Çîrok

Kortik

-Ezê çawa bikim ji vê jinê “ya rebî ya îlahî”..

Ji ber ko debara min nema ji ber destê wê dibû ez wisa mabûbûm min keser û xem dihûnandin û berzûrî Xweda dibûm:

– Ya rebî ez kûçkê te me min ji vê qereçiyê rihet bike.!!!

Helbet, min di nava xwe de wisa digot, ma min diwêrîbû tuştên di nava xwe î peritî de derxim der û eşkere bikim, li gel vê yekê jî ko ez di rûyê wê de rûdiniştim min dikir ko hes bike ko ez gelekî jê hez dikim, geh bi devlikenekî mebestî û geh bi mad talî.

Ko merovan tinazên xwe bi min nekiribana û negotana ne tu zilam e, çimkî ji ber jina xwe bazda, min ê dev ji vê malê berda û min ê konikek li çol û çiyan vegirta û ezê tê de rûniştama, ji ber ko her roj xwarina me bi ya wê bû, ev bû yazdeh sal ko em bi hevûdu re dijîn, rojekê  ji rojan xwarin bi dilê min li êgir ne bûye. Her roj jî xwarina me kortik bûn û ji bo wisa jî şerê me her gav lidarbû, min jê re digot:

-Ez berê wek kortikekê me û tu her roj jî kortikan çêdikî…

Bê ko li min meyzîne û ji ber ko zire gepek di dev de bû û di her destekî de jî kortikek hebû da di ber devê xwe re bighîne, tuştek ji min re got min qet jê fam nekir, piştî gepa xwe daqurtand got:

– Tu kortikeke ne dagirtîye.. ji bo wisa jî rih di te de tune, pepûko hema bux û bux û bux belkî rih bi te ve bê..tu bûye weke darkê fisê..

Min navê wê kiribû Kortikê. Cîranan jî qet kortik çênedikirin, tenê bes bû ko di ser dîwaran re bang bikirna:

– Wa cîrana kortikê.. tu ka bi xêra dê û bavê xwe çend kortikan welê..

Ta ko merov çawa bi meyzanda serî û dest û sênî di ser dîwarên mala me re bûn û dibû qîj-wîja wan û bang li xanima min dikirin:

– Wa cîrana Petotê.. tu ka bi xêra dê û bavê xwe çend kortikan welê..

– Wa cîranê Xwedê te ji kortikan bê par nekî ka vê teştê ji me re tije kortik bike lê..

– Wa cîranê Xwedê kurekî bide lawê xaltîka te, welê van sêwlekan em xwarin ji bo kortikekê, tu ka vê beroşê çendeka bixêde lê..

Kortikê, ango jina min, gelek caran wisa kortikên me didan cîranan ta ko bêtirînên caran bê kortik dima û bê ko ji wan tam bike, ji nûv re û careke din radibû bermîlek kortik li êgir dikir, yê min jî tiq-tiqa min bû ez bi wê dikeniyam û bi tinaz min jê re digot:

– Kortikêêêêê.. Di heqê te de ye..weleh te em li dinyê û axretê hetikandine.

– Kortikêêêê.. tu çima kortikan nafiroşî..?.

– Ha ho.. weleh te anî Kortikê..

Di ber xwe de min wisa digot û di vê babetê de bi ken û ji dil ez ramiyam û ji nû bayê heza Kortikê li dilê min da û bi destan min şanî wê da  ko were li kêleka min rûne, min dest danî ser milê wê û bi kêlekekê min lê meyzand, bi ken min jê re got:

– Zerîcanê (navê wê) em çima firoşgeheke kortikan venakin..?

Lêvên wê ji ser hev çûn, bi ken û bi teniştekê li min meyzand bê ko tiştekî bibêje, dîsa min peyva xwe berdewam kir:

– Îş û kareke ne li bîra bilîmet û hozana ye..

Bi çav in fireh li min meyzand û tiliha xwe danî ser cênîka min, pê re got:

– Qoq hene û qoqanok hene..

Dîsa min jê re got:

-kesên ko bivên kortikan bixwin wê wer in ba me kortikên amade bikirin, çima dê xwe biwestînin ta ko bikolin û dagrin..

Gotina min birrî û got:

– Naaa… amade hene.. xelk dixwazin amade gepa wan bikeve devê wan..

– Û çuqas Gaza wan dire..

– Hiş .. hiş dengê xwe hilmeke, nere kesî..

– Qoq hene û qoqanok jî hene..

Ne min ne jî wê me bawer nedikir çi çaxî em ê dest bi vî îş û karî bikin, di eynî gavê de em rabûn bi bajêr û çarcihan ketin, yazdeh çewal bacanên reş  mîna bênderekê me li hewşê kom kirin, ji dermanan re bacanên reş li bajêr nemabûn, şeş qîzên karker ji  yên ko ji neynikan hez nakin me li xwe civandin û me dest bi kolanê kir, Ya dinî rojê kolan bi dawî hat û ji kêfa di nava xwe de min destên xwe bi hevûdu dixistin û min li çepka dida û li dor bermîlên ko bûbû peq peqa wan di bin agir de, ez mîna dînekî diçûm û dihatim, min dîlan dikir û bi stranî jî digot:

Zerîcanê .. Zerîcanê

T’û kortik wer in dîlanê

ên hez dikin kortika

wer in mala beytika

Me qapan danî û em li ber rawestiyan, gavekê duduyan, katijmêrekê.. danekî, rojekê, ya dinî rojê tu kesî li derî neda, çavên me di bendemana merovekî ko bazara kortikan bike, westiyan, bi mat min li Zerîcanê nerî, wê li min nerî, bi madekî tal min jê re got:

– Kortik bûn bi pera.. Çavên me man li dera.!!.

Ta ko kortikên me di bermîlan de genî bûn û bîna wan fûriya û belav bû, ta ko bi tarê û bajêr ket, ta ko gelek kes ji bîna wan nexweş ketin (tenê Textoran sûde ji vê yekê wergirtin) û çendek ji nexweşan jî mirin, cînaran nema debar ji ber bîna genî kirin, piştî zirt û fortan gilihê me kirin û bû tûti-tûta turumbêlên polisan li ber deriyê me, matmatyî min li Zerîcanê meyzand û bi piste pist jê re got:

– Îca çû ji me de lê Pepûkê…

Hîn wisa di wê rewşa xerab de neh-deh leşker borîn û bê ko tuştekî bêjin bi çeplê min girtin û ez wek sehekî mirî bi dû xwe de kişkişandim, di nav wan re û bi zor û heft bela ez li Zerîcanê zîvirîm û bi dengekî hêla û şewat min jê re got:

  • Kortikê anha têr bixwe..
  • Kortikêêê.. Ez çûm bi xatirê te..
  • Kortikêêê .. tu mêra di paş min re nekî ha.. li bende min bimîne.

Di nav lepên leşkeran de dîsa min strana xwe di ber xwe de got:

Zerîcanê .. Zerîcanê

T’û kortik wer in dîlanê

ên hez dikin kortika

wer in mala beytika

Bi stranê re ez wek sehekî avêtim dawiya turumbêleke kesk ta ko min nema xwe dît.

Dema ko Zerîcanê hat seredana min zire beroşek kortik bi xwe re anîbû lê min tam nekirin, dema girtiyekî li sedemê pirsî, min got:

– Ko ez li wan dimeyzînim marên reş tên ber çavên min..                                                                                                                       Qamişlo