Qilçix

Bang, ji rîsipî û aqilmendên Ezîdî re

Piştî daxwiyaniyên fermanderê Pêşmergeyan li çiyayê Şingalê Qasim Şeşo.

Em bang li aqilmend û rîsipiyên Ezîdiyan dikin, daku ji xwe yan jî ji hemû pêkhatiyên gelê kurd ên bêlayane, komîteke serbixwe û azad damezirînin, daku ew komît li Şingal û Şêxan lêkolîn bike, û encama lêkolîn û rastiyan bileztirîn wext ji gelê kurd re ragihîne.

Gelê kurd ji derew û helwest û daxwiyanî û kiryarên şaş xemsar û bê hêvî bûye.

Qasim Şeşo ji dezgehên ragihandinê re ragihandibû(Basnews-wek nimûne) ku divê ji bo rizgarkirina Şingalê şervanên Pyd û Pkk li vir nemînin.

Piştî ku Hêzên Pêşmerge û Kurdên Êzdî rê ji bo rizgarkirina derbiderên çiyayê Şingalê vekirin, hêzeke Pkk û Pyd li wir bicîh bûn û tevgereke ciwanan pêkanîn.

Her wiha Qasim Şeşo ji BasNewsê re got: ‘’Çekdarên Pyd bi zorê ciwanên Kurdên Êzdî dibin nav rêzên xwe û herî dawî jî hewl dan ku rêya rizgarkirin û gehandina alîkariyê bo derbiderên ser çiyayê Şingalê bigrin.’‘

Şeşo da zanîn ku şervanên Pyd ala xwe li ser perestgeha Şerfedîn bilind kirine û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Şervanên Pyd gelek pirsgirêkan ji me re derdixin, loma em dixwazin ku ji bo rizgarkirina Şingal û derbideran, herwiha vegerandina rewşa ewlekariyê ya deverê şervanên Pyd û Pkk li çiyayê Şingal û navçeyê nemînin.

Di wexta ku em dixwazin gelê kurd li hember hemû êrîşên dijminan yek be, daku karibe xwe biparêze, emê dozê li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî li xwe û me derkevin, û helwest û gotara xwe ne tenê li hember dijminan, belê li hember hemû kiryarên şaş ên navxweyî bilind bikin û bêdeng nemînin.

Di eynî wextê de, eger Ezîdî, bi taybetî yên li derveyî welêt(cemawer, rewşenbîr, siyasetvan, dezgeh û komele, zikêş, şêx û rîsipî…), banga me pêkneynin û lêkolîn nekin, wê gelê kurd fam bike ku hemû daxwiyaniyên Qasim Şeşo rast in, û bi dilê gelê me yê Ezîdî dibe, êdî bila gazinan ji Pêşmergeyan nekin û nebêjin hûn tiştekî ji me re nakin.

Em bangê li Ezîdiyan dikin, ji ber bêtir xwediyên meselê ne, û bêlayane ne. Û ji mafê gelê kurd e rastiyê bizanibe.

Serkeftin para we be…

02/09/2014