Bijartî

Qado Şêrîn pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” derxist.

Nûçe,

Nivîskar Qado Şêrîn pirtûka xwe ya li ser hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêxo çap kir. Şêrîn dibêje: “Mihemed Şêxo mezin bû û mezin jiya, piştî wefat kir, mezintir bû.”

Hewlêr (K24) – Nivîskar Qado Şêrîn pirtûka xwe ya li ser hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêxo çap kir. Şêrîn dibêje: “Mihemed Şêxo mezin bû û mezin jiya, piştî wefat kir, mezintir bû.”

Qado Şêrîn ji Kurdistan24ê re derbarê naveroka pirtûkê de diyar kir: “Min di pêşgotina pirtûkê de zelal û ronî kiriye ku ev pirtûk çima dê were çapkirin û stranên Mihemed Şêxo ji aliyê kê ve hatine nivîsandin, awaz kê daniye. Hinek hunermendên din dibêjin ‘ev stran a me ye’, min bi delîl û belge piştrast kir ku helbest a kê ye, xwediyê helbestê dibêje ev helbest min nivîsandiye û min bi awaz kiriye û min daye Mihemed Şêxo.”

Nivîskar Qado Şêrîn destnîşan kir ku gelek gotar û lêkolînên derbarê Mihemed Şêxo de hatine nivîsandin, berhev kirine û xistine nav pirtûkê û got: “Hinek hevpeyvîn jî bi Mihemed Şêxo re, beriya wefata wî hatine kirin, min ji arşîva rojnameyên Kurdî derxistin û xistin nav pirtûkê. Di pirtûkê de tabloyên ku şêwekarên Kurd jê re çêkirine, derdora 40 tablo, notayên stranan û wêne cih digrin.”

Qado Şêrîn diyar kir ku Mihemed Şêxo kesayetekî gelek taybet bû û got: “Mihemed Şêxo ji bo min mîrat û sembolekî neteweyî ye, ji bo min wek Ehmedê Xanî, wek Feqiyê Teyran, wek Şêx Seîd e. Mihemed Şêxo pêşmergeyê şoreşê bû.”

Şêrîn bal kişand ser wê yekê ku di nava pirtûkê de beşa belgeyan heye ku di wê beşê de bi delîl û belgeyan nîşan daye, stranên Mihemed Şêxo gotine, nivîskarên wan stranan, helbestên xwe ji Mihemed Şêxo re dane û got: “Min delîl û belge anîne ku stran û helbest ya kê ne û kê bi awaz kiriye.”

Qado Şêrîn li ser berga pirtûka “Mihemed Şêxo Huner Û Jînenîgarî” diyar kiriye: “Mihemed Şêxo mezin bû û mezin jiya, piştî wefat kir, mezintir bû.”

Herwiha di berga pirtûkê de dibêje: “Mihemed Şêxo 41 salan jiya, di dema wî de înternet, Facebook, Twitter, Instagram û Youtube tune bûn, wate alavên alîkariya hunermend bikin ji bo mezin û navdar bibe tune bûn, kasêt û tîpên berê hebûn, ew jî li ba her kesî peyda nedibûn. Ligel wiha Mihemed Şêxo mezin bû, navdar bû, li her çar perçeyên Kurdistanê hat naskirin, hezkirin û guhdarîkirin.”

Nivîskar Qado Şêrîn ji bo fêmkirina raza vê hunerê, xwendevanan vedixwîne xwendina vê pirtûkê û dibêje: “Bersiv di pirtûkê de ye.”

QADO ŞÊRÎN KÎ YE?

Qado Şêrîn ji Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1967’an de, li gundê Naroz, li başûrê bajarê Qamişlo, ji dayik bûye.

Xwendina seretayî li gundê xwe temam kiriye, piştî dibistana seretayî, li gel malbata xwe diçe Qamişlo daku xwendina xwe berdewam bike.

Piştî lîseyê werdigre, diçe bajarê Dêra Zorê daku Enstitutya Matematîkê bixwîne.

Wî çend salan karê mamostetiyê li dibistanên Qamişlo kiriye.

Di sala 1995an de koçberî Hollenda dibe û li wir dibe niştecî û ta niha li wir dijî.

Pirtûkên Qado Şêrîn ev in:

Stranên Mihemed Şêxo

Serok û Merok (çîrok)

Isma’îl Emo (Bîr û Boçûn)