Qilçix

Şêrîn Remo partiya *linghildanê, ji bo rizgarkirina Kurdistanê*, damezirand.

Daxuyanî û nûçeya damezirandina Partiya Şêrîn Remo ya Demuqrat a Kurd li Sûriyê, ji bo yekkirin û rizgarkirina Kurdistanê hate ragihandin.

Navê partiyê hîna demikîye, di paşerojê de û piştî yekkirina tevgerê li rojavayê Kurdistanê dê bibe; Partiya Şêrîn Remo ya Demuqrat a Kurdistanê, sedema vê yekê jî diyar kiriye, li cihekî nivîsandiye; ezê di kaniya di navbera herdu çiyayan de, her çar perçeyên Kurdistanê bi yek kim.

Lingên Şêrîn Remo wek aleke serfiraz tim bilind in.

Di daxuyaniya damezirandina partiya xwe de, Şêrîn Remo diyar dike ko wê ji bo yekkirina tevgera kurd partiya xwe damezirandiye. Jixwe ew diyar dike ku ew ê bi şêweyê xwe yê taybet tevgerê bike yek, di hevokekê de nivîsandiye: eger tu jineke xweşik û spehî bî, tu dikarî her tiştî bikî, ne tenê tu dikarî tevgera kurd li Rojavayê Kurdistanê bikî yek, belê di nav lingan de miletê kurd hemû dibe yek, li ser textê razanê, ne tenê partî û helwest dibin yek, belê Kurdistan jî rizgar dibe. Helwest bi pişthatina serok û zimandirêjan re li ser sênga min a gewr û spehî şaşo maşo dibin. Di navbera herdu memikên min de helwest gêjomêjo û bê nirx dibin.

Dema ling bilind dibin, gurkan û şoreş zîz dibin.

Şêrîn Remo li dawiya daxuyaniya xwe diyar dike, çilo ew ê bikaribe tevgera kurd li rojavayê kurdistanê bi yek e, wê nivîsandiye: berî ku pişta qaşo serok û rêberên partiyan bê ez laşê xwe yê şayîk ji bin wan dikşînim, girêz bi devê wan dikeve, dikin hewar û gazî, tenê vê carê, ji bo xwedê, ez kûçkê te me, tenê vê carê, dibin seh, dibin wek zarokekî piçûk, wê çaxê ez soza berdana serokatiyê ji wan dixwazim û distînim, yê ku soz dide dîsa ez dikevim bin, pişta wî tînim û nava wî hênik dikim, û yê ku sozê nede ez wek sehekî û bi sê tifan wî diqewitînim. Carekê min yek şilfî tazî wek ku ji diya xwe re bûbû qewitand, min cilên wî veşartibûn. Ku ne wisa be partiyên me nabin yek û nêzîkî hevûdu nabin.

Şêrîn Remo li cihekî din diyar dike, ku niha partiyên êl û herêmî têne damezirandin, serê herêmekê partiyek û qet nabe ji herêmên din kesek bibe endam, li vir nimûneyekê di derbarê malperên kurdan de tîne, wek; malpera Qamişlo.com, qamişlo.de, amude.com, amude.info, tirbespi.com, serekanye.com, kobani.com, efrin.net, derkahemko.com, derik.com. ma ev tê çi wateyê ku her êlek jî malperekê bi navê êla xwe veke, wek; mersini.com. gabara.com. bublani.com, heverka.com, berazi.com, û bila wêneyên axayên xwe bixin rûpela sereke de. Di demeke nêzîk de dê di rûpela sereke di malperan de bê nivîsandin: yê ku ne ji bajarê me be, ne ji êla me be bila nekeve malpera me, jixwe berê tiştekî wisa heye, Efrînî pêşî dikevin Efrin.net, Qamişlokî dikevin qamislo.com, Amûdî dikevin amude.com..htd. jixwe hemiyan malpera bajarê xwe kirine rûpela destpêkê.

Her wisa Şêrîn Remo di daxuyaniya xwe de sedeman diyar dike, çima û ji bo çi wê navê xwe li partiya xwe kirye, di rêza sî û sisiyan de dibêje: li gor ku ez dizanim niha not û şeş partî li rojavayê Kurdistanê hene, û her partiyekê navek li xwe kirye, ewqas nav ji ku anîne ez jî nizanim, nav nemane û li xwe nekirine, nav nehiştine û li xwe nekirne, mirov di nav wan de şaşo maşo dibe, ku tu navê serok nebêjî ne partî tê nas kirin û ne jî mebesta te tê ragihandin. Min ev yek baş lêkolîn kir, daku navekî wek hemû navên ku xweda ji bo partiyan dane li partiya xwe bikim, mixabin min nedît. Ma partiyan nav hiştine û li xwe nekirne, êdî ez mecbûr mam navê xwe li partiya xwe bikim; Partiya Şêrîn Remo ya Demuqrat a Kurd li Sûrî.

Şêrîn Remo bi tenha xwe partiyeke.

Wê nivisandiye ku ew endaman napejirîne, bi tenha xwe dikare bi rola partiyekê rabe, belê dikare bi rola yazde partiyan jî rabe, ewê nivîsandiye ku ne ji bo berjewendiya kurd û kurdistanê ba ewê ev karê giran nedikir, ewê lingên xwe ji kesîre bilind nedikir, helwesta serokan li ser sênga xwe zelal nedikir, li ser sêng û di nav lingên xwe de nedikir yek.

Ez dizanim kurd di pişt min re çi li ser min dibêjin; Şêrîn qehpe..Şêrîn şermûte..Şêrîn qûndeye..Şêrîn bê şeref û bê namûs e, xwedyê wê nîn in, ku bav û birayê wê hebana wê poz û guhê wê jêkirna, daku biba ibret ji bo her şermûtê. Lê gelo ma karê ez dikim bê şerefî û bê namûsîye?. Ma her jin dikare bike? ma ez ji bo kê dikim?, ez ji bo berjewendiya gelê kurd lingê xwe ji serokan re hildidim, ta niha min şeş partî di zeviya sênga xwe ya boz û di nav lingên xwe de kirine yek, ma ev hindike, ku ne bi vî şêweyî ba nedibûn yek, îca kî ji me şermûte ez yan ew ên ku ji ber rêzefilmên bi zimanê serdestan ranabin û ev nav li  min kirne û li mala xwe rûniştîne, û tiştekî ji kurdayetiyê re nakin. Helwesta min ji ya gelek serokan zelal û pîroztire..jixwe gelek serok hene bê helwest in, helwesta min di linghildanê deye, û ev hevraziya mêrantiyê ye, ez ji bo neteweya xwe lingên xwe bilind dikim, ji bo rêzgarkirina welatê xwe lingên xwe bilind dikim, ji bo yekkirina tevgerê lingên xwe bilind dikim, ma ev çi ye?, ma ev ne helwest e?, ji bo kurd û Kurdistanê ev yek ji 11 000 daxuyanî bi sûd û çêtire. Lê ew ên din ji bo kê lingên xwe bilind dikin, mebesta min ne jinên seroka ne, jixwe jinên serokan ji çêkirina xwarnê û rûniştina li ber ekranên rêzefilmên serdestan pêve tiştekî nizanin û nakin.

Di derbarê vê yekê de Simkoyê Qado lêkolîn kir, di encamê de diyar bû ku ji nav jinên çil û şeş serokên partiyan, tenê dido xwendin û nivîsandina bi kurdî diqerqitînin. Li mala bavê siwaran be, weyla hûn bi qurbana min bin û hew. Şêrîn dide diyar kirin ku serok û rêberên van partiyan nikarin jinên xwe ji xwendina nûçeyên di derbarê Nansî Ecrem de û rûniştina li ber ekranên rêzefilmên televizyonên serdestan rêzgar bikin, îca çilo dê welatekî rêzgar bikin, ez jî nizanim.

Çi dema Kurdistan rizgar kirin, ezê jî lingên xwe wek aleke rizyayî daxînim.

Ku carekê ji caran Kurdistan rizgar bû, wê rewşa min çi be gelo, dê kesek bîra min bibe, nizanim, destê min li ser dilê min e, evqas linghildan, evqas karê pîroz û giran ji kurd û kurdistanê re dikim û paşeroja xwe nizanim, ez ditirsim piştguh bibim, de bila Kurdistanê rizgar bikin, wê wextê ezê jî lingên xwe wek ala leşkerekî şikestî daxînin û xwe rihet bikim. “Hesp dike, siwar dixwe”. “Hinek dikin hinek dixwin”.

12/07/2006