Qilçix

Fitû û kurdayetî

Fitû; qedexe, yan jî erêkirina li hevkirinê ye ku ji hêla zana û alimên misulman ên mezin ve derdiçe, daku li gor misulmantiyê jiyana mirovan bê rêxistin û pirsgirêk bên çareser kirin.

Her ji wextekê em dibînin ku hin fitû derdiçin, hin ji wan gelekî balkêş in, mirov nikare tu sedemê ji derçûna wan re bibîne ji pêvî ku ew ê wan fitûyan derdixe hov e, yan jî di serdemek din de dijî, lê bêşek ew li gor ol, bawerî û berjewendiya xwe derdixîne.

Di salên dawî de gelek fitû derçûn, ji misulmanan bi giştî û ji ereban bi taybetî, hema kî rabû û fitwek derxist, gelek tiştan qedexe û gelekan jî erê dikin, gelek caran jî yên ku fitwan derdixînin bi hev dikevin û hevdû dikin deyûz û derewçîn. Hema çi di berjewendiya wan de be fitwê jêre dibînin.

Hin nimûne ji fitwên wan;

-kujtina Mîkî Maws erkek ji erkên misulmantiyê ye.

-vexwarina mîza deveyan hilal e.

-nabe jin xiyar û mozan bikirin, eger hat û kirîn cezayê wan guh û pozjêkirine.

-zewaca bi keça neh salî re û di dûv re bi ya yeksalî re çê dibe, çimkî ew yek dê mêran bextewer bike.

-daku jin bikaribe di eynî odeyê de bi mêran re kar bike, divê jin di roja pêşî de çiçkên xwe bixe devê wan karmendan û ew ji şîrê wê vexwin. Jina ku wisa neke qehpe û cezayê jina qehp di misulmantiyê de naskirîye.

-pereyên sosyalê li misulmanan hilal in, çimkî malê gawiran hemû yê misulmanaye.

-nabe mêrekî spehî û xweşik bi mêrekî din di eynî odeyê de bi hev re bimînin.

Ev çend nimûne bûn ji fitwên salên dawî. Her Şêxek, alimek, rêberek ereb û misulman rabûye û ji bo berjewendiya civak û dewleta xwe fitwan derdixîne, hema çi di berjewendiya serdest û rêjîman debe fitwê jêre dibînin. Li dawî her tişt ji bo wan rewaye, lê ji kurdan re qedexeye, eger pêxemberekî kurd rabe û fitwekê derxîne dê baweriyê pê neynin û wî bikin deyûz û nokerê Israîl û Emerîka, vêga min ev bar avêt ser milê xwe û fitwa gelek pirsgirêkan derxist, çi dibe bila bibe, bila min bikin deyûz û tiştin din. Bi hêviya ku hemû kurd bi fitweyên min bikin:

-mirovê kurdekî/ê bi maf an bê maf bikuje bihuştê bi çavên serê xwe nabîne.

-kurdên bi tirkî û erebî û farisî biaxivin û bi taybetî bi zarokên xwe re, ne kurd in, her wisa bê şeref û bênamûs in.

-kurdên xwe ji kurdîtiyê bêrî bikin bêtuxmin. Cihê wan ne li erd ne jî li asman heye.

-kurdên ji firoşgehên tirk û ereb û eceman bikirin kurdîtiya wan qels e û aboriya serdestan xurt û bilind dikin. Cezayê wan poşmanî û jahra silêmanî ye.

-kurdê bi zimanê serdestan binivîse alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.

-kurdê bi kurdekî din re bi zimanê serdestan biaxive xiniz û xwefiroş e.

-jina kurd divê bi dujminan re nezewice, çimkî kurda ji dujminan mêr bike, dikare mîna laşfirosan jî kar bike.

-kurdê wêneyê Etaturk dalqîne, bi tirkî biaxive, bi zarokên xwe re bi tirkî biaxive û navên tirkî li zarokan bike, dibe hevparê dîroka tirkan a reş û tarî.

-kurdê li dujî berjewendiya gelê xwe derkeve û di partiyên dujminan de kar bike, kurdekî xayîn û xwefiroş e.

-kurdê xêr û xweşiyê ji birayê xwe yê kurd re nexwaze, bihuştê bi çavên serê xwe nabîne.

-kurdê li jina xwe xîne, wê bikuje, zulmê lê bike, cihê wî dojeh e û dilê wî tim çelqo melqo ye.

-kurdê karibe xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bike û neke, û bi zimanê serdestan re bijî, xwefiroş û nebûna wî baştire.

-kurdê bi qestî yan bê qestî gotinên zimanên serdestan bixe nav axaftina xwe û bi kurdiya petî neaxive, zimanê miletekî têk dibe û tune dike, helwesta wan nekêmî ya dijminan e. Cezayê wan qewitandina ji dinyayê ye.

-kurdê koletiyê ji serokê partî û ne partiya xwe re bike, ji diktatoran hez dike û ne azadîxwaz û ne jî demuqrat e. Her wisa serokê ku kurdan parçe bike, kurdan fêrî hezkirina xwe û dujminan bike, tim bêje wek min rast e; kurdistanê di kesayetiya xwe de qambostî dike, diktator e û cezayê wî gelek giran e.

-kurdê aştî û biratiya kurd û ereb, kurd û tirk, kurd û firsan bixwaze, dujminan dike xwedî û hevparê kurdistanê, cezayê wan laneta dîrok û berebabên bên li xwe dibarîne.

-kurdê ji bo yekîtiya kurdan neke xayîn û xwefiroş e

-………………….

Daku barê we giran nekim, ta sala bê nema fitwan didim, tenê ku li we teng hat ez birayê we me, xwe bavêjin derya fitwên min û îşê we jê nebe…û hûn sax. 24/11/2008