Qilçix

Bersiva Dîko

01-ji serdanê hat fam kirin ku bê başûrê Kurdistanê dê guhertin li bakur çê nebin. Piştî 35 salan ji şerê bê encam, êdî bû bêtir bû wexta rola aqilmend û xelkên bi bandor, wer xuyaye ku kişandina cilike ji bin lingên BDP a ku bi tenha xwe nikare demuqrat û xwedî biryar û bandor be, çimkî Barzanî wek simbol û rêberekî bandora wî li ser xelkên bakur heye, ew dikare kolanan germ bike, ew jî encama siyaseta nerm û sebr û aramiya aqilmendane ye. Wext ew e ku kî bi riya aqil ne bi riya kuştin û xwînê, ango bê xesaret dikare mafan bi dest bixîne. Encama serdanê ew bû ku bi riyên demuqrat û aştiyane jî mirov dikarin mafan bistînin.

Her wiha serdanê diyar kir ku Hewlêr paytexta biryarê ye û aliyê rast e ji bo axaftina li ser mafên kurdan û meşandina pirosesa aştiyê.

Şoreşa Sûrî her tişt tazî û eşkere kir, êdî cemser tên avakirin, serdanê diyar kir û êdî başûr dikare mîna welatekî serbixwe bi hevalbendan re aliyekî bi hêz be di cemsera nû de û rola xwe wek welatekî serbixwe di pêşvexistina rojhilatanavîn de bilîze.

02-bi texmîna min, wexta saz kirina serdanê îşê xwe bi Şoreşa Sûrî ve nîne, bêtir bi rewşa hundurê Tirkiyeyê ve û bi xurtkirina têkiliyên aborî ve girêdayî ye, belkû jî tê fam kirin ku têkçûna BDP û kêm bandora wê li ser kolana bakur, çimkî ew rola xwe wek namgihander dilîze, ne alî û jêdera biryarê ye, êdî gerek serê werîs ji dest derkeve û bikeve destên hin din ku karibin roleke baştir di pirosesa aştiyê de bilîze.

03-Têkiliyên başûr û tirkiyeyê gihane asta welatên serbixwe, êdî ji bo her kesî eşkere ye ku têkiliyên aborî û civakî yên di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de gihane asteke bilind, ku her du alî nikarin wan têkiliyan sar û sivik bikin, bandora xwe li civak û aboriya her du aliyan dike, wek nimûne şandina patrola Kurdistanê boyî Tirkiye û bi riya Tirkiye şandina patrolê boyî bazara navnetewî. Li seranserî 20 salên dawî diyar bû ku Herêma Kurdistanê dikarîbû Tirkiye nerm bike û ji hişkiya xwe dakeve, û di serdanê de, yekemcar serokwezîrekî tirk li Tirkiyeyê navê Kurdistan bi kar bîne, ew ji bo kurdan ji zana qantiran ecêbtir bû, ew jî encama siyaseta aqilane ya başûr bû.

04-Amed wek simbol li ba hemû kurdan paytexta dîrokî û siberoja kurdan e, wate ji hevdîtinan re li wir heye. Bi texmîna min hilbijartina Amedê li ser daxwaza Barzanî pêk hat. Li kolanên Amedê bilindkirina ala kurdî û li Şaredariyê, û Barzanî bi cil û bergên kurdî bû cihê nîqaş û pejirandinê, êdî wek encam jî ji hevdîtinê hat diyar kirin ku êdî kurd nema bi çekan qir dibin, êdî bila kurd bi şêweyên mirovane, demuqrat û aştiyane mafên xwe bistînin. li seranserî dîrokê tirsa kurdan tim û tim ji tirkan bûye, tim kurdan tirsa xwe diyar kirine ku tirk wê nehêlin kurd bibin xwedî birêvebirî, jixwe xwedî welat ew ji xewnan bû.

Bi texmîna min wê encamên hevdîtina li Amedê di siberojeke nêzîk de diyar bibin, nemaze wexta biryar bikeve destê gelê kurd, ne yek partiyê ku tenê tund û tûj difikire, û çi wexta ku gelê kurd li bakur bi şêweyên aştiyane û demuqrat daket kolanan û doza mafê xwe bike, wê bêtir ji şerê 35 salan encamên baş bi dest bixîne û wê bêtir dostan jî li dor xwe bibîne.

25/11/2013