Qilçix

‘’La îlah ila Elah, kurdistan edûwe Elah’’ لا اله الا الله كردستان عدو الله careke din kurd û misulman

Ev gotina ko gawir jî di derheqa me kurdan de nabêjin, ne ya min e û ne ya dê û bavê min e, ne jî ya gawiran e. Belê gotina min ev e : mexabin ko kurd misulman in, evgotin wek tacekê ye li ser serê min, ko kurd ne misulman bana niha xwedî welat bana, ma ev gotin jî ne raste, niha wek Medxeşker û Jamaykiyan xwedî welat bana.

Gelo hun dizanin çiqas car kurd di dîrokê de bi misulmantiyê hatin e xapandin ?

-ji Bedirxaniyan bipirsin !!

-ji Qadî Muhemed û neviyên sala 1979an bipirsin !!

-ji mizgeftên bakur û rîspiyên sala 1925an bipirsin!!

-bipirsin kê navê Amedê kiriye Diyarê Bekir(( bipirsin Bekir kîye!!)).

Pêxemberê Ben Ladin û Elî Uqra Eresat(( biborin Irsan)), (wî di sala 1991ê de di derheqa kurdan de dema bi serhildana xwe rabûn, gotiye: ‘’em ketin nav diranên xefkeke ko ji Israîl destpêdike û li bakurê Iraqê bi dawî dibe’’), û Şêx Yasînê Felestînî(wî gotiye ku kurdên başûr dê Israîleke din di herêmê de ava bikin), û Sedam Husên, xalid kurê Welîd, Seîd kurê Weqas, Hecac kurê Yûsif, Yezîd kurê Muhelib, û Bekir kurê Waîl, gotiye: ‘’ bê welatî bê olperestî’’.

Di Quranê de hatiye ‘’me hun wek gel û êlan dan e da hun hev nas bikin’’ ango ji hev hez bikin.

Pirsa min jî ev e: ji ber ko kurd bê welat in( welatê wan ji bilî misulmanan dagîr kirîye haaaaaaa..), ma kurd misulman in, ma divê misulman bin?, ma misulman ji kurdan(kurd jî misulman in) hez dikin?.

Ko kurd ne misulman bana niha xwedî welat bana, yan jî ko dujminê kurdan ne misulman bana dîsa niha xwedî welat bana, xwezî em cîranê gur û hirçan bana û ne cîranê wan misulmanên dilgawir bana, jixwe ko em cîranên gawiran bana, yan welatê me ji bilî gawiran dagîr kirîba niha rewşa me ne ev bana, li welatên gawiran kurd bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsînin û zarokên xwe bi navên kurdî bi nav dikin, diyare ko misulman ji navên kurdî ditirsin çimkî ew jî li wan welatan qedexeye, her tişt ji bo kurdan qedexeye, misulman ta bi navên keviran diguherin û dikin bi zimanê xwe yî serdest, ew serdest in û em bindest in, ew xwedî welat û balyozxane û tewalêt in û em ne tiştek in.

Niha êdî gerek em vegerin gotina pêşî û kê gotiye: ezbenî ev gotin Ereb û Tirkumenên Kerkûkê yên misulman di xwenîşandana((31/12 2003)) li dujî kurdistaniya Kerkûkê gotin e, de werin û kirasê xwe ne çirîn in, ma hun wan mizgeft û minarên ko sênga asman qul kirin e nabînin lawoo, wateya vê gotinê jî ev e: ji yezdan pêve xweda nînin, kurdistan dujminê wî ye, ev slogana wan bû. naxwe dê û bavê min, Qadî Muhemed, Berzanî, Şêx Seîd……istexfirelaaaaaaaaaaaaah. Xwedêyo ez qurban eger tu hebe; tola me ji wan hilîne, ji neviyên Etaturk û Xumeynî û Sedam hilîne, çimkî em bi wan nikarin û kesî me ji te pêve nîne, em baweriyê bi te tenê tênin, em ji te tenê re nimêj dikin, ji bo ko tu ji me razî be em ji ser sicadeya nimêjê ranabin, ji bo te em tim bi ava zelal bi destnimêj in, anîya me bi sicadeya nimêjê ve maye, tu tenê zane me çend mal ji te re ava kirine û em bê mal in, li welatê me, li kurdistanê di navbera mizgeft û mizgeftê de mizgeftek heye. Ma ne pêxembere yê ko gotiye, jixwe ew berdevkê te bû, gotiye: ‘’ko dîn bi stêran ve bê daliqandin, wê kurên Faris(mebest kurd in jî) bistînin’’. Ma tu çi dibîne xwedayê dilovan, ma bi rastî em dujminê te ne?, na..na..em qet vê yekê nakin. Ji Zerdeştê kal de em bi te re ne, em bi dû te de ne, em baweriya bi yekbûna te tênin, em ji te hez dikin, ma çima tu jî ji me hez nakî. Ji ber em ji te hez dikin me ji xezeb û afatên Ehrîmanan biparêze, ma çiqasî bêhna te fireye, çi çaxî tu yê me biparêzî. tu zane me çend merov ji bo navê te binax kirine, kuştine, çend şer û ceng lidarxistine. Ji bo navê te pêşmergan di xwenîşandana Kerkûkê de çend kes kuştin û çend birîndar kirin.

Di tevaya dunyayê de xerabtirîn rewş ya misulmana ye, ji ber bi hev re ne rast in, ji hev hez nakin, derewan dikin, bêbextiyan dikin, li dor jinên hev digerin, dizyê dikin, malê hev dixun, bi ziman misulman in, xefk û dafan li ber çûk û çivîkan vedidin, gura jin xwariye, bi navê misulmantiyê me dixapînin, ji dû misulmantiyê welat ava kirin, misulmantiyê ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî pêktînin, welat li ser hestiyên merovan va kirine, xwedaaaaaaaaaa ma tu vê yekê nabînî.

Ji koçkirina pêxember de misulman bi hev ketine, hev dixun, hev diqelînin, hev nebedî dikin, wek ko niha me kurdan nebedî û tune dikin. Lê ma gelo ko niha pêxember sax ba, ma wê ji vê rewşê razîba?, ma wê dîsa bigota; ‘’xwedê bikim hun kurd nebin tiştek’’, ma wê wî jî em nebedî û tune bikirna?, ma wê bi mafê me kurdan re ba yan wê wek((…..)) baştire ko bi nav nekim.

03/01/2004

Hollanda