Hevpeyvîn

Qado Şêrîn pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” belav kir.

Hevpeyvîn.

Mahir Hesen – Elmanya

Nivîskar Qado Şêrîn pirtûka xwe ya li ser hunermendê navdar Mihemed Şêxo belav kir. Qado Şêrîn ji Rojnameya Kurdistan re got: Jînenîgariya Mihemed Şêxo pirtûkek vekirî ye, bi dawî nayê, wê tim tiştên nû derkevin, ji ber Mihemed Şêxo di demên cuda de, li gelek welatan geriya û ma û jiyaye.

*Di destpêkê de em dixwazin Birêz Qado ji nêzîk ve nas bikin
Pirsa zor a ku nikarim bi hesanî bersivan jê re bibînim. Zor e qala xwe bikim, lê dizanim ji Qamişlo me, 29 sal in li Hollenda dijîm û hîn carekê jî venegeriya me welêt, dizanim ezê di tabûtê de vegerim, ewê jî baş be, lê mixabin ezê nikaribim derûdora xwe bibînim. Kurteçîrokê dinivîsim, hin caran gotar û rexneyê jî dinivîsim.

Sedem û mebesta pirtûk û belgekirina jiyana hunermend Mihemed Şêxo çi ye?

Min û Beha Şêxo di sala 1995an de, li ser daxwaza hezkiryên Mihemed Şêxo pirtûka “Stranên Mihemed Şêxo” çap kir. Mixabin ji ber tune bûna jêderan, û ji ber ku wek aniha Internet û derfeta pêwendiyan bi helbestvan û hunermendan re tune bû, gelek şaşî derketin, vêga, ji bo wan şaşiyan serrast bikim, min vê carê bi tenê barê amadekirina pirtûkê girt ser xwe. Di pirtûkê de mafê helbestvanan jî hatiye parastin. Min bi belge piştrast kiriye bê helbest û awaz yê kê ne. Her wiha min li bin gelek stranan, yên pirsgirêk li ser wan heye, şirove û encama lêkolîna xwe nivîsandiye, min nivîsandiye bê helbest û awaz yê kê ne. Dibe ku carinan şiroveya min şaş be, lêborînê dixwazim, lê yê/ya ku ji min baştir karibe belgeyan peyda bike û baştir şirove bike, fermo, rê vekiriye, ez jî dest û çavên wan maçî dikim.


Te ji kengî ve dest bi nivîsandina li ser Mihemed Şêxo kiriye, mebesta min ev pirtûk e û belgeyên te ji ku hatine?
Wek min di bersiva berê de got, ji 1995an ve, lê vê carê, hema hema pirtûkek din e, cuda ye. Pirtûk ji pêşgotinek dirêj, gotar, lêkolîn, hevpeyvîn, Note, portrêt, wêne û belgeyan pêktê. Hevpeyvînên bi Mihemed Şêxo re jî bûne, di pirtûkê de ne. Di pêşgotin û li bin hin stranan û di beşê wêne û belgeyan de, min belgeyên xwe diyar û eşkere kirine, min ew belge ji pirtûk, rojname, kovar û hevpeyvînan anîne, wek nimûne, helbest û awazên helbestvanê nemir Yûsifê Berazî, min bi axaftinên wî û bi hevpeyvînên bi wî re piştrast kiriye ku wî helbest û awazên xwe dane Mihemed Şêxo, neku Mihemed Şêxo eynî stranan ji hunermendekî din girtine. Her wiha min bi rêya postên hin kesan piştrast kiriye ku gelek caran derew û kedxwirî hatiye kirin, Ji bo helbestên nemir Kemal Şanbaz jî, min bi şirove û lêkolîn û belge piştrast kiriye bê helbest a kê ye û kê bi awaz kiriye. Pirtûk bersiva hemû pirsan dide.


Derbarê stranên Mihemed Şêxo de gengeşeke berfireh derket, we bi kesên xwedî ramanên cuda re têkilî danî, nemaze hunermendên ku doz li dijî stranên mihemed şêxo vekirine?
Wek agahdar im, kesekî doz venekiriye, lê xwezî vekirina, newêrin vekin, ji ber ji xwe nebawerin. Hin kesên nexweş ûlawaz hene, ji wan weyê ku şerê Mihemed Şêxo kirin, yan jî ku sivikayetî bi Mihemed Şêxo kirin, wê mezin bibin, nizanin ku bi agir dilîzin û xwe dişewitînin. Newêrek in, li paş perdeyan şer dikin, her wisa di medya civakî de derew û bêwicdaniyê dikin û derfetê didin nezan û bêhişan xeber û sixêfan binivîsin, lê newêrin rû bi rûyê me bên. Min gelek name û bang bi rêya dostan ji wan re şandin û min got; wer in em biaxivin û vê meseleyê aqilane çareser bikin, ne tenê nehatin, dest bi êrîş û xeber û sixêf û şerê bêwate kirin. Mirovê xwedî maf be, natirse, tim li pêş e û bi mêranî li hemû meydanan doza mafê xwe dike.


Di nivîsandina jînenîgeriya Mihemed Şêxo de zehmetiyên herî dijwar ên ku hûn pê re rû bi rû hatin çi ne?
Bi texmîna min, jînenîgariya Mihemed Şêxo pirtûkek vekirî ye, bi dawî nayê, wê tim tiştên nû derkevin, ji ber Mihemed Şêxo di demên cuda de, li gelek welatan geriya û ma û jiyaye. Êdî, bi texmîna min navendek lêkolînan dikare xwedî li vê meseleyê derkeve, bişopîne û dikare bi salan dirêj bike. Min dikarîbû beşekî ji jînenîgariya wî tomar bikim, ne min tenê ev yek kiriye, hin cuwamêr û nivîskarên din jî li ser jiyana wî nivîsandine, wek rêzdar Mehmûd Begik û hin din, min hemû di pirtûkê de berhev kirine.


Di pêşerojê de, gelo li ser hunermendên din ên ku mafên wan hatine talankirin belge bikin an binivîsin?

Rasterast na, ezê wisa nekim, ji ber gelek sedeman. Karekî wisa bêtir yê navendên lêkolînan e, mirovek bi tenha xwe nikare karên wisa bike. Min ev yek ji M.Ş. re kir, ji ber taybetmendiya wî, û ji bo serrastkirina şaşiyên pirtûka 1995an, û ji ber M. Şêxo ji bo huner û gelê kurd gelek da, min jî hewl da giyanê wî bi pirtûkekê şad bikim.


Projeyên te ji bilî vê pirtûkê çi hene?
Belê, pirtûkek amade ye, ew jî lêkolîn e, di derbarê çîroka kurdî de ye, ji Şahmaran ta bi Tişîxofê Kurd ku Nûredîn Zaza ye. Qonaxên ku çîroka kurdî tê re derbas bûye, min hemû anîne ziman, min nimûneyek ji her cure û celebê çîrokê aniye û li ser şirove kiriye. Dema ji belav kirin û xirecira pirtûka Mihemed Şêxo rihet û vala bibim, ezê hewl bidim çap bikim.

Gotina te ya dawî?

Mala we ava, û bang li xelkên xwe dikim û dibêjim: pirtûkê bixwînin û bidin xwendin. Pirtûk dewlemend e. Her wiha dizanim ku wê şirove û belgeyên min, hinan bixeyidînin, bila bi wicdan û aqilane li meseleyê binerin, neku bi kîn û xeber û sixêf û gotinên li ser tenûran şerê min bikin, bila belgeyên xwe bidin pêş, û bila bên rû bi rû bi min re derkevin weşanên zindî, emê biaxivin, bi axaftin û aqilane hemû derî û pencere vedibin û hemû pirsgirêk çareser dibin, ne bi kîn û xeber û dijûnan.

Ji xwendevanên rojnameya we, û ji hezkiryên xwe dixwazim malpera min .qadoserin.com bişopînin daku, ji nêz ve min binasin.

Dubare, mala we ava li ser vê derfetê, me jî bi rêya we dikarîbû xwe derbibirin û hin meseleyan zelal û ronî bikin. Serkeftin para we be.

27/10/2002

Hollenda.

……………….

Ji rojnameya Kurdistan, jimar 4.( https://drive.google.com/file/d/19M1feHYs0YY6MEoMFbYs7GtaUxIBHcGv/view?fbclid=IwAR1iEcAYtIFBeZImgZaPMuaGas4eZxWEHumbjz1dKsgRO5e71RgZdLUlOUw )