Qilçix

Nivîskarî, mal wêranî

Berî demekê min gurçikek xwe dabû ber bazara kirîn û firotinê, berî ko nûçeya dezgeha Sema kurd belav bibe û mizgîniya çapkirina pirtûka min belav bibe, min ev nameya li jêr ji nivîskar Ezîz Xemcivîn re hinart dako di Avestakurd de biweşîne.

Gurçika xwe difroşim

Ji ber ko çapxaneyên kurdan pirtûkan belaş û ji her kesî re çap nakin, yan gerek tu dost, merov û tiştin din bî ta ko ji te re çap bikin, û eger ji te re çap jî kirin gerek tu bibî zilam û peyê wan û ji wan re stuxwariyê bikî, ji ber  ko nikarim wê yekê bikim, û ji ber ko ne pereyên min hene ko pirtûkan bi pereyan çap bikim û ne jî wek bawerî dixwazim ji gepa devê kurê xwe bikim û pê pirtûkan çap bikim, ew jî ne merovantiye: îca gurçika xwe ya aliyê çepê(ji ber li aliyê dil e) didim ber bazara firotinê, hin ezê bi buhayê wê pirtûkên xwe çap bikim û hin jî alîkariya nexweşekî bikim..heçê bixwaze bikire bila têkiliyan bi me re deyne..

Xuyabû diya min berzûrî xweda bibû û nanek dabû perîşan û pêxwasekî ko Ezîz ew nûçe roj û nîvekê dereng hişt tako nûçeya Sema kurd belav bû û neweşand. Ez li ser nûçeyê dirêj nakim ji ber her tişt ji naveroka wê diyare. Hema hema rewşa gelek nivîskaran mîna ya min e.

Nivîskarê kurd ê bi zimanê serdestan dinivîse alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike. Jixwe beşek ji wan ji bo dolaran dinivsin, ji bo kesê xwe tenê bi zimanê serdestan dinivîsin, yan bi kurdî nabin nivîskar?.

Helbestvanekî mezin hat Holenda, em bi telefonê bi hev re axivîn, min jê xwest bibe mêvanê min, wî got: Yaho ta ko tu wiskiya Aldî(bitikîn) bidî min ezê neyêm û nebim mêvanê te.

Nivîskarekî got: li tevaya Kurdistanê kurdên rojava zana ne, ji kurdên rojava kurdên êla me zana ne, ji êla me ên li Qamişlo zana ne, ji kurdên êla me yên li Qamişlo mala me zana ne, jixwe di mala me de kes ji min pêve tune. Tengezarê marînî jî dibêje: tenê sê helbestvan li rojavayî Kurdistanê hene(bitikîn).

Nivîskarên kurd di berjewendiya gelê kurd e ne yek in, gelek caran li dujî hev jî derketine, lê di berjewendî û parastina serok û partiyên  xwe de yek in. Ji ber tunekirin, piştguhkirin û diktatoriya partiyan, gelek caran nivîskarê kurd nikare helwesta xwe bi mêrantî bide. Û hin caran jî ji ber berjewendiyên kesane. Rola partiyan di qambostkirina nivîskarên kurd e heye, her wisa merovê kurd fêr nekirin ko li nivîskarên xwe guhdarî bikin û xwedî li wan derkevin.

Derfetên ko nivîskarên kurd mezin bikin li ba kurdan kêm in an jî tune ne, medya xwedî li wan dernakeve, kurd wan naxwînin, wek ko wan nivîskar nabînin, dîsa rola partiyan di vê yekê de heye, eger wan belavokên xwe bi kurdî belav bikirna, dê xelkê ew bixwendana, dê xelk fêrî kurdî bibana, lê mixabin wan merovên kurd ber bi xwendin û çanda serdestan de ajotin, xelk perwerde nekirin ko zimanê xwe fêr bibin û bixwînin, partiyan ziman nekirin erkek netewî, bakurê kurdistanê nimûneya herî mezine, li ba me jî, li rojavayî kurdistanê jî partiyan guh nedan ziman, û guh nedan nivîskarên kurd.

Eger rexne nebe çand û nivîskar naçin pêş, dê peyda bibin gelek derd û êş. Jixwe hatiye famkirin ko rexnekirin şerkirine, merovê rexneyan dike şer dike û şer dixwaze, şer jî dujminan derdixîne pêşberî merov, êdî kes nema rexneyan dike, jixwe çand û nivîskariya bê rexne seqete. Nimûne gelek in. Ezê du nimûneyan bînim bîra we xwendevanan, yekê ji asta nivîskarên jin û ya din nimûneya Firat Cewerî û Helîm Yûsiv dako asta rexne û nivîskarên kurd diyar bibe. Dema Firat Cewerî romana “Ez ê yekî bikujim” derxist, Helîm Yûsiv eşkere û zelal kir ko beşê pêşî ji çîroka wî “Meha sêzdehan”  hatiye girtin û beşê duyem ji romana “Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê” ya Mehmed Uzun hatiye girtin.

Firat Cewerî di derbarê wê xirecir û hetikandin û eşkerekirinê de wisa bersiv da: “Tesadufên di jiyana rastî de, dikarin di berhemên edebî de jî xwe nîşan bidin. Dibe ku aniha bi sedan bûyerên welê hatine nivîsandin ku haya me jê nîn e. kesên mîna min berê jî bi navên dizî û sexte, ji ber ku ji navdariya min acizin, nivîs dijî min belavkirine û ez bi wan re nakevim polemîkan! “. Firat Cewerî rêzgirtinê nade xwendevanên xwe û ji wan re eşkere û zelal nake bê ka çilo di tesadufê de romana wî û çîroka H. Yûsiv û romana M. Uzun rastî hev hatine. Tesaduf carekê, du caran, sê caran dibe, ne bi dehên caran, û tiştên ew esaduf bi nav dike, ne tesadufin, ew afirandine, ma nav jî tesadufin?. Ma çawa çêbû..

Eger merov di bersiva wî de birame, merov dê guman bike ko gelek nivîskarên kurd wisa hene, dema nav bi wan dikeve ji ser hişê xwe diçin û nema guh li rexne û gazindan dikin. Li şûna ko wî rastî zelal û eşkere kiriba, xwe di ser rexne û xwendevanan re digre û bersivê bi wî şêweyî dide. Tesadufên eynî civakê ne tesadufin, jixwe bûyer û rewşa civakê berhemên wêjeyî diafirînin, ew navekî din lê tê kirin. Eger ciwamêr ji Kolombiya ba me yê bigota tesadufe. De başe, eger wisa be, ezê jî sibe ‘’Kevoka spî’’ bi navê xwe belav bikim û bêjim: tenê tesadufe. H. Yûsivê zindî mafê xwe eşkere kir, lê kî dê mafê M. Uzunê mirî biparêze?.

Şensê nivîskar a jin ji yê nivîskarê mêr bêtire, nemaze ko xweşik û zimanxweş be(li gor nirxandina civak û dana xwedê). Dema min nivîsa xwe; Tenê wêne yê nivîskara xweşik tê xwendin(bitikîn) belav kir, jinên nivîskar li dujî min derketin û hinan ji wan gotin kê ji me ew li kur dît pêl serê wî kin, û nivîskarên mêr piştgiriya nivîsê kirin, ev çawa çêbû, asta famkirina jinên nivîskar zane.

Famkirin, berjewendiya kesane, asta têgihiştinê, hestên netewî, hezkirin, ji xwe hezkirin, rol û endametiya partiyan, perwerde, nivîskariya bi darê zorê, ol û sînor rol û bandora xwe li nivîskarên kurd dikin. Jinên nivîskar jî di nav de, ew nivîs famnekirin rabûn asta xwe ya nivîskariyê diyar kirin, di dema min rexne li mêran kiribû ko mexabin ew tenê li wêneyê xweşik dinerin(dixwînin), jinan famkiribûn ko ez îhaneta wan dikim. Bi tirba şêx ko diya min ba wisa şaş famnedikir.

Eger bi pesindariya nivîskarên serdestan be bila kurd nebin nivîskar wek ko Helîm Yûsiv ne bi pesindayîna Şewqî Begdadî bû nivîskar, ji her nivîskarê kurd pesindayîna nivîskarekî serdestan divê tako bibe nivîskar, serboriyek wisa bi Heyder Omer e jî bûye, bi giştî ev ne rast û diruste. Ev yek ji rewşa giştî ya civaka me tê, û hişmendiya kurdan seqet dike, eger civak zana û xwenda û hestên netewî li ba xurt be dê wisa nerame, dê ziman, çand û nivîskarên xwe piştguh neke, her wisa bi rewşa çand û medya me ve girêdayîye, bi dujîtî û perçebûna partiyan ve girêdayîye. Eger nivîskarê kurd xelata Nobbel jî bigre dê nebe nivîskar, ma çima serokên partiyan dibin qerasên serokan û mezin dibin, lê nivîskarê kurd tako zindî be netişteke. Li gor vê nirxandinê, eger ana Cezîrî, Feqeyê Teyran, Ehmedê xanî û Herîrî zindî bana dê ne ewqasî binirx bana.

Li tevaya cîhanê bi pênûsa nivîsar, feylsûf û afirandevanan milet û welat pêşketine, bi rêberiya wan şoreş û serhildan rabûne, lê li ba me kurdan nivîskar hemû di rêzekê dene û nivîskarî karê bê karaye, kes li wan guhdarî nake, ji ber her kes xwe ji wan zanetir dibîne, ev yek jî bi asta giştî ya têdgihiştina miletan ve girêdayîye. Stranbêjekî netiştek ji wan bi nirxtire. Nivîskar nayêne xwendin wek ko stranbêj têne guhdarîkirin, wek ko berê me li serdema nezaniyê be.

Nivîskarên kurd jî bi hev tahl in, bi taybetî yên beşekî di bin çavan re li hev dinerin. Hin ji wan hevdu tune dikin dako ew bi serkevin. Nivîskarî eşkere û zindîkirina giyanê miletan e, şaristanî û ji jiyanê hezkirina miletan e Nivîskar tecrube û jiyana miletan li ser pelan bicih dike. Nivîskarî barekî giran e, her kes nikare wî barî hilgire, ji bo hinan jiyan e û ji bo hinan mal wêran e û ji bo hinan dem windakirin, wens, tevhevî, zikreşî û gelacîye(nifşê dema Internet). Jixwe nivîskar û nivîsandin ji gelek çapxaneyan re bazirganiye, û ji bo Siyamend Birahîm û gelekên din xirecir, kirîn û firotin û tiştin din e. Û hûn sax..

06.07.2009