Folklor

Rovî û pîrê

(Jibo zarokan)
Hebû tinebû dilovaniya xwedê li dê û bavê guhdarabû.pîrek hebû karê xwe dikir û çend mih û bizinên wê hebûn,ew dibirine çêriyê û şîr û mastê wan difirot û xwe pê xwedî dikir.

Pîrê jî her êvar piştî mih û bizinên xwe di doştin,şîrê xwe dixiste bin kulînê.

Rojekê serê sibehê mîna heroj çû mastê xwe jibin kulînê derxînê,lê pîrê nerî vaye beroşa mast valaye!!.

Roja dî pîrê libin kulînê nerî dîse beroş valabû?!.aqil di serê pîrê de nema û çavên wê sorbûn û dinava xwede got ew kesê şîrê min dixwê dibe ku ez wî nasbikim û buhayê şîrê xwe jê bistînim.

Lê pîrê got ezê çawa nasbikim vî kesî? Piştî ramanekê got ezê şîrê xwe mîna hercar têxim bin kulînê û ezê xwe veşêrim û çavdêriyê lêbikim.

Pîrê piştî mih û bizinên xwe doştin,şîrê wan xiste bin kulînê û xwe veşart û çavê wê ma li kulînê.

Demeke ne dirêj diwê navêre çû,carekê pîrê nerî vaye roviyek hat û kete bin kulînê û şîr vexwar û derket,pîrê serê xwe hejand û dinava xwede got min dizê xwe naskir û ezê çarekê jêre bibînim.

Roja dî pîrê mêkutek anî û xwe di pişta derîde veşart û ma li benda rovî.

Demek derbasbû rovî xwe hejand û kete bin kulînê û şîrê di beroşêde vexwar û pîrê lê dimeyzînê,rovî piştî şîr vexwar û xwest derkevê,pîrê mêkut avête rovî tiriya wî jêkir.

Rovî çû nav hevalên xwe û tiriya wî qutkiriye,roviyan teva jihevre gotin evî rovî ziyanin kirine ta tiriya wî hatiye qutkirin.jê pirsîn çima tiriya te qut bûye? Rovî got min şîrê pîrê vexwar,ewê mêkut avête min tiriya min qut kir.dema hevalên wî çîroka wî bihîstin teva biyek devî gotin: quto quto me dibin dûvête hilkuto.

Roja dî rovî çû mala pîrê û got: pîrê ka tiriya min bide min ez diçime nav hevala dibêjin quto quto me dibin dûvête hilkuto.pîrê got tujî şîrê min bîne.

Rovî çû ji bizinanre got: gelî bizina kanî şîr bidine min,ezê şîr bidime pîrê,pîrê wê tiriya min bidê min,ku ez diçime nav hevala dibêjin: quto quto me dibin dûvête hilkuto.bizinan gotin çilo jimere bîne.rovî çû cem darê û jêre got: darê ka çilo bide min,ezê çilo bidime bizinan,bizin wê şîr bidine min,ezê şîr bidime pîrê,pîrê wê tiriya min bidê min,ku ez diçime nav hevalan dibêjin: quto quto me dibin dûvête hilkuto.darê got jiminre dasê bîne. Rovî çû cem hesinkar û jêre got:hesinkaro ka dasê bide min,ezê dasê bidime darê,dar wê çilo bidê min,ezê çilo bidime bizina,bizin wê şîr bidine min,ezê şîr bidime pîrê,pîrê wê tiriya min bidê min,ku ez diçime nav hevalan dibêjin: quto quto me dibin dûvête hilkuto.hesinkar got jiminre hêka bîne.Rovî çû cem Mirîşkan û jiwanre got:ka hêka bidine min,ezê hêka bidime hesinkar,ewê dasê bidê min,ezê dasê bidime darê,dar wê çilo bidê min,ezê çilo bidime bizina,bizin wê şîr bidine min,ezê şîr bidime pîrê,pîrê wê tiriya min bidê min, ku ez diçime nav hevalan dibêjin: quto quto me dibin dûvête hilkuto.Mirîşkan gotin jimere garis bîne.Rovî çû cem kiwarê û jêre got:ka garis bide min,ezê garis bidime mirîşkan,mirîşk wê hêka bidine min, ezê hêka bidime hesinkar,ewê dasê bidê min,ezê dasê bidime darê,dar wê çilo bidê min,ezê çilo bidime bizina,bizin wê şîr bidine min,ezê şîr bidime pîrê,pîrê wê tiriya min bidê min, ku ez diçime nav hevalan dibêjin: quto quto me dibin dûvête hilkuto.kiwarêjî got bêje keçika bere werin ser banê min dîlanê bikin jibo tilopa di zivistanêde nekê.Rovî çû ser kaniyê û ji keçikanre got:werin ser banê kiwarê dîlanê bikin jibo garis bidê min,ezê garis bidime mirîşka,wê hêka bidine min, ezê hêka bidime hesinkar,ewê dasê bidê min,ezê dasê bidime darê,dar wê çilo bidê min,ezê çilo bidime bizina,bizin wê şîr bidine min,ezê şîr bidime pîrê,pîrê wê tiriya min bidê min, ku ez diçime nav hevalan dibêjin: quto quto me dibin dûvête hilkuto.keçikan gotin jimere heryekî pêlavekê bikire.

Rovî çû sûkê û pêlav ji keçikanre kirîn,keçikjî hatin ser banê kiwarê dîlan kirin,kiwarêjî garis dayê,garis da mirîşka,mirîşkajî hêk danê,hêk da hesinkar,ewîjî das dayê,das da darê ,darêjî çilo dayê,çilo da bizina,bizinajî şîr dayê,şîrê pîrê dayê.lê pîrêjî tiriya Rovî xemilandibû bi xir xirk û mirmirkan û zingilan û tiriya Rovî dayê.

Rovî çû nav hevalên xwe û xwe dibir û tanî û xwe paye dikir bi tiriya xweyî xemilandî.hevalên wî lê kombûn û jê pirsîn: te ev tiriya xweşik jikû aniye?

Rovî got:winjî dixwazin tiriya we bixemilê mîna tiriya min.teva bihevre gotin erê.Rovî got win vê gola avê dibînin,êvarî tiriya xwe bin av bikin ta serê sibehê,wê tiriyên we bêne xemilandin mîna tiriya min.

Êvarî roviyan teva tiriyên xwe bin av kirin û wisa man ta serê sibehê.

Serê sibehê Roviyan xwestin tiriyên xwe jinav avê bikişînin lê qeşayê liwan xistibû,Roviyê tirî xemilandî çû bênderê gundekî nêzîkî wê gola avê ku tiriyên Roviyan dinavde mane û dengê xwe kir,dema kûçikên wî gundî çav li Rovî kirin û dengê wî bihîstin, teva dane dûv û kirine ewte ewt,livir Rovî jiber wan bazda û diber gola avêre derbas bû,dema Roviyan dengê kûçikan kirin heryekî ji dehma xwede bazda lê tiriyên wan hatine qut kirin,Roviyê tirî xemilandî biser wande hat û got: dinya dem û dewrane, dihobû we jiminre digotin: quto quto me dibin dûvête hilkuto.de herin min dibin dûvê we tevdekande hilkuto .

Dilovan Çeto