Qilçix

Gotinê êvara dikevin qulê dîwara

‘’Gotinê êvara dikevin qulê dîwara’’, ev jî serokê Sûriyê Beşar El Esed e. Bi şev tiştekî dibêje û bi roj hêzên ewlekariyê û polîsên wî tiştekî din di derheqa kurdan de dikin.

Piştî serhildana 12ê adarê serokê Sûriyê Beşar El Esed derket ser serê televizyona El Jazeera û bi zimanekî dirêj got: ‘’kurd beşekî bingehînin ji tevna civaka Sûriyê ya netewî û dîrokî û siyasî’’. Ji wê rojê de bêhtir zulm û zordarî li kurdan dibe.

Ji roja ku Beşar El Esed bûye serokê Sûriyê, gelek caran ragihandiye ku ew ê pirsgirêka kurdên bê nasname li Sûriyê çareser bike, lê li ser xakê, di pêanîn û xwedî li gotina xwe derketin, tiştek nebûye.

Berî çend rojan ji medya tirkî re axivî û dîsa kurd firandin bê ku rewşa kurdên li ba xwe zanibe. Wî got ku kurd welatparêz in, ew beşek ji tevna civak û dîroka me nin, ew ne mêvan û torîst in, eger em têkiliya xwe bi wan ên ku alîkariya me di avakirina welatên me de kirin, nekin, bê guman ew ê bibin terorîst.

Yê ku zane zane, jixwe yê ku nizane baqê nîskaye. Kurdên rojava(Sûriyê) û hemû kesên ku rewşa kurdan dişopînin bi wan axaftin û helwestan matmayî dimînin, çimkî ew axaftin tenê ji bo medya tên kirin û berevajî rewşa kurdan in, rojane kurd tên girtin û dikevin girtîgehan, rojane kurd tên talankirin, pirojeyên nijadperestî û şovenîstî nû dibin û xurtir û pirtir jî dibin.