Gotar

Birc Evdalo gava yekemîn e

Ana mirov dikare bi zimanekî dirêj bêje ku li Basot û Birc Evdalo gava yekemîn ber bi birakujiyê ve hate avêtin.

Di wexta ku em hêvî dikin gava duyemîn neyê avêtin, em bi tundî kuştina kurd bi destê kurd şermezar dikin û bang li aqilmendên Pyd dikin: wek çilo bûyera Basot û Birc Evdalo ne di berjewendiya gelê kurd de ye, her wiha ne di berjewendiya we jî de ye, êdî kiryarên wiha rawestînin, dubare nekin û li dengê dilê gelê xwe guhadrî bikin, kesî we tune ji miletê we pêve, kiryarên wiha we ji doz û gelê we dûr dixînin, bihêlin xelk azad bijîn, xwe biparêzin û bêhna azadiyê bikin, bila xelk reşbîn nebin, bila koçber nebin û bila hûn nebin tawanbar û sedema birakujî û perçebûna kurdan, nebin mîna partiyên şimûlî û diktator, miletê xwe biparzin, û ji xwe bipirsin: kê em li ser serê milet danîne berpirsyar?

‘’Me me got got ta li me qetya bot’’, jixwe mû bi zimanê me ve şîn hat ji gilî û gazinan, lê tu ji kêre dibêjî. Me gelek caran nivîsandiye û gazina xwe ragihandiye ku: eger wiha berdewam bike, bêşek birakujî pêk tê.

Em Encûmena Niştimanî û Desteya Bilind berpirsyar di ber kuştina kurdan bi destê kurdan de dibînin, û ji wan re dibêjin: eger hûn dixwazin kiryarên wiha dubare nebin, ji kirasê xwe yê kev û rizyayî û ne di asta şoreşê de derkevin. Yan bikevin dawa jinên xwe û bêjin çîz an nebêjin em nûnertiya gelê kurd li Rojava dikin.

Rastî li ser xakê mîna ava zelal e, her kes xwe têre dibîne, û bi kevirekî û duduwan girik nabe, êdî bila Pyd, Ypg, Enks û Desteya Bilind bizanibin ku ew in sedema têkçûn, reşbîn, û rewşa ku kurd li Rojava têde ne.

Bijî yekîtiya gelê kurd

Bijî 12ê adarê

12ê adarê 2013