza direve, diçe xwe di şikeftekê de ber dide xwarê.  Mîrza dide ser şopa wî, diçe ser şikeftê ku xwe bera xwarê bide, dîbîne ku dengê hespê tê. Hew dibîne çend siwar ber bi şikeftê ve tên. Destê jêkirî di destê Mîrza de ye û siwar destê jêkirî nas dikin. Destê dêw bi xwe ye. Yanî ew siwarê bi Mîrza re şer kiribû û Mîrza destê wî jêkiribû dêw bi xwe bûye. Siwar bi ser Mîrza re diqîrîn:
– Haho!!! ew destê apê me Canpola ye.
Mîrza şaş û matmayî dimîne û ji siwaran dipirse:
– Ku ev destê apê we be, wê çaxê keça wî Gulperî li ku yeş
– Ew jî niha li şikeftê ye. Em pismamê wê ne û li benda wê ne ku derkeve der û bi me yekî qayîl be. Lê ji tirsa apê xwe em nikarin wê bibînin. Tu jî ji biran birayekî me yî.
–  Mîrza ji wan re dibêje:
– Ez li keça dêwê Canpola digerim. Way li min…  min rêçê  rast gerandiye, lê haya min ji min tune.
Ew jî dibêjin:
– Ku tu ketî şikeftê û bi saxî derketî, bila keçik ji te re be. Me got, tu jî ji biran birayekî me yî.
Mîrza xwe bera hundirê şikeftê dide, dibîne ku şikeft wek qesreke mezin e. Li hember wê menzerê lal û matmayî dimîne. keça dêw Gulperî li wir rûniştiye. Ew çawa çav bi Mîrza dikeve dildar û evîndarê wî dibe. Gulperî wek navê xwe ji perîyan e. Bejna zirav, wek kulîlka biharê, rindiya wê wek lempê, qesrê ronî dike.  Meriv nikare bi du çavan lê mêzeke. Keçik ji Mîrza re dibêje:
– Bavê min niha nexweş e û ketiye nav ciyan. Ku ew şiyar be û te li vir bibîne dê te wek mewijê bavêje devê xwe û bihêre.
Mîrza berê xwe didê û jê re dibêje:
– Ji min re riyeke rizgariyê nîşan bide, ez çi bikim ku xwe ji bavê te xelas kimş
Qîzik dibêje:
– şûrekî bavê min heye; ew bi şûrê xwe nebe tucarî naye kuştin. şûrê wî li bin qatî daleqandiye. Ez ê bidim te. Piştî ku te girt, li ber nigê wî bisekine. Gazî bike bila ew ji xew şîyar bibe.. Jê re bêje “rabe dêwê Canpola” û derbekî lêxê û neke du derb. Dema tu derba peşî lêxî, dê ji te re bêje, “destxweş an destê te zerûn be, derba duduyan jî li min bide!” Nebe nebe tu derba diduyan lê bidî ha! Ku tu derba diduyan lêbidî, tilsim dişke û bi derba diduyan re hêz dide xwe, radibe û te dikuje.”
Mîrza diçe ji bin qatî, ji nav maxan şûr dikşîne û wekî ku qîzikê gotibû, diçe li ber serê wî disekine û gazî dike. Dêw dema çavên xwe ji xewê vedike; ew jî bi yek derbî lêdixe. Dêw dibêje “destê te zerûn be! Ka yek û du yên din jî lêxe. Mîrza dibêja:
– Na, ev ji berê de wesyeta bav û kalên me ye, ez ji mala yekderban im.
Hût dibêje:
– Agirê min ji mala min pêket. Dêw (hût) li wir dimre.
Mîrza tê cem qîzikê û jê re dibêje:
– Ez ê te bilind kim û tu pêşî ji şikeftê derkeve û herê. Ez jî li dûv te derdikevim û têm.
Keçik dibêje:
– Ez ê xwe xeybane bikim, derkevim jor û dema tu hatî sê caran gazî min bike, ez ê li wir li benda te bim. Pismamên min bila min nebînin.
Mîrza bi rojan bêxew maye û di şikeftê de bi xew ve diçe. Du kevok tên li ser stûna hember wî vedinişin. Yek ji ya din re dibêje:
– Xwişkê tu dizanî padîşah dil berda jina Mîrza, ji bo ku Mirza bikuje û jina wî li xwe mar bike, çi ecêbên giran anî serê rebenê xwedê û çi neanî.. Berê wî da riya çûn û nehatê. Gelo niha şiyar e. Ku şiyar be, ez ê meselek jê re bêjim.”
Kevoka din dibêje:
– De bêje xwişka min dibe ku şiyar be!
– Dê sibê du beran werin li ser kaniyê av vexwin. Yek reş e û yê din jî spî ye. Ku Mîrza xwe bavêje ser ê spî wê ji vir derkeve ronahiyê; lê ku li ser pişta ê reş ket dê heft tebeqe biçe binê erdê.
Mîrza ji xewê şiyar dibe û diçe ber kaniyê. Hew dîbîne ku bi rastî du beran hatine ser kaniyê û bi qurçan diçin avê. Mîrza bi dizî xwe nêzîkî wan dike, beranê spî di çavê xwe re dibûrîne û xwe davêje ser. Herdu beran ji nîşka ve  vediciniqin, xwe hildavêjin û mîrza diçe li ser pişta yê reş dikeve. Mîrzayê pepûk heft tebeq diçe bin erdê

Dikeve cîhaneke din û diçe gundekî mezin. Diçe li deriyek dixe, pîreke hulhulî derdikeve û silavê dide wê:
– Pîra jîr tu mêvan nahewînîş
– Kurê min ez kurdinde me. Ne mêr, ne zarok û ne telet heye. Hema tu bibe kurê min û ez jî dayîka te.
Mîrza qebul dike. Êvar dibe. Mîrza dibêje:
– Dayê ez tî bû me, tu dikarî zerikek av bidî minş
Pîrê diçe aliyê din, digere nagere av li malê nemaye. Diçe pişt xanî mîza xwe dike satekê û tîne dide Mirza. Mîrza tasê dide ber devê xwe, firtek lê dixe û dibêje:
 – Pîrê çima ava te weha ne xweş e û şor eş 

– Kurê  min wele ji Xwedê ve eyan e, av di mal û bajar de tune. Ejdiyayekî mezin dikeve devê kaniya me, nahêle av derbikeve. Divê em heftê carek keçek bixemilînin û bidin ejdîya. Ew biliyê keçikê dibe û xelk jî diçe ji xwe re ji bo hefteyek av tîne. Ê min jî du firaqên min ên avê hene. Yek ji bo destmêjê û ya din jî ji bo xwarin û vexwarinê hiltînim. Carnan têr nake. Sibê jî dora keça paşayê me ye. Wax mala min ê! Dê wê bixemilînin û bibin ber kaniya gund girê bidin  û  herkes here  temaşê.
Mîrza dipirse:
 – Dayê ez jî dikarim sibê werim temaşe bikimş
 – Belê kurê min tu jî dikarî werî û bibînî. Çima naş
Sibe dibe, keçikê dixemilînin û wê dibin nêzîkî ejdîya bi darekê ve girê didin û paşê herkes direve û diçe mala xwe. Mîrza xwe dide pişt keçikê û di guhê wê de dibêje:
 –  Netirse, ez ê ejdîya bikujim û te xelas kim. Ez ê serê xwe bidim ber dilê te tu hinek serê min seh ke.
Keçik li ber taya mirinê ye û jê re dibêje:
 – Ez ketime etîra rihê xwe û tu ji min çi dixwazîş
Mîrza dewam dike:
–  Netirse, ez nahêlim ew te bixwe. Qîzik serê wî seh dike. Ji tirsan li vî alî li wî alî mêze dike. Hew dîbîne ku pêşiya avê vebû û av herikî. Serê ejdîya ji keçikê ve xuya dike, keçik hawar dike û dibêje:
– Wele hat! Dilê wê dike kupînî û ji tirsan wekî tûra nav avê dilerize. Mîrza ji paş ve qîzikê wek mertalê dide pêş xwe û car caran nigê xwe bi paş ve davêje heta gelek ji kaniyê dûr dikeve. Keysa xwe çêdike, ji nîşka ve keçikê davêje pişt xwe û şûrê xwe ji kalanê dikşîne û davêje serê ejdîya jê dike. Kanî dibe berma xwînê. Piştî ku Mîrza ejdîya dikuje, keçîk destê xwe li xwînê  dixe û li pişta Mîrza dixe û bi hawar û qîrîn direve diçe mal. Xwe li derî diqelibîne gazî dê û bavê xwe dike. Bav tê li keça xwe hêrs dibe û dibêje:
 – Ez gundekî hewqas mezin bi qurbana te nakim. Tu çima revîş
Qîzik bi girî û hilkehilk dibêje:
 – Bavo ejdîya kuştin!… Em tev jê xelas bûn. Bav li ser van gotinên wê jê re derî vedike, hevdu hemêz dikin û bi hev şa dibin. Bav piştre gazî delal dike û dibêje:
– Zû here nav gund gazî bike. Kî vê mêrxasiyê kiriye, bila were ez ê keça xwe bidimê û wekî din ew ji min çi bixwazê amade me.
Delal bi nav gund dikeve li defa hewarê dixe û diqîre “Kîjan xort ejdîya kuştiye bila xwe aşkere bike, paşa keça xwe dide wî.
Xortê gund tev tên ber qesra paşa û her kes dibêje “min kuştiye”
Paşa keça xwe dixe nav pencerê û ew xortê ku dibêje ‘min kustiye’ yek bi yek pişta xwe bi pencerê ve dikin û derbas dibin. Keçik li wan dinêre û dibêje:

 – Na… ne ev e.
Piştre dibêjin xort di gund de neman.
Keçik dibêje:
– Yê ku ejdîya kuşt nîşana min lê ye.
Mirovên paşa carek din diçin li nav bajêr digerin û dipirsin kî ma ye. Yek dibêje; – Do kurekî dîlbaz li ber deriyê pîrê bû.
Diçin mala pîrê Mîrza dibînin. Wî bi xwe re dibin. Keçik ji kêfa dike ku bifire û ji bavê xwe re dibêje:
– Bavo yê ku min ji ejdîya xilas kir ev xort e. Hûn ji min bawer nakin kirasê wî rakin nîşana min  li piştê ye.
Li pişta Mîrza dinêrin, dibînin ku lepa xwînê li pişta wî ye.
Paşa jê dipirse:
– Tu çi kes î xortê qehremanş
Mîrza jê re behsa serpêhatiyên xwe dike:
– Ji xwe keça min a te ye. Wekî din çi miradê te heye, bêje, ez ê bi cih bînim. Mîrza dibêje:
–  Ez tiştekî naxwazim. Tenê dinya ronî dixwazim. Ez dixwazim herim dinyaya xwe.
– Kurê min teyrekî bi heybet li vir heye, jê re dibêjin Teyrê Simîr, here Sîmir bibîne ku te xelas bike encex ew dikare te xelas bike. Li filan derê ye.
Jê re tehrîf dike. Mîrza diçe binê darê hew dibîne ku marekî reş û mezin xwe li darê pêça ye û ber bi jor ve hildikişe. Li jorê darê jî hêlineke gelek mezin heye. Di hêlîne de vîçevîça çêlikan e û ku mar bigihêje hêlînê dê çêlikan bixwe. şûrê xwe ji ber xwe dikşîne û mar dikuje. Çar tilî ji alî serê û çar jî ji alî duvê jê dike û goştê mayî davêje ber çêlikên ser hêlîne ku ji birçiyan dikin vîçevîç.  Piştre ji ser darê tê xwarê, xwe di bin siya darê de dirêj dike û bi xew ve diçe.
Demek bi ser re derbas dibe, teyrê Sîmir tê hew dibîne ku kesek li bin darê dirêj ketiye. Dibe gulpêna dilê Sîmir. Ji xwe re dibêje min dijminê xwe yê salan girt. Ev çend sal in ku ez çêlikên xwe mezin dikim û tînim ber firê û ev mirov tê hemûyan dikuje. Ji xwe êdî dawiya emrê min e, ku îro jî çêlikên min bikuşta, êdî ez kurdende dimam. Vedigere diçe zinarekî pir mezin dixe nav pencên xwe û tê ku bera ser serê Mîrza bide. Çêlikên wê di hêlînê de dikin qîje qîj û wîçe wîç. Ji diya xwe re dibêjin “marekî mezin hat ku me bixwe. Ev kes me jê xelas kir. Mar kuşt û goştê mar çênî çênî kir û da me. Nebe nebe tu eleqa wî bikî ha!”
Teyrê Sîmir tehta nav pencên xwe dibe davêje ciyekî dûr. Tê diçe ser hêlîna xwe mêze dike ku çêlikan goşt xwariye û para diya xwe jî hîştine. Ew jî para xwe dixwe. Dibîne ku tav hatiye ser Mîrza bi ser ve disekine, bi baskê xwe jê re  siyê çêdike. Heta ku ew bixwe dihese û çavên xwe vedike. Sîmir ji Mîrza re dibêje:
 – Bêje tu çi ji min dixwazî? Ez di emrê te de me. Bû heft sal ez çêlikan derdixim ev mîratê mar tê û wan dixwe. Te çêlikên min ji mirinê xelas kirin.
 – Ez dinya ronî dixwazim. Teyr dibêje xweziya heft salê din jî mar çêlikên min bixwarana, ez ocaxkor bûma û te tenê vê daxwazê ji min nekira. Here ji padîşah re bêje. Bila min çil roj dermale bike. Ez baş bêm ser xwe û xurt bibim.
Piştî çil rojan dermale dibe, baskên wê nû dibin û dikare bifre. Dibêje ka ez xwe biceribînim, gelo ez karim bi dinya ronî kevim an na. Baskên xwe li hev dixe bi dinya ronî dikeve, tê ser kaniyê disekine. Dîsa xwe bera xwarê dide vedigere welatê xwe û ji Mîrza re dibêje:
 – Ez îro çûm dinya ronî û hatim. Lê ji bo ku ez we herduyan hilgirim. Divê ez çil rojên din jî baş werim xwedî kirin..
Padîhşah 40 rojên din jî wê dermalê dike. Qeweta wê tam wekî berê dibe. Dibêje:
 – De herin karê xwe bikin, ez ê we bibim. Heft cêr av, heft tenûr nan û heft dûvê beranan ji min re bînin û werin ez we bibim. Navê keçika paşa jî Gulîzer e. Mîrza û gulîzer bi wan xwarinên amade ve li teyrê Sîmir siwar dibin. Qêrîn ji teyrê Sîmir diçe û bi hewa dikeve. Her ku tebeqeyek derbas dike, dibêje “of”. Bi her of kişandina wê re, Mîrza cêrek av, tenûrek nan û dûvekî beran davêje devê wê. Her ku bi jorê tebeqekê dikeve. Herweha tên tebeqa dawî, car jî dibêje of Mîrza cêrek av û tenûrek nan didê, lê duva beran ji destê wî dişimite û dikeve xwarê. Mîrza hema şûr ji ber xwe dikşîne û davêje hêta xwe ya çepê perçeyekî jê dike û davêje devê Sîmir. Sîmir fêm dike ku goştê însan e. Ji ber ku goştê însan şîrîn e. Loma di bin zimanê xwe de digire. Sîmir derdikeve ser rûyê dinyayê. Herdu peya dibin, ji Sîmir re spas dikin û xatir ji hev duxwazin. Sîmir naçe, û li cihê xwe disekine. Mîrza jê re dibêje:
– Êdî li benda me nesekine, divê tu pêşî herî û em jî piştre diçin.
Sîmir ji wan re dibêje:
 – Na, ez li vir li benda we disekinim, hûn herin. Dema Mîrza bi rê dikeve dikule. Sîmir gazî Mîrza dike:
 – Were!
Ew goştê ku di bin zimanê xwe de girtibû, derdixe bi hêta wî ve dizeliqîne û tûka xwe tê dide. Birîn di cih de rehet dibe.
Tên ser kaniyê Mîrza gazî Gulperiyê dike, Gulperî derdikeve û tê. Mîrza serpêhatiya xwe ji serî heta dawî jê re dibêje. Hersê bi hev re diçin bajarê Mîrza. Dema nêzîkî malê dibin, çi bibînin baş eş 40 siwar li ber deriyê wî di nobetê de ne. Xezal ji wan re dibêje, “cilên li ser xwe deynin bila tiştekî neyê dilê Mîrza. Gulperî dest bi sêrbaziyê dike, Îbrahîm paşa dike teyer û hemû wezîr û xizmetkarên wî jî dike tajî. Cara sisêyan sêr dike, du şêr derdikevin û tên wan dixwin. Xelkê bajêr kom dibin û Mîrza dikin mîrê xwe. Ew digehên miradê xwe. Çîroka me li dîyaran, rehmet li dê û bavên guhdaran!


Ji devê Hecî Qedriyê Dehbiloyî